Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
大约
Kurdipedia Archivists
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
 搜索
 
  
 
 搜索
 发送
 工具
 语言
 我的帐户
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
图书馆
 
发送
   高级搜索
联系
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 更多...
 更多...
 
 
 
 Font Size


 
大约
随机项目!
条款使用
Kurdipedia Archivists
你的反馈
用户集合
大事年表
 活动 - Kurdipedia
帮助
 更多
 库尔德人的名字
 
统计属性
文章
  578,613
图片
  122,476
书籍
  21,900
相关文件
  122,099
Video
  2,160
语言
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
313,460
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
94,776
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,512
عربي - Arabic 
42,639
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,253
فارسی - Farsi 
15,030
English - English 
8,463
Türkçe - Turkish 
3,808
Deutsch - German 
2,013
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
小组
中国的
传记 
9
的地方 
4
缔约方组织 
1
图像和说明 
1
地图 
1
考古的地方 
1
文章 
3
烈士 
1
MP3 
840
PDF 
34,403
MP4 
3,740
IMG 
229,149
∑   总计 
268,132
​​​​​​​Hisên Feqe: Tevgera Azadiya Kurdistanê Kurdê xwedî îrade ava kir
小组: 文章
Share
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Hisên Feqe: Tevgera Azadiya #Kurdistanê# Kurdê xwedî îrade ava kir
Reportaj Summay
HEVPEYVÎN

Nivîskar û çalakvanê siyasî Hisên Feqe teqez kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê kesayeteke kurdî xwenas û xwedî îradeya ku xwe diparêze afirand. Feqe got, PDK`ê bûye esîrê têkiliyên Tirkiyê yên têkçûyî û nexweş û wê jî hişt Kurd gelek herêmên fireh ji dest bidin.

Nivîskar û çalakvanê siyasî Hisên Feqe got partiya li ser eşîrtî û serokatiya qebîleyan xwe ava dike ku mînaka wê jî PDK`ê ye wê nikaribe hêvî û xwestekên gelên Kurd pêk bîne, lê belê dixwaze ku vê serokatiyê xurt bike da ku birçîbûna xwe ya aborî ku ji petrolê tê têr bike û bi wê re dibe xizmetkarê pereyan.
Hisên Feqe di hevpeyîvna bi ANHA`yê re diyar kir ku PDK`ê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û parlementoya wê bi rê ve dibe. Di nava van salan de hewl da kesayeteke kurdî ya hilweşiyayî ava bike ku bi dolar ve girêdayî be. Tu binesazî, aborî û pîşesazî ku karibe wê têr bike û derfetê kar ji gelê herêmê re peyda bike, ava nekir. Ev jî tevî zengîniya hundirîn û derfetên gelê Kurdistanê ku di nava çend salan de gelek berdêl dan. Siyasetên vê partiyê bû sedem ku herêmên berfireh ên herêma Başûrê Kurdistanê di nav de Kerkûk piştî pêvajoya referandûmê, ji destê kurdan derkeve.

HEVPEYVÎN WIHA YE:
Nivîskar û çalakvanê siyasî yê kurdî-sûrî Hisên Feqe
Dewleta Tirk ji beriya çend salan ve êrişî kurdan dike, hebûna doza kurdî red dike. Li beramberî vê yekê jî Tevgera Azadiya Kurdistanê ji beriya 50 salî ve ji bo doza Kurd û Kurdistanê tê dikoşe. Hûn têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê di vê çarçoveyê de çawa dinirxînin?
Mirov dikare bêje ku Tevgera Azadiya Kurdistanê di destpêkê de bingeha zanebûna kesayeta kurdî ya ku bibe ya xwe ava kir. Ew keysayet li ser taybetmendiyên nasnameya kurdî di aliyê dîrokî de û di erdnîgariya ku welatê wî Kurdistan e de ava kir.
Lê ev tevger veneguherî têgeha partiyê ya rast di warê qanûnî û siyasî de tevî ku navê partî lê hate kirin. Ji ber îdeolojiya ku taybetmendiyên gelê wê jê dest pê dike tune bû û ji ber ku ew elîtîst bû, çîn û aristaniyê ji xwe re esas girtibû. Alîgirên wê jî tenê dildarên wê bûn. Ji aliyekî din ve jî eşîre û malbatan bingeha hin partiyan bû. Ev jî rastiya partiyeke rast ava nake ji ber bingeha avakirina partiyên ku li ser demokratîk û pîvana hilbijartinan esas digrin, tune bû. Ev jî di nava eşîrtiyê de tune bû.
Tevî zêdekirina gotina Demokratîk li nav hin partiyan û derketina PKK`ê ku ji beşek ji xwendekarên rewşenbiran hate avakirin û fikre û îdeolojiya avakar esas girt, bû sedem ku ber bi hemû beşên gel û çînên civakê ve biçe. Da ku hemû urfûadatên kevneşop derbas bike jin beşdarî jiyana siyasî û hemû çalakiyên girêdayî wê bûn, nexasim ên leşkerî. Ji ber vê yekê jî cûreyek ji şoreşa civakî ku baweriya bi fikr û îdeolojiya ji bo xizmeta doza wê esas digre da ku bigihêje armancên xwe. Bi kurtasî Tevgera Azadiya Kurdistanê kesayeteke kurdî xwenas û xwedî vîna be ku xwe biparêze afirand.
Ev yek jî ji aliyê têkoşîna berxwedanê ya vê partiyê ve tê diyarkirin ku hê jî li hember dewleta Tirk a faşîst ku duyemîn xurtirîn dewletên di NATO`yê de, didome.

Hikumeta Tirkiyê teqez dike ku Kurdê baş Kurdê mirî ye. Lê em dibînin ku hin hêzên kurdî hene hevkariya dewleta Tirk dikin. Hûn vê hevkariyê çawa dinirxînin û bandora wê li ser doz û gelê Kurd çawa ye?
Belê Kurdê baş ji bo Tirkiyê Kurdê mirî ye. Ne tenê miriyê laş e lê belê ya girîng ku Kurdê mirî bi can mirî be û girêdayî îradeye wê be. Dema ku vî kurdî dibîne ku dikare canê xwe bifroşe helbet dê hewl bide wan keysbaz bike û bike ajinde da ku tenê li hember birayê xwe yê Kurd derkeve. Bi vê yekê jî dikare rêveberiya xwe ku Tirkiyê hiştiye ku zêdetirî pozê xwe nebîne, biparêze.
Di vê der barê de çi hevkariya bi Tirkiyê re dê ne li gorî berjewendiya gelê Kurd li her deverê be. Ew tenê belavbûna xebatê kurdî û kûrkirina desthilata faşîst a Tirkiyê li ser çarenûsa gelê me ye. Bi vê yekê çi yekitiya kurdî destpêkirina kolandina gora faşîzmê ye. Berovajî vê jî dê bandora wê xetertir li ser doza kurdî be ne tenê di warê siyasî de lê belê dê bi xwe re parçebûna civakî di nava kurdan bi xwe de bîne û ev jî xwesteka dewleta Tirk a dagirker e.

Heger mirov li dîroka PDK`ê binêre em ê bibînin ku vê partiyê xizmeta gelê Kurd û xwestekên wan nekiriye. Lê belê destek daye têkbirina Şoreşa Qazî Mihemed. Vê partiyê ji bo tunekirina YNK`ê hilgerî ser tankên Sedam Husên û bi dehan rêveber û kesayetên niştîmanî yên kurdî kuştin. Hûn siyaseta PDK`ê çawa dinirxînin?
Weke ku min berê got, partiya ku li ser esasê eşîrtî û rêveberiya qebîleyan hatiye avakirin û nimûneya wê jî PDK`ê ye dê nikaribe hêvî û xwestekên gelê Kurd pêk bîne. Lê belê dixwaze serdestiya xwe xurt bike. Bi vê yekê jî birçîbûna xwe ya aborî ku ji aliyê petrolê ve tê girtin, têr dike. Ev dibe sedem ku bibe xizmetkarê çavkaniya van pereyan. Ev jî piştî destwerdana Amerîka ji Iraqê re di sala 2003`an de pêk hat.
PDK`ê ji salên 1990’î ve Kurdistanê bi rê ve dibe. Ev serdestî di gelek pêvajoyan re derbas bû. Di van pêvajoyan de PDK`ê hevkariya hemû dijminên kurdan li dijî birayên xwe yên Kurd kir. Ev jî ji bo serdestiya xwe biparêze û bi vê yekê doza kurdî û çarenûsa gelê Kurd bin pê dike. Piştî sala 2003`yan ku PDK`ê hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê û parlementora wê bi rê ve dibe û di nava van salan de hewl da ku kesayeteke kurdî lewaz ku koletiyê ji dolar dike, ava bike. Tu binesazî, aborî û pîşesazî ava nekir ku karibe xwetêrkirin û derfeta kar ji gelê Başûrê Kurdistanê re peyda bike. Tevî zengîniya hundirîn û derfeta gelê Başûrê Kurdistanê ku di nava çend salan de berdêl dan, ev partî tenê di xurtkirina şîrketên tirkî li herêma Başûrê Kurdistanê de bi ser ket ku taybetmendiyên avakirinê jî winda kir.
Bi vê yekê di her tiştî de xwe spart kelûpelên Tirkiyê heta ku bû esîrê vê têkiliya lewaz û ya girêdayî wê. Ji ber wê jî Erdogan gefan dixwe ku avê ji ser wan bigire heta ku bifetise. Ji bilî siyasetên vê partiyê ku bû sedem ku herêmên berfireh ji herêma Başûrê Kurdistanê ji destê kurdan derkeve di nav de Kerkûk piştî pêvajoya referandûmê. Her wiha em ji bîr nekin ku vê partiyê dev ji gelê Êzidî li Şengalê berda û ew bi hovîtiya DAIŞ`ê re rû bi rû hişt ku bi hezeran Êzidî hatin kuştin û koçber bûn.

PDK`ê bûye dijmin û beşek ji şerê li dijî kurdan. PDK`ê tev li êrişên dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dibe û dibêje ku Tevgera Azadiyê bersiva êrişên Tirkiyê dide Terorîst e. Her wiha hewl dide dijminahiya dewleta Tirk li beramberî cîhanê rewa bike. Ev jî dema ku Kurd û dostên wan hewl didin navê PKK`ê ji Lîsteya terorê derxin pêk tê. Di nêrîna we de çima PDK`ê bi zanebûn dibêje PKK`ê terrorist e û çi armancê wê ji vê yekê heye?
Ev yek ne şoqmayînek e. Dema ku dijmin be weke ku di pirsa te de hate gotin. Ne tenê gule dikuje. Dibe gotin jê girantir be. Dema ev partî deriyên herêma Başûrê Kurdistanê ji dehan baregehên Tirkiyê re vedike, bajarê herêma başûr dibe cihê çûn û hatina îstixbaratên Tirkiyê û balyozxaneya Tirkiyê li Hewlêrê ya ku di gelek dozên siaysî û biryarên xwe yên dawî de, biryarê dide. Çapemeniya vê partiyê ji aliyê dayîreyên şerê taybet ê Tirkiyê ve tê birêvebirin. Ne şoqmayînek e ku têgîn û diyalogên dewleta Tirk a faşîst bigire. Di vê çarçoveyê de em ji bîr nekin ku PDK`ê di nava lîsteyên terorê yên Amerîkayê de heta sala 2014`an de bû. Ne kurdek û ne jî PKK`ê ne got ew terrorist e. Armanc ji vê yekê ew e ku hikumeta Tirkiyê razî bike û parastina çavkaniyên zengîniya ku derdixe, bike.

Tevî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re lê em tu helwestên eşkere ji gelek partî û hêzên ku dibêjin ew kurd in û ne ji hin rewşenbîran nabînin, di nêrîna we de çima?
Hemû partî bi PDK`ê ve girêdayî ne û yên ji qirûşên vê partiyê qezenc dikin helbet wê axaftina wê jî li gorî ya PDK’ê be. Lê li aliyê din hin partiyên kurd û kurdistanî hene li dijî van siyasetan in, ji wan YNK`ê û gelek partiyên li Rojava. Ev di dîrokê de tê bîranîn. Lê beşa rewşenbîran ne li ser rêyekê ye. Ji wan li dijî nêzîkatiyên PDK`ê ne û beşa gewr dibin du cûre. Ji wan ên ku sûdê ji PDK`ê digrin û ji wan jî yên bi helwesta PDK`ê re ne. Ji ber tenê li dijî PKK`ê ne. Ev jî vedigere gelek sedeman. Ew jî mijareke bi girêk e dibe ku mirov bi awayekî zêdetir behsa wê bike û beşek ji berpirsiyariya di vê diyardeyê de dikeve ser milê me. Ji ber me nikaribû beşa rewşenbîr hembêz bike û sûdê ji nêrîn û pisporiya wê bigre.

Tişta ku niha tê xwestin ku hevkariya PDK`ê rawestîne, siyaseta wê ya dijberî xwestekên gelê Kurd û kurdistanî eşkere bike, çi ye?
Partiya ku di ezmûna referandûmê de ders ji dijminahiya dewleta Tirk a eşkere dernexistiye, dê tu carî fêr nebe. Kesê ku canê xwe firotiye ew ji bo nûnertiya doza gelê xwe bi rastî miriye. Dema ku em van gotinan dibêjin em behsa serdestî û rêveberên vê partiyê dikin. Tu kes nikare tu guhertinan di siyaseta PDK`ê de çêke ji bilî bingehên wê yên niştîmanî û gelê Başûrê Kurdistanê da ku sînor ji vê hevkariya li dijî hebûna kurdî re, dayne.[1]

此项目已被写入(Kurmancî)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览1,159
关于这个项目,您的评论!
HashTag
来源
挂钩项目: 52
小组: 文章
文章语言: Kurmancî
Publication date: 30-06-2022 (3 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
书: 调查
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
这资料的版权已发出Kurdipedia的项目的所有者!
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 27-04-2025
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-04-2025
此产品最近更新( ئەڤین تەیفوور ):30-10-2025
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览1,159
QR Code
  新项目
  随机项目! 
   
  
  出版 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!