Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Derbarê Kurdipediyê de
Arşîvnasên Kurdipedia
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
 Lêgerîn (Bigerin)
 Rû
  Rewşa tarî
 Mîhengên standard
 Lêgerîn
 Tomarkirina babetê
 Alav
 Ziman
 Hesabê min
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
Pirtûkxane
 
Tomarkirina babetê
   Lêgerîna pêşketî
Peywendî
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 Zêdetir...
 Zêdetir...
 
 Rewşa tarî
 Slayt Bar
 Mezinahiya Fontê


 Mîhengên standard
Derbarê Kurdipediyê de
Babeta têkilhev!
Mercên Bikaranînê
Arşîvnasên Kurdipedia
Nêrîna we
Berhevokên bikarhêner
Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
Alîkarî
 Zêdetir
 Navên kurdî
 Li ser lêgerînê bikirtînin
Jimare
Babet
  579,687
Wêne
  122,628
Pirtûk PDF
  21,905
Faylên peywendîdar
  122,613
Video
  2,164
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
314,290
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
94,935
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,562
عربي - Arabic 
42,916
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,283
فارسی - Farsi 
15,147
English - English 
8,463
Türkçe - Turkish 
3,814
Deutsch - German 
2,013
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Jiyaname 
3,380
Cih 
1,172
Partî û rêxistin 
31
Weşanên 
115
Wekî din 
2
Wêne û şirove 
186
Karên hunerî 
2
Nexşe 
3
Navên Kurdî 
2,603
Pend 
24,978
Peyv & Hevok 
40,784
Cihên arkeolojîk 
63
Pêjgeha kurdî 
3
Pirtûkxane 
2,804
Kurtelêkolîn 
6,711
Şehîdan 
4,438
Enfalkirî 
4,681
Belgename 
317
Çand - Mamik 
2,631
Vîdiyo 
19
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Helbest  
10
Ofîs 
1
Hilanîna pelan
MP3 
1,003
PDF 
34,435
MP4 
3,754
IMG 
229,844
∑   Hemû bi hev re 
269,036
Lêgerîna naverokê
​​​​​​​Foza Yûsif: Me şoreşek afirand ku rêgez û destkeftiyên wê ji tevahî sûriyan re rêya xilasiyê ye
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Hûnê bi rêya Kurdîpêdiya bizanin; kî!, li ku û çi heye!
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
​​​​​​​Foza Yûsif: Me şoreşek afirand ku rêgez û destkeftiyên wê ji tevahî #sûriyan# re rêya xilasiyê ye
Reportaj Summay
HEVPEYVÎN

Foza Yûsif bang li pêkhateyên Sûriyê kir ku hevgirtî bin û li dijî dewleta Tirk a a dagirker xwe li gorî şerê gel ê şoreşgerî amade bikin. Her wiha bang li jinan kir ku îradeya berxwedanê geş bikin. Foza Yûsif bi boneya Şoreşa 19'ê Tîrmehê jî got: Divê em bixebtin da ku nameya xwe bighînin tevahî herêmên din ên Sûriyê ku me şoreşek afirandiye ku ji tevahî gelê sûriyan re rêya xilasiyê.
Îro salvegera 10'emîn a Şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Bi vê boneyê endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif di hevpeyvînekê li gel ANHA'yê de, rola jin di şoreşê de, destkeftiyên ku bi dest xistine û erkên ku di vê pêvajoyê dikevin ser milê jinan nirxandin.

Hevpeyvîn wiha ye:
Şoreşa 19'ê Tîrmehê dikeve sala xwe ya 11'an. Tevî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, şoreş bi armancên xwe ve girêdayî ye û têkoşînê didomîne. Bi nêrîna we sedemên ku ev şoreş hîna bi armancên xwe ve girêdayî ye çi ne?
Destpêkê ez Şoreşa 19'ê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî azadxwazên li cîhanê pîroz dikim. Belê li dijî şoreşê êriş têne kirine û rojane gef lê tê xwarin, lê hîna jî hebûna xwe diparêze. Sedema sereke ya ku heta niha ev şoreş didome û bi armancên xwe ve girêdayî ye; nirx û fikirên azadiyê ye ku xwe dispêre wê.
Ev şoreş xwe dispêre neteweya demokratîk a ku tevahî pisgirêkên ku pêkhateyan ji ber wê êş dîtine, muxateb digire û çareseryên herî guncaw ji van pirsgirêkan re tîne. Yekem car pêkhate derfeta xwerêvebirinê bêyî cûdakarî û dûrxistinê bidest xistin. Şoreş xwe dispêre nirxên demokratîk û azadiya jinan û hêza jinan. Ev her du jî hêz dan şoreşê ku li hemberî êrişan bisekine û wan vala derxîne. Şoreş ji Kobanê dest pê kir û li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Şoreş destpêkê kurdî bû, lê niha bûye erebî, suryanî, tirkmenî û ermenî. Ji ber ku şoreş hemû nasnameyên ku hatibûn paşguhkirin hembêz kir û rê li ber wan vekir da ku xwe îfade bikin.

Bi nêrîna we çima dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin armanc û destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin?
Dewleta Tirk dewleteke faşîst e, ji aliyê pergaleke dîktator ve tê birêvebirin. Dewleta Tirk dijminê gelan, ol û baweriyan e û nasnameyên cûda red dike ji ber ku nîjadperest e. Ev dewlet veguheriyie navenda terora navneteweyî ya ku Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser xeteriyekê li ser xwe dibînin. Ji ber ku demokrasî, azadiya jin û jiyana aştiyane ya di navbera gelan de wekî xeteriyekê li ser sîstema xwe ya desthilatdar dibînin. Planên Tirkiyê hene û dixwaze pêk bîne. Lê Rêveberiya Xweser û Şoreşa Rojava li hemberî wê sekinîn û li pêşiya hêviyên wê yên dijminane yên li Sûriyê bûn kelem. Her wiha dewleta Tirk dijbertiya gelê Kurd dike û qebûl nake ku bi tu awayan Kurd mafên xwe bi dest bixin.

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê didomîne. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa dikarin bersiva van êrişan bidin?
Dewleta Tirk planên wê yên berfirehbûnê li herêmê hene, nemaze li Sûriyê. Ji nakokiyên navneteweyî sûdê digire da ku pêk bîne. Tirkiyê dixwaze xewna Erdogan bi cih bîne ku ji destpêka tevgera gel li Sûriyê ve li xwe mikur hat ku ew ê li Mizgefa Omewî nimêjê bike. Tirkiyê yekitiya xaka Sûriyê dike hedef û dixwaze windahiyên ku piştî şerên cîhanê yên yekemîn û duyemîn dîtine, vegerîne. Ji ber vê yekê xwedî armancên mêtîngeriyê ye. Tirkiyê dijminê Ereb, Suryan, Asur, Ermen û kurdan e, dijminê tevahî pêkhate û nasnameyan e. Tiştên ku li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kirine delîlê asta dijminhatiya Tirkiya ya li gelan e. Loma divê em hevgirtî bin û li hemberî vî dagirkerî li ber xwe bidin. Divê em refa xwe bikin yek û eniyeke xurt li hemberî vî dijminî ava bikin ku dixwaze dest deyne ser ax û malên me û destkeftiyên gelên ku dixwazin bi azadî û rûmet bijîn, tune bike.
Divê her kesên xwedî hêz, xwe bi çek bikin û em li gorî şerê gel xwe amade bikin. Divê dewleta Tirk fam bike ku gel wê li ber xwe bide mîna ku li hemberî DAIŞ û Cebhet El-Nusra û komên din ên terorîst ên çete sekinîn. Divê em bi hêza xwe ya xweser bawer bin û li kêleka QSD'ê bisekinin.

Parastin xak û rûmeta me erka her mirovekî niştimanperwer û hemû kesên ku dixwazin bi azadî û rûmet bijîn e. Ev erk ne tenê ji hêzên leşkerî tê xwestin. Ji bo rêgirtina li ber vî dijminî divê bersiva me xurt e, ev yek bêyî bexwedanê ne pêkan e.
Di Şoreşa Rojavayê Kurdistanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di serî de jin bi çek, balafirên bê mirov an jî rêya şerê taybet tên hedefgirtin. Lê tevî vê yekê, jin xebat û çalakiyên xwe bi xurtî didomînin. Heger dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê kir, gelo rola pêşengên şoreşê an ku jin çi ye? û divê helwesta wan çawa be?
Jin beşa herî zêde ye ku ji bandorên dagirkeriyê yên karesatî azaran diînin. Îro jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî maf û azadî bi dest xistine ku mîna wan li tu herêmên cîhanê tune ne. Ji ber vê yekê ji bo parastina destkeftiyan divê jin li ber xwe bidin, di qada parastinê de rola fermandariyê bike, mîna ku di destpêka şoreşê de kiriye. Dema ku herêmeke nû were dagirkirin wê her kes windahiyan bibînin, lê ya herî zêde ku dê windahiyan bibîne jin e, ji ber ku faşîzma Tirk dijminê azadiya jinê ye bi qasî ku dijminê demokrasî û jiyana aştiyane ya di navbera gelan de ye.
Li Efrînê jin tên revandin û tecawizkirin. Ev hovîtiya dagirker û dijminahiya wê ya li jinan nîşan dide. Li hemberî DAIŞ'ê jî jinan destanên lehengiyê nîşan dan ku cîhanê hejand. Dewleta Tirk heman zihniyet û nêzîkatiyên DAIŞ'ê girtiye. Lew ra divê jin îradeya berxwedanê xurt bike û ji tevahî civakê re hêz be. Ji ber ku bi rastî heger jin helwesteke lehengane nîşan bide ev yekê dê bandorê li tevahî civakê bike. Divê em jin baş nas bikin ku îradeya me, helwesta me û beşdarbûna me dikare bibin bandoreke bê sînor. Ev yek di demên dawî de hate îsbatkirin.

Di salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê de, diruşma Em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk ava bikin hatiye girtin. Çima ev diruşme hat hilbijartin? Bi nêrîna we Sûriyeke demokratîk wê çawa ava bike û divê jin çawa rola xwe pêk bîne?
Hilbijartina vê diruşmeyê ne ji valahiyekê hatiye. Ji armancên me yên sereke; bidawîkirina dagirkeriyê ye. Ji ber ku bi hebûna dagirkeriyê û êrişên rojane yên li ser herêmên û guhertina demgorafî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ku şerê qirkirinê li dijî me dimeşîne û nirxên me yên madî û manewî dike hedef, em nikarin armancên şoreşê pêk bînin. Loma têkbirina dagirkeriyê xebata me ya pêşîn e da ku îstiqrar û avakirin pêk werin û nirxên Şoreşa 19'ê Tîrmehê were pêkanîn. Ji bo beşê din ê diruşmeyê an ku avakirina Sûriyeke demokratîk, em teqez dikin ku em beşek ji Sûriyê ne û li pêşiya veguhestina demokratîk li tevahî Sûriyê, ne tenê li herêmê me, xwe berpirsyar dibînin.
Şoreş ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir, lê armanca sereke ya vê şoreşê pêkanîna demokrasiyê li tevahî Sûriyê ye. Ev yek garantiya yekane ya domandina Şoreşa 19'ê Tîrmehê ye. Ji bo ku ev yek pêk were pêwîstî bi têkoşîn, îsrar û hêzê heye. Jin dikare roleke girîng di vê yekê de bilîze. Divê em bixebitin da ku nameya xwe bighînn herêmên din ên Sûriyê; me şoreşeke afirandiye ku rêgez û destkeftiyên wê dikarin ji tevahî sûriyan re bibe çareserî û rêya xilasiyê. Ji ber ku xwe dispêre nirxên demokrasî ya rizgariyê. Divê em tevahî sûriyan bidin famkirin ku em di bin banê sîstemeke demokratîk de dikarin mafên xwe misoger bikin, dawî li alozî û destwerdanên hêzên derve di çarenûsa me de bînin.

Ji bo parastina destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê, ji şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser çi tê xwest? Hûn rewşa awarte ya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye çawa dinirxînin? Her wiha Şoreşa 19'ê Tîrmehê dê çawa bandorê li rihê berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike?
Em timî di rewşeke şer de ne, ji ber êrişên rojane yên Tirkiyê yên li ser herêmên me em rojane şehîd û qurbaniyan didin. Ji ber vê yekê biryara Rêveberiya Xweser a ragihandina rewşa awarte di cih de ye. Dewleta Tirk rojane gefan dixwe, em nikarin çavan li vê rastiyê bigirin ku Erdogan di hemû aliyan de îflas bûye û bi dagirkirina herêmên nû yên Sûriyê dixwaze tevahî aloziyên xwe yên aborî, siyasî û civakî derxîne derve. Ev siyaseteke qirêj e ku mayîna desthilata xwe bi qetilkirin û dagirkirinê ve girê dide. Ji ber vê yekê divê ji aliyê Rêveberiya Xweser tedbîrên pêwîst werin girtin ji ber ev rêveberî li pêşiya gelê xwe berpirs e.
Rewşa awarte teqez dike ku divê em her tim di rewşeke amade de bin, jiyana xwe li gorî mercên şer bi rêxistin bikin. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi hêza gel û bi rihê berxwedana bilind û fedekariyên mezin pêk hat. Divê em vê rihê berxwedanê xurt bikin û di hundirê xwe de pêş bixin. Di oxira ku em jiyaneke layîqî xwe bijîn de, me bi hezaran keç û xortên gelên xwe dan. Ji bo diloziya bi hêviyên wan re divê em di nav xwe de van nirxan xurt bikin û bi armancên xwe ve girêdayî bin. Heger em wisa bikin teqez em ê serkeftinê li hemberî dijminê Tirk misoger bikin.[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 715 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://hawarnews.com/ - 27-04-2025
Gotarên Girêdayî: 17
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 18-07-2022 (3 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Sûrya
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 27-04-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Sara Kamela ) ve li ser 28-04-2025 hate nirxandin û weşandin
Ev gotar vê dawiyê ji hêla ( Evîn Teyfûr ) ve li ser 30-10-2025 hate nûve kirin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 715 car hatiye dîtin
QR Code
  Babetên nû
  Babeta têkilhev! 
  Ji bo jinan e 
  
  Belavokên Kurdîpêdiya 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.562 çirke!