Nadine Maenza: #Rêveberiya Xweser# nimûneya herî serkeftî ye
Reportaj Summay
Nadine Meneza got Komîteya Amerîkayê ya Parastina Azadiya Olan (USCIRF) li hikumeta DYA`yê wesiyet kir ku divê Rêveberiya Xweser di tevahî çalakiyan de li gorî biryara NY'yê ya bi jimara 2254'an û dan û standinên Cinêvê de beşdar be.
Nadine Meneza piştrast kir ku pêwîst e hikumeta Amerîkayê stratejiya xwe ya tabyet a li Sûriyê biguhere û wiha domand: Ne pêkan e ku nirxên opozîsyona Sûriyê û yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heman bin an jî ew bibe pêşeroja Sûriyê. Li Sûriyê Rêveberiya Xweser hikumeta serkeftî ya tekane ye.
Cîgira serokê Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Meneza di hevpeyvînekê li gel ANHA`yê de der barê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên dewleta Tirk ên li herêmên Sûriyê yên dagirkirî de axivî.
Hevpeyvîn wiha ye:
PIŞTÎ SERDANA WE YA DAWÎ, HÛN TECRUBEYA DEMOKRATÎK A LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ ÇAWA DINIRXÎNIN?
Ji dema ku min li herêmê derbas kiriye, min xwest ku ez bibînim bê ka çawa li vê herêmê azadiyeke olî ya îstîsna peyda dibe. Cara yekemîn piştî ku ez di Komîteya Amerîkayê ya Parastina Azadiya Olî ya Navneteweyî (USCIRF) de hatim erkdarkirin, agahiya min ji vê projeyê çêbû.
Ez avabûna Rêveberiya Xweser li herêmên erebî yên xwedî taybetmendiyên olî piştî ku ji DAIŞ`ê rizgar bûn, bibînim tiştek gelek xweş e. Pirrengiya nejadî, wekheviya di navbera her du zayendan de li ser tevahiya astan, beşek nayê parçekirin ji vê rêveberiyê ye. Li ser asta gel ev demokrasî rê dide gel ku nêrînên xwe parve bikin. Ev yek jî li Rojhilata Navîn, rêveberiyeke nû ye.
DEWLETA TIRK HEBÛNA PKK'Ê KU LI HERÊMÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BIHANE BIKARTÎNE, GELO HÛN ÇAWA VAN BIHANEYAN DINIRXÎNIN?
Dewleta Tirk PKK'ê wek bihaneyekê bi kar tîne ku êrişî herêmên Sûriyê bike, dagir bike û tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi terorîst diwesifîne. Lê di rastiyê de ew bi terorîstan re dixebite. Her wiha çeteyên DAIŞ'ê yên berê, niha parçeyek ji Artêşa Sûriyê ya Azad in ku li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên dîtir ên dewleta Tirk dagir kirine, hene.
Komên ku Enqere piştgiriya wan dike, li dijî ol, etnîk û jinan sûcên hovane pêk tînin. Ev sûc, ji hêla gelek rêxistinên navneteweyî ve hatine belgekirin. Jê jî Rêxistina Efû ya nanveteweyî, Human Rights Watch (HRW) û rêxistina çavdêriya komkujiyan. Heta Neteweyên Yekbûyî (NY) jî raporeke taybet di Îlonê de derxist. Li aliyekî din jî Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan (USCIRF) ev rewş di civîna Senatoyê de ku di Hezîrana 2020'an de li dar ketiye, belge kirin.
PIŞTÎ SERDANA WE JI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ, HÛN BEŞDARÎ GELEK CIVÎNAN BÛN, GELO BERTEKÊN LI SER NAVEROKA RAPORA KU WE DI CIVÎNAN DE PÊŞKÊŞ KIRIYE, ÇI BÛ?
Ji dema ku ez ji Sûriyê vegerîm, min der barê mijarê de bi gelek endamên Senato, karmend û berpirsên Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê re nîqaş kir û di gelek boneyan de jî axivîm.
Min encamên civînên xwe bi gelek rêveberên sivîl, oldar û berpirsên hikumetê re parve kirin, her wiha li ser çawaniya birêxistinkirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rewşa xiristiyanan, êzidî û pêkhateyên olî yên dîtir jî nîqaş kir.
Min çîrokên ku ji şêniyan li ser jiyana xwe ya beriya êrişên DAIŞ'ê û dema herêm dagir kir, jiyana wan a niha digel Rêveberiya Xweser a Demokratîk de, kom kirine, bi gelek aliyan re parve kirin.
Di rastiyê de, ez hinekî şok dimînin ku çima heta niha kesek şêwaza rêveberiya xwe xweş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas nakin. Careke ez bi berpirsekî re rûniştim. Lê agahiyên wî tune ye ku Rêveberiya Xweser piştî êrişên dewleta Tirk hîna li ser lingan e. Asta rêzdariya ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girtiye û çawa DAIŞ`ê tune kir, nizane.
Di rapora salane ya Komîteya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî (USCIRF) de ku di Nîsana par de derketiye, me wesiyet kir ku divê hikumeta Amerîkayê piştevaniya Rêveberiya Xweser bike. Em pir bi çoş in ku vê yekê bibînin. Ew dê gotina ku tenê Amerîka wek artêş li Bakur û Rojhilatê Sûriyê biguhere.
*DEWLETA TIRK ROJANE SÛCÊN ŞER LI HERÊMÊN DAGIKIRÎ YÊN LI SÛRIYÊ PÊK TÎNE BI TAYBET LI DIJÎ ÊZIDIYÊN LI EFRÎNÊ Û HERÊMÊN DIN. GELO DYA`YÊ DERBARÊ PARASTINA KÊMNETEWEYAN Û OLAN DE TU SOZ DAN?
Sedema din a serdana min ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, min xwest ku bal bikşînim ser sûcên ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li herêmên dagirkirî yên li Sûriyê pêk tîne, bi taybet ên li dijî êzidî, xiristiyan, Kurd û jinan. Lê ji bo sedemeke nediyar, DYA û civaka navneteweyî pêkhatina van sûcan paş guh dikin. Lê dem hatiye ku rewşa li herêmê û rûdanên ku pêk tên di ber çavan re werin derbaskirin.
DYA`yê wek bertekekê li dijî rejîma El-Esed her tim piştgiriya hevalbendiya opozîsyona Sûriyê ya ku dewleta Tirk desteka wê dike, kir. Dema ez li Sûriyê bûm, serokê Îtîlafa Nîştimanî ya hêzên şoreş û opozîsyona Sûriyê Nesir El-Herîrî serdana Efrînê kir û pesna azadiya olî ya li wir kir. Lê piştî wê bûyerê dîmenek El-Herîrî bi Hatim Ebû Şaqra re yê ku dema kuştina Hevrîn Xelef amade bû, belav bûn.
Li gorî agahiyên nû, divê hikumeta Amerîkayê stratejiya xwe ya taybet a li hemberî Sûriyê biguhere. Ne pêkane ku em bêjin ku nirxên opozîsyona Sûriyê û yên DYA`yê heman in û nabe ku ew bibe pêşeroja Sûriyê.
*HERÎ DAWÎ, BI NÊRÎNA WE GELO PÊKANE KU RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BIBE ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ?
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li Sûriyê hikumeta serkeftî ya tekane ye. zêdetirî nîvê Sûriyê bi rêve dibe, gelo çawa tê dûrxistin, li şûna ku bibe beşek ji çareseriya siyasî ya li aloziya Sûriyê?
Komîteya Amerîkayê ya Parastina Azadiya Olan a Navneteweyî (USCIRF) şîret li hikumeta DYA'yê kir ku divê Rêveberiya Xweser di tevahî çalakiyan de li gorî biryara NY'yê ya bi hejmar 2254'an û danûstandinên Cinêvê de beşdar bike.
Li herêmên Rêveberiya Xweser şertên herî guncew ên azadiya olan û wekheviya di navbera her du zayendan de peyda dibin. Ev yek hebûna ewqas dijminan, şîrove dike.
USCIRF li hikumeta Amerîkayê wesiyet kir ku ji aliyê siyasî ve bi Rêveberiya Xweser weke hikumeteke herêmî û rewa itîraf bike. Li gel ku heta niha tu çareseriyeke diyar ji gelê Sûriyê re tune ye, lê çareserî diyar e ew jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.[1]