Çalakvanek siyasî: Her hevkariyek bi #Tirkiyê# re xizmeta Kurdan nake
Reportaj Summay
Rojnameger û çalakvanê siyasî Kawe Nadir Qadir got: Hikûmeta başûrê Kurdistanê erkên xwe li hemberî êrişên Tirkyiê yên li ser xaka xwe bi cih neanîne. Her hevkariyek bi artêşa Tirk a dagirker re li dijî Hêzên Parastina Gel helwesteke ne netewî ye û xizmeta Kurdan nake.
Balafirên dewleta Tirk a dagirker 15'ê Hezîranê Şengal, Wargeha Penaberan a Mexmûrê û Herêmên Parastinê yên Medyayê yên başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Ji wê demê ve dewleta Tirk êrişên xwe yên li ser başûrê Kurdistanê zêde û berfireh kirin. Balafiran jîngehên sivîlan dikin hedef. Di encamê de kuştî û birîndarên sivîlan çêdibin. Li hemberî van êrişan hikumeta başûrê Kurdistanê bêdeng e.
Rojnameger û çalakvanê siyasî Kawe Nadir Qadir ê ji başûrê Kurdistanê armancê êrişên li ser başûrê Kurdistanê, asta xeteriyên wê li ser destkeftiyên gelê Kurd, her wiha bêdengiya hikumeta başûrê Kurdistanê ya li hemberî van êrişan ji ANHA'yê re nirxand.
Hevpeyvîn wiha ye:
Dewleta Tirk êrişên xwe li ser başûrê Kurdistanê didomîne. Lê hikumeta başûrê Kurdistanê heta niha li hemberî wê tu helwest nîşan nedaye, li ser vê hûn çi dibêjin?
Bi nêrîna min, divê hemû Kurdistaniyên welatparêz, bi taybet ên ku berpirsyartiya herî mezin li beramberî pêşeroja gelê xwe hilgirtine ked û xebateke mezin ji bo têkbirina êrişên hovane yên hêzên Tirkiyê û çeteyên wê bidin. Ne ku enerjî û kedê ji bo ne avakirina eniyek an partiyeke diyarkir bi erkên xwe yên netewî xerç bikin an helwesteke bê encam bidin. Ji ber ku gel zane ye û bi hemû helwestên welatparêzî û ne welatparêzî hîs dike. Tirkiye jî siyaseta Parçe bike tû yê biser bikeve li hemberî Kurdan dimeşîne.
Ji ber vê yekê ji hemû welaparêzên bi şeref tê xwestin ku girîngiyê bidin çawaniya bersivdayîna van êrişan. Nabe çav li helwest û nêrînan hin aliyan li hemberî ku ji aliyê dagirekriya Tirk ve li djiî welatê me tê kirin, werin girtin.
Li hember xeterî û rageşiyên ku gelê me û welatê me Kurdistanê li pêşberî wê rû bi rû maye erka xwe bi cih neanîne. Ji ber ku helwestên xwe li gorî berjewendiyên partiyetî ne gli gorî bingehên netewî ava dike. Ne tenê wisa, ev tişt di dîrokê de diyar dibe.
Welatperwerî kêm be jî nabe bazar li ser wê were kirin. Lê tevî vê yekê deng derketin ku nêrînên xwe li hemberî êrişên Tirkiyê diyar kirin û êrişî bi xeteriyeke li ser Kurdistanê ne tenê li ser HPG'ê hesibandin.
Dijmin û dagirkerên Kurdistanê gelekî ji vê xalê sûd girtin da ku di navbera hêzên kurdî de şer derînin.
Xeteriya herî mezin ne ji ber helwestên welatparêzbûna kêm e. Hevkariya bi hêzên Tirk re, ev îxaneteke netewî ye, nabe were qebûlkirin û gelê Kurdistanê efû nake û dîrok jî wê rehmê neke.
Dewleta Tirk li Şêladiz û Silêmanî sivîlan dike hedef. Tirkiye bi êrişên xwe yên li ser sivîlan dixwaze li herêmê çi bike û peyama ku hûn dixwazin bidin, çi ye?
Êrişên hêzên Tirkiyê yên li ser Kurdistanê (Bakur, Rojava, Başûr) li ser esasê şovînîstiye û li gorî metoda netew ya Tirkiyê ye (Kurdê baş kurdê mirî ye). Li gorî Mîsaqa Millî ya Tirkiyê başûrê Kurdistanê beşek ji axa dewleta Tirk e. Yanî her kurdek zindî tevî ku di xizmeta Tirkiyê de be li ser Tirkiyê xeter e. Ji ber vê ragihandina şer ne tenê li hember PKK’ê ye, şer li hemberî hemû Kurdan hatiye îlankirin.
Bi rastî dewleta Tirk kêmaniyekê di nasnameya xwe ya netewî dibîne. Ji ber ku dîroka wê ji Rojhilata Navîn bi komeke qebîle dest pê kir. Piştî sala 1220’an bi dagirkerî û tundiyê hatin herêmên Rojhilata Navîn. Bi kuştin û talankirinê dest bi avakirina desthilatdarî û dewleta xwe li ser erdên gelên din kirin.
Armanca êrişên li ser sivîlan ên li herêmên sînor ew e ku wan tengav bike û wan neçar bike ku gel zextê li hikumeta herêmê bike, daxwaza derketina PKK’ê bikin. Ew jî bihêle ku hêzên Pêşmgere bi Kurdan re bikeve nava şer. Lê Tirkan bi awayek ters xwendin, her êriş an guleyeke Tirkiyê li ser şênî û xaka Kurdistanê hezkirina ji hêzên gerîla û yekitiya netewî ya kurdî re zêde dike.
Fermandarê Hêzên Parastina Gel (#HPG#) Murad Karayilan, rexne li partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê kir, ji ber ku helwest nîşanî êrişên Tirkiyê nedane. Li aliyekî din jî got hevkariyek di navbera Tirkiyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK). Di vê derbarê de ji partiyên siyasî û gelên herêmê çi tê xwestin û çima heta niha dengê xwe bilind nekirine?
Ez bi rastî dibêjim, her tevkariyeke bi hêzên Tirkî li dijî Hêzên Parastina Gel helwestek ne netewî ye û xizmeta Kurdan nake. Tevî vê yekê em niha hîs dikin ku berpirsên hikumetê û PDK biçeke be jî helwesta xwe ya li hemberî Tirkan biguherin. Birêz Mesûd Barzanî û serokê hikumeta herêma Kurdistanê bêdeng in. Hin dibêjin ku bêdengî ji bo razîkirina Tirkiyê ye. Di heman demê de hin dibêjin ev bêdengî ji bo ku rewşê bi awayekî cidîtir bigirin dest, her wiha ji bo amadekirina pêvajoya bê ye ku dê girêktir be.
Sala 2017’an desthilatdariya başûrê Kurdistanê referanduma serxwebûnê ragihand. Tirkiyê ev gav red kir. Erdogan wê demê got bêdengiya Tirkiyê ya sala 2003'an a li hemberî başûrê Kurdistanê şaştiyek mezin bû, ev şaştî wê dûbare nebe. Gelo têkiliyên Tirkiyê û başûrê Kurdistanê ber bi kuderê ve diçin û ev têkilî destkeftiyên gelê Kurd çawa dixe xeteriyê?
Berî her tiştî divê were naskirin ku tu têkiyên Kurdan bi Tirkiyê re nîn in. Heke dewleta Tirk di esas de îtîrafê bi hebûna Kurdan nake wê demê wê çawa îtîrafê bi hêzeke kurdî bike.
Lê belê têkiliyên li gorî metoda Ozal hatine avakirin an ku ya Yekê bide min û sisiyan bibe. Tirkiye bi başûr re têkiliyan çêdike da ku dest deyne ser aliyên ewlehî, siyasî û aborî.
Beriya niha min gotibû, felsefeya dewleta Tirk ji bo Kurdan ev e Her Kurdek, qereçî be û heta ajanên wan be jî, dijmin û terorîst e û wê çarenûsa wî mîna çarenûsa Hesen Xeyrî be yê ku tevî hemû xizmetên ku pêşkêş kir. Ji ber ku cilê Kurdî li xwe kiribû Mustefa Kemal wî bi darve kir.
Bêdengiya aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê li gorî wan e, ji ber ku mebesta Tirkiyê dizanin. Lê ez bi xwe tevî vê nêrînê nabin. Ew naxwazin gûrbûneke ji aliyê Kurd ve hebe da ku hestê navdewletî, bi taybet Amerîka hin dewletên Ewropayê qezenc bikin. Ji ber ku heger Amerîka û hêzên navdewletî yên din bihêlin ku Tirkiyê van nêzîkatiyan dewam bike, dê başûrê Kurdistanê dagir bike û hikumeta Kurdî betal bike û mîna Kurdên li bakurê dê nêzî Kurdên başûrê bibe.[1]