‘Şewata li Îmraliyê mesajek e’
Reportaj Summay
Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî got Şewlata li #Îmraliyê# nameyeke gefê ji Enqereyê ji bo tevgera kurdî ye. Di wê mesajê de tevgera Kurd hişyar dike ku li rex muxalifên Erdogan nesekinin. Divê gelê Kurd, tevgerên siyasî yên kurdî ji siyasetên qirêjî yên dewleta Tirk hişyar bin.
27‘ê Sibatê li girava Îmraliyê ya ku rêber Abdullah Ocalan 21 sal e lê girtî ye, şewat derket. Gelên herêmê li hemberî vê şewatê bertek nîşan didin û banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya rêber Abdullah Ocalan dikin.
Di demekê de ku Tirkiyê xwest diyar bike ku şewat bûyerek xwezayî ye, gelek kes dibêjin ku girava Îmraliyê di bin çavdêriya îstîxbaratî de ye û bêyî agahiyên dewleta Tirk şewat çênabe. Nemaze ku şewat di rojeke bibaran de derket.
Li ser mijarê sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Cemal Şêx Baqî ji ajansa me re axivî.
Hûn dema derketina şewata li Îmraliyê çawa şîrove dikin?
Şewata ku beriya çend rojan li Îmraliyê derket, heger em bi aqilane lê binerin, du sedemên wî hene. Yek aktorên xwezayî yan jî bi destên kesan çêdibe. Em vegera nuqteya yekem, heger ev şewat xwezayî be, em di zivistanê de ne û girava Îmraliyê di nava avê de ye. Ji ber vê yekê ev ferzî di demek mîna vê de qebûl nabe û di mercên wiha de nabe em bifikirin ku şewata di encamên xwezayî de derketiye.
Îhtîmala duyemîn a dawî dimîne ku kesin li pey vê şewatê hene. Lê ev kes kî ne?
Bêguman kesê li pey vê bûyerê xwedî armanc û peyamên diyar in ku dixwazin bigihînin gelek aliyan. Ev şewat cihê gelek fikaran in û bêhna komployeke nû li dijî yek ji navdartirîn sembolên tevgera rizgariyê, ne tenê li Rojhilata Navîn, lê belê li tevahî cîhanê jê tê.
Texmîn dikim ku heger em hewl bidin sembolên tevgera rizgariya ber aştî, wekhev û edaletî ve nas bikin, em ê Ocalan di pêşengiya van sembolan de bibînin. Ji ber vê yekê tiştekî ne ecêb e ku pergalên faşîst ên mîna rejîma AKP‘ê li dijî vî sembolê komployekê amade bike.
Heger em di aliyê pratîkî de li mijarê binêrin; ev şewat peyamek ji bo du aliyên sereke ne, ji bo tevgera kurdî bi giştî ye. Tirkiye dixwaze bêje ku tevgera kurdî niha di destê rejîma Tirk de ye. Rejîma Tirk xwe xistiye aloziyek mezin, nemaze di şer û nakokiyên li herêma Idlibê de. Tirkiyê dibêje an jî hişyar dide û gefan dixwe ku tevgera kurdî nekeve şerê bi rejîma Sûriyê re. Ji ber ku dizane ku destwerdana Kurdan di şerê bi rejîma Sûriyê de dê hevsengiyan hêzên li ser erdê biguhere. Ji ber vê yekê Tirkiye hewl dide bêje ku em li vir in, dikarin gavên mezin bavêjin. Ev ji aliyekê ve û ji aliyekî din ev şewat peyamek ji bo hêzên rizgariya kurdî li Bakurê Kurdistanê ye. Tirkiye van hêzan hişyar dike.
Em çawa dikarin şewata li Îmraliyê û rewşa Tirkiyê di aliyê herêmî û navdewletî de bi hev ve gire bidin?
Tirkiye bûye çiravek ku zehmet e jê derkeve, bi taybet di hundir de tengijiye. Tirkiye hewl da li ser gelek werîsan bilîze, niha lîstokên wê eşkere bûne. Niha li pêşberî rojavayê xwe rût dike bi rêya lihevkirinên erzan û bikaranîna kaxeza koçberan û şantajkirina Ewropa, lîstikên bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re bi rêya lihevkirina bi Rûs re û gefên li dijî NATO‘yê.
Em dibînin çawa Tirkiye destekê ji Amerîkayê dixwaze û Amerîka ti girîngî nadê da ku wê terbiyet bike û jê re bêje berpirsyarên planên xwe yên li dijî hevbendiya bi rojavayê re hilgire ku tu jî ji beriya 50 salan ve hevalbend e.
Rûs û Tirkiyê di aliyê tektîkî de li Sûriyê gihiştin hev, lê di dawiyê de her yek xwedî nêrîneke stratejîk e ku ji hev cûda ne. Rûsya ji roja yekem ku hatin Sûriyê û destwerdan di Sûriyê de kirin li ser esasê ku herêmên hêzên Rûsya ne. Li ser vê mijarê gelek lihevkirin hatin kirin, ji lihevkirinên Wezîrê Derve yê berê Lavrov Kerry ta lihevkirinên niha. Ji roja yekem a li ser tesfiyekirina opozisyona çekdar lihevkirineke demkî hebû, hêzên Tirk û kaxeza Tirkî di vî warî de ji Dera heta Xûta û Idlibê hatin bikaranîn.
Dema ku xalên taktîkî yên Rûsya û Erdogan û rejîma faşîst a Tirkiyê ku li ser Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê li hev kiribûn bi dawî bibin. Ev kaxez ji aliyê Erdogan ve tên xerçkirin. Di encamê de texmîn dikin ku di aliyê leşkerî de li Bakurê Sûriyê, bi taybet li bakurê rojavayê wê ketiye aloziyê, pê re aloziya wî ya derve ya beriya salan zêde bû niha gihiştiye lûtkeyê.
Peyamên li pey vê şewatê ji bo tevgera kurdî çi ne?
Peyam diyar in, Tirkiye dixwaza ji tevgera rizgariya Kurd a li Bakurê Kurdistanê re bêje li pey muxalefeta hundirîn ve nekeve. Kaxeza zextê ya Îmraliyê li cem min e, heger hûn bi muxalefeta hundir a Tirkiyê re tevbigerin ez dikarin bi rêbazê xwe li dijî Îmraliyê û rêber Ocalan komplo bikin û ez berpirsyartiya vê yekê ranakim, dibe ku qeza û qeder be.
Ji derveyî Tirkiyê, ji bo Rojava dibêje divê hûn nefikirin ku bi hevsengiyên heyî yên di navbera Tirkan û rejîma Sûriyê de bilîzin. Ji ber ku girtina helwesta li rex rejîmê bi Tirkiyê dê vê hevsengiyê biguhere.
Gelê Kurd û tevgerên siyasî divê çawa li hemberî bûyerên li Îmraliyê rû didin, nêzîk bibin?
Di esasê xwe de divê em ji mijarê nas bikin, şewata li Îmraliyê teqez dike ku divê em her tim hişyar bin. Rêber Ocalan li gel rejîma faşîst dîlgirtî ye û rehîn e û dikare her tiştî bike.
Ji bo tevgera kurdî jî, divê ji mijara ku rêber Abdullah Ocalan di destê qirêj û desthilatdaran de hayedar be. Divê em hertim raya giştî ya cîhanê bixin vê mijarê. Divê gelê Kurd û tevgeraiya siyasî çalakiyên xwe yên girseyî zêde bike, bi taybet li qada Ewropayê bi rêxistinên navdewletî, rêxistinên hiqûqî û saziyên bibandor li raya giştî re.[1]