Rêber #Ocalan# girîngiya dîrokî ya “Xirab Reşik” çawa dinirxîne
Şoreşa gund û cotkariyê di warê ziman û fikrê de kir ku mirovatî ji qonaxakê derbbasî qonaxeke gelekî li pêş bibe û vê yekê jî kir ku şêwegirtineke civakî ya di ti demê de nehatiye dîtin pêk bê. Bi vî awayî grûba ziman û çandê ya serdest û komên Hind-Ewrûpa ( ev navlêkirin şaş e, mirov bibêje koma ziman û çandê ya Aryen rastir e) pêk hat. Mirov koka kurdên îro dikare weke şaneya kok a komên Hind-Ewrûpa bide naskirin. Lêkolînên li ser ziman û çanda kurdan hatine kirin vê rastiyê derdixe holê. Hem cografya wê ya jiyanê, hem jî dîroka wê vê rastiyê bêhtir piştrast dikin. Bermahiyên Girê Navikê li Ûrfayê encama lêkolînên dawî ye, û dîrokeke navend dîn û qebîleyên herî kevin ên 12 Hezar salî ye, û mînakeke girine ku hêza çanda heyî piştrast dike. Li ti deveran dinyayê mînakeke evqasî kevin nehatiye dîtin.
Mirov dema hêza dîn û qebîleyê ya hê jî bi bandor in dinerxîne, eşkere dibîne ku li pişt vê yekê rewşa dîrok û cografyayê diyarker in. Civakek çiqasî demdirêj û jûrûkûr di bin bandora dîrok û cografyayê de mabe, otoktontî û xwecihbûna wê civakê ewqas bi hêz û mayînde dibe. Bandorên bi hêz û mayînde, dîroka wê civakê ya paşê bê mûhafezekar dibe. Mirov hê jî xisletên otantîk û xwecihî yên kurdan dibîne, û di bingehê vê rastiyê de ev bandorên bi hêz û mayînde hene. Bêguma di dema neolîtîkê de hê diyardeya gelbûnê pêk nehatiye. Em derketina holê ya vicaka qebîleyê şahidiyê dikin. Li gorî civaka kilanê qebîle pêşketineke mezin a şoreşgerî ye. Ji şoreşa neolîtîkê re mirov dikare şoreşa qebîleyê jî bibêje. Di civaka qebîleyê de cidabûna çand û zimanan, têkilyên koçberî û cihwarbûnê dest pê kiriye bi pêş dikevin. Navenda dînî ya li Girê Navikê de dema xwe de ji bo qebîleyên bi hezaran saî koçberî û cihwarbûnê di nava hev de pêkanîne bi rola Kabeyê rabûye. Bi taybet li Ûrfayê, bi giştî li cem kurdan hisa dîn hê hebûna çandeke bi hêz nas dikin ku berî şaristaniya bajêr a Sumeran bi hezaran salî pêk hatiye û dewam kiriye. Li ser kevirên tîk en mezin, em herfên pêşî û mînakên nivîsê yên beriya hiyeroglîfiyê dibînin. Beriya duwanzdeh hezar salan verotin û niqirandina wan keviran û li ser wan pêkanîna zimanekî sembolî weke hiyeroglîfiyê di warê dîrokî de qonaxeke mezin a xwedî nirx e.
Civaka bajêr a sumer û Misrê xweber derneketine holê. Çawa ku bi van mînakan jî piştrast dibe, ji sedî sed çavkaniya wan çanda Mezopotamya Jore. Sefera pêxember Brahîm a mûhtemele sêhezarûheftsed sal berê ber bi Miser be kirî, delîkekî gelekî girine ku nîşan dide çawa diyalektîka dîrokî li Kevana Bi Bereket bi pêş ketiye. Çanda li hevana çiyayên Toros-Zagrosê ye. Ya giring hebûna qonaxeke çandê ya gelekî mezin e ku çandê hê jî di nava kurdan de gelekî tê dîtin û eger ev gel hê jî li ser vê cografyayê weke gelê xwecih ê herî kevin hebûna xwe dewam dike, divê bivênevê mirov pêkhatina rastiya kurd bispêrê vê çandê. Civaka qebîle li derdora heşt hezar sal berê li cografya Toros-Zagrosê diyar bûye. Ev çandeke wisa otantîk e ku mîna ku xwe li aliyekî bi kabeya mezin a pêşî, li aliyê din jî bi çanda muzîkê ya gerdûnî ya pêşî, bi dahol, zirne û bilûrê îlan dike. Zirne û bilûr îfadeyên hunerî yê vê çandê ne. Navenda dîn îfadeya wê ya fikrî ye.
[1]