=KTML_Bold=Nimûna berxwedanê; taxa #Şêxmeqsûd# e=KTML_End=
HELEB – SOLÎN REŞÎD – HENAN MIHEMED
Taxa Şêxmeqsûd a Helebê ninûneya berxwedana gel e. Şêniyên taxê li hemberî êrişên herî hov ên çeteyên girêdayî Tirkiyê û rejîma Sûriyê berxwedanek mezin dan meşandin.
Êrişên li dijî taxa Şêxmeqsûd a Helebê piştî rewşên siyasî û nakokiyên Rûsya- Tirkiyê destpê kirin, anku piştî ku dewleta Tirk balefira Rûsan a Su-24 xistin.
=KTML_Bold=BERIYA ÊRIŞAN=KTML_End=
Beriya êrişên li ser taxa Şêxmeqûsdê di 16‘ê Sibata 2016‘an de destpê bike, dewleta Tirk ji pêşketinên Hêzên Sûriya Demokaratîk li kantona Şehbayê bê çare ma. Rojek beriya êrişan navçeya Til Rifetê ji komên çete yên ku Tirkiyê desteka wan dike hate rizgarkirin.
24‘ê Mijdara 2015‘an Tirkiyê balafirek Rûsyê xist xwar. Ji ber vê yekê di navbera herdu weletan de nakokî derketin. Tirkiye ya ku çeteyên wê li Şehbayê bi binketin li cihekî geriya da ku tola çeteyên xwe hilîne. Li ser vê yekê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hilbijart û êrişên xwe li ser wê da destpêkirin.
Taxa Şêxmeqsûd bi cihê xwe yê stratejîk tê naskirin, li cihekî bilind e.
Li gel bêdengiya rejîma Sûriyê û bêdengiya navdewletî ve dewleta Tirk çeteyên xwe li derdora taxê bi cih kirin da ku 16‘ê Sibata 2016‘an dest bi êrişan bikin.
=KTML_Bold=24 KOMÊN ÇETE JI 3 ALIYAN VE ÊRIŞÎ TAXÊ KIRIN=KTML_End=
Di dîroka 16‘ê Sibata 2016‘an de komên çete ji 3 saliyan ve dest bi êrişan li ser taxa Şêxmeqsûdê kirin çarxerêya Cendûl, taxa Bustan Paşa ya rojhilatê taxê, herêma Şiqêf, rêya Kastêlo ya bakurê taxê, Benî Zeyd, Seken Şebabî û Eşrefiyê li rojava taxê. Çeteyan di van êrişan de çekên giran top, obusên dojehî bêserûber bi kar anîn.
Komên ku êrişî taxê kirin ev bûn: Hereket Ehrar El-Şam El-Islamiya, Ceyş El-Islam, Cebhet El-Şamiya, Furqet Sutan Murad, Tugeyên Sultan El-Fatih, Tûgeyên Festeqim Kema Emert, Hereket Nûredîn El-Zinkî, Tûgeya 13, Tugeya 16, Foca yekem û tûgeyên Ebû Emara.
=KTML_Bold=SERFERBERÎ HATE RAGIHANDIN=KTML_End=
Piştî 4 rojan ji êrişên li ser taxê, anku di 20‘ê Sibatê de Tevgera Civaka Demokratîk a taxa Şêxmeqsûd seferberî ragihand.
Şêniyan yekser banga seferberiyê bersivandin. Komîn û Meclis li xetên pêş ên eniyan hatin belavkirin. Asayîş û Hêzên Parastina Civakê ji bo desteka YPG û YPJ‘ê dimildest ketin tevgerê.
Şênî xendeq konandin û malên xwe veguherandin nexweşxaneyên meydanî
Berxwedana li dijî êrişên li ser milê hêzên leşkerî û Asayîş de tenê nema, şêniyan jî xwe bi rêxistin kirin û komîte ava kirin. Her komîteyekî erkê jê dihat xwestin pêk anî.
Şêniyên bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Tirkemn destek dan kolandina xendeqan, gelekan malên xwe ji bo dermankirina birîndaran vekirin.
Hevserokê Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrfiyê Mihemed Şêxo got: Hemû serkeftinên niha berhemên keda şehîdan e. Bi saya keda wan em ê bighêjin Sûriyeke demokratîk pirrengî û dê tevahî pêkhate bi mafên xwe li ser xaka Sûriyê bijîn.
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker ku nikarîn li neiyên şer pêşde biçin, av li ser eniyên şer qut kirin. Şêniyan av bi şûşan ji dişandin eniyên taxa Seken Şebabî ya li beramberî taxa Şêxmeqsûdê. Piştre çeteyan av li ser tevahî taxê qut kirin. Şêniyan av ji bîran peyda dikirin.
Ji ber êrişên domdar ên li ser taxê û hedefgirtina sivîlan, hejmara birîndaran zêde bûn, derfetên di nexweşxaneyan de kêm bûn. Li ser vê yekê şêniyan pêwîstî ji betanî û nivînan kom kirin û dan nexweşxaneyê.
=KTML_Bold=NIMÛNEYA BERXWEDANÊ=KTML_End=
Malbata Sebah Bekro dayika şehîd Serbilind yek ji malbatên berxwedêr ên li taxa Şêxmeqsûd e. Hemû ferdên vê malbatê cihê xwe di berxwedanê de girtin, du kur û bav di nava YPG‘ê de, keça wan di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger li eniyên şer de bicih bûn. Sehah şênî di jêrzemînan de bi cih dikir.
Dayika Sebah li ser berxewdanê dibêje: Di dema berxwedanê de şêniyan xwe bi rêxistin kirin, hezkirin hebû, cûdabûn di navbera jin û zilaman de tunebû, em destek bûn. Êrişên li ser taxê ji malbatan xwest ku tev li berxwedanê bibin. Bi vî rihî û bi desteka YPG û YPJ‘ê me dikarî serkeftinê bidest bixin û êrişên çeteyan bişkînin.
Kurê Sebhat Serbilind ku beşdarî berxwedana Şêxmeqsûdê bû, li kantona Şehbayê şehîd bû.
=KTML_Bold=DI BERXWEDANA ŞÊXMEQÛDÊ DE ROLA JIN=KTML_End=
Jinan di berxwedana Şêxmeqsûdê de roleke girîng û sereke lîstin. Tabûra Şehîd Gulê Selmo rolek mezin di parastina taxê de list û bi beşdarbûna jinên taxê li eniyên şer cih girt. Jinan xwe di nava komîn û saziyan de birêxistin kirin û li gorî şertên şer tevgeriyan, her wiha perwerdeyên fêrkirina bikaranîna çekan ji bo jinan hatin vekirin.
Li aliyekî din jî derdora 60 jinan xwarin ji bo şervanên li eniyên şer amade dikirin, birîndar derman dikirin û ji bo şêniyên ku malên wan hilweşiya bûn jêrzemînan amade dikirin û wan tê de bi cih dikirin.
Rêvebera Buroya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Xalida Ebdo got: Êrişan berxwedana me neşikand. Berovajî wê me armancên xwe bi cih anîn, bi berxwedana şêniyan û şervanên YPG û YPJ‘ê me tax rizgar kir.
=KTML_Bold=NEXWEŞXANEYA XALID FECIR BEŞEK JI BERXWEDANÊ YE=KTML_End=
Taximên tenduristiyê jî beşdarî berxwedanê bûn. Rexmî derfetên kêm di warê tenduristiyê de û dorpêça li ser taxê ji her aliyan ve xebatkarên tenduristiyê di nava tevgerê de bûn. Yek ji wan nexweşxaneya Xalid Fercir bû ya ku bê rawestandin alîkar bi şêniyan re dikir.
Nexweşxaneya Xalid Fercir tekana nuqteya tenduristiyê ya li taxê bû ku gelek caran ji aliyê çeteyan ve hate hedefkirin.
Şêniyên taxê ji bo alîkariya birîndaran û pêşkêşkirina destweradna lezgîn li nexweşxaneyê bûn. Ji wan têkoşer Xalid Fecir bû ku di nexweşxaneyê de dixebitî, birîndarên li eniyên şer vedughest nexweşxaneyê. Xalid Fecir 2‘yê Nîsanê şehîd bû, ji bo bîranîna wî navê nexweşaneyê bi navê wî hate veguhestin.
Tekane bijîşkê birînan li taxê Şahid Reşîd Cemyan ê ji pêkhateyê Ereb ê Dêrazorê bû. Dema birîndar derman dikir, topek li nêzîkî wî ket, di encamê de şehîd bû.
Tevî dorpêça li ser taxê û derfetên kêm tu rêxistinên tenduristiyê alîkarî pêşkêş nekirin.
Dr. Welat Mamo ku di berxwedanê de amade bû dibêje: Bi saya keda şehîdan û berxwedana şêniyan nexweşxaneya Xalid Fecir gihiştiyê vê astê ku hemû beşên tenduristiyê tê de hene.
Li gorî belgeyan di êrişên li ser taxê 196 sivîl şehîd bûn di nav de 59 zarok bûn. Ji pêkhateyên Kurd 45 sivîl, ji pêkhateyê Ereb 38 û ji pêkhateyên Tirkmen 2 sivîl şehîd bûn. Nasnemaya 52 kesan jî nehatin naskirin. Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya 139 şehîdan eşkere kir.
=KTML_Bold=LI DIJÎ TAXÊ ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWÎ=KTML_End=
Komên çete êrişên xwe li ser taxê zêde kirin, gelek komkujî pêk anîn, di encamê de gelek malbatan di bin enqazan de şehîd bûn û cenazeyên gelekan windayî ne.
Tax ji êrişên bi çekên kîmyewî bê kar nema, li dijî taxê 3 caran êrişan bi çekên kîmyewî hatin kirin. Cara yekem di 8‘ê Adarê de bû, ya duyemîn 7‘ê Nîsan û ya dawî 8‘ê Nîsanê bû, bi dehan sivîl bi jehrî ketin û xeniqîn.
=KTML_Bold=ÇALAKIYÊN FEDAYÎ ASTA BERXWEDANÊ BILIND KIRIN=KTML_End=
Têkildarî berxwedana şervanên YPG û YPJ‘ê şervanê YPG‘ê Kawa Amed got: Bi vîna şêniyên taxê û şehîdan me serkeftin qezenc kir. Em amade bûn ji bo parastina taxê û şêniyên wê canê xwe feda bikin. Ti dewletên derve piştgiriya me nekir, bi zendên şêniyên taxê ev berxwedan hate raberkirin.
Di vê çarçoveyê de gelek şervanan ji bo parastina sûrên taxa fedayetî kirin, ji wan şehîd Rêdûr Amanos ê ji bo nekeve destê çeteyan, di 17‘ê Sibatê de li kolana 20‘an a di navbera taxa Şêxmeqûsd û Eşrefiyê çalakiyek fedayî pêk anî.
Amed diyar kir : Me gelek hevalên xwe yê nêz winda kirin. Lê me binkeftin qebûl nekir, berovajî wê me bi moralekî bilind armancên şehîdan pêk anîn”.
Kawa Amed soza şopandina rêya şehîdan û ramanê Rêber Abdullah Ocalan da û got, serkeftina bê wê li bajarê Efrînê be.[1]