Artêşa Wetenî ya #Sûriyê# kî ye, çi kir û kî bi rê ve dibe?
Piştî êrişa dewleta Tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya 9’ê Cotmehê, navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê derket pêşber. Ev artêş a kê ye, bi kê ve girêdayî ye û kî bi rê ve dibe? Gelo rast ev ‘nîştimanî’ ye yan ‘tirkî’ ye û çi ji gelê Sûriyê kir?
Di demên dawîn de bi êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, navê koma bi navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê (Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê) derket pêşber û tevlêbûna şoreşa Sûriyê ku tevahî hêmanên xwe bi destwerdana derve re winda kirin û di serî de dewleta Tirk a dagirker, îdia dike. Ev artêş kî ye?
Li gorî çavkaniyan, fikra damezirandina Artêşa Wetenî ya Sûriyê vedigere sala 2012’an, dema ku serbazên mezin ên ku ji rejîmê vekişîne ku artêşa wetenî dê parastina sûriyan bike, ragihand, wek serbaz jî Mistefa Ehmed El-Şêx. Her wiha plana avakirinê bi ser neket û sedem jî destwerdana dewleta Tirk a li şoreşa Sûriyê bû.
Di 30’yê Gulana 2017’an de li Tirkiyê avakirina qaşo Artêşa Wetenî piştî avakirina ‘Hikumeta Sûriyê ya Demkî’, hat ragihandin ku Tirkiye piştevaniya wê dike û piranî fermandarên wê niha hembêz dike.
Ji 35 komên pêk tê û yekser girêdayî dewleta Tirk e. Li tevahî herêmên ku Tirkiyê li xaka Sûriyê dagir kirine, belav dibin. Piştevanî û mûçeyên xwe ji Tirkiyê werdigirin. Dewleta Tirk tevahî endamên van koman di hemû hemleyên dagirkirinê de ku ji 24’ê Tebaxa 2016’an ve pêk hatine, bi kar anîn û her wiha di hemleya dagirkirina bajarê Cerablusê de jî.
Piştî damezirandina Artêşa Wetenî ya Sûriyê, nakokî di navbera serçeteyên wê û serbaz Mistefa Ehmed El-Şêx de bi tawanbarkirina îxanet û dan û standina bi Rûsyayê re, derketin. Piştre ji mekanîzmaya artêşê hat dûrxistin. Hin çavkaniyên şopîner diyar dikin ku El-Şêx girêdayîna Artêşa Wetenî ya bi Tirkiyê ve, red kir û ji wê zêdetir jî tevlêbûna endamên berê ji çeteyên DAIŞ û El-Nusra re ya nava artêşê jî red kir.
ARMANCA SEREKE YA DAMEZIRANDINA ARTÊŞA WETENÎ YA SÛRIYÊ
Qaşo Artêşa Wetenî ya Sûriyê bi hinceta yekkirina komên opozîsyona Sûriyê hat damezirandin. Lê belê hedefa sereke ji damezirandinê, piştevaniya artêşa dewleta Tirk e. Yekser ji hêla îstîxbarata Tirkiyê ve tê birêvebirin ku fermanên xwe ji odeya çalakiyan a Rihayê (Urfa) werdigirin. Her tim jî ala Tirkiyê li rex a artêşa tê rakirin.
Endamên van koman kirêyên xwe ji Tirkiyê distînin û çek, cebilxane, piştavaniya lojîstîk û îstîxbaratî jî jê werdigirin. Analîzvan pirs dikin ku ew artêşa Sûriyê ye yan jî ya Tirkiyê?
Lîwa Selîm Idrîs an jî bi navê navdar li gel sûriyan Selîm Iblîs serkêşiya vê artêşê dike û wezîrê parastinê yê Hikumeta Demkî ye. Bi dehan tecrubeyên wî yên binkeftî hene. Her wiha piştî ragihandina Hikumeta Demkî, bû fermandarê erkanê yê Artêşa Azad û di Sibata 2014’an de ji hêla Hikumeta Demkî ve bi sedema nepêkanîna erkdariyê, hate dûrxistin. Her wiha jî nehişt ku Artêşa Azad şer bi hêzên rejîmê re li Heleb û derdora wê bike. Lê belê tevahî femandarên koman di wê demê de kom kirin û îstîfaya xwe red kir.
TEVLÊBÛNA BIN SÎWANA ÎXWAN EL-MUSLIMÎN
Di 4’ê Cotmeha 2019’an de serokê Hikumeta Demkî ya girêdayî Itîlafa Sûriyê Abdurehman Mistefa ji mezintirîn hotêla li bajarê Rihayê daxuyand ku komên Cebhet El-Weteniye ya Tehrîr û Artêşa El-Wetenî ya Sûriyê bûne yek. Piştî ragihandina tevlêbûnê, Abdurehman Mistefa û Selîm Idrîs ragihand ku hedefa yekitiya artêşê hilweşandina rejîma El-Esed û sîstema wî, ‘rizgarkirina’ tevahî xaka Sûriyê ji tevahî hêz û milîsên dagirker, parastina yekitiya xaka Sûriyê, piştevaniya artêşa dewleta Tirk, rizgarkirina welêt ji faşîzm û parastina perav û bajarê Idlibê ye!?
Cebhet El-Weteniya ya Tehrîr di 28’ê Gulana 2018’an de hat damezirandin û tê de Feyleq El-Şam, Artêşa Idlibê ya Asza, Fiqeya Sahil a Ola û ya Saniyê, Fiqeya Ola ya Muşat, Ceyş Sanî, Ceyş Nexbê Ceyş El-Nesir, Lîwa Şuhada El-Îslam a Dariya, Lîwa El-Huriye û Firqeya 23 hene. Serbaz Fedilullah El-Hacî, wek fermandarê giştî hat erkdarkirin û berê fermandarê giştî yê koma Feyleq El-Şam bû. Sîwana siyasî ya Cebhet El-Weteniyê, rêxistina Îxwan El-Muslimîn e ku di lîsteya terorê ya gelek dewletên cîhanê de ye.
Derewên Selîm Idrîs ji tevan re eşkere bûn. Artêşa Wetenî ya Sûriyê tu şer bi artêşa rejîma Sûriyê re ji dema damezirandina wê ve, nekirine. Lê belê vegerî çetetiyê û bû navgîn di destê artêşa dewleta Tirk a dagirker de.
Li gorî çavkaniyan û belgeyên ku di vê dawiyê de derketine, Artêşa Wetenî ya Sûriyê ji gelek çeteyên DAIŞ û El-Nusra pêk tên.
Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dosyeyek der barê Artêşa Wetenî ya Sûriyê (Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê) de amade kir û hin navên çeteyan ku di nava refên DAIŞ’ê de ne û piştî têkbirina wê ya erdnîgarî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev lê bûne, bi bîr xistin. Di raporê de wiha tê gotin:
- Abdulqadir El-Siwêc ji şêniyên bajarokê El-Seba û Ereîn a girêdayî bajarê Şedadê ji eşîra El-Bo Rehma (Begara) ye. Endamê çeteyên DAIŞ’ê bû û niha jî alîkarê fermandarê Lîwa Dirî El-Hesekê ya di bin banê Artêşa Wetenî ya Sûriyê de dixebite.
Xelîl Ehmed Nûrî ji gundê Erîşa yê girêdayî kantona Hesekê ye. Di destpêkê de tev li çeteyên Cebhet El-Nusra bû. Dema ku çeteyên DAIŞ’ê ketin herêmê, li bajarê Şedadê tev li wan bûn. Piştre çû El-Meyadîn a Dêrazorê. Beşdarî êrişa li herêma Ebû Xeşeb bû. Piştî destpêkirina hemleya rizgarkirina Dêrazorê revî û tev li çeteyên Dirî El-Firat li bajarê Idlibê bû.
Samir Newaf El-Xelûfî bi navê Ebî Ebas ji gundê Um Kihêf ê girêdayî navçeya Til Hemîsê ye. Tev li DAIŞ’ê bû û beşdarî êrişên çeteyan ên li ser bajarokê Til Merûf, Ceza û Rehiyê bû. Piştî rizgarkirina navçeya Til Hemîsê ji DAIŞ’ê bi destê YPJ û YPG’ê, bi DAIŞ’ê re revî bajarê Şedadê, piştre jî revî Tirkiyê û tev li Ecnad El-Heseke bû û niha jî berpirsê leşkerkirinê ye.
Mistefa Mihemed Qedûr û Selman Mihemed Qedûr ji êşîra El-Cês a herêma Hesekê ne. Tev li Cebhet El-Nusra bû û piştre jî tev li çeteyên DAIŞ’ê bû. Revî Tirkiyê û dûre tev li çeteyên Dirî El-Firat bû.
- Şedad Ebûd El-Ugla bi navê Ebî Yeirub ku ji eşîra El-Beka ye. Tevî birayên xwe Ebû Esed û Ebû Mecid beşdarî êrişên Cebhet El-Nusra yên li dijî Serêkaniyê di sala 2012’an bû. Birayê wî li wir hat kuştin. Piştî derbasbûna çeteyên DAIŞ’ê ya herêma Hesekê tev li wan bû û piştre bi DAIŞ’ê re revî û berê xwe da bajarê Cerablusê û tev li Feleqa Sanî bû.
HIN KIRYARÊN ARTÊŞA WETENÎ YA SÛRIYÊ
- Di dema êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de tevî çeteyên ji DAIŞ û El-Nusra di bin navê Artêşa Wetenî ya Sûriyê di 9’ê Cotmeha borî de, gelek sûcên şer bi mafên mirovahiyê de ji kuştina sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef di 12’ê Cotmehê, tevî ajokar û nobetdarên wê, lîstina bi cenazeyê şervan Amara Rênas ji hêla Firqet El-Mecid di 23’yê Cotmehê de, pêk anîn.
- Her wiha şervana QSD’ê Çîçek Kobanê ya ku di 21’ê Cotmehê de hatiye dîlgirtin, hat îhanetkirin ku hê jî çarenûsa wê ne diyar e. Ev kiryar ji hêla koma El-Mecid a bi serkêşiya Yasir Abdurehîm ve ku bi kuştina zarokê filistînî Abdullah li Helebê di 2016’an de hatiye tawanbarkirin û nûnerê opozîsyona Sûriyê li Astanayê wek berdevkê leşkerî ye, pêk hatin.
- Revandina tîma tenduristiyê ji hemşîre û ajokaran li derdora Girê Spî û kuştina wan ji hêla çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê ya meydanî ve û her wiha jî 9 sivîl di 12’ê Cotmehê de li ser Rêya M4 di navbera Girê Spî û Serêkaniyê de hatin kuştin.
Li gorî serjimara Desteya Aborî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyên Artêşa Wetenî ya Sûriyê tevahî depoyên genim li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî de dizîn ku bi nirxê 42 hezar û 700 ton genim û 2 hezer û 300 ton ji tov û 33 hezar ton ceh e. Ji wê zêdetir jî 278 hezar û 370 ji dewlendiya sewalvaniyê hat dizîn û nêzî 131 kargehên li Serêkaniyê û Girê Spî desteser kirin.[1]