=KTML_Bold=Di 11 saliya xwe de #Rêveberiya Xweser# bala sûriyeyiyan dikişîne=KTML_End=
Piştî hilweşîna rejîma Baasê, bala gelê Sûriyeyê li şêwazê rêveberiyê yê li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku wek modeleke çareseriyê tê dîtin. Lê metirsiyên pêkhateyên gelê Sûriyeyê hene ku rejîma nû şeklê rêveberiya kevn bimeşîne û hin alî werin dûrxistin.
Di 11 saliya xwe de Rêveberiya Xweser bala sûriyeyiyan dikişîne
Îro salvegera 11ˈan a avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê ye.
Bihara gel a ku yekem car li Tûnisê dest pê kir, di 15’ê Adara 2011’an de gihaşt Sûriyeyê. Gel li dijî desthilatê serî hilda, daxwaza azadî û demokrasiyê kir. Lê piştî demeke kurt ji ber destwerdanên hêzên herêmî û cîhanî serhildana gel veguherî şer, alozî, wêranî, koçberî, penaberî û dagirkeriyê.
Bi destpêkirina bihara gel re rewşa li Rojavayê Kurdistanê ji herêmên din ên Sûriyeyê cuda bû. Li vê herêma ku bi dehan salan li gorî felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn hatibû meşandin, birêxistinbûn, zanîn û perwerdehî veguherîn xebatên sazîbûnê.
XETA SÊYEMÎN
Kurdên li Rojava têkoşîna xwe ya bi dehan salan bi sîstemeke rêveberî ku niha bi “Rêveberiya Xweser” tê naskirin, tacîdar kir û dest bi avakirina saziyan kir. Ji aliyekê ve ji bo yekkirina mala Kurdan xebat hat meşandin. Her wiha ji bo yekitiyê û azadiya gelan bi pêkhateyên din ên li herêmê; Ereb, Suryan û Ermenan re dan û standin hatin kirin. Di vê çarçoveyê de hemû pêkhateyên herêmê ji destwerdanên derve dûr man û pişta xwe nedan hêzên din û bêalîbûn hilbijart.
DÛRIYANÊN BER BI ŞOREŞÊ VE
Şêweya rêveberiya xweser û têkiliyên di çarçoveya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de hatin diyarkirin. Di Cotmeha 2011’an de wekî sîwana sazûmaniyan Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) hat damezirandin. Piştre Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji 354 kesan pêk dihat û endamên wê ji sedî 40 jin bûn, hat avakirin.
Li aliyê din TEV-DEM’ê bi tevlêbûna hemû pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê xebatên xwe bi rê ve birin û ew veguherandin xebatên sazî û dezgehan û ji avakirina komînan heta meclisan, ji perwerdeyê heta parastina gel, gavên girîng hatin avêtin, yekîneyên parastinê wek hêzên parastina hemû pêkhateyan hatin avakirin. Di vê çarçoveyê de di sala 2013’an de li hemû gund û taxan xebatên avakirina komînan dest pê kir.
Li aliyekî din TEV-DEM’ê bi beşdariya tevahî pêkhteyên Rojavayê Kurdistanê xebatên rêxistinî meşandin. Ji qada perwerdeyê heya qada parastinê sazî hatin avakirin. Di 2011ˈan Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wek hêza parastina tevahî pêkhateyan hat avakirin. Di 2013ˈan de li tevahî taxên gund û bajaran xebatên avakirina komîn û meclisan dest pê kir.
19ˈÊ TÎRMEHÊ
19`ê Tîrmeha 2012ˈan çirûska şoreşê li Kobanê hat pêxistin. Piştî Kobanê; li Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amûdê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir û Hesekê gelan rêveberî xistin destên xwe. Pê re baweriya şêniyan a bi jiyana hevbeş û azad bi pêş ket. Di heman demê de hêzên parastinê roj bi roj hêza xwe bi pêş xist.
ŞÊWAZÊ RÊVEBERIYÊ
Şoreşa ku li herêmê û hemû cîhanê deng veda, dest bi diyarkirina şêwaza rêveberiyê kir. Li herêmên ku ji rejîma Esed hatin rizgarkirin, meclisên gel û malên gel û komîteyên girêdayî wê hatin avakirin. Şêniyan heya sala 2013ˈan bi rêya van saziyan kar û xebatên xwe dimeşandin û pirsgirêk dihatin çareserkirin.
Bi armanca avakirina rêveberiyekê ku tevahî pêkhateyan di nava xwe bihewîne, nîqaş di navbera partiyên siyasî de çêbûn. Li aliyekî din jî nîqaş di navbera pêkhateyên herêmê de derketin pêş. Di encama nîqaşên di navbera partiyên Kurd de Desteya Bilind a Kurd di 24ˈê Tîrmeha 2012ˈan de hat avakirin ku ji Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmena Nîştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) pêk tê. Di bin sîwana desteyê de komîteyên dîplomasî, xizmetguzarî, civakî û parastin hatin avakirin.
Piştî nîqaşên di navbera aliyên Kurd û pêkhateyên din ên Ereb, Kurd, Ermen û Çerkes de projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat pêşniyarkirin. Ev proje ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve hat piştgirîkirin û pêşkêşî partî û saziyan hate kirin. MGRK û ENKSˈê di 8ˈê Îlona 2013ˈan de wesîqeyeke ji 9 bendan îmze kir. Li gorî bendên wesîqeyê hevpeymaneke civakî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê bihatana avakirin. Rojek piştî bidawîkirina tevahî amadekariyên ragihandina saziyên rêveberiyê, ENKS bi fermana Tirkiyeyê vekişiya.
MECLISA DAMEZIRÎNER A DEMKÎ Û HEVPEYMANA CIVAKÎ
Tevî vekişîna ENKSˈê 12`yê Mijdara 2013`an Meclisa Giştî ya Damezirîner a Rêveberiya Demkî hat ragihandin. Di Kanûna heman salê de Hevpeymana Civakî hate amadekirin. 6’ê Çileya 2014’an bi beşdariya nûnerên 52 partî, rêxistin, tevgerên civaka sivîl, tevgerên jinan, ciwanan û 15 kesayetên serbixwe civînek hat li dar xist. Di civînê de “Rengê Rêveberiyê li gorî kantonan”, “Hevpeymana Civakî” û “Qanûnên Hilbijartinê” hatin qebûlkirin. Zimanên kurdî, erebî û suryanî bûne zimanên fermî. Li gorî hevpeymana civakî sîstema Rêveberiya Xweser li ser bingeha Meclisa Zagonsaz, Meclisa Rêveber û Dadgeha Bilind hate avakirin.
RAGIHANDINA KANTONAN
Di encama civîn û nîqaşên gel, sazî û partiyan de şeklê sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat diyarkirin. Li gorî wê di 21’ê Çileya 2014`an de jî endamên Meclisa Qanûnsaz a Demkî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Amûdê civiya û Rêveberiya Demkî ya Kantona Cizîrê ragihand. 27`ê Çileyê li Kobanê û 29`ê Çileyê jî li Efrînê Rêveberiya Xweser hat ragihandin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li ser bingeha kesayetiya azad, jiyana hevpar a demokratîk, civaka siyasî û exlaqî, jiyana hevbeş a azad, xweseriya aborî, pêkhatina hiqûqî, çand, pergala parastinê ava bû. Saziyên xizmetguzariyê hatin avakirin. Hemû pêkhateyên herêmê di nava meclis, deste û buroyan de bi heman rengî û bi nasname û çanda xwe ve bi awayekî demokratîk kar û xebatê dimeşînin.
Di navbera her sê kantonan de herêmên di bin kontrola çeteyan de hebûn, ji ber vê yekê peywendî di navbera kantonan de ne têrker bû. Ji bo dagirtina vê valahiyê, di sala 2015’an de Koordînasyona Kantonan hate avakirin ku di mijarên hevpar ên wekî parastin, ewlehî, perwerde, siyaset û dîplomasî de roleke girîng lîst.
NÛNERTIYÊN DERVE
Serketinên leşkerî û pergala neteweya demokratîk bandor li pêşketinên dîplomatîk jî kir ku ev pergal li derveyî welat deng vedida. Bi vê encamê re yekemîn nûnertiya Rêveberiya Xweser di sala 2015`an de li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê hate vekirin. Piştre li Awisturya, Fransa, Almanya, Rûsya, li ser navê welatên Beneluks (Belçîka, Hollanda, Luksemburg), li Belçîkayê û li ser navê welatên Îskandînavyayê (Swêd, Danîmarka, Fînlandiya, Norweç, Îzlanda) jî li Swêdê nûnertî hat vekirin. Li Lubnan û Îmaratê jî ofîsên rêveberiyê hatin vekirin.
Piştî Kobanê herêmên din ên di bin dagirkeriya çeteyan de yek bi yek hatin rizgarkirin, ji bo vê yekê hêzên parastinê hatin xurtkirin. 15`ê Cotmeha 2015`an de sîwana giştî ya leşkerî ku hemû pêkhate tê de cih digirin, wek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hate ragihandin. Li bajaran jî hêzên Asayîşê hatin xurtkirin. Şervanên QSD û YPJ`ê sala 2015’an Girê Spî, 2016’an Minbic, 2017’an Tebqa û Reqa rizgar kirin. Li herêmên dihatin rizgarkirin meclisên gel û saziyên jinan hatin avakirin.
Bi armanca ahengiya navbera tevahiya herêman û pêkanîna pergala Rêveberiya Xweser 2017’an Federasyona Bakurê Suriyeyê hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de pergala rêveberiyê wek 3 Herêm (Cizîr, Firat û Efrîn) û 6 kantonan (Qamişlo, Hesekê yên girêdayî Herêma Cizîrê, Girê Spî û Kobanê yên girêdayî Herêma Firatê û Efrîn, Şehba yên girêdayî Herêma Efrînê) hat diyarkirin. Minbic, Reqa û Tebqa jî wekî rêveberiyên sivîl hatin diyarkirin.
23`yê Adara 2019’an bajarê Dêrazor bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin û DAIŞ li hemû erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çû.
23`yê Adara 2019’an bajarê Dêrazor bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê hate paqijkirin û DAIŞ li hemû erdnîgariya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çû. Bi firehbûna erdnîgariyê re di 6`ê Îlona sala 2018`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin.
Ev serkeftin di aliyê naskirina statûya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bandorek mezin çêkir. Yekem car Parlamentoya Herêma Xwesar a Katalonya ya girêdayî Spanyayê di salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê (20`ê Cotmeha 2021) de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser nas kir.
HEVPEYMANA CIVAKÎ Û GUHERTINÊN DAWÎN
Bi rizgarkirina herêmên nû û berfirehbûna pergala Rêveberiya Xweser re, bi armanca nivîsandina Hevpeymana Civakî nîqaş û civînên berfireh bi pêkhateyên herêmê re hatin lidarxistin. Di encama van civînan de pêşniyara jinûve sazkirina Hevpeyvana Civakî derket pêş. Piştî xebatên ku 2 salan dewam kir, reşnivîsa hevpeymanê bi dawî bû û pêşkêşî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate kirin. Meclisê di civîna xwe ya 91ˈan ku sala 2023ˈyan pêk anîbû, hevpeyman pejirand û di 12ˈê Kanûna 2023ˈyan de bi daxuyaniyekê hat ragihandin.
Li gorî hevpeymana nû ku ji 4 beşan û 134 xalan pêk tê, di pergala Rêveberiya Xweser de guhertin hat çêkirin û navê herêmê weke Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat guhertin. Dîsa pergala herêman (Cizîr, Firat, Efrîn) hat rakirin, kanton esas hatine girtin. Li gorî vê yekê herêm ji 7 kantonan (Efrîn-Şehba, Cizîr, Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazor, Tebqa) pêk tê.
Siyaseta paşguhkirinê ya rejîma Baasê û bêçarebûna wê ya çareserkirina pirsgirêkên hiqûqî, çandî û zimanî yên civak û neteweyan, bersivendana daxwazên gel a dabînkirina pêdiviyên wê yên bingehîn sedemên daketina wê di 8ˈê Kanûna 2024ˈan de.
BEYANNAMEYA DIYALOGA SÛRIYEYÊ YA AVAKIRINA SÛRIYEYA NÛ
Bi armanca pêşîgirtina li kûrkirina aloziyê û derketina şeklên nû yên despotiyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 16ˈê Kanûna 2024ˈan de civîneke çapemeniyê li bajarê Reqayê li dar xist. Di civînê de Beyannameya Diyalog Sûriyeyî ya Avakirina Sûriyeya Nû ragihand.
Beyanname wiha ye:
“Bi ketina rejîma Baas a despotîk re, Sûriye derbasî pêvajoyeke nû bû. Bi armanca ku em bikarin bi serketî derbasî pêvajoya derbasbûnê bibin, divê em hevgirtî bin. Divê em ji bo xêzkirina nexşerêyeke hevbeş bibin yek û bi hev re kar bikin. Divê siyaseta dûrxistin û paşguhkirinê ku Sûriye wêran kiriye, bi dawî bibe. Divê hemû hêzên siyasî di pêvajoya derbasbûnê de cihê xwe di avakirina Sûriyeya nû de bigirin. Li ser vê yekê em bang li hemû aliyên sûriyeyî dikin ku nêzîkatiyên xwe yên li beramberî hev, di ber çavan re derbas bikin û berjewendiyên nîştimanî yên hevpar di ser her tiştî re bigirin.
Li ser vê bingehê, em dibînin ku tevkariya di navbera Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û rêveberiya siyasî ya li Şamê de dê li gorî berjewendiyên tevahî sûriyeyiyan be. Ev tevkarî dê bibe destek ku em bi serketî ji vê pêvajoya zehmet derkevin.
Wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em berpirsyariyên xwe li hember gelê Sûriyeyê bi tevahî pêkhateyên wê, dizanin. Ji bo bicihanîna erkên li hember gelê me, em ji bo avakirina Sûriyeya nû beyannameya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî pêşkêş dikin.
Em Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, rola erênî ya dewletên Ereban, dostên ku piştgiriyê didin tevahî pêkhateyên gelê Sûriyeyê erênî dinirxînin. Divê ev piştevanî ji bo avakirina Sûriyeya nû dewam bike da ku mafên hemû pêkhateyan li gorî bingehên demokratîk mîsoger bike da ku zemîneke guncaw a destpêkirina diyaloga nîştimanî ya sûriyeyî ya giştî ku her kes tê de beşdar bibe, peyda bike.
Ji bo avêtina van gavan ku em wek çarenûsî di vê pêvajoyê de dibînin, em bang li tevahî hêzên Sûriyeyê dikin ku bi hev re li ser van xalan kar bikin:
- Parastina yekitî û serdestiya xaka Sûriyeyê û parastina wê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê.
- Divê li seranserî xaka Sûriyeyê çalakiyên leşkerî werin rawestandin û diyaloga nîştimanî ya giştî ya avakirinê dest pê bike.
- Helwesta hezkirinê bigirin û ji xîtaba nefret û xiyanetê ya di navbera sûriyeyan de dûr bikevin. Sûriye bi hemû pêkhate û rengên xwe dewlemend e, divê ev pirrengî û dewlemendî li ser esasê demokrasiya adilane were parastin.
- Ji bo yekkirina nêrînan der barê pêvajoya derbasbûnê de divê civîneke awarte bi beşdariya tevahî hêzên siyasî yên sûriyeyî li Şamê were lidarxistin.
- Divê beşdariya jinan di pêvajoya siyasî çalak be.
- Serwet û çavkaniyên aborî milkê tevahî gelê Sûriyeyê ne, divê bi awayekî adilane li tevahî herêmên Sûriyeyê were belavkirin.
- Divê garantiya vegera niştecihên resen û koçberên ku bi darê zorê koçber bûne, were dayîn. Divê mîrasa wan a çandî were parastin û siyasetên guhertina demografiyê werin bidawîkirin.
- Li gel geşedanên li Sûriyeyê rû didin, em teqez dikin ku em ê şerê li dijî terorê bidomînin da ku rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst venegere. Ev yek jî dê bi hevkariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Koalîsyona Navneteweyî be.
- Divê dagirkerî bi dawî bibe, biryara diyarkirina siberoja xwe di destê gelê Sûriyeyê de be. Divê rêbeza cîrantiya baş were pêkanîn.
- Em rola avakar a dewletên Ereban, Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî û tevahî hêzên navneteweyî yên çalak ên li Sûriyeyê pêşwazî dikin. Em bang li wan dikin ku roleke erênî û aktîf di pêşkêşkirina şêwiran, piştevaniya gelê Sûriyeyê, nêzîkirina nêrînên pêkhateyan de pêk bînin. Divê ev rol ji bo parastina ewlehî û rêgirtina li ber destwerdanên derve di kar û barên Sûriyeyê de be.”
Piştî ku HTŞ`ê hate ser desthilatdariyê, êdî Sûryeyî ditirsin ku dîse rêjîmeke weke ya berê were avakirin, rêjîmeke li ser bingeha dûrxistin, inkar û paşguhkirinê û sepandina desthiata mezhebî. Sedemên vê tirsê jî ew tiştên ku heta niha têne kirin, ku xuyaye rêveberiyeke alî tê sepandin û jin têne dûrxistin.
Di heman demê de çavên Sûryeyiyan diçe ser nimûneya rêveberiyê ya li herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ku wê weke nimûneya herî baş yan çareserî, piralî û nenavendî dibînin.[1]