Newroz di navbera nasnameya neteweyî û çewisandina siyasî de
Newroz ji bo Kurdan yek ji girîngtirîn cejnên neteweyî ye û her sal di 21’ê #Adarê# de tê pîrozkirin. Newroz ji cejneke kevneşopî wêdetir sembola nasnameya kurdî û têkoşîna li dijî zilmê ye. Tevî polîtîkayên nîjadperestî yên bi salan jî Kurdan karî vê cejnê biparêzin.
Newroz di navbera nasnameya neteweyî û çewisandina siyasî de
DOSYA
21 adar, 2025 02:35
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM
+
Her sal di 21’ê Adarê de, Kurd bi pêxistina agir Newrozê pîroz dikin û îlhama xwe ji wateyên wê û girêdana xwe bi nasnameya neteweyî werdigirin. Agirê li zozan û deştan tê pêxistin, ruhê berxwedanê û hêviya pêşerojeke geş îfade dike.
Dîroka Newroza vedigere sala 612’an a beriya zayînê û wek roja serkeftina Mediyan li hemberî zilm û zordestiya hakimên Nînewayê hatiye destnîşankirin. Şahnameya Fîrdewsî çîroka lehengê Kurd Kawayê Hesinkar vedibêje ku li dijî Dehaq serî hildaye û piştî kuştina Dehaq li ser banê qesrê agir pêxistiye. Nîşaneya agir a ku Kawayê Hesinkar pêxistiye, wek destpêkirina serdemeke nû ya azadiyê bo Kurdan îfade dike.
Di wêjeya Kurdî de jî cihekî girîng ji bo Newrozê hatiye danîn. Helbestvan Melayê Cizîrî (1407-1481) li ser Newrozê helbest nîvisandiye, wekî û ronahî ebedî wesifandiye. Ehmedê Xanî (1650-1706) di pirtûka Mem û Zîn de bal kişandiye ser pîrozbahiyeke Newrozê. Helbestvan Mewlewî jî (1806-1882) Newroz bi jiyana nû pênase dike. Her wiha helbestvan Ebdulxaliq El Esîrî El Kerkûkî (1890-1962) li ser Newrozê nivîsiye.
NEWROZ, ZORDESTÎ Û ÇEWISTANDIN
Dagirkerên Kurdistanê ku cejna Newrozê ya neteweyî ya Kurdan qebûl nedikir, bi hincetên cuda qedexe dikirin û zext pêk dikanîn. Lê tevî van zextan jî Kurdan ev bone bi awayekî veşartî yan bi navên cuda pîroz dikir.
Dewleta Tirk wekî ku gefek li ser ewlehiya xwe ya neteweyî li Newrozê dinêre, li ber vê yekê bi siyasetên xwe yên çewsîner û komkujiyan û rêbazên cuda hewl dide li ber pîrozbahiyên Newrozê bigire û kesên pîrozbahiyên organîze dikin, destgîr dikin.
Di sala 1982’yan de berxwedana ji pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê Mazlûm Dogan ê zindana Amedê de agir berdana bedane xwe, pîrozbahiyên Newrozê li Bakurê Kurdistanê vejand û bû sembola berxwedanê. Bi çalakiyê ve şehîd Mazlûm Dogan bi navê Kawayê Hemdem hate nasîn. Gotina Berxwedan jiyan e li her deverên Kurdistanê wekî dirûşmekê tê berzkirin.
Hikumetên Iraq û Îranê jî ji bo qedexekirina Newrozê rê û rêbazên cuda li dijî Kurdan pêk tînin.
LI SÛRIYEYÊ POLÎTÎKATYÊN REJÎMA BAAS
Li Sûriyeyê, ji dema ku partiya Baas’ê di sala 1963’yan de bû desthilat qonaxeke nû ya çewisandina sîstematîk li dijî Kurdan dest pê kir. Partiya Baas’ê jî mîna dewleta Tirk kir, pîrozbahiyên Newrozê wekî Gefeke li ser ewlehiya neteweyî hincet nîşan dida û bi rêyên cuda hewl dida Newrozê qedexe bike.
NEWROZA 1986’AN
21’ê Adara 1986’an Kurdên li Şamê yekem car pîrozbahiyên Newrozê li dar xistin. Lê hêzên rejîma Baas’ê êrişî pîrozbahiyan kir. Di encamê de şêniyên bi navê Silêman Adî şehîd bû û bû şehîdê yekemîn ê Kurd ê Newroza li Sûriyeyê.
Der barê mijarê de helbestvan Ezîz Elî ku ji ber pîrozbahiyên Newrozê gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ve hatibû girtin, got: Wekî Kurd me gelek binpêkirin ji aliyê rejîma Baas a Sûriyeyê dît, bi taybetî di newrozan de gelek astengî ji me re dihatin derxistin û derî li pêşiya me dihatin girtin. Rejîmê ji bo Newrozê qedexe bike Kurd digirtin, li wan dida û gelek binpêkirinên din li dijî wan dikir.
PIŞTÎ SERHILDANA 12’Ê ADARA 2004’AN
Piştî Serhildana Qamişloyê (12 Adar 2004) desthilata partiya Baas’ê zextên xwe li ser pîrozbahiyên Newrozê zêde kir, gule li kesên pîrozbahî dikirin direşand û bi sedan bin çav dikir. Di Newroza 2008’an a li Qamişloyê de 3 ciwanên bi navê Mihemed ku agirê Newrozê li ber malên xwe pêxisitibûn qetil kirin.
NEWROZA REQAYÊ YA 2010’AN
Di Newroza 2010’yan a Reqayê de di êrişa hêzên ewlehiyê yên rejîma Baasê de zarokekî Kurd bi navê Mihemed Nûr şehîd bû û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Endamê Yekitiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê Ezîz Silêman jî bal kişand ser sûc û zextên rejîma Baasê li ser Kurdan û got: Desthilata ewlehî ya rejîma Baas’ê xîxur û baasiyên xwe dişand pîrozbahiyên Newrozê da ku der barê beşdaran de raporan hilde. Di roja piştî Newrozê de beşdarên pîrozbahiyan digirtin.
Ezîz Silêman anî ziman ku pergalên despotî û kapîtalîst dijbertiya Newrozê dikin ku nûnertiya nirxên heskirin, lêborîn û aştiyê dike û got: Ew ji bilî pergalên xwe yên despotî tiştek din qebûl nakin.
Silêman da zanîn ku piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê Kurd tevî pêkhateyên din ên herêmê bi hev re meşaleya azadiyê pê dixin û Newrozê pîroz dikin.
Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê (2011) re Newroz ji bo rekirina rejîma Sûriyeyê û siyasetên wê yên çewsîner bû boneyek. Ji sala 2012’an û şûnde tevî gefên çeteyan, pîrozbahiyên Newrozê li herêmên Rêveberiya Xweser aşkereyî tê kirin.
Ezîz Elî diyar kir ku hêzên ewlehiyê li Bakur û Sûriyeyê nebûna, dê komkujî li dijî Kurdan hatibana kirin.
KOMKUJIYA ŞEVA NEWROZÊ
20’ê Adara 2015’an dema ku li taxa Miftî ya bajarê Hesekê pîrozbahiyên Newrozê dihatin kirin, çeteyên DAIŞ’ê bi du êrişên xwekujî êrişî pîrozbahiyan kir. Di encamê de zêdetirî 53 sivîl şehîd bûn û zêdetirî 130 jî birîndar bûn. Ev komkujî wekî ya herî mezin û bi êş tê dîtin, ji him malbatan 4 kes şehîd bûn.
Ezîz Silêman anî ziman ku komkujiya 2015’an ji bo gelê Kurd êşeke ku nayê jibîrkirin.
Bi taybetî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, sûcên li dijî Kurdan dewam dikin, lew ra Kurd nikarin vê boneyê pîroz bikin.
20’ê Adara 2023’yan çeteyên Ceyş El Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li bajarê Cindirêsê êriş malbata Pêşmerg kir ku li pêşiya male agirên Newrozê dada bûn. Di encamê de ji malbatên 4 kes şehîd bûn.
NEWROZ DI NAVBERA NASNAMEYA NEWTEWEYÎ Û NASKIRINA FERMÎ DE
Piştî salên dirêj ên qedexekirinê, li Herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz wekî cejneke fermî hat naskirin. Di vê çarçoveyê de li qadan agirên Newrozê tên pêxistin, şahiyên mezin ên lidarxistin, her kes bi cih û bergên Kurd pîrozbahiyê dikin govendên gelêrî digerînin û helwestên xwe yên siyasî nîşan didin. Lê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, Cejna Newrozê hatiye qedexekirin. Heya niha nayê zanîn bê dê çawa desthilata nû ya Şamê nêzî vê pîrozbahiyê bibe.
Ne tenê Kurd, di heman demê de Fars, Azerî û Peştûyî û gelên welatên wekî Tirkmenistan, Tacîkistan, Ozbekistan, Qirxizistan û Qazaxistanê jî Newrozê pîroz dikin.
Li hin komarên berê yên Sovyetê wekî Qirxizistanê, pîrozkirina Newrozê demeke dirêj wekî cejneke girêdayî ola zerdeştî qedexe bû. Li Misirê Fîrewn ev roj pîroz kir û dewleta Fatimiyan bi navê “Newroza Kiptî” anku cejna “Şam El Nesîm” pîroz dikir.
Li gorî UNESCO’yê, li seranserê cîhanê nêzî 300 milyon kes Newrozê pîroz dikin. UNESCO’yê di civîna xwe ya Sibata 2010’an de biryar da ku Newrozê bikeve Lîsteya Mîrateya Çandî ya Mirovahiyê ya Mirovî û 21’ê Adarê wek Roja Newrozê ya Navneteweyî îlan kir.[1]