Pirtûkxane Pirtûkxane
Lêgerîn
  

Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!


Vebijêrkên Lêgerînê


Lêgerîna pêşketî      Kilaviya


Lêgerîn
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Lêgerîna naverokê
Li ser lêgerînê bikirtînin
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina babetê
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Alav
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Dark Mode
Ziman
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Hesabê min
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
Lêgerîn Tomarkirina babetê Alav Ziman Hesabê min
Lêgerîna pêşketî
Pirtûkxane
Navên kurdî
Kronolojiya bûyeran
Çavkanî - Jêder
Lêgerîna naverokê
Li ser lêgerînê bikirtînin
Çîrok
Berhevokên bikarhêner
Çalakî
Çawa lê bigerim?
Belavokên Kurdîpêdiya
Video
Sinifandin
Babeta têkilhev!
Tomarkirina Babetê nû
Wêneyekê rêke
Rapirsî
Nêrîna we
Peywendî
Kurdîpîdiya pêdivî bi çi zaniyariyane!
Standard
Mercên Bikaranînê
Kalîteya babetê
Em kî ne
Arşîvnasên Kurdipedia
Gotarên li ser me!
Kurdîpîdiyayê bike di malperê xuda
Tomarkirin / Vemirandina îmêlî
Amarên mêhvana
Amara babetan
Wergêrê funta
Salname - Veguherîner
Kontrola rastnivîsê
Ziman û zaravayên malperan
Kilaviya
Girêdanên bikêrhatî
Berfirehkirina Kurdîpêdiya ji bo Google Chrome
Kurabiye
Dark Mode
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Çûna jûr
Hevkarî û alîkarî
Şîfre ji bîr kir!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
 Em kî ne
 Babeta têkilhev!
 Mercên Bikaranînê
 Arşîvnasên Kurdipedia
 Nêrîna we
 Berhevokên bikarhêner
 Kronolojiya bûyeran
 Çalakî - Kurdipedia
 Alîkarî
Babetên nû
Jiyaname
Rehîm Feqîrî
23-03-2025
Emîr Siracedîn
Cih
Kanî Hencîre
16-03-2025
Seryas Ehmed
Pirtûkxane
PÊVAJO Û ÇARESERÎ
08-03-2025
Sara Kamela
Cihên arkeolojîk
Bîrdariya Enfalê
24-02-2025
Seryas Ehmed
Pirtûkxane
Pêvajoya Çareseriyê
21-02-2025
Sara Kamela
Pirtûkxane
WATA
13-02-2025
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 3 Abdusamet Yîgît
28-01-2025
Sara Kamela
Cih
Qada Jina Azad
24-01-2025
Aras Hiso
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  545,485
Wêne
  116,642
Pirtûk PDF
  21,106
Faylên peywendîdar
  112,553
Video
  1,965
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
298,013
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
92,115
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,750
عربي - Arabic 
35,014
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
22,520
فارسی - Farsi 
12,429
English - English 
8,061
Türkçe - Turkish 
3,735
Deutsch - German 
1,887
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
6,071
Şehîdan 
4,356
Enfalkirî 
4,136
Pirtûkxane 
2,781
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,749
Cih 
1,166
Belgename 
315
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
62
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
552
PDF 
33,182
MP4 
3,178
IMG 
214,908
∑   Hemû bi hev re 
251,820
Lêgerîna naverokê
🔥 Newroz û sersala we pîroz be! 🔥
Kurtelêkolîn
Nameyên dawî ya Rojhat Zîla...
Kurtelêkolîn
Nameyên dawî yên Erdal Şahî...
Cihên arkeolojîk
Bîrdariya Enfalê
Kurtelêkolîn
Jiyaneke tijî têkoşîn; Mihe...
Jiyaname
Rehîm Feqîrî
BI HIŞMENDIYA JINA NÛJEN WÊ HIŞMENDIYA, MÊRÊ KEVNAR WERE GUHERTIN
Kurdîpêdiya dîroka duh û îro ji bo nifşên siberojê arşîv dike!
Pol, Kom: Kurtelêkolîn | Zimanê babetî: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Par-kirin
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
Nirxandina Gotarê
Bêkêmasî
Gelek başe
Navîn
Xirap nîne
Xirap
Li Koleksîyana min zêde bike
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Dîroka babetê
Metadata
RSS
Li googlê li wêneyan girêdayî bigere!
Li ser babeta hilbijartî li Google bigerin!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
BI HIŞMENDIYA JINA NÛJEN WÊ HIŞMENDIYA, MÊRÊ KEVNAR WERE GUHERTIN
Kurtelêkolîn

BI HIŞMENDIYA JINA NÛJEN WÊ HIŞMENDIYA, MÊRÊ KEVNAR WERE GUHERTIN
Kurtelêkolîn

BI HIŞMENDIYA #JINA# NÛJEN WÊ HIŞMENDIYA, MÊRÊ KEVNAR WERE GUHERTIN
Leyla Weşûkanî

Dêrazor: Ev herêma ku jêre têye gotin; Dêrezor yan jî bi zimanê Erebî jêre hatiye gotin El- Dêrezor ku wateya wê jî mezin dîtin û qîmet dayîna wê ye. Gotina El di zimanê Erebî de her têye bi karanîn, ji xwe dema ku di nava hevokan de pêyveka- el hebe, têye wateya ku koka wê gotinê bi zimanê Erebiye. Gotina Dêr wek em hemû jî di zanin ji; Dêrên xelkên Ermenî tê, yanî cihê olperestiya wan, lê gotina Zor jî wateya xwe ya zor dayîn yan jî zor kişandinê tê ku ev gotin jî bi kokena Rojhilata Navîn e. Heman mirov dikare bibêje ku hemû xelkên Rojhilata Navîn vê gotinê ji heman wateyê bi kar tîne.
Dêrezor warekî kevnar û dîrokîye, ji xwe gelek şûnwarên otantîk jî têde hene; bitaybet jî wek şûnwarê Marî ku li bajarê(Meyadîn)yê li ser tuxûbê Îraqê dikeve. Heyanî hina gelek pêkerên jin yên kevnar jî dîtine û ji wan peykeran diyar dibe ku ev bajar bajarê jinan bûye û hîna jî şopên jinan, liwir t,ne peyda kirin. Ji xwe qela şahbano Zenûb ya jî li bajarê Kesra, heye du qeleyên gelekî bedew di ser avê re li ciyên bilind, li himberî hevdû şewq didin û hîna jî bi bedewiya xwe reseniya jina, rêveber û bi hêz dide nîşandan. Hêzên desthilatdar her li ser vê herêmê, bihev ketine û bûne ser-sebeba ku gelê herêmê jî nefesek, azad nekişîne û her di cengê debe.
Xelkê herêmê jî her di nava xwe parastinek e, hişk debûye û ji bo hebûna xwe her hewildaye ku, pergalek parastinê ya ji derveyî pergala fermî ya, dewletê bide çêkirin û rêbazê xwe yê parastina cewherî jî di, şopandina fewdal û êlperest de dîtine û wek, ku em niha dahurandin û lêkolîn dikin: Em di bînin ku xelkê herêmê hîna jî, di wê serdema kevnar de jiyan dike û bi kevneperestiyek mezin. Rêbazê kevneşop ji herêmê re wek çandekê, lêhatiye û wek ku jênevege re û ew jî sedema xwe ji girtîbûna ji, pêşketin û guhertin serdemê re ye. Hîna jî hişmendiya kevnar û şûnde mayî ya êlê dibe, sedema tund û tujiyek navxweyî ya ku bi dehan ciwan dibin qurbanî. Di encam de hişmendiya heyî dibe sedema, tune kirina bi sedan mirovan.
Di nerîna min de; gerek civaka ku li vê herêmê jiyan dike, pir baş were lêkolîn kirin û bi rêbazên perwerdehî û qinyat- dayînê pirsgirêkên wan werin çareser kirin. Civaka herêmê heyanî roja me ya niha jî pergala xwe, parastinê bi rêbazên xwe yên seretayî pêktînin. Lê mixabin bi wan rêbazên kevnar û nebes pirsgirêkên, civakê hew têne çareser kirin û li ser lawaziyên wan; hêzên çete yên wek DAÎŞ, Tirkiya, Îran û hêza wê çete ya Dîfayî Elwetenî û partiya şovenîst ya Suryê ya bi navê BAS jî, wan ji xwe re ji hevdû; vediqetînin û perçe dikin. Her wiha paşverûtiya herêmê ji wan hêzên, desthilatdar û dagirker e dibin erdiyek pir baş ku, werin bi karanîn.
Naxwe teqez gerek bi lezgînî guhertin û veguhertin, di herêmê de werin çêkirin û ferdê ku vîna wî\wê bi navê civakê, hatiye şikandin gerek were rizgar kirin. Ji bo ku ferd civak hinasek azad jiyan bikin, gerek werin zana kirin û wek ku Rêber Apo gotiye: Azadî di fikir û raman de, têye jiyan kirin. Bi zagonên olperestiyê yê çors, ferd û civak ji taritiya xwe ya fikrî qet xelas nabe û her wê, bindest û kole bimîne. Wek ku têye zanîn dema ku nefes li ferd û civakê têye çikandin, hew di karin bibin xwedî fikir û ramanên azad û neçarin ku, serê xwe ji desthilatdaran re netewînin. Ji xwe di hişmendiya desthilatdar ya Rojhilata navîn de, her bi navê civakê ferd hatiye çewisandin û bûye qurbanî.
Li welatên Rojava jî(Ewropa) bi navê ferd û vîna azad, civak hatiye înkar kirin û vê hişmendiyê jî mirovahî aniye, rewşek pir xeternak û civaka mirovahî wek keriyê sewalan lê kirine. Di vê mijarê de mirov di kare wiha jî, şirove bike û bibêje: Di çareser kirina pirsgirêkên ferd û civakê de, ne pergala Rojhilat û ne jî pergala Rojava, çareseriya rast ji pirsgirêkan re nedîtin. Sedema xwe jî ewe ku sersebeba pirsgirêkê civakê jî pergala, wan ya destpot û çorse. Ji xwe şerê heyî yê ku di pileya şerê cîhanê yê siyemîn de, têye pêkanîn de civak şaşwaz kiriye û aniye ser çerxeriyek pir tevlîhev û xeternak. Weke ku Rêber Apo bi me daye nasîn û gotiye ku: “Gerek em ji pirsgirêkên heremê re qet, li derve negerin û em pirsgirêkên xwe bi hêza xwe ya hundirîn çareser bikin.”
Li ser vê mijarê gotinek dapîrk û kalan jî heye ku, wiha dibêjin: Ger ku mirov girê xwe bi destê xwe, ne xurîne tu kes nikare ji mirov re, bi xurîne û ev jî gotinek gelekî rast û di cih deye. Teqez gerek em li heqîqeta xwe ya resen vegerin û çareseriya, xwe bi bînin û ya herî giring jî gerek em dost û dijminê xwe, nas-bikin û neyên xapandin. Teqez çareseriya pirsgirêkên herêmê jî wê bi, rêbazên şoreşgerî werin pêkanîn û di vê mijarê de, gerek tu kes xwe nexapîne û çavê xwe li derve negerîne. Gerek xebatên şoreşgerî yên ku di herêmê de, hatiye destpê kirin xurt bibe û were jiyanî kirin. Gelê herêmê wek ciwanên ku çavê wan li cîhanê, vebûye û niha dema xwe ye ku were perwerde kirin û sererast kirin. Felsefe û ramanên Rêber Apo îro ji, tevahî cîhanê re bûye ronahî û çira, ji xwe di nava herêmê de jî nifşê nû û kesên zana hene.
Gerek li ser perwerde û zane kirina wan pir baş, were rawestandin û civak jî şiyar bûye û riya xwe nasiye, bi taybet jî jinên civaka herêmê xwedî potansiyelek gelekî bi hêze. Dema ku em dahurandin û lêkolîn li ser, rewşa jinên herêmê dikin em di bînin ku; taritiya hişmendiya mere kevnar û desthilatdar, jin xistiye nava qefesek hesinî û nefes lê çikandiye. Her roj bi navê namûs û tolhildanê, bi dehan jin û mêr têne kuştin û çewisandinek pir mezin li ser, jinan heye. Ji xwe piştî êrîşên hovane û tarî yên hêzên DAÎŞ ê, rewşa jinan û herêmê hîn xerabtir bû, wiha lêhat ku malbatan hew keçên xwe rêkirin dibistan û navendên, perwerdehiyê û civak ji berê hîn zêdetir, kete nava hepsek ser vekirî û têde xeniqî.
Bi sedema êrîşên derve yên hêzên desthilatdar, xelkê herêmê jî her li derûdora xwe xeleka malbat, êl û eşîrê teng kiriye û xwe pê parastiye. Wiha lêhatiye ku ferd hebûna xwe di van saziyan de, dîtiye û ji xwe re kiriye nasname, heyanî ku wek çandekê lêhatiye û li şûna ku bi demê re, xwe biguhere berevajî wê çerçova li derûdora xwe hîn tengtir kiriye. Ev jî bûye zemînê ku hêzên êrîşkar yê derve jî, li ser vî zemînî teserûf bikin û li dijî hêzên şoreşê bi kar bînin. Ji xwe di sala bûrî de me pir zelal jî dît ku, kesayeta der mirovî û bê- exlaq yê bi navê Ebû Xewla çete û sîxurê hêzên dijber, çawa li ser wan saziyên civakî teserfûk kir û xwest ku, hêza gel li dijî şoreşê rake ser piyan. Lê diyar bû ku xelkê herêmê şiyar bûye û hew têye xapandin.
Rêber Apo di paraznameyên xwe yên, li girava Îmralîyê de gelek şirove li ser malbat, êl, eşîran nivisandiye û dahurandinên pir kur li ser, erênî û neyinî bûna wan kirye û çareserî jî daniye holê. Teqez gerek ev mijar bi jin û mêrên herêmê re, bi zelalî werin guftûgo kirin(Mûnaqeşe)ji bo ku civak jî haj li rastiya xwe ya dîrokî bibe. Di vê mijarê de Rêber Apo wiha di nirxîne û di bêje: “Her çêbûna hebûnekê di destpêka xwe de, pêşketiye û erêniye lê nayê wê wateyê ku wê her, wiha berdewam bike û erênî be. Teqez gerek were zanîn ku hebûna ku, xwe bi demê re pêşnexe û ne guherîne, wê bi dem bûriyê re wergere paşverûtiyek e, gelekî xerab û wê dijberiyê bi armanc û hedefên xwe re jî bike. Bi heman rengî em di bînin ku di roja me ya niha de, jî heman tişt têye jiyan kirin û ew jî paşverûtiya ku, hişmendiya êl û eşîrê jiyan dike.”
Ji xwe hêzên tundrev yên wek, DAÎŞ, El Nusra û Boko Haram xwe li ser wê kevne şopiyê didin, jiyan kirin û wan saziyan wek amûr bi kartînin û bi hemû, hovitiya xwe jinan qetil dikin. Bi qetil kirina jinan civakê bê parastin di hêlin û wateya, wê jî kole kirina civakê ye û ser tewandina wê ye. Teqez gerek were zanîn ku kuştina jinan, hişmendiya mêr perestiya kevnar û desthilatdar e. Hemû cûreyên kevin perestî yê wek mêrperestî, malbatperestî, netewperestî, olperestî, ferdperestî hemû berhema pergala baviksalar a serdema koledariya tarî ye. Teqez gerek jin û civak werin şiyar kirin û rastiya pergala, desthilatdar bi wan were danasîn, sedema hemû pirsgirêkan pergala serwer ya qata jorî ne, ku nûnertiya xwe îro di pergala sermayedar de dibîne.
Tişta ku bi lezgînî xwe li ser herêmê ferz dike, guhertin û veguhertina civakiye û ev jî wê bi riya, şoreşa civakî were çêkirin. Li şûna hişmendiya teng ya êl, eşîr, neteweya teng û ferd perstî; wê civaka wekhev û azad were bi cih kirin û biratiya, gelan wê di lûtkeyê de were jiyanî kirin. Ji xwe cewhera civaka demokrat û wekhev jî wê bi, azadiya jinê were tijî kirin; Rêber Apo pîvanê pêşveçûna civakê bi azadiya jinê, ve daye berhevkirin û gotiye ku: Azadiya jinê azadiya civakê ye û azadiya civakê jî azadiya jinê ye. Tevî hemû guhertinên ku di cîhanê da hatine, çêkirin jî lê cardin jî em di bînin ku herêma, Rojhilata-Navîn û bi taybet jî herêma Dêrezor di cihê, xwe de rawestiya ye û ev jî bûye sedema ku, hêzên tundrew jî paşverûtiya herêmê xistina, bin xizmeta xwe de û li dijî xelkên herêmê bi kartînin.
Bingeha guncav ya di herêmê de ji çeteyan re bû, zemîn û meydana ku xwe li ser bidin jiyan kirin. DAÎŞ ê jî xwe li ser wê zemînê bi rêxistin kir û tevliheviyek; pir mezin ji gelên herêmê re çêkir: Tevî berxwedan û qehremantiya lehengên, YPJ û YPG ê jî hîna mikrob û bermayên, DAÎŞ ê xwe li ser kevne şopiya herêmê didin jiyan, kirin û di xwazin ku berhema keda wan dîlaweran badilhewa bibin. Lê şiyariya jin û mêrên şoreşger careka din hewildanên wan çeteyan vala hate, derxistin û ev jî bû zemînek ji şoreşê re ku xwe bi gelê herêmê bide nasîn û qebûl kirin û hezkirina wan qezenc bikin. Her çiqasî kesayetên nefs biçûk û lawaz hebin jî, lê girseya herêmê rastiya şoreşê naskir û lê xwedî derdikeve.
Dema ku em li dîroka otantîk a herêmê di zîvirin û lêkolîn dikin, em di bînin ku di serdemên zêrîn de herêma mijara, gotinê pir bi xwezayî jiyan kiriye û di nava wê civaka xwezayî de, jin dayik xwedawend û rêveber bûye. Em di bînin ku di wê serdemê de kilanên ku li derûdora dayika, rêvebir û hekîm kombûne û bi hezarê salan di bin per û baskên jin dayikan de, bi aşîtî, biratî, wekhevî û azadî jiyan kirine. Bihişta ku mirovahî jêre îro di bêje Ferdûs jî ew dewranên berê yên, civaka xwezayî bûne û dibin rêveberiya jina xwedawend de bûye. Jiyana wan mirovên pak û dilsoz her li çol û daristanan, bûye û bi edalet, selamet û biratî jiyan kirine: Dayika xwedawend ji tune bûnê; hebûn çêkiriye û bi berhema xwe civak gihandiye roja me ya îro.
Piştî wê jiyana ku tijî bedewî û ronahî bûye, taritîyê xwe lêkire saw(Tirs) û mejî, dil û jiyan li mirovan reş kirin e. Ew reşayî jî zayîna pergala bavik salar bûye; dijitiya(Antî) pergala dayika rêveberbûye, ya ku xwedî hişmendiya wekhev û aşitiyane bûye. Ev 5 hezar salin ku pergala desthilatdar mirovahî xistiye, nava taritiyek pir tundrew û bê nefes de. Hemû rengên şer, talan, kuştin û êşên ku îro mirovahî derdê wê di kişîne, sedema xwe hişmendiya bê rehim û wijdan ya merê serwer e. Bi bêbextiya reş ya mêrê xasok û derew kir, ya li ser jin dayika xwedawend; mêr derdikeve refên pêşîn û serwer dibe. Piştî wê bêbextiyê hêdî rola jinê lawaz dibe û di nava çar, dîwaran de têye kole kirin. Jina ku rêveber û serkêş bûye bi demê re, dibe koleya bêdeng û ser tewandî.
Bi kole kirina jinê civak jî têye kole kirin û mêrê, desthilat serwerî tevahî jiyanê dibe. Her çiqasî jinê zilûm û serdestî qebûl nekiribe jî, lê bi demê re koletiyê pê didin qebûl kirin û di bêjin ku ev qedera teye. Heqîqeta ku jin û civakê jiyan kiriye, gerek were beyanî kirin û jin û civak vêya bi hevre, bidin guhertin. Her çiqasî mêr li ser jinê serweriya xwe kiriye pergal jî; lê cardin tişta ku bi jinê dane qebûl kirin jî, ewe ku mêr ji xwe bilind tir û hêjayî tir bibîne û bêje ku, mêr sitûna mala min e û ji bo min, bav, bira, evîndar û hebûna mine û rewşa herî tirajîk jî eve. Teqez gerek were zanîn ku hîna jî sê, çariyek jinan jî haj li rastiya heyî nînin û mêr ji bo xwe, serwer û bi qîmet di zanin û di nerîna min de: Koledariya herî mezin jî ev bi xwe ye.
Teqez gerek jin werin şiyar kirin; bi riya diyalog û perwerdeyê û rastiyên heyî ji wan re, werin ronahî kirin. Bi lezgînî gerek jin li derûdora yekîneyên xwe yên parastinê, bibin çember û xwe ji hişmendiya koletiyê rizgar bikin, ji bo ku jin û civak bi hevre pergala xwe ya civaka demokratîk, saz bikin û xwe pê bi parêzin, ji pergala sermayedar û şerê wê yê qirê û nepenî. Teqez heyanî ku jin serwext û zana nebin wê nikaribin bibin xwedî vîn û yekitî, erka herî bingehîn jî dikeve ser milê jinên; şoreşger ku jinan perwerde bikin û wan bikin xwedî vîn û nasname. Tevgera jin ya bi pêşentiya YPJ erkên xwe yên sereke û pîroz, jî ku jinan bi rêxistin bikin û derbasî, çalak bûnê bikin û ji niha û pêve gerek xebata wan bi encam bibe.
Çareseriya ku wê ji jin û civakê re bibe dermanê herî şîfager jî teqez wê paradigma, Rêber Apo ya civaka demokratîk, jîngehparêz (Ekolojîk) û azadîya jinê be. Lewra teqez berîya her tiştî gerek fikir û ramanên, feylesûf û zanyarê bi nav û deng, Rêber Apo pir baş werin xwendin, têgihîştin û pêkanîn. Teqez gerek çalak bûna jinan û civakê bi şîara fikir, zikir û çalakî, were tevgerandin û ev jî teqez kedek pir mezin, jêre gerek dike. Gelekî hewceye ku civak jî vê rastiyê têbigihêje û çalak bibe. Teqez parêznameyên Rêber Apo yên civaka demokratîk, tevahî werin xwendin û bi hemû ziravayê wê, werin niqaş kirin û hundirî kirin.
Dêrezor herêmek bi hemû hêlên xwe ve pir, cûdaye û ne wek herêmên din yê welatê Suryê ye. Herêm herî zêde jî bi tixûbê Îraqê re di nava hevdeye û bandora, pergala Îraqê hîna jî li ser beşek ji xelkê herêmê heye, ji xwe çeteyên DAÎŞ ê jî li ser wê bandore teserûf kir û bi kar anî. Ji demên kevin de herêm bi şer û cengên xwe, têye naskirin û mirovên wê wêrek û bi xîretin. Xelkê herêmê û bi taybet jî mezin û rûsipiyên wan, di serdema şerê cîhanê yê yekem de û di cengên, parastina herêm û welat de gelekî fedekar û cngawer bûne. Ji xwe gelê herêmê ristek pir xûrt di şerê, li dijî DAÎŞ ê de jî leyistin e û bi sedan zarokên xwe, di şer de feda kirin e. Hêzên DAÎŞ ê xwe ji destpêkê de li herêmê bi cih, kirin û di heman demê de li wir jî hatin bi dawî kirin. Zarokên êlên herêmê cihê xwe li kêleka, hêzên QSD û YPJ girtin û bi fedayetî şer kirin û gihaştin merteba şehadetê.
Careke din ciwanên Dêrezorê serê xwe ji nokerîya, hêzên paşverû yê DAÎŞ ê ra netewandin û li berxwedan û bi qehremanî şer kirin. Lê teqez gerek pir baş were zanîn ku, li kêleka wê berxwedana bê hempa, jî xiyanet û reşkujî jî her hebûye û wek du cêwiyan bi hevre, meşiya ne. Heyanî niha jî ew xiyanet û tundrewîya hêzên, heremê yên ku hevkarîya DAÎŞ ê û yên wek wan dikirin hene û hîna jî beşek ji xelkê, herêmê hevkariya hêzên çete dikin û şervanên qehreman derbe dikin. Nimûne hevkarîya kesên lawaz û nefs biçûk ya bi hêzên wek, Îran, Tirkîye, Haşdî El Şabî û Dîfa El wetenî jî hîna têye kirin. Lê di êrîşên dawiyê yên li ser xelkê herêmê de, pir zelal hate diyar kirin ku jin û ciwanên herêmê tevî kal, pîr û zarokên xwe li kêleka YPJ û QSD ê ne û ji pey wan, venagerin heyanî serkeftinê.
Me di wan meş û serhildanên pirotesto yên li dijî, hêzên Îran, Dîfa elwetenî û çeteyên Suryê de, dît ku gel hew zilmê qebûl dike û pêşengê xwe, hilbijartin û siloxanan avêtin û gotin ku em bi hêzên QSD ê rene heyanî dawiyê. Ji xwe jin di refên pêşînde bûn û kincên reş ji ser, xwe avêtibûn û bi kerb û kîn diqîriyan. Bi rastî hêrs û kîna wan ya li dijî tundî û zûlmê, kelecan da min û min wiha şirove kir û got: Îdî roj roja rabûna jinan ya serhildanê ye û hew pergalên, serdest dikarin jin û civakê rawestînin. Bi rastî min helwest û çalakiyên jinan û gel, pesend kir û şiroveyên ku min beriya niha bi çend salan, anî bîra xwe û dûbare kir : Di herêmê de jin û civak xwedî potansiyelek, pir xurt ya şoreşgerî ne û dema ku rabin tu kes nikare wan rawestî ne.
Di nezera min de naskirina civaka herêmê gelekî, giringe û gerek her kes jî xwe di vê mijarê de, îqna bike û ji bo wan çalakvan be. Gerek xebata di nav civaka herêmê de û bi taybet jî, di nava jinan de were xurt kirin û giringiyek taybet ji wan re were dayîn; bi taybet jî di hêla perwerde kirinê de. Teqez gerek nerîna me li ser xelkê herêmê were guhertin û tekoşîna ji bo, guhertin û veguhertinê were xurt kirin. Her çiqasî herêm di mijara guhertin û veguhertinê de, hişk be jî lê teqez riya guhertina wan heye û di vê, mijarê de gerek werin îqna kirin. Pir zelal diyare ku êl û eşîrên heremê; di pergala xwe ya kevnar de bi îsrarin û ew jî komên qata jorîn e û sedema wê jî ewe ku, naxwazin pergala wan ya serdest were şikandin. Naxwe tevahî civak li benda guhertin û veguhertinê ye, bi taybet jî jin û ciwan.
Gerek bi lezgînî destwerdan li ser hişmendiya, herêmê were kirin û ew jî teqez wê bi pêşengtiya jin û ciwanan were kirin. Jin di herêmê de xwedî hêzek veşartiye û gerek bi lezgînî, ew hêza veşartî were keşif kirin û derbasî meriyetê bibe. Teqez keşif kirina potansiyela jinê jî wê, bi berhema jinên tekoşer were keşi kirin û wergere tekoşînek xurt û bê hempa. Bê guman ew jî kedek mezin û bê hempa di xwaze. Careke din gerek were zanîn ku jin û civak li benda pêşengên xwe yên, tekoşerin. Ez di wê baweriyê de me ku bi tekoşîn û rêxistin kirina jin û ciwanan wê, pîvanên hişmendiya kevnar ya pergala bavik salar, were şikandin û derbas kirin. Her ku jin û tevahî beşên civakê xwe binasin wê, tekoşîna wan bilind tir bibe û bi bîrdûziya jina azad re bibin yek
Wek ku têye zanîn jinên herêmê di nava teritî û koletiyek, kur de dijîn û li gorî pîvanên pergala desthilatdar û mêr perest, hemû mêr mafdarin ku bi navê namûsê, dayik, xwişk, keç û hevjîna xwe milkê xwe bibînin û dema ku jin, ji derveyî pîvanê, malbat, êl û eşîrê derkeve teqez gerek bêye ceza kirin û ew ceza jî, ji dijûn, lêdan, berdan, girtin û heyanî pileya mirinê jî diçe. Ji xwe dema ku di navbera du êlan de, nakokî derdikevin û ji hevûdu mêran di kujin, êlên li derûdora wan jî hewil-didin ku wan li hevdû, bînin û aştiyê çêbikin. Wê demê jinan dikin qurban ji bo ku aşitiya wan were çêkirin. Teqez jina ku dibe berdêla xwînê jîyana wê bi dawî, dibe û heyanî ku hebe jî wê di nava rewşek tirajîdî de jiyan bike.
Teqez jiyana wê jinê ya di hêla rewanî, hizrî û fîzîkî de jî her çewisandî be û tarî be. Gelek caran jî mêr keça xwe ji xwe re, dikin berdêla jinekê; nimûne keça xwe dide hevalê xwe wek, hevjîn û keça hevalê xwe jî ji xwe re tine. Yan jî keçek di temenê 14 salî de didin mêrekî di temenê 50, salî de û li ser hewiyê. Ez di vê mijarê de wiha dihizirim û di bêjim: Gelo dê jiyana wê jina ku bi kale mêrekî re ûli, ser hewiyê çawa be? Wele derûniya mirov qet xeyal jî nake wê jiyanek çawa be, jiyana wê keçê. Li gorî texmîna min dê jîyana wê keçê ji dojehê jî xerabtir bibe. Di vê mijarê de rewşa jinên malbatên xizan û feqîr gelekî baştir e, ji ya jinên êl û eşîran. Ji ber ku li ser jinên qatên jêrîn ewqasî, zext û zor tune ye û sedema wê jî ewe ku ked û berhema, jinên xizan zêdetire ji ya mêran û ji hêleke din ve jî zagonên êlê li ser wan derbasdar nine.
Bi rastî di nava pergala êl û eşîran de jîyana jinê, pir zor e û bi navê pîvan û urf û adetên êlê jinan, di tepisînin û nefesê li wan di çikînin. Ji xwe reng û dengê jinê têye qutkirin û hew têye nasîn û tenê têye gotin, jina filan, keça filan û dayika filano. Wiha dibe ku jin wek laşekî cemidî yan jî wek mirîya, li ser lingan tenê heykel di mîne. Civaka zayende perest jinê dadixînin hebûna ku, tenê ji bo xizmeta mêr, bav û bira jiyan dike û zarokan tine, ji bo ku zuriyeta wan berdewam bike. Ew mêrê bê rehim û wijdan jinê wek karkirê bê heqdest, 24 katjimêran di xebitîne û bê ku destê te saxbe jî bibêje. Ji xwe pirî caran karê wê nayê pesend kirin jî û rû bi rûyê lêdan, dijûn kirin, berdan û heyanî kuştinê jî diçe. Li herêmê jin kirine nava çerçoveyek reş, de û nahêlin ku serê xwe rake û xwe îfade bike, di nerîna civakê de, jin jib o xizmet kirinê heye.
Wiha li jinê kirine ku mejî û rûhê wê jî reş kirin e û wê gihandine qinyata ku ev qedera wê ye û gerek pêrazî be û ger ku razînebe, wê xweda wê lêbûrîn neke û naçşe bihiştê. Di herêmê de zext û tundî li ser jinan di pileya herî jor de ye; lê tevî wê jî mirov dibîne ku jinên herêmê di hêla kesayet, hêz, vîndarî û bi xwe bawerbûnê jî, ligorî jinên herêmên din hîn li pêştirin û xwedî potansiyelek pir mezinin. Jinên Dêrî gelekî ji xwe bawer û bi nisyatîfin jî. Jinên herêmê wêrek û çalakin; di heman demê de jî çavê wan ji tu tiştekî natirse û serhildêrin. Lê mixabin bi sedema ku jin xwe nasnakin, hêza wan jî nabe yek û lawaz di sekinin û xwe malê mêr dibînin. Pergala desthilatdar her mêr di çavê jinê de, pir giranbiha û mezin daye nîşandan û ya din, jî her jin perwerde kirine û dane famkirin ku malê mêre û jê kêmtir e û ji parsûyê wî yê xwar çêbûye.
Ew hişmendîya zayendperest û tewriya wê gelekî li ser, wan bandora xwe ya neyinî kiriye û jin aniye rewşa koletiya dilxweyî. Jina ku hatiye kedî-kirin bûye malê mêr û vîna xwe, ji dest daye û bi demê re dûrî heqîqeta xwe ya zayendî dikeve. Dema ku em bi hizir û ramanên şoreşê temaşeyî, pirsgirêkên jinan bikin em ê bibînin ku li gorî serdemên beriya şoreşê, gelek guhertin û veguhertin di jin û civaka herêmê de hatine çêlkirin. Keçên jin yên ku ji herêmê beşdarî nava, refê şoreşê dibin pir zû pêşdikevin û qabiliyeta wan ya guhertinê, pir xurte û pileya mejîyê wan pir bilind e û zîrekin. Ji bo ku di herêma Dêrezorê de, guhertin werin çêkirin tekoşînek pir bi hêz, gerek e lê gerek werin bi rêxistin kirin.
Ev guhertin jî tenê di çerçova paradîgmaya Rêber Apo, wê were çêkirin. Peradîgmaya Rêber Apo a civaka demokratîk, ekolojîk û li ser bingeha azadîya jinê wê derfetdar be. Berîya her tiştî divê pergala herêmê ya civakî were guhertin. Teqez wê neyê ji bîr kirin ku li himberî, hewildan û tekoşîna guhertinê wê, bertekên pir tund ên malbat, eşîr û êlan derkevin pêş: Lê teqez îsrara bê veger ya tekoşîna, şoreşgerî wê serkeftinê misoger bike. Ji xwe bertek û nerazî bûn jî tiştên xwezayîne û di her serdemê de, hatine jiyan kirin jî; gerek were zanîn ku kevnarî berxwedêr û serhişke, lê nikare xwe li himberî, pêlên şoreşê ragire û wê di dawî de, were derbas kirin.
Piştî şoreşa 19 ê tîrmehê rewşa civaka herêmê gelekî, hate guhertin û civak jî ketiye ferqa xwe de û dest bi lêgerîna azadî û xelasiyê kiriye. Piştî şoreşê guhertina ku di xelêka herêmê de, hatiye çêkirin pir zelal xwiya dike û tu kes nikare wê înkar jî bike. Bi taybet jî piştî ku hêzên DAÎŞ ê di herêmê de, hatin bi dawî kirin. Girseya herêma Dêrezorê mûdaxela şoreşgerî ya ku, li ser herêmê hatiye çêkirin qebûl kiriye û di tekoşînê de, desteka xurt jî kiriye. Bi taybet jî jin û ciwanan û gelek ji wan jî, beşdarî nava QSD bûne û keçên ciwan çeka azadiyê hildan e ser Milan. Gelê herêmê pir baş famkir ku kesayetên, ku serweriya gel û olan dikirin jî şaxê wan di gihaşte hêzên çete û herî dawiyê jî, wek rojê derkete pêş- çavê gel ku kesê bi navê Ebû Xewla, çawa xizmeta çeteyên DAÎŞ ê, Suryê, Îran û Tirkan kirin.
Ew kesê ku bi navê serokê meclisa leşkerî ya HSD ê, dikir û xwest ku li ser wê hêzê teserûf bike û têke, xizmeta hêzên derve yên dijber jî rastiya xwe derket holê û hate mahkum kirin. Ji xwe piştî girtina wan kesên ku ji gel, qutbûn û xizmeta hêzên çete yên derve dikirin me dît ku çawa hêzên tarî yên li pişt wan, dest bi êrîşan kirin û derbe li gelê feqîr û belangaz, xistina. Teqez em zelalin ku ev jî helwesta çeteyan ya ji bo parastina çeteyên xwe yên wek Ebû Xwla bû. Dema ku wan çeteyan dîtin ku berdevk û xizmetkarê wan têkçûn, vêcarê jî ew bi xwe ketin dewrê û tola wan ji gel, rakirin û ev jî berteka li hemberî mûdaxeleya li ser, herêmê ye û pêşiya guhertin û veguhertinê girtine.
Gelek mirovên medenî û bê guneh hatin kuştin û malên, wan hatin xerab kirin; lê helwesta gel û bi taybet jî helwesta jinên herêmê gelekî xurt û wêrek bû. Bi rastî jinan hema xwe dane hev û rijiyan ser şeqaman û silogan avêtin û gotin ku, em ê destek bidin hêzên, YPJ û QSD û alîkariya ji wan xwestin. Ji xwe fermandar û şervanên YPJ û QSD ê hema, bersiv dan û hatin bi hewara jin û girseya gel ve û ew, parastin ji destê zalim û neyaran. Mirov di kare di vê mijarê de wiha şirove bike û bibêje, bûyerên ku sala bûrî û êrîşên herî dawiyê de, qet ji hevdû nequtin û gel jî di vê baweriyê deye û mirov di kare bibêje ku ji bo hêzên YPJ û QSD ê bû, ezmûnek pir mezin û gerek ji niha û şûn de jî, beldarbûnek mezin hebe. Gerek rêvebirên gel pir baş werin hilbijartin û dema ku, kesên ku erka xwe baş pêkneynin, hema demildest wan ji erk bigirin.
Gerek tedbîrên rêxistinî yên wiha hebin. Ji xwe bûyerên çeteyan yên ku derketin holê, gelekî fêrker bûn ji bo ku tekoşînek hîn, xurt ji niha û şûn de were meşandin. Di heman demê de ji bo hêza şoreşger û pêşeng jî bûn ezmûnên pir baş. Naxwe tişta ku em li vir têdigihêjin ew e ku gel jî guhertina pergala kevnar di xwaze û yên, ku di kevneşopîyan da îsrar dikin qata jorîn e ku ew jî axa û beg in. Gerek tevgera civaka demokratîk bi israrek mezin, kar û xebatên xwe bike û dereng jî nehêle. Ez di wê qinyatê de me ku cardin jî wê hêza jinê bi, pêşengtiya xwe bi serkeve û guhertin û veguhertinên, demokratîk bide çêkirin[1]

Kurdîpêdiya ne berpirsê naverokê vê tomarê ye, xwediyê/a tomarê berpirs e. Me bi mebesta arşîvkirinê tomar kiriye.
Ev babet 100 car hatiye dîtin
Raya xwe li ser vî babetî binivîsin!
Haştag
Çavkanî - Jêder
[1] Mallper | Kurmancî | https://ronahi.net/ - 28-01-2025
Gotarên Girêdayî: 14
Pol, Kom: Kurtelêkolîn
Zimanê babetî: Kurmancî
Dîroka weşanê: 28-08-2024 (1 Sal)
Cureya belgeyê: Zimanî yekem
Cureya Weşanê: Born-digital
Kategorîya Naverokê: Gotar & Hevpeyvîn
Kategorîya Naverokê: Ramiyarî
Kategorîya Naverokê: Lêkolînewe
Welat- Herêm: Kurdistan
Meta daneya teknîkî
Mafê telîfê ji xwediyê gotarê bo Kurdîpêdiya hatiye veguhestin
Kalîteya babetê: 98%
98%
Ev babet ji aliyê: ( Aras Hiso ) li: 28-01-2025 hatiye tomarkirin
Ev gotar ji hêla ( Ziryan Serçinarî ) ve li ser 29-01-2025 hate nirxandin û weşandin
Navnîşana babetê
Ev babet li gorî Standardya Kurdîpêdiya bi dawî nebûye, pêwîstiya babetê bi lêvegereke dariştinî û rêzimanî heye!
Ev babet 100 car hatiye dîtin
QR Code
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Narin Gûran
Pirtûkxane
Pêvajoya Çareseriyê
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Mîna Acer
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Şêniyên Herêma Firatê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hesso oxir kirin
Kurtelêkolîn
Nameyên dawî ya Rojhat Zîlan ku li Enqereyê çalakiya fedaî kir
Jiyaname
Resul Geyik
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Diya Ciwan
Pirtûkxane
PÊVAJO Û ÇARESERÎ
Kurtelêkolîn
Penaberên ji Serekaniyê li hemberî dagirkeriyê ji NY’ê re name şandin
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 3 Abdusamet Yîgît
Kurtelêkolîn
Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê pêşbirka Xelata Qelama Hejar li dar dixe
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Hasan Bîter
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê pêşbirka Xelata Qelama Hejar li dar dixe
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
Nameyên dawî yên Erdal Şahîn ku li Enqereyê çalakiya fedaî kir
Pirtûkxane
WATA
Jiyaname
Mecîdê Silêman

Rast
Kurtelêkolîn
Nameyên dawî ya Rojhat Zîlan ku li Enqereyê çalakiya fedaî kir
17-02-2025
Aras Hiso
Nameyên dawî ya Rojhat Zîlan ku li Enqereyê çalakiya fedaî kir
Kurtelêkolîn
Nameyên dawî yên Erdal Şahîn ku li Enqereyê çalakiya fedaî kir
17-02-2025
Aras Hiso
Nameyên dawî yên Erdal Şahîn ku li Enqereyê çalakiya fedaî kir
Cihên arkeolojîk
Bîrdariya Enfalê
24-02-2025
Seryas Ehmed
Bîrdariya Enfalê
Kurtelêkolîn
Jiyaneke tijî têkoşîn; Mihemed Hiso
24-02-2025
Aras Hiso
Jiyaneke tijî têkoşîn; Mihemed Hiso
Jiyaname
Rehîm Feqîrî
23-03-2025
Emîr Siracedîn
Rehîm Feqîrî
Babetên nû
Jiyaname
Rehîm Feqîrî
23-03-2025
Emîr Siracedîn
Cih
Kanî Hencîre
16-03-2025
Seryas Ehmed
Pirtûkxane
PÊVAJO Û ÇARESERÎ
08-03-2025
Sara Kamela
Cihên arkeolojîk
Bîrdariya Enfalê
24-02-2025
Seryas Ehmed
Pirtûkxane
Pêvajoya Çareseriyê
21-02-2025
Sara Kamela
Pirtûkxane
WATA
13-02-2025
Sara Kamela
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 3 Abdusamet Yîgît
28-01-2025
Sara Kamela
Cih
Qada Jina Azad
24-01-2025
Aras Hiso
Pirtûkxane
Dîroka kurdistanê 2
12-12-2024
Sara Kamela
Jiyaname
Hasan Bîter
26-11-2024
Aras Hiso
Jimare
Babet
  545,485
Wêne
  116,642
Pirtûk PDF
  21,106
Faylên peywendîdar
  112,553
Video
  1,965
Ziman
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
298,013
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
92,115
هەورامی - Kurdish Hawrami 
66,750
عربي - Arabic 
35,014
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
22,520
فارسی - Farsi 
12,429
English - English 
8,061
Türkçe - Turkish 
3,735
Deutsch - German 
1,887
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Pусский - Russian 
1,144
Français - French 
349
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
72
Polski - Polish 
56
Español - Spanish 
55
Italiano - Italian 
52
Հայերեն - Armenian 
52
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
16
עברית - Hebrew 
16
Fins - Finnish 
12
Português - Portuguese 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
7
Catalana - Catalana 
6
Čeština - Czech 
5
ქართველი - Georgian 
5
Srpski - Serbian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
Hrvatski - Croatian 
3
балгарская - Bulgarian 
2
हिन्दी - Hindi 
2
Lietuvių - Lithuanian 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
Pol, Kom
Kurmancî
Peyv & Hevok 
40,899
Pend 
24,978
Kurtelêkolîn 
6,071
Şehîdan 
4,356
Enfalkirî 
4,136
Pirtûkxane 
2,781
Çand - Mamik 
2,631
Navên Kurdî 
2,603
Jiyaname 
1,749
Cih 
1,166
Belgename 
315
Wêne û şirove 
184
Weşanên 
115
Cihên arkeolojîk 
62
Partî û rêxistin 
28
Vîdiyo 
19
Helbest  
10
Nexşe 
3
Pêjgeha kurdî 
3
Karên hunerî 
2
Wekî din 
2
Ofîs 
1
Li Kurdistanê hatine berhemdan 
1
Hilanîna pelan
MP3 
552
PDF 
33,182
MP4 
3,178
IMG 
214,908
∑   Hemû bi hev re 
251,820
Lêgerîna naverokê
Kurdîpîdiya berfrehtirîn jêderê zaniyariyên Kurdîye!
Jiyaname
Narin Gûran
Pirtûkxane
Pêvajoya Çareseriyê
Cihên arkeolojîk
Dalamper
Jiyaname
Mîna Acer
Jiyaname
Sîsa Mecîd
Jiyaname
Erdal Kaya
Jiyaname
Nesim SÖNMEZ
Wêne û şirove
Kinyazê Îbrahîm, Çerkezê Reş, Hecîyê Cindî 1985
Cihên arkeolojîk
Mezarê Padîşehê Kurd ê Mîdî (Kî Xosraw- Kawa) 632-585 BZ
Kurtelêkolîn
Şêniyên Herêma Firatê cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Hesso oxir kirin
Kurtelêkolîn
Nameyên dawî ya Rojhat Zîlan ku li Enqereyê çalakiya fedaî kir
Jiyaname
Resul Geyik
Wêne û şirove
Kêliya ku rêberê şehîd “Simko Axa Şikak” berî 96 salan giheşte bajarê Silêmaniyê
Cihên arkeolojîk
Temteman
Jiyaname
Diya Ciwan
Pirtûkxane
PÊVAJO Û ÇARESERÎ
Kurtelêkolîn
Penaberên ji Serekaniyê li hemberî dagirkeriyê ji NY’ê re name şandin
Cihên arkeolojîk
Qoşliyê
Pirtûkxane
Dîroka Kurdistanê 3 Abdusamet Yîgît
Kurtelêkolîn
Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê pêşbirka Xelata Qelama Hejar li dar dixe
Wêne û şirove
Di sala 1800`î de tabloya ku Kurdekî ji eşîra Caf'ê temsîl dike
Cihên arkeolojîk
Kereftû
Jiyaname
Hasan Bîter
Wêne û şirove
Xwendekarên dibistanên kurdî li rojhilatê Kurdistanê, di sala 1965an de
Kurtelêkolîn
Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê pêşbirka Xelata Qelama Hejar li dar dixe
Wêne û şirove
Kurdekî Batûmê bi cilûbergên neteweyî (sedsala 19an)
Jiyaname
Rojîn Hac Husên
Kurtelêkolîn
Nameyên dawî yên Erdal Şahîn ku li Enqereyê çalakiya fedaî kir
Pirtûkxane
WATA
Jiyaname
Mecîdê Silêman

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 16.33
| Peywendî | CSS3 | HTML5

| Dema çêkirina rûpelê: 0.359 çirke!