‘Saziyên navneteweyî ji bo destekdayîna koçberan ne li gorî sozên xwe ne’
Hemza Sêvo/ Qamişlo
Hevserokê Nivîsgeha Karûbarên #Koçber# û Penaberan, Şêxmûs Ehmed da zanîn ku koçberiya ji Lubnanê ber bi herêmê ve hîna berdewam e. Herwiha Ehmed eşkere kir ku sazî û rêxistinên cîhanî yên mirovî soz û peywendî bi Rêveberiya Xweser re ji bo destekdayîna dan û çêkirin, lê ew ne li gorî sozên xwe derketin.
Ji ber êrişên Israîlê li ser Lubnanê, bi hezaran kes ji Lubnanê ber bi herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve koçber bûne. Ji van koçberan piranî welatiyên Sûriyê ne û di heman demê de koçberên Lubnanê jî, bi sedema êrişan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke cihekî aram ji xwe re dîtine. Derbarê heman mijarê de hevserokê Nivîsgeha Karûbarên Koçber û Penaberan a Rêberiya Xweser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şêxmûs Ehmed bersiva pirsên me da û hevpeyvîn wiha bû:
-Ji destpêka êrişên Israîlê li ser Lubnanê ve heta roja îro, çend koçber derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne û Rêveberiya Xweser heya çi astê destek da wan?
Bi destpêkirina êrişên Israîlê li ser Lubnanê re, pêleke koçberiyê çêbû, di encamê de jî gelên Lubnanê, Sûriyê û hem jî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku li wir diman, berê xwe dan herêma me. Rêveberiya Xweser li Beyrûtê komîteyek ji bo karûbarên koçberan ava kir û li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî şaneyek hate ava kir. Herwiha 4 dergehên ji bo pêşwazîkirina koçberan hatine destnîşankirin. Bi riya van dergehan re jî gelên Sûriyê û koçberên Lubnanê derbasî herêmê bûn. Welatiyên me yên ku li Lubnanê diman û pirsgirêk di nasnameyên wan de hebûn an jî pirsgirêkeke din a wan, girêdayî xizmeta leşkeriya hikumeta Şamê hebû em bi wan re bûn alîkar. Hem jî koçberan rastî gelek pirsgirêkan dibûn di riya hatina wan de, çi li ser xalên kontrolê yan jî kiriya bas û erebeyan a buhabilind. Lê dema ku koçber gihan herêmê jî, di her warî de me destek da wan, çi ji hêla jiyanî ve be an jî tenduristî de be.
-Rewşa koçberên Lubnanê çawa ye, hîna pêla koçberiyê berdewam e an rawestiyaye?
Rewşa koçberan li Lubnanê gelek zehmet e, ji ber ku bi sedan welatî di gelek deveran de asê mane û nikarin jê derkevin. Wekî em dizanin komîteyek ji bo veguheztina koçberan ji wir ber bi herêmê ve, hatiye amadekirin, lê koçber ji ber rewşa êrişan nikarin xwe bighînin devera destnîşankirî. Êrişên li ser Lubnanê hîna berdewam in, rewş jî bi alozî û dijwariyeke mezin derbas dibe. Ev yek jî rasterast bandoreke mezin li ser zêdebûna pêla koçberiyê ber bi Sûriyê re ava dike. Hîna rewşa koçberiyê didome û bi awayekî rojane koçber ji her çar dergehan ve derbasî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin. Hejmara wan jî di dema heyî de bi giştî 19 hezar û 735 bû, ji wan 6 hezar û 109 jin in. Herwiha 6 hezar û 305 zarok, di nav van koçberan jî 76 kesên lubnanî hene, li gel van kesan jî 19 kes bi mirîtî derbasî herêmê bûne.
-Heta niha saziyên navneteweyî destek dane koçberên Lubnanê yên ku li herêmê bi cih bûne yan na, gelo ji bo vê mijarê peywendî di navbera we û sazî û rêxistinên mirovî yên cîhanî de çêbûne an jî sozên alîkariya koçberan bi we re kirine?
Şer û pevçûna ku li Lubnanê, hem jî êrişên li pêk tên bûye pirsgirêkeke navdewletî. Ji destpêka derketina vê kirîzê re heta roja îro jî, rêxistin û saziyên navneteweyî ji bo rewşa penaberan gelek peywendî bi Rêbereriya Xweser re çêkirin. Van sazî û rêxistinên parastina mafê mirovan ên cîhanî sozên destekdayîna koçberan dane me. Lê heya niha ti alîkarî û destekdayîn ji koçberan re pêşkêş nekirine. Ti desteka saziyên navdewletî ji kampên koçberan ên ku penaberên Serêkaniyê û Girê Sipî wekî din jî bi taybet kampên ku ji bo koçberên ji Lubnanê hatine herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nehat kirin. Tevî zor û zehmetiyên ku koçber û penaber li herêmê dibînin, lê saziyên navdewletî desteka ku tê xwestin nake û tev jî dikeve ser milê Rêveberiya Xweser de.
-Di siberojê de wê rewşa koçberan çawa be, gelo mayîna wan li herêma Bakur û Rojhlatê Sûriyê wê ji herêmê re, çi rewşê biafrîne?
Di sala 2023’an de Rêveberiya Xweser insiyatîfek ji bo penaber û koçberên Sûriyê ji raya giştî re pêşkêş kir, pê re jî girêdayî pirsgirêka Sûriyê û çareserkirina wê bû. Ev yek jî rewşeke mirovî ye, em dizanin ku bi melyonan kes kober û penaber bûn ji Sûriyê. Va ye îro bi hezaran koçberên sûrî ji Lubnanê vegeriyan herêma me. Ev veger tiştekî normal e û erînî ye ku welatiyên sûrî vegerin cih û warê xwe. Ji xwe Rêveberiya Xweser li gorî pîvanên navdeletî nêzî koçber û penaberan bû. Rêbereriya Xweser ji bo destekdayîna penaberên Sûriyê û koçeverên Lubnanê bû destekek û bi erkê xwe rabû. Destekdayîn û pêşwazî jî wê bandorekê li ser rewşa siyasî ya Sûriyê û siberoja Sûriyê bide avakrin.
-Hetanî ku koçber vegerin warê xwe, li Rojhilata Navîn, bi taybet li Filestîn û Israîlê pêwîste çi bibe?
Aloziya ku di dema heyî de li Rojhilata Navîn derdikeve ne tiştekî nû ye, bi taybet li Israîl û Filestîn, ev şer û pevçûn berî niha bi 10’ê salan dest pê kiriye, Lubnan jî di heman rewşê dijî dike şer û tundî dihat kirin û hîna jî didome. Ev şer û pevçûn bi neyînî bandorê li rewşa civakê dike û wê siberojeke xerab û ne diyar biafrîne. Li aliyekî din jî bandoreke neyînî li ser rewşa siyasî û ya ewlehiyê ya herêmê çêdike. lewma jî dem dema ku diyaloga aramî, wekhevî û aşîtiyê were pêkanîn. Di destpêkê de mafê hemû pêkhateyan were parastin, çi di milê netewperweriyê de be an jî baweriyê de be. Eger xiristyanî be, mislman be, cihû be, kurd be, ereb, tirk, faris û hwd… be pêwîste li hevkirin û diyalogek çêbibe. Li ser vê bingehê jî hemû bawerî, ol û netew li bi hev re bi wekhevî û aştî bijîn.[1]