Geşedanên Li Tirkiyê êdî Ji Mijara Qayuman Derbas Kiriye!
Erdogan Altan
Geşedanên dawî yên li Tirkiyê û #Bakurê Kurdistanê# tê jiyîn, bêguman wisa xwe bi xwe an jî ne ev çend roj û mehên dawî pêk hatine. Ev encameke ku dewleta Tirk bi her awayê siyasî, aborî, leşkerî, hûndirîn û derve xitimandinek jiyan dike. Ev bûyerên li Esenyurt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetî pêk tên jî tenê bi qayuman nayê pênasekirin û bi xespkirina îradeyê jî nayê zelaliirin. Ev qirkirina îrade û siyasî ye, êrîşeke hovane ya li ser hêviyên Kurd û aliyên demokratîk tê kirin. Li hemberî vê jî gelê Bakurê Kurdistanê li her derî bertekên tund û berxwedaneke bêhempa nîşan da û wisa xuyaye ev dê berdewam bike.
Ev mijara qayuman bi gavavêtina Serokê MHP’ê ya faşist Devlet Bahçelî ku di vekirina meclîsa Enqereyê’de destê hevserokên Partiya DEM’ê girt û piştre jî wek bangewaziya Rêber Abdullah Ocalan hatî kirin de, dest pê kir.
Bêguman ev gavavêtin di demeke kurt de derket holê ku xapandinek mezin û şerê taybet e. Lewra dixwazin di ser Rêber Apo de hemû civakê teslîm bigirin. Dema vê yekê dikin jî dixwazin helwest û berxwedaniya civakê bê wate bihêlin û her tiştî asayî (normal) bikin da ku tiştekî mezintir a ku qedera civakekê dikare biguherîne çêbû jî, bertekeke mezintir dernekeve holê.
Ez vê yekê ji ber vê sedemî dibêjim. Lewra beşek di roportaja Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat a dabû ANF’ê, pir bala min kişand. Besê Hozat got: “Rêber Apo di salên borî de jî pir aniye ziman. Her rewşeke li Îmrali, her rewşek e neyinî biqewime, ji aliyê Tevgera Azadiyê, ji aliyê gelê Kurd û aliyên demokratîk ve bi ti awayî normal nayê pêşwazîkirin. Li Îmraliyê ti tişt normal nabe, li gor ecela xwe nabe. Her tiştê li Îmralî biqewime dê di encama siyasetên qirkirinê û êrîşên qirkirinê de pêk were. Ji ber vê yekî jî eger zirar bigihêje muyek pora Rêber Apo, dê ev gel dinya bi serê dewleta Tirk ve bîne xwarê. Li wir tişteke bi navê Tirkiye, dewletekê Tirk li holê nemîne. Wê Tirkiyê bizivire cihenemek mezin. Ev jî tê wateya di Tirkiye de heya heyayê şerê navxweyî hebe. Bi hilweşîna dewleta Tirk, ji holê rabûna Komara Tirkiyê re encam bibe.”
Ji ber ku ev siyaseta niha bi devê Devlet Bahçelî tê meşandin, siyaseta pêşî îkna bike û piştre jî tune bike ango îmha bike. Lewra dewleta Tirk dema hat damezrandin stratejiya xwe ya polîtîk a li dijî Kurdan wek e îmha û înkarê diyar kir. Navê vê stratejiyê jî Fermana Şark Islahê bû. Vê stratejiya xwe heya salên 1990’î bi awayekî aktîf meşand. Her du lingê strtajiyê ku înkar û îmhayê bi hev re û bi hemwextî da meşandin. Lingê îmhayê li ser Kurd ên ku înkarê red dike bi awayek hovane pêkanî. Ya kurdan anîbû wê astî ku êdî hewce nedikir dewlet ya Kurdan înkar bike, jixwe kurdan xwe bi xwe înkar dikir. Yên jixwe kêmek be jî xwedî li çand, ziman û dîroka xwe derdiket, yên vîna xwe wek e Kurd dixwestin ava bikin û di axa xwe de jiyan bikin, li dijî wan binçavkirin, girtin, îşkence, kuştin, koçberkirin, revandin û windakirin hat ferzkirin.
Tevgera PKK’ê ya di pêşengtiya Rêber Apo de derket bi têkoşîneke kêlî bi kêlî siyaseta înkar û îmha ya 70 salan a vî dewletî, lingê wê yê înkarê di salên 1990’î de çirand û avêt zibalê. Lewra êdî Kurdan dest bi xwedîderketina nasname, ziman, çand û dîroka xwe kir. Dewleta Tirk a serdest, netewperest û dewletperest jî li dora “Em Realîteya Kurd Nas Dikin” digeriyan. Her çiqas siyaseta lingê înkarê vala hatibe derxistin jî siyaseta qirkirinê (îmhayê) ji holê ranebûye. Qada pêkanîna vê stratejiyê herî zêde di Îmraliyê de siyaseta qirkirin û tecrîdê ye. Tesbîta ku vê mijarî yê herî baş pênase dike “Qirkirina Çandî û Fizikî” ye.
Ev rejîma faşist a AKP-MHP’ê di civîna Lîjneya Ewlekariya Milî ya sala 2014’an de biryara “Plana Çalakiya Çokdanînê” girtin. Lewra ev biryar wek nûjenkirina Fermana Şark Islahê ye. Çawa şêwazê pêkanîna stratejî û polîtîk a Fermana Şark Islahê înkar û îmha bû, ya Plana Çalakiya Çokdayînê jî “Qane-îkna û îmha” ye.
Lewra rejîma faşist a Erdogan û Bahçelî siyaseta “Qane-îknayê” wek e ku pêşketinên li derve diqewimin heçko pirsgirêkeke welat ji dest diçe heye dide nîşandan û dixwaze eniya hûndirîn xûrt bike. Armanca vê polîtîkayî jî, ne ku dixwaze civakê xûrt bike, berevajê wê dixwaze desthiladariya Erdogan û Bahçelî ya ku riziyaye û diweşe careke din rakin ser lingan û xûrt bikin.
Bêguman ev berdewamiya plana înkar û îmhayê ye. Halê wê yê xûrtkirî û ya herî hovane ye. Navê pêkanîna plana çalakiya çokdayînê îkna û îmha ye, ango cihê înkarê êdî iqna girt.
Yanî bi têkoşîneke deh salan Kurd ên xwedî li nirx, nasname, kesayet, ziman, çand û vîna xwe derketine, di çarçoveya polîtîkaya navê “Qaneyê-îknayê” bi hin weadên cur be cur de, bixapînin û bi nirxên xwe re xiyanet bidin kirin û teslîm bigirin, an jî bi şêwazên herî hovane tune bikin.
Ji ber vê yekî min li jor bal kişand ser beşek daxuyaniya birêz Besê Hozat. Lewra dewleta Tirk a dagirker destpêkê bi devê Devlet Bahçelî siyaseta îknayê, xwest li pişt perdeyê Rêbertî û gelê wê tehdît bike û ji girseya hûndir re jî wek e ku pêvajoyeke “Çareserkirina Pirsgirêka Kurd” heye bide nîşandan. Rewşê bi temamî normalîze bike.
Piştre jî li Îmraliyê tecrîdê wêdetir derxe asta (devê min lê nagire bêjim) kûştinê, di hûndirê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di bin navê qayûman siyaseta qirkirina siyasî û îradeyê pêk bînin, li ser Başûrê Kurdistanê dagirkirinê bi îlhaqê temam bikin û deskeftiyên Rojavayê Kurdistanê jî destpêkê bixwaze teslîm bigire, ger nebû bi temamî ji holê rabike.[1]