Navê pirtûkê: Beşek Ji Dîroka Mirovahiyê
Navê nivîskar: Tahir Temel
Cihê çapkirina pirtûkê: #Stembol#
Navê çapxaneyê: Ar
Sala çapê: 2023
Der barê dîroka gerdûnî û ya mirovahî de ferzan û dîroknasên zanistî li ser gelek xalên hevpar li hevdû kiribin jî, der barê hinek xalan de nêrîneke wan a hevpar tune ye. Ji ber ku nêrîneke wan a hevpar tune ye, ew ji şîroveyê re vekiriye. Zanista dîrokê ji ber ku ji şîroveyan re vekiriye, bi awayekî teqez mirov nikare bibêje ku veya ev e û wiha ye. Pêwîst e ku dîroknas bi teqezî û diyarkarî dîrokê negire dest. Tiştê duh wekî teqez dihat dîtin, bi hin belgeyên nû re ew nêrîna teqez hildiweşe. Di zanista dîrokî de nêrîn û darazên teqez û diyarkarî ji bo heqiqeta hebûnê bi awayekî şilf û tazî dernekeve holê ew rista xêliya nixumandina ser rastiyê dilize.[1]