图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Serdestiya jinan di folklora kurdî de - 1
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Serdestiya jinan di folklora kurdî de

Serdestiya jinan di folklora kurdî de
#Serdestiya jinan# di folklora kurdî de - 1
Behram Gerdûnî

Li gor #Alakom# di çîrokên Kurdî de yek ji motîfa herî berbiçav û tê bikaranîn rewşa jinan e, bi taybetî jî xelasiya jinan.
“Di Folklora Kurdî De Serdestiyeke Jinan” navê kitêbeke lêkolînî ya Rohat Alakom e ku cara ewil di 1994an de bi navê Rohat ji aliyê weşananeya Nûdemê ve li Stokholmê hat çapkirin, û cara duyem di 2013an de bi navê Rohat Alakom ji aliyê Weşanxaneya Avestayê ve li Stenbolê hat çapkirin. Di vê nivîsa dubeşî de em dê li ser naveroka çapa ewil a vê lêkolînê hûr bibin û bi kurtî diyar bikin ka jin di folklora kurdî de çawa hatine nîşandan.
STÛNEKE ÇÎROKBÊJIYA KURDÎ: XELASIYA JINAN
Li gor Alakom di çîrokên Kurdî de yek ji motîfa herî berbiçav û tê bikaranîn rewşa jinan e, bi taybetî jî xelasiya jinan. Di van çîrokan de jin bi dilketiyên xwe re dibin yek, digihîjin mirazê xwe, bi hev şa dibin. Jinên nebaş jî di dawiya çîrokê de gelek caran cezayên xwe dibînin û tên kuştin.
a. Welatê Hat-Nehatê: Di gelek çîrokan de mêr ji bo bigihîjin jinan û bi wan re bizewicin, derdikevin seferên dûr û dirêj, terkeser û terkeselat dibin. Ji ber ku cihê ku divê jê derbas bikin bi derd û kul û zor û zehmetiyan tije ye, jê re hatiye gotin “welatê hat-nehatê”. Lê di dawiya çîrokan de, ew wek bûk-zava vedigerin malên xwe û bi hev şa dibin.
b. Keçên Padîşahan: Pirranî di çîrokan de kesên xizan tên keça padîşah dixwazin. Padîşah hin şertan datîne ber wan, heger derbas bikin digihîjin mirazên xwe, heke derbas nekin serê wan jê dibe. Di dawiyê de ew digihîjin mirazên xwe.
c. Çembera Dora Jinan Teng Dibe: Di hin çîrokan de padîşah dilê xwe li jinên din xera dikin, lê nikarin wan bi dest bixin. Mela di çîrokan de bêtir wek jinbaz û doxînsist hatine diyarkirin. Di hin çîrokan de mêrên kumreş heta dibin sebebê mirina jina xwe.
d. Motîfa “Keça Aqil”: Di vê motîfê de gelek caran jin bi famdarî, zanîn û serwextbûna xwe ve zora mêran dibin. Mêrên tiral û di mal de tên rexnekirin.
e. Komên Jinên Xirab: Yek ji van koman jî damarî ye, bav û zarokan berra hev didin. Xwesû jî wek damariyan bi dilhişkî û bêwicdaniya xwe ve hatine nasîn. Şer û hesûdiya hewiyan û kuştina hev. Jinên pîr wek kesên bêîman û sêhrbaz di van çîrokan de cih digirin. Jinên mêrkirî yên mêrên xwe dixapînin û bi yarên xwe re hev dibînin û radizin tên rexnekirin.
f. Çend Çîrokên Jiyana Rasteqîn: Di hin çîrokan de, gava şer di navbera du eşîran de hebe, qîzan didin hev, li hev tên. Di hinan de, jin dibe sebeba mirina gelek malbatiyan. Di hin çîrokan de, du bira an jî du heval ji keçekê hez dikin, yek ê din dikuje û pê re dizewice, lê dilê keçikê di yê mirî de ye, ew jî xwe dikuje.
g. Jinên Rawirîn: Di hin çîrokan de jin ji ber xerabiyên kirî dibin wek pepûk, hirç, jûjî, meymûn, hwd. Di gelek çîrokan de problem, êş, zordestiyên li jinan tên kirin bi awayekî alegorîk di dilqê rawirên zewicî de (qijik-kevok, kund-bilbil, kêz-mişk) tên pêşkêşkirin. Ev zewac ne zewaceke dilşa ye, an hev berdidin an jî hev dikujin.
h. Jinên Çîrokî: Pirranî lehengên çîrokan gava derdikevin seferekê, diçin welatên hat-nehatê, rastî keçên dêw, hût, cin û hwd. tên ku ev kes dijberî bavên xwe kesên qenc in, evîndarî leheng dibin û pê re dizewicin di dawiyê de.
j. Têkoşîn û Keftelefta Jinan: Jin di van çîrokan de bi xurtî li dijî neheqiyan derdikevin, şer dikin. Ji aliyekî de wek pêşeng û rêberan rê nîşanî mêran didin û di nav çîrokan de motîfa jinên tekoşer peyda dikin.
DI GOTINÊN PÊŞIYAN DE ANALÎZEKE ZÎHNIYETÊN JINPARÊZ
Gotinên pêşiyan der barê rewşa jinan de gelek agahdariyên sosyolojîk pêşkêş dikin. Bi saya van gotinan mirov bi hêsanî dikare pêwendiyên jin-mêran, rewşa malê û jinan çêtir analîz bike.
a. Jin Kaniya Jiyînê ye: Ev gotineke pêşiyan e. Di van gotinan de jin bi anînan zarokan bûne nîşana bereketê, wan tam û lezeteke nû daye jiyanê. Ev gotin nîşan didin ku civat çawa rûmeteke xweş daye jinan û wan wek pîvan ji xwe re hilbijartiye.
b. Jin Wek Avakarê Malê: Di van gotinan de jî ne tenê avakarê malê, her wisa îdareya malê dike û diparêze. Jin berhev dike, depo dike û roleke nîv-aborî dilîze.
c. Cihê Dayîkan Tijî Nabe: Di gotinan de rêz û hurmeteke mezin bo dayikan heye. Cihê dayikan nayê dagirtin.
d. Wekheviya Jin û Mêran: Di gotinan de civatê timî wekheviya jin û mêran di ser her tiştî re girtiye.Tu carî mêr ji jinan ne hêjatir, bihêztir û jîrtir in. Her du cins jî wek hev in.
e. Motîva Jina Baş û Jina Xerab: Di gotinan de civatê her tim jina baş rûsipî kiriye, jina xirab rûreş kiriye. Bi taybetî jinên xebergerok, virvirî, zêde diaxivin yên xerab in.
f. Salên Keçaniyê: Civatê keç ji xerabiyê parastiye, nexwestiya navên wan xerab derkeve û rezîl bibin. Civatê xwestiye li pêşiya mêrkirinên bêdil raweste.
g. Şerê Bûk û Xasiyê: Di van gotinan de bêtir bûk û xwesû li hev nakin. Her çend xwesû neheq be jî, gelek caran navê bûkê derdikeve xerabiyê.
h. Neçariya Jinebiyan: Civat bêtir bi xerabî navê jinebiyan derdixe. Loma jinebî ji wî alî ve pirr ditirsin ku gumanek li ser wan çê bibe.
j. Protestoyeke li Dijî Pirrjiniyê: Di van gotinan de civatê zêdetir êrîş biriye ser zilaman ku ji yekê zêdetir jinan tînin. Hewî jî li hev nakin û jina dawî ji ya din bêtir nêzî xerabiyê ye.
k. Jin û Namûs: Jinên xirab ji aliyê namûsê de bi awayekî tûj hatine rexnekirin û wan bi navên heywanan ên wek dêlik, kelb, çêlek û hwd. dane binavkirin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览31
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 03-05-2024
挂钩项目: 22
小组: 文章
Publication date: 26-10-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-05-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on04-05-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览31
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,474
图片 106,577
书籍 19,270
相关文件 97,131
Video 1,391
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!