ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,199
画像 106,461
書籍 19,249
関連ファイル 96,905
Video 1,378
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Rastiya Mîrê Botanê (Mîr Bedirxan)
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rastiya Mîrê Botanê (Mîr Bedirxan)

Rastiya Mîrê Botanê (Mîr Bedirxan)
Rastiya Mîrê Botanê (Mîr Bedirxan)
Nivîskar: Memo Zana
Şevê dî nivîseke bi tirkî ji min re hat şandin. Nivîs, ji pirtûka #Ahmet Kardam# a bi navê #CİZRE BOHTAN BEYİ BEDİRHAN SÜRGÜN YILLARI# hatiye girtin. Ahmet di berhema xwe de gotiye ku mîrê Botanê Mîr Bedirxan di nameya ku ji sadrazam (wezîr) re şandiye de gelekî pesnê siltanê osmanîyan Abdülhamid daye û Mîr li gerava Girîdê ewqas kêfxweş û bextewar e ku nayê gotin... Ahmet tenê negotiye 'Mîr li emrê çûyî poşman bûye'. Ewqasî mubalexe kiriye. Di nivîsara yekalî de nîjadperestî beloq dibe. Lê na, hezar carî na! Ya wî ne nîjadperestî ye, tam berevajîyê wê, xwenenasî ye. Bi gotina wî, wî eslê xwe winda kiribû, nû jê hayîdar bûye ku ew ji malbata Bedirxanîya ye.
Gotinên Ahmed Kardam, gotara ku min beriya du sal û nîvan parve kiribû anî bîra min. Ez li wê nivîsê gerîyam û min dît, ez dê cardin li vir parve bikim. Çimkî ez îdiayên Ahmed dûrî rastiyê dibînim. Malbata Bedirxanîyan tu carî ruhên teslîm nebûne. Lewra malbateke fedakar bû. Di fikr û ramanên wan de her dem serxwebûn û azadiya Kurdistanê hebûya. Kurd bi kirinên wan şanaz û serbilind in.
Piştî ku serhildana Mîr Bedirxan têk diçe, hêzên osmanîyan wî digirin, êsîr dikin; wî tevî malbata wî dibine Stenbolê. #Mehmed Uzun# di pirtûka xwe ya bi navê Qîrîna Dîcleyê de dibêje ku dema Mîr dibîne pêşberî siltan Abdülhamid, ew bi uslubeke zadeganî vê çarîna Omer Xeyam dixwîne:
Ma li dinyayê kesekî bêguneh heye, bêje
Qey bêyî kirina gunehan tê jîyankirin, bêje
Ger tu bibêjî xirab û xerabîyê bi min bikî
Ma çi cudahiya min û te dimîne xweda, bêje
Piştî xwendina vê çarînê, osmanî, bi şertê ku ew û malbata wî qet venegerine Kurdistanê, wî û hevjîneke wî dibine gerava Girîdê, û hevjîneke wî jî tevî zarokên wê li Stenbolê dihêlin. Mîr li gerava Girîdê dimîne hetanî pîr dibe. Vê paşê bi destûra dagirkeran tê Şamê û li wir koça dawî dike, lê nevîyên wî, wî hîç fedîkar dernaêxin.
Mîr #Celadet Alî Bedirxan# siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû.
Celadet yek ji lawên malbata mezin ya Malbata Bedirxaniyan bû. Ew wekî pêşengê nivîsîna kurdî bi tîpên latînî tê naskirin. Di warê lêkolînên li ser zimanê kurdî de gelek xebitîye û li sirgûnê kovarên Hawar û Ronahî weşandine. Xebatên Celadet bûne şengisteyê edebyata kurmancî ya hevçerx. Di jiyana xwe ya siyasî de, Celadet hevparê gelek çalakîyên neteweperane bûye û endamê Xoybûnê û yek ji damezirînerên wê bû.
Piştî şerê Bedirxaniyan dijberî Sultan Ebdilhemîd, malbat bi tevahî ber bi Yemenê ve hat sirgûn kirin. Piştî ku tevgera rizgarîxwaza Tirk bi serokatiya Mistefa Kemal biser ket, mafên kurdan hatin berbendkirin, di wê demê de fermana bidarvekirina Emîn Alî Bedirxan û her sê lawên wî derket. Emîn û lawê xwe Sureya çûn Misrê, Kamîran û Celadet jî çûn Almanyayê. Wan li wir dest bi xwendina bilind kir. Celadet xwendina bilind qedand û bawernameya doktoriya Hiqûqê wergirt. Di sala 1930î de ew hat bajarê Şamê û dest bi xebata niştimanî kir. Di nav cemîyeta Xoybûnê de endamekî pêşeng bû, ew yek ji beşdar û alîkarên Serhildana Agirî bû li gel Îhsan Nûrî Paşa.
Ji bilî zimanê kurdî Mîr Celadet bi zimanê inglîzî, fransî, elmanî, tirkî, farisî, erebî û yewnanî zanîbû. Kovarên Ronahî û Hawar bi sernivîskariya wî derdiketin.
Nifşê sêyem yê Malbata Bedirxaniyan di serê sedsala 20an de bi Celadet, Kamîran û Rewşen Bedirxan dest pê dike û xeleka vê malbata esîl û serhildêr bi van navan bi dawî dibe.
Bê guman di xeleka dawîn ya Bedirxaniyan de Celadet Bedirxan cihê heri giring digre. Mîr Celadet Bedirxan di 26ê Nîsana 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Bavê wî siyasetmedar û rewşenbîrê navdar Emîn Elî Bedirxan e. Elî, kurê Mîr Bedirxan e.
Dema Celadet ji dayik bûye, malbata wî li Stenbolê li sirgûnê bû. Dayika wî Senîha Xanim Çerkez e. Bavê wî Emîn Elî Mufetişê Dadgeha Stenbolê bû. Her wiha, wî di wan salan de di nav tevgera kurdan de jî cihekî giring digirt.
Ji ber ku Osmaniyan qedexe kiribû malbata Bedirxanîyan biçin Kurdistanê, Emîn Elî ji bo ku zarokên xwe bi çand û zimanê kurdî perwerde bike ji Kurdistanê çîrokbêj, dengbêj, mamostayên ziman û hwd wek qerwaşan tanîn.
Celadet tevî xwkşk û birayên xwe yên din li ber destê wan mezin bû. Her wiha Bedirxanî li Stenbolê bi malbatên ku ji welêt hatine mişextkirin ên wekî Şemzînî, Babanî û Cemilpaşayan re her tim têkildar bûn.
Osmaniyan ji malbata Bedirxanîyan guman dikir. Belê karên fermî didan wan lê her tim cihê wan diguhertin. Celadet zarokîtiya xwe tevî bavê xwe di wan salên sirgûnan de derbas kiriye û li bajarên wekî Stenbolê, Isparta, Edirne, Konyayê, Aqqa, Nahlûs û Selanikê geriyaye.
Di 18saliya xwe de Celadet li Stenbolê dest bi dibistana bi navê Medresaya Herbiyê dike. Di salên Şerê Cihanê yê yekemîn de ew weke mamosteyê gihandina serbazan xebitîye û bi ser de jî li enîya Qefqasyayê li dijî artêşa Rûsan şer kiriye.
Piştî ku di encama şer de Imparatoriya Osmani têk diçe û di nav welatparêzên kurd de pêvajoya rêxistinê dest pê dike, Celadet li Stenbolê dikeve nava karên siyasî û dibe yek ji sazkarên Komela Vêkxistina Civaka Kurd. Ew li pey derfeta damezirandina dewletekî Kurdî ango Kurdistanê bûn.
Piştî wî şerî dewletên serkevtî ên weke Fransa û Brîtanyayê li Kurdistanê ketin nava hin hewldanan, Mîr Celadet di sala 1919an de tevî birayê xwe Kamîran û Ekrem Cemîl Paşa û Faîq Tewfîqî diçe Kurdistanê. Li cem wan, serbazê siyasî yê Îngilîz Major Noel jî hebûya. Armanca wan amadekariyên Peymana Sêvrê bû.
Ku Kemalîst ji gera Celadet û hevalên wî agahdar dibin, suwaran dişînin pey wan û wan xweşmêran mecbûr dikin ku paşde vegerin. Mîr Celadet di wê çûyîna xwe de heta Meletîyê, domekê li Kurdistanê digere û di derbarê rewşa welêt de gelekî serwext dibe.
Di encamê de, li Sêvrê, di bin çavdêriya berdevkê kurdan Şerîf Paşa de hin mafên neteweyî têne nîşankirin.
Celadet di wê gera xwe ya Kurdistanê de ji nav eşîrên kurdan gelek biwêjan, metelokan, çîrok û bêjeyan jî berhev dike.
Di sala l922yan de dema Kemalîst têne ser hikim û Stenbolê bidest dixin, fermana bidarvekirina gelek serok û rêberên kurdan derdixin û di nav wan de Bedirxanî jî hebûn.
Li ser vê yekê, Celadet tevî birayên xwe Kamîran, Sefder Tewfîq û birazayê xwe Heqî di sala 1923an de berê xwe didin Almanyayê û li wir dest bi xwendina zaningehê dikin.
Di sala 1925an de dema li bakûrê welêt serîldana Şêx Seîdê Pîran dest pê dike, Mîr Celadet ji bo tevlîbûna serhîldanê bi dizî tê Kurdistanê. Lê heta ku ew digihê welêt, serhildan tê şikestin. Ew careke din bi alîkariya eşîrên koçeran ji Kurdistanê derket û dizîvire Almanyayê.
Di wê navberê de, birayê wî yê biçûk Sefder li Almanyayê ji ber nexweşiyê jîyana xwe ji dest dide. Birayê wî yê din Tewfiq jî vedigere Tirkiyê û li wir bi zora Kemalistan paşnavê xwe dike Çinar û dikeve xizmeta Tirkan. Vasif Çinar birazayê Mîr Bedirxan jî di wê demê de ji alîyê Mistefa Kemal ve wekî wezirê perwerdeyê hatibû wezîfedarkirin. Vasif Çinar ji malbata Bedirxanîyan hatiye derxistin.
Kamîran piştî hatina Celadet li Almanyayê dimîne û doktoreya xwe ya mafnasîyê bidawî dike.
Mîr Celadet piştî kutakirina zankoya huqûqê ji bo ku doktoreya xwe temam bike tê paytexta Misirê Qahîreyê. Li Misrê. Bavê wî Emin Elî li ser doşeka mirinê bûye. Piştî mirina bavê xwe diçe Beyrûdê û li wir bicîh dibe.
Di wan rojan de li Sûrîye û Beyrûdê gelek zana û rewşenbîrên kurd li hev civiyabûn. Kemalîstan pistî serhildana Şêx Seîd cardin berê xwe dabûne rewşenbîrên kurdan. Yên ku ji ber şûrê wan filitî bûn, berê xwe dabûne binxetê ango rojavayê Kurdistanê.
Celadet piştî ku tê Beyrûdê, li wir dikeve nav tevgera welatparêzên kurd. Di wê navberê de hewldanên damezirandina rêxistineke neteweyî jî dest pê kiribû.
Piştî tevlîbûna Celadet, di 5ê Îlona 1927an de li Lubnanê li bajarê Bêhemdûnê kongreya damezrandina Xoybûnê pêk tîne. Di nav damezrînerên Xoybûnê de ji bilî Celadet, rewşenbîrên weke Dr. Nûrî Dêrsimî, Qedrî Can, Dr. Nûredîn Zaza, Memdûh Selîm Wanlî, Hemze Begê Muksî, Ekrem û Qedrî Cemîl Paşa û serekên herêmî ên wekî Haco Axa, Emînê Perîxanê, Mistefa Şahîn Begê Berazî, Bedredînê Hebizbinî û gelek navdarên kurd ên din jî hebûn.
Yek ji biryarên Xoybûnê ew bû ku ew ji bo piştgiriya serhildana Agirîyê li herêmên sînorê binxetê têkevin nava hewldanên leşkerî.
Bi vê armancê. Mîr Celadet tevî Haco Axa û Resûl Axayê Miheme li herêma Torê tevî siwarên kurd êrîşê dibin ser qereqolên tirkan.
Lê ji ber ku ew negehiştin armancên xwe, Celadet berê xwe dide Çiyayê Agirîyê û tevlî şoreşa Serhedê dibe. Di encamê de ew serhildan jî têk diçe û Celadet tevî Ihsan Nûrî Paşa mecbûr dimînin ku biçin Îranê.
Li Tehranê Şahê Îranê Mehmed Reza Pehlevî dixwaze bi hin bertîlan wî ji tevgera kurdan dûr bixe û bi vê mexsedê li devereke cîhanê şehbenderîya Îranê pêşniyarî wî dike. Ji ber ku Celadet ew daxwaza Şah qebûl nekir, ew peyderpê ji Iranê hat derxistin. Piştî çûyîna ji Îranê, Celadet demekê li Başûrê Kurdistanê û li Bexdayê dimîne. Lê Inglîzan nedixwest ew li Îraqê bimîne û heta ji wan dihat rê li wî teng dikirin. Ew careka din bi neçarî dizîvire Sûrîyeyê û li rojavayê Kurdistanê xebatên xwe dimeşîne.
Li wir tevî endamên malbata Cemil paşa, Hemzeyê Miksî û Haco Axa, bi navê Civata Alikariya Kurdên Belengaz komeleyek damezirand. Armanca wan ew bû alikariya kurdên ku ji bakûr revîya bûn, bikin. Sûrî wê demê di bin dagirkeriya Fransayê de bû û têkiliyên Fransîyan û Kemalîstan baş bûn. Ji ber zextên Tirkan, Fransiyan jî nedixwestin Celadet li Kurdistanê bimîne. Di Tebaxa 1930î de tevî rewşenbîr û serhilderên kurd ên din bi zorê li Şamê têne bicîkirin.
Xebatên siyasî ên bêencam, û dorpêçana dewletên serdest berê Celadet dabûne rêyeke din. Rewşa herêmê jî dest nedida ku êdî kurd ji bo hevkariya dewleteke alîgir bibînin an jî serhildaneke neteweyî birê bixin. Hin sedemên din jî, Celadet ber bi rewşeke nû ve biribûn; sebebek ji wan jî, rewşa kurdan a navxweyî bû. Di nav kurdan de xwendin û nivisandin û karê rewşenbirî gelekî kêm bû. Werhasil ew gehiştibû wê qenaetê ku ji bo şiyarkirina kurdan divê karê rewşenbîrî bike, û biryara xwe li ser vê armancê dide.
Di rojên sirgûniya Şamê de Celadet dest bi karê zimanzanî û afirandina alfabeyeke kurdî dike. Weke ku li jor jî hatiye ravekirin, Mîr Celadet ji bilî kurdî bi zimanê Tirki, Erebî, Farisî, Fransî, Rûsî, Yewnanî, Almanî û Ingîlîzî dizanibû. Li gor fikra Celadet, ew li encama muqayeseya gelek ziman û alfabeyan gehişte hindê ku alfabeya Latînî dikare pêşî li nivîsîna kurdî veke. Jixwe ew ji sala 1919an ve xwedîyê vê baweriyê bû û li Almanyayê jî li ser etîmolojiyê xebitî bû.
Helbet ji bo pêkanîna raman û îdealên xwe kovarek jê re lazim bû. Di sala 1931ê de ji dewleta Fransî destûrê digire ku li Sûrîyê kovarekê derbixe.
Piştî amadekariyan, di 15ê Gulana 1932yan de hijmara yekê a Hawarê digihîne ber destê xwendevanan. Û di heman salê de pirtûka xwe ya rêzimanîyê a bi navê Rêzimana Elfebê ya Kurdî çap dike.
Celadet Bedirxan li Şamê di rewşeke nebaş de dijiya. Kemalistan li Tirkiyeyê dest danîbûn ser hemî warîdata malbata wan. Nevîyê Mîrê Botan Mîr Celadet ji ber sedemên aborîyê mecbûr dimîne ku dersdêriya zimanê Frensî û parêzerîyê bike.
Xwedîyê Birca Belek, li kolana Salihiye di odeyekê de jîyana xwe berdewam dikir. Ew ode navenda Hawarê, mêvanxane û cihê razana wî jî bû. Çavên wî li bendê bûn ku careka din firsendekê bibîne ku bikarbe biçe Kurdistanê. Lê piştî ku serhildana Mala Eliyê Yûnis jî hat tefandin, êdî wî fam kir ku di pêşerojeke nêz de ew derfet çênabe. Ji bo vê yekê ew biryara zewacê digire û di sala 1935an de li Şamê bi dotmama xwe Rewşen Xanimê re dizewice. Rewşen Xanim wê demê mamostetî dikir.
Bi zewaca wan bi navên Cemşîd û Sînemxan du zarokên wan çêbûn. Her wiha kurekî wan bi navê Safder jî hîn di yeksaliya xwe de miribû. Keçeke Rewşenxanê a ji mêrê wê yê ewil bi navê Useyma hebû, ew jî li ba wan dima. Ji zarokên Celadet, Cemşîd li Almanyayê dextorî xwend û di sala 1999an de koça dawî kir. Ji Cemşîd kurek û keçek bi navên Kurdo û Evînê hene. Ew niha li Almanyayê dijîn.
Her wiha keça wan Sînemxan niha li başûrê Kurdistanê, li Hewlêrê dijî. Wê li ser dîroka Kurdistanê çend pirtûk nivîsîne.
Useyma jî niha tevî malbata xwe li Misrê, li Qahireyê ye.
Bi destpêka Şerê Cîhanê de zextên siyasî ên li ser rewşenbîrên kurd li Sûrîyeyê careka din dest pê dikin. Dewleta Frensî di nav salên 1943yan û 46an de zorrûniştina li Şamê li ser Celadet ferz dike. Qedexe bû ku ew ji Şamê derbikeve. Zorrûniştina li Şamê ji alîyê rejîma Sûrîyeyê ve jî heta 1948an didome. Piştî destpêka Şerê Cîhanê ya Duyemîn Celadet dest bi karên rojnamevanîyê dike û di sala 1942yan de li Şamê Kovara Ronahîyê diweşîne.
Pênc hijmarên Ronahîyê ên pêşîn li ser nûçeyên Şerê cîhanê bûn. Di demên paşîn de jî êdi Ronahî kovareke xwerû bi kurdî bû û bi nivîsên li ser ziman, wêje û çanda kurdî dihate xemilandin. Piştî ku di sala 1943yan de Hawar tê sekinandin jî, Mîr Celadet giranîyê dide ser Ronahiyê.
Di heman demê de birayê wî Kamîran jî li Lubnanê kovareke Kurdî-Frensî bi navê Roja Nû derdixist. Weşana Kovara Ronahîyê jî heta sala 1945an berdewam dikir.
Mîr Celadet di jiyana xwe ya rewşenbîrî de ji bilî xebatên li ser derxistina kovaran hin pirtûk jî nivîsîne. Her wiha ji bilî kovarên ku wî derdixistin, di gelek kovarên kurdî û yên zimanên din de jî gotar nivîsandine. Ji ber tengasiyên aborî, Mîr Celadet di sala 1950hî de li gundê Hecanê, ku nêzî Şamê ye, dest bi karê cotyariyê ango çandiniyê dike. Ji bo debara malbata xwe, ew mecbûr mabû karekî wiha bike.
Bi rastî gelek hevalên wî yên dewlemend hebûn û hemîyan jî dixwest ku alîkariya wî bikin, lê belê wî alîkarî qebûl nedikir. Li Gundê Hecanê ji bo avdana zevîyên pembû bîrekê dikole. Di nameyên ku ji malbata xwe re dinivisîn navê wê bîrê danîbû Bîra Qederê (pirtûka Mehmed Uzun a bi navê Bîra Qederê, navê xwe ji wê bîrê wergirtî ye).
Mîr Celadet di 15ê Tîrmeha 1951ê de li gundê Hêcanê nêzîkî Şamê çû ser dilovaniya Xwedê û cenazeyê wî li kêleka bapîrê wî, Mîr Bedirxan, li Goristana Şêx Mewlana Xalidê Nexşebendî li Taxa Kurdan li Şamê hat veşartin.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは40表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xelat.org/ 20-04-2024
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 3
グループ: 記事
Publication date: 16-04-2024 (0 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: 履歴
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 20-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 21-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 21-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは40表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.1148 KB 20-04-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,199
画像 106,461
書籍 19,249
関連ファイル 96,905
Video 1,378
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.375 秒(秒) !