图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,156
图片 106,496
书籍 19,250
相关文件 96,954
Video 1,384
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Ew helbestvanê Kurd ku form û naveroka helbesta Farsî guherî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ew helbestvanê Kurd ku form û naveroka helbesta Farsî guherî

Ew helbestvanê Kurd ku form û naveroka helbesta Farsî guherî
Ew helbestvanê Kurd ku form û naveroka helbesta Farsî guherî
Pêşewa Kurdistanî

Ebûl Qasmê Îlhamî (Lahûtî) kesayetiyek helbestvan, siyasetmedar û rojnamevanê serdema Meşrûte bû, û ew li sala 1887ê li #Kirmaşan# ê ji dayik bûye û guherinkarî bi ser helbestên Farsî de aniye. Lahûtiyê Kirmaşanî helbestvanekî Kurd e ku karî bi guherandina kêşa helbesta Farsî ji “erûzî” ve bo kêşa paragrafî, bibe yek ji pêşengên tevgera nûxwazî di wêjeya Farsî de. Ew helbestvane tevî guherîna forma helbestî ji kilasîk ve bo nûjen, yek ji kesên pêşîn bû ku mijarên civakî û siyasî xiste nav helbesta hevdem a Farsî.
Nîma Yûşîc
Yek ji pîvanên helbesta nû jî, guhertina kêş û forma helbesta erûzî bû. Her çiqas “Nîma Yûşîc” wek bavê helbesta nû ya Farsî tê naskirin û navûbang bûye, lê li gorî belgeyan, deh sal beriya wî, Lahûtî Kirmaşanî dest avêtiye bi guherinkarî û nûjenkirina helbestên Farsî. Helbet eger Lahûtî ev rêşikêniye nekiriba, kesên wek Nîma jî nedikarîn rêya nûxwaziyê derbas bikin. Lewma pêngavên Lahûtî li cem lêkolîner û rexnegirên helbesta nû ya Farsî girîng bûye û behsa bandorên wî hatiye kirin. Gelek lêkolînerên helbesta hevdem ya Farsî di pirtûkên xwe de îşare bi rol û pêgeha Lahûtî di tevgera helbesta nû ya Farsî de kirine, ku beşek pêk hatine ji: “Exewanê Salis di pirtûka (Bedetha û Bidayi`ê Nîma) (Exewan, 1357: 123, 124 û 166), Spanlo li pirtûka (Çihar Şairên Azadî) (Sipanlo, 1360: 446), Hemîdiyan li pirtûka (Dastanê Digerdîsî, Rewendê Digergûnîhayê Şêirê Nîma Yûşîc) (Hemîdiyam, 1383: 590) Mihemed Hiqûqî li pirtûka (Mirûrî Ber Tarîx û Edebiyatê Îmrozê Îran) (Hiqûqî, 1383: 385), Şemis Lengrûdî (Tarîxê Tehlîliyê Şiêrê Nû) (Şems Lengrûdî, 1387: 40), Şefî`î Kedkenî (Edwarê Şêirê Farsî) (Şefî`î Kedkenî, 1380: 53), Xulamhusên Yûsifî li pirtûka (Çêşmêhayê Roşen) (Yûsifî, 1380: 400 71).
Kêşa helbestên Lahûtî
Kêşa helbestê rolek girîng heye di bandorxistina ser berdeng de. Nîma di vê derbarê de dibêje: “Kêş ku şikla helbestê pêk tîne û kêmasiyan tê de nahêle û temam dike. Helbesta bê kêş mîna mirovê rût û bê cil e û cil û berg bêtir bedewiyê dide mirov. Ku wisa ye ez kêşê ji bo her cure helbestê pêwîst dizanim” (Nîma Bi Neqil Ez Exewanê Salis, 1357: 97). Destêwerdana kêşê ku ciwanîbexşa wê hunerê ye, hêsan nebûye û beriya helbestvanekî nûxwaz a wek Lahûtî, kêm kesî vêraye dest biavêje wê. Lahûtî ew netirsiye kiriye û ji ber hevnasiya wî bi kêşa xwemalî û Kurdî re ku bi salan pê re jiyabû, destêwerdan di kêşên adetî yên hezar sale yên helbesta Farsî de kiriye û cilda nû li ber helbesta Farsî dexistiye û herwisa helbestvanên dinê jî pêşwaziya wî kirine û rêbaza wî şopandine.
Lahûtî di helbestên xwe de ji kêşa erûzî dûr ketiye û di dîwana xwe ya pêncî parçe helbestî de, bîst û heşt ji wan bi kêşa paragrafî nivîsiye. Wî, xwe ji arîşeyên “qafiye”yê rizgar kir û kêşa erûzî di helbesta Farsî de ji hev hilweşand û dengek nû bi dengên serdema Meşrûte zêde kir (Şefî`î Kedkenî, 1380: 34-45). Kêşa paragrafî heman kêş e ku ew helbestvane di helbestên xwe de bi kar aniye û sedema serkeftina wî di vî warî de jî hevnasbûnek kûr a helbestvanî ye bi wan cure kêşane re. Lahûtî li Kirmaşanê ji dayik bûye û heyamek zêde ji ber xebata xwe ya siyasî qaçax bûye û di nav zozanên xizmên xwe yên eşîre û tayfeyên Sencawî û Qelxanî de jiyan kiriye. “Kelamî Serincam” jî ku li ser kêşa paragrafî hatiye nivîsandin, pirtûka herî pîroz a wan eşîrane ye ku ola Yarsanî hene û Lahûtî di nav wan de bûye. Ew jidayîkbûyê wê eşîreya Kurd e û di zarokatiya xwe de guhên wî bi kêşa vehûnerên wan pirtûkan re vebûne. Kevntirîn beşên “Serincam” di sedsalên çarem û pêncan ên Koçî de hatine nivîsandin û rîşe û derbasbûyiyek dûr û dirêj di nav Kurdan de heye.
Ji xeynî pirtûka “Serincam”, şahnameya Kurdî, helbestên hore, siyaçemane û beytên herêma Mukriyan û herwisa helbestên heyran ên deşta Hewlêrê û lavikên herêmên Kurmancan kêşa xwemalî ya Kurdî hene ku di wan de zêdetir ji kêşên deh, heşt, heft û şeş paragrafî hatine sûdwergirtin. Bê guman Lahûtî bi wan kêşane re hevnas bûye, lewma di piraniya helbestên xwe de kêşa deh, heşt û hef paragrafî bi kar aniye, ku ew jî heman kêşên adetî ne ku di helbestên Kurdî ên paragrafî de zêdetirîn sûd ji wan hatiye wergirtin. Lahûtî ji bilî zimanê Farsî, helbestên paragrafî yên Kurdî jî gotiye, ku rêzdar “Mihemed Elî Sultanî” yek ji wan helbestan di rûpela 68 ya pirtûka “Hedîqeyê Sultanî” de aniye û ew jî mamoste “Enwer Sultanî” di rûpela 260 a pirtûka “Lahûtî yê Şoreşgêrê Kurd” de çap kiriye.
Bandora di naveroka helbestên nû yên Farsî de
Li vir pêwîst e em behsa naveroka helbestên wî jî bikin. Lahûtî di temenê şanzdeh salî de ji bo berdewamiya xwendina xwe ji Kirmaşanê ve diçe Tehranê û li wir bi hevnasiya ramana çepgir û modern a welatên rojavayî tevlî tevgera siyasî û rewşenbîrî ya wê dema Tehranê dibe. Ew wek ronakbîrekî “Marksîst” tevlî Meşrûtexwazan dibe û naveroka helbestên wî dikevine di bin bandora ramanên çepgir û wekhevîxwaz de û dakokîkirin ji mafên kedkar û cotyaran di helbestên wî de xuya dibin. (Sipanlo, 1376: 6). Lahûtî yekem helbestvanê kedkar û zehmetkêşên Îranê ye û di helbestên wî de zêdetir ji hemû helbestvanên dinê behsa mafên kedkar û zehmetkêşan hatiye kirin (Nusretî, 1379: 59). Sedredîn Eynî ku helbestvan û rojnamevanekî Tacîkistanî ye, di derbarê wî de dinivîse: “Lahûtî hêjayê wê yekê ye ku dîrok nasnavê “Edîbê Sor” pê re bibexşe, çimkî ew yekem kes e ku helbesta şoreşgerî ya rasteqîne bi zimanê Farsî nivîsandiye û helbestên wî ciwantirîn destpêk in bo wêjeya pîşeyî û qatî û zehmetkêş di zimanê Farsî de. (Eynî 1926 : 586).
Lahûtî piştî wê ku ji ber dijberiya desthilatdarên Tehranê, cezayê îdamê lê tê birîn, direve Tacîkistanê, ku wê serdemê yek ji Komarên Yekîtiya Sovyetê bûye, û li wir berdewamiya nivîsandina helbest û rojnamegeriyê dike. Helbesta nû ya li Tacîkistanê ku welatekî Fars e, di sala 1907an de bi berhemên Sedredîn Eynî dest pê kir, lê Lahûtî pêka ezmûn û şarezayî li prensîb û pêkhateyên helbesta nû ya Îran û Rûsiyê, wê yekê berfireh dike û ev cure helbeste di nav helbestvanên eniya yekem a Tacîkistanê de kir bi adetî û berfirehtir kir.
Her wekî hate gotin, Lahûtî helbestvanek e ku bi sedema afirînerên xwe di kêşa helbestê de, yek ji alahilgirên guherînkariya form û naverokê di helbesta Farsî de ye. Herwisa yekem helbestvanê qata çewsayî û zehmetkêşan bûye û yekemîn helbestvan e ku helbestên şoreşgêrî yên radîkalî nivîsiye. Li nivîsîna helbesta realîzma sosyalîstî di zimanê Farsî de wek yekem kes navê wî hatiye anîn, û ew wek kesayetiyek edîb û rojnamevan û şoreşgêrekî Kurd di van waran de bandor li ser helbesta Farsî hebûye.[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览34
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 19-04-2024
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 26-02-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 语言
书:
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):20-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览34
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.129 KB 19-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,156
图片 106,496
书籍 19,250
相关文件 96,954
Video 1,384
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!