图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,918
图片 106,390
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Di nava salên bêwestan berhemdariya Emîne Emer - Beşa 2yem
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di nava salên bêwestan berhemdariya Emîne Emer

Di nava salên bêwestan berhemdariya Emîne Emer
Di nava salên bêwestan berhemdariya Emîne Emer - Beşa 2yem
#Aras Hiso#

Lêkolîn, nirxandin û xwendinên di derbarê hinek pirtûkên Kurdî de:
Vekolînek di naveroka pirtûka mamosta Cemal Nebez de, 2013, (wişenamekî êtîmoljiyay zimanî Kurdî), Elmanya.
Ev pirtûk ne diyar e ka bê ji aliyê kîjan weşanxaneyê ve hatiye çapkirin û weşandin, lê ji xwe di ji serenava wê ve diyar e ku nirxandineke zanistî li ser nivîskarê navdar hatiye kirin, ku ev berhem jî berê me dide din, warê rêziman, etîmolojî û zimanê Kurdî.
Xwendinek li bin ronahiya çarçirayên Mijabadê, weşanên sersera, Romana Jan Dost.
“Mijabad” romana yekemîn ya romanivîsê Kurd Jan Dost e ku di sala 2004an de li Amedê hatiye çapkirin û weşandin. Ji 234 rûpelan pêk tê. Ev roman wekî romaneke dîrokî ya li dorhêla komara Mihabadê qewimiye tê qalkirin. Jan Dost, ev berhem ne tenê wekî berhemeke wêjeyî pêşkêş kiriye, çiku ji me re bi dateyî qala bûyerên wan serdeman dike. Gelek qonax û bûyerên ku muhra xwe li dîroka Mihabadê û Kurdistanê xistiye, dike. Jan Dost, dram û trajedîya serhildan, têkçûn, qirkirin û wêrankirinên bi serê gelê Kurd de hatiye, tevlî berxwedan û qahremanîya keç û kurê Kurd di romana xwe de pêşkêşî xwendevan dike. Di vê romanê de, ne tenê rewşa gelê Kurd, lê dram û trajedîya gelên Ermen û Suryan/Aşûr jî bi vegotinek rastgo dide ber çacên xwendevanan.
Nirxandina li ser vê romanê ji aliyê gelek lêkolîner û xwîneran hatiye kirin ku yek ji wan jî Emîne Emer e. Nirxandina li ser vê romanê ku ji 104 rûpelî pêk tê, di bi sernava “Xwendinek li bin ronahiya çarçirayên mijabadê” bi awayekî giştî ji xwînerên xwe re qala çarçove û naveroka romanê dike.
Ji semaya baweriyê, 2020, Xwendinek li helbesta peyalên Hawmayê ya Ferhad Sîrîn, Ji weşanên Sersera, çapa yekê
Navê pirtûka helbestên Ferhad Şîrîn ”Peyalên Hawmayê: Ta Dawîyê; Dawîya Semayê” ye. Pirtûk li bajarê Kobaniyê ji nav weşanên ”Ava”yê derketiye. Pirtûk 104 rûpel e. Bergê pirtûkê jî ji aliyê hunermend Zuhêr Hesîb nîgarkirin. Ji bo navê pirtûka Ferhad Şîrîn jî Emîne Emer tîne ziman ku: ”Ji pirtûka Avestayê ev navê ha ”Peyalên Hawmayê” li pirtûka xwe kiriye.
Emîne Emer hevok, malîk ji helbesta dirêj werdigre û şîroveya wê dike. Ew di şîroveya xwe de tîne zimên ku helbestvan bi van gotinên xwe ên helbestkî xwestiye çi bibêje ango wateya naverokê diyar dike. Emî Emer dibêje: ”Bêguman divê em ji bîr jî nekin ku, naveroka vê helbestê, naverokeke welatparêzî ye û gelek mijaran ji pirgala civaka Kurdî û rewşa bindestî dipelîne.”
Di warê Folklora zarokan de:
Çîroka Êsê û Bilodo û pêre jî çîroka Şengê Pengê, 2003, Almanya, berlîn.
“Kêza kêzeran xwediya şimika xêzeran” ji bo zarokan, Almanya, berlîn, ji weşanên Sersera.
Ev her du berhem ji paşxaneya wêjeya gelêrî ya zarokan hatine wergirtin. Bi form û stîleke li girî ruhiyeta zarokan hatiye hûnandin, zarok bi wêne û karakîterên rengorengo nêzî dilê zarokan e.
Berhemên li ser helbestê û çîrokê de:
Bejna xemên min, 2013.
Bazê hêviyên min, 2020, Ji weşanên Sersera.
Di nava vê kome-helbestan de bi qasî 70 helbestan di nava xwe de digire. Di naveroka van helbestan bêhtir qala reng, êş û jana gelê xwe dike. Hinek helbest di warê civakî de û hinekan yên kesayetî û xembariyê di nava xwe de hildigire.
Pirgala bênifûsî, 2020, ji 7 kurteçêrokan pêk hatiye
Nimûneyek ji helbesta wê:
Malikek ji dîwana helbestê ya Bazê Hêviyên min
Rojehilmek ji bihara şûreşan bû
Sergovenda bi kulîlikên yasemînê xemilandî
nimûne bû.
Arê ji tifika laşê Bulezîzî ronî da bû
bihara azadiyê reng veda bû.
Serketina li bergehê Naverasta Azadiyê
Li Qahîra
Geşbînî û dilxweşî bû.
Xwendevanên dibistanê pê şadibûn
pirpirîkên vê xweşiyê ji nav canê wan difirîn.
Tîrêj diçûn ji çavê wan
Li ên rojê dialihan.
Tihnegerma vê bihara azadiyê ew dipêçan
perî, bazên wan çêdi bûn.
Firîşteyan ew li gel xwe bi asman ve
dûr dibirin.
Keça Kurd (Emîne Omer) li kêlek xebatên xwe yên li ser rêziman û zimanasiya Kurdî guh daye xebat û nivîsarên behremendî û afrîneriyê jî. Di warê helbest û kurteçîrokê de jî ji bîrdanka xwe berhemên newaze pêşkêş kiriye. Di warê rêzkirineeke kronolojîk yan van berheman bi awayekî rêk û pêk tunebûn, li gorî wêne û çavkaniyên li ber dest me karibû rêzkirinek û bi kurteyekê danasîna li van berheman çêbikin.
Çavkanî:
Ji gotara Luqman Polat ya li ser berhema Ji semaya baweriyê
Ji rûpela Keça Kurd (Emîne Omer)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览37
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 19-04-2024
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 06-02-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文学
书: 语言
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 19-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on20-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):20-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览37
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,918
图片 106,390
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!