پەرتوکخانە پەرتوکخانە
لێ گەڕیان

کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!


گەریانا دەست نیشانکری





لێ گەڕیانا هویر      کیبورد


لێ گەڕیان
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرن
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
ئامراز
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
زمان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هژمارا من
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
لێ گەڕیان ڤڕێکرن ئامراز زمان هژمارا من
لێ گەڕیانا هویر
پەرتوکخانە
ناونامە بو زاروکێن کورد
کرونولوژیا ڕویدانا
ژێدەر
پاش
کومکری
چالاکی
چەوا لێ بگەڕهم؟
بەلاڤوکێن کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
دارشتنا پولا
بابەت ب هەلکەفتێ
ڤڕێکرنا بابەتی
ڤرێکرنا وێنەی
ڕاپرسی
بوچوونێن هەوە
پەیوەندی
کوردیپیدیا پێدڤی ب چ زانیاریانە!
ستاندارد
رێسایێن بکار ئینانێ
کوالیتیا ڤی بابەتی
دەربارێ مە
ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
دەربارەی مە چ گوتیە؟
کوردیپیدیایێ بکە د مالپەرێ خودا
تومارکرن / ڤەمراندنا ئیمێلی
ئامارێن مێهڤانا
ئامارا بابەتا
وەرگێرێ فونتا
گهوڕینا دیرۆکان
کۆنترلکرنا ڕاست نڤیسینێ
زمان و شێوەزارێ لاپەرا
کیبورد
لینکێت پێدڤی
ئێکستێنشنا کوردیپێدیا بو گوگڵ کروم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونا ژوور
دێ بمە هەڤکارێ هەوە
پەیڤا نهێنە تە ژبیر کریە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارێ مە
 بابەت ب هەلکەفتێ
 رێسایێن بکار ئینانێ
 ئەرشیڤ ڤانێن کوردیپێدیا
 بوچوونێن هەوە
 کومکری
 کرونولوژیا ڕویدانا
 چالاکی - کوردیپێدیا
 هاریکاری
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 519,211
وێنە 106,556
پەرتوک PDF 19,262
فایلێن پەیوەندیدار 97,035
ڤیدیۆ 1,384
جهـ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
Adîle Xanim-II
ئارمانجا مە ئەڤەیە وەکە هەر نەتەوەیەکێ دن خوەدیێ داتابەیسەکا نەتەوییا خوە بین..
پول: کورتەباس | زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
هەڤپشکی کرن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
هەلسەنگاندنا بابەتی
نایاب
گەلەك باشە
ناڤنجی
خراب نینە
خراب
بو ناڤ لیستا کومکریا
ڕایا خو دەربارەی ڤی بابەی بنڤێسە!
گهوڕنکاریێن بابەتی!
Metadata
RSS
گووگلا وێنا بو بابەتێ هەلبژارتی!
گوگل دەربارەی بابەتێ هەلبژارتی!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Adîle Xanim-II

Adîle Xanim-II
=KTML_Bold= #Adîle Xanim# -II=KTML_End=
=KTML_Underline=Jîn Aryen=KTML_End=

Adîle Xanim, li malbateke mezin a Erdelanê gihîştibû. Wê, bandor û jixwebaweriya çanda malmeziniyê ya ku tê de jiyayî û hêza xwe ya li ser eşîrê kiribû yek. Ew li gel jîrîtî û xebatkariya xwe, bi rêveberiya xwe ya rêzkar û pêşbîn, li ber dilê hemû kesan xwedî qedr û qîmetekî bilind bû.
Çanda mêrtiya serdest û kevneşopiyên eşîrî li Helebceyê gelek xurt bû. Adîle Xanimê, li gel vê rastiya herêmê wek jin û pêşengekê, ew der 15 salan bi awayekî serkeftî bi rê ve biribû. Bêguman, vê yekê bala Osmaniyan û hêzên biyanî yên li herêmê jî kişandibû ser xwe. Ji van hêzên biyanî ên sereke ingilîz bûn.
Gertrude Bell, a ku li Rojhilata Navîn jineke siyasî ya herî girîng a ingilîzan e, ramanên xwe yên der barê Adîle Xanimê de wiha dianî zimên:
“Taybetmendî, ferq û cudahiya Helebceyê Adîle Xanim e. Welatê wê Zagros e ku di navbera Îran û Iraqê de hatiye dabeşkirin. Ew rêvebereke gelek baş e û dikare karên herî tevlîhev û aloz jî bi rê ve bibe. Hemû jinên kurd ên navdar ên xwedî nasname û kesayetî çawa tevdigerin ew jî wisa xwedî esalet û sergevez bû.’’
Dîplomateke Jin a Yekem
Dewleta Osmaniyan, nêzîkatiya ingilîzan a li dijî Adîle Xanimê û pêwendiyên di navbera wan de ku bi demê re pêş diket, ji bo xwe wek xetereyekê dîdît. Her wiha Adîle Xanimê her roja ku diçû di nava eşîran de jî hêz û bandora xwe zêdetir dikir. Ev yek dibû sedema dijberiya Osmaniyan. Lewra dewleta Osmaniyan her tim dixwest serokên eşîrên kurdan di bin qontrola xwe de bigirin, bi riya wan jî kurdan li gor daxwaz û berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lê Adîle Xanim li dijî vê yekê bû. Wê dixwest xweseriya heremê biparêze û tu carî nebin bindest. Her wiha xebat û hewldanên wê yên merheleyeke din jî ji bo azadbûna herêmê bû. Hem di têkiliyên xwe yên bi ingilîzan re, hem jî bi têkiliyên xwe yên bihêz ên bi êşîran re li gorî vê hişmendiyê tevdigeriya.
Adîle Xanim, jineke wêrek û xwedîferaset bû ku tevî nasnameya xwe ya misilmantiyê xwedî fikrên nûjen û azad bû. Bi cil û bergên xwe, bi fikr û raman, dan û stendinên xwe, kar û hewldanên xwe her tim parastina vê dikir. Ji ber vê jî her tim hewl daye ku bi hêza xwe û hêza gelê xwe xweseriyekê ava bike, heta ku derfet çêbin serxwebûna xwe saz bikin. Jixwe, ji bo vê jî, ji her milî ve têkoşîn daye, gelek kar û xebatên şênber meşandine, rêveberî û saziyên li gor wê ava kirine…
Em dikarin bibêjin ku li Şarezor û Helebceyê ku di bin kontrola wê de bû; bi vekirina dibistanan, çêkirina bazar û avahiyên nû û sazîbûna dadgeriyê xweseriyeke fiîlî hatibû avakirin. Di vê serdemê de bajarê Helebceyê êdî li herêmê jî zêdetir dihat nasîn û pêşketineke berbiçav hebû. Ev der ji ber ku di navbera sînorên Îran û Iraqê de bû bazirganiya sînorê jî pêş ketibû û jiyîna bajêr a aborî jîndar dikir. Adîle Xanim ji bo ku xweseriya wan di qada navneteweyî de bê naskirin û bê mîsogerkirin, aliyekî de jî bi ingilîzan re pêwendiyên dîplomatîk dida meşandin. Lewra, ingilîz li heremê hêzeke sereke ya navneteweyî bûn û xwedî serweriyeke girîng bûn.
Li ser vê bingehê, Adîle Xanimê, di şerê cîhanê yê yekem de li gel ingilîzan pêwendiyên xurt ên sîyasî û dîplomatîk bi pêş xistine. Her wiha bi van têkilîdayinên xwe, di dîroka herêmê de bûye dîplomateke jin a yekem.
Di encama vê de, navê Adîle Xanimê weke yekem jina kurd a dîplomat di rûpelên dîrokê de hatiye nivîsandin. Ev pêngava ku hatibû avêtin, ji bo pêşeroja herêmê girîng bû û êdî li herêmê pêşengiya wê jî dihat pejirandin.
‘Keybanûya Bêtac a Şarezorê’
Ji ber van serkeftinên xwe, Adîle Xanim, ji aliyê Berpirsê Rêveberiya Hêzên Seferê û Siyasî yê îngîlîzan Cecîle J. Edmonds ve wek ‘Keybanûya bêtac a herêma Şarezorê’ hatiye pênasekirin.
Der barê Adîle Xanimê de gelek nûnerên siyasî û nivîskarên ku li herêmê xebat meşandine, çavdêriyên xwe nivisandine û geşedanên sîyasî ya wê demê jî parve kirine.
Yek ji wan nûnerên siyasî yê îngîlîzan jî Serdar Ely Bannister Soane e. Serdar Soane, bi riya pirtûka xwe ya bi navê ‘Bi Cil û Bergên Guhertî Ber Bi Mezopotamya û Kurdistanê ve’ bi awayekî balkêş, balê dikişîne ser Adîle Xanimê û çavdêriyên xwe yên der barê wê de wiha vedibêje:
“Li gel şiyan û hêza xwe ya serweriyê, di civaka îslamî de jineke yekane mînak bû ku di jiyanê de destê wê çek digirt. Ji bo vê jî, ev jina kurd bi ser ketibû ku gundê xwe yê bi rê ve dibir veguherîne bajarokekê. Zeviya dêm a ku pişta xwe dabû girekî tenê, veguhernadibû bax û baxçeyan. Şixûl û xebatên wê yên avakirin û avahîsaziyê dişibiya zindîkirina dewleteke qedîm ya li herêmê. Ew li welatekî biçûk û dûredest a li ser axa Osmaniyan ku di nava paşdeçûyin û rizîbûnekê de bû, wek stêrkekê dibiriqî… ’’
Ev serfiraziya Adîle Xanimê ya li herêmê, bûbû sedem ku dewleta osmaniyan li dijî wê bibe xwedî helwest û li ber şixulên wê astengiyan derxîne. Her wiha dewleta osmaniyan heta xetên heremê yên ragihandinê jî qut dike û dide birîn.
Adîle Xanim, ligel vê yekê jî paş de gav neavêtiye û xebatên xwe yên li herêmê bê navber meşandiye. Di heman demê de li dijî Osmaniyan bi armanca ku berjewendiyên kurd û eşîrên ku li heremê dijîn biparêze, têkiliyên xwe yên dîplomatîk û sîyasî jî domandiye.
Têkoşîna Ji Bo Xweserî û Azadiyê
Adîle Xanim, piştî ku ev pêwendiyên xwe yên siyasî yên bi ingîlîzan re pêş xistibû ji aliyê rêvebirên ingîlîz ve bi nasnava ‘Xan Bahadur’ hatibû xelatkirin. Ev xelat di heman demê de nîşaneya wê ya jinxasî û cengaweriyê bû. Adîle Xanim bi van hewldanên xwe dixwest ku mafên herêma ku di bin rêveberiya wê de ye pêşdetir bibe û di qada navneteweyî de mîsoger bike. Ji bo vê jî, taybetî bi nûnerê ingilîzan ê herêmê Serdar Ely Bannister Soane re hevdîtin pêk dianîn.
Serdar Soane, li Iraqê rojnameyek dida çapkirin. Li gel xebatên bihêzkirina rêveberiyên xwecihî û nûjenkirina heremê, ji kurdan re soza xweseriyê jî dida. Adîle Xanimê, dixwest pêşengiya vê pêvajoyê bike.
Hewldanên Adîle Xanimê yên bi vî rengî kêm be jî encam dabûn û kurê wê, helbestkarê navdar ê kurd Ehmed Muxtar Caf ji bo herêmê wek parêzger hatibû erkdarkirin.
Pêwendiyên Adîle Xanimê ya bi ingilîzan re, li gel parêzgerbûna kurê wê, hê zêdetir bi pêş ketin û di encama vê de jî qada rayeya wê berfirehtir bû. Lê belê hevdîtin û peymanên bi ingilîzan re hatibû dayîn, di heman demê de Adîle Xanim û eşîra Cafê hê zêdetir bi ingilîzan ve girê dabûn. Ev yek bûbû sedem ku Adîle Xanim di çarçoveyeke teng de tevbigere û ev rewş, li ber destkeftî û serkeftinên mayînde bibe asteng.
Wisa jî pêk hat. Ingilîzan piştî ku serweriya xwe li herêmê bi dest xistin, dest ji dayîna xweseriyê ya ji bo kurdan berdan û tenê bi avakirina rêveberiyeke xwecihî ve sînordar man. Piştî vê jî xwe bi paş de kişandin û herêmên ku kurd lê dijîn bi rêveberiya navendî ya Iraqê ve hatin girêdan.
Bê guman, ev rewş nedihat wê wateyê ku dê hêz û bandora eşîra Caf û pêşenga wê Adîle Xanimê ji holê rabibe. Adîle Xanim û Eşîra Caf a ku xwedî hêzeke girîng a leşkerî û rêveberiyê bûn ev rewş nepejirandin. Di encamê de, di navbera her du aliyan de rageşî û rakêşiyeke demdirej pêş ket. Ev pirsgirêk heta dema me jî bi awayên cuda berdewam dike…
Pêşeng û Rêvebireke Têkoşer
Adîle Xanim, pêşeng û rêvebireke berxwedêr û têkoşer bû. Ji ber vê, heta ku karê rêveberiyê kirî, ne tenê bi karê eşîra xwe ve mijûl dibû, di heman demê de hem ji bo pêşketina herêmê, hem jî ji bo kurd bibin xwedî statuyekê gelek ked û hewl dabû. Serweriya wê ya li Helebceyê 15 salan domiyabû û wek jineke serwer bûbû tacekî serbilindiya jina kurd. Ew bi van hewldanên xwe, ne tenê li ber dilê civaka xwe û mirovên li herêmê, di heman demê de di qada navneteweyî de jî ku demeke dirêj karên siyasî û diplomasiye meşandibû dihat nasîn û xwedî qedr û qîmeteke hêja bû.
Adîle Xanim di sala 1924an de, di 65 saliya xwe de jiyana xwe ji dest dide. Lêbelê ji ber kesayetiya xwe ya pêşeng a têkoşer, û di heman demê de ji ber jîrîtî, hêz û hunera xwe ya rêvebirinê, niha jî yek ji wan kesan e ku li bajarê Şarezor û Helebceyê di nava gel de pir qedirbilnd e û bi rêzdarî tê bibîranîn. Wisa ye ku di çend cihan de peykerên wê jî hatine çêkirin û gora wê ya di goristana Ebû Ubeydeyê de ye hê jî tê ziyaretkirin.
Pêşengên civakî di serdemên xwe de gelek zor û zehmetiyên dijwar dijîn. Dibe ku gelek caran ji ber şert û mercên giran nikarin armanc û mirazên dilê xwe pêk bînin lê dîsa jî ji bo pêşerojê mirateyên giranbiha dihêlin. Ji ber vê ye ku ruhê demê nahêle ew bên ji bîr kirin û dîrok taca zêrîn dide serê wan hêjayan.
Adîle Xanim, di serdemeke herî dijwar de wek jineke kurd pêşengiyeke dîrokî dabû ser milê xwe û heta dawiya emrê xwe ew bar hilgirt. Ew dê bi rêveberî, pêşengî û têkoşeriya xwe ya jîr û jêhatî her dem riya jinên kurd û yên cîhanê ronî bike.
Çavkanî:
1- Li Kurdistanê Hêzeke Nû: Jinên Kurd – Rohat ALAKOM
2- Kuşatmayı Yaran Kürt Kadını – Mehmet BAYRAK
3- Kürt Kadını Kitabı/Cilt-1 – Kadri YILDIRIM
4- Devletsiz Ulusun Kadınları – Shahrzad MOJAB
5- Tarih Sahnesinde Kürt Kadınlarının Direnen Yüzü (JINHA) 26.12.2015
6- İndepent Türkçeye yazdığı makalesi, Paşalar Sanatçılar ve Aydınların Baba Ocağı Caf Aşireti – Faik BULUT (07. 02. 2021)[1]
ئەڤ بابەت ب زمانا (Kurmancî - Kurdîy Serû) هاتیە نڤیساندن، کلیک ل ئایکۆنا بکە ژ بو ڤەکرنا ڤی بابەتی ب ڤی زمانا کو پی هاتیە نڤیساندن!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەڤ بابەتە 15 جار هاتیە دیتن
هاشتاگ
ژێدەر
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun.org/ - 16-04-2024
بابەتێن پەیوەستکری: 6
رێکەوت و رووداو
کورتەباس
کەسایەتی
زمانێ بابەتی: Kurmancî - Kurdîy Serû
روژا تمام کرنێ: 00-00-2023 (1 سال)
جوڕێ دۆکومێنتێ: زمانی یەکەم
جوڕێ وەشانێ: دیجیتاڵ
زمان - شێوەزار: ک. باکوور ت. لاتین
وەڵات - هەرێم: کوردستان
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: ئەدەبی
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: وتار و دیمانە
کاتەگۆریا ناڤەڕۆکێ: ژنان
تایبەتمەندی یێن تەکنیکی
کوالیتیا ڤی بابەتی: 98%
98%
ئەڤ بابەتە ژ لایێ: ( ئەڤین تەیفوور ) ل: 16-04-2024 هاتیە تومارکرن
ئەڤ بابەتە ژ ئالێ: ( سارا کامەلا ) ل : 18-04-2024 پێداچوون ژبوو هاتییە کرن و ڕەها بوویە
ئەڤ بابەتە بو دویماهیک جار ژ لایێ: ( سارا کامەلا )ڤە: 18-04-2024 هاتیە ڕاست ڤەکرن
ناڤ و نیشانێن بابەتی
ئەڤ بابەتە ب ستانداردی کوردیپێدیا هێشتا نە دروستە و پێدڤی ب داڕشتنەکا بابەتی و زمانی هەیە!
ئەڤ بابەتە 15 جار هاتیە دیتن
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
خەیری ئادەم
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کەسایەتی
بلند محەمەد
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ

روژەڤ
جهـ
تل قەسەب
01-02-2024
ڤەژەن کشتۆ
تل قەسەب
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
21-02-2024
زریان سەرچناری
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
ئەڤریم ئالاتاش
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
ئەڤریم ئالاتاش
کەسایەتی
خالد بەگێ جبری
14-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
خالد بەگێ جبری
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ڕەمبوسی
بابەتێ نوی
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
01-05-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
کەسایەتی
دانا جەلال
30-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
پەڕتووکخانە
گۆگەمێلا، چەپا کەنیزەکێن پایتۆنان
25-04-2024
ڕاپەر عوسمان عوزێری
کەسایەتی
عەبدوڵڵا سمایل ئەحمەد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
کەسایەتی
فەیروز ئازاد
25-04-2024
کاروان م. ئاکرەیی
جهـ
ڕەمبوسی
24-04-2024
ڤەژەن کشتۆ
ئامار
بابەت 519,211
وێنە 106,556
پەرتوک PDF 19,262
فایلێن پەیوەندیدار 97,035
ڤیدیۆ 1,384
کوردیپیدیا بەرفرەهترین ژێدەرێ زانیاریێن کوردییە!
وێنە و پێناس
لالش ل ساڵا 1976
کەسایەتی
خەیری ئادەم
کەسایەتی
سەرهات ناریمان خەمۆ
پەڕتووکخانە
ژانێن خەریبییێ
کەسایەتی
عیسا هادی شکور فارس
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها سارتکە
پەڕتووکخانە
بێهۆدەییا جانی
کەسایەتی
سەبریا هەکاری
کەسایەتی
فایزا دربۆ حسێن
وێنە و پێناس
مستەفا بارزانی ل دەمێ پێشکێشکرنا گۆتارەکێ ل کۆیە، ساڵا 1963
پەڕتووکخانە
پیڤەرێن رێکخستنەڤەیا جاڤاکا هەرێما کوردستانێ
کورتەباس
مەردینی ب دلی یە نە ب مالێ یە
شوینوار و جهێن کەڤنار
شکەفتا گوندێ گوندکی ل ئاکرێ
وێنە و پێناس
نەورۆزا ساڵا 1972
وێنە و پێناس
زەلامێن کورد ل دەمێ یاریا تاولێ ل باژێڕۆکێ کۆیە، ساڵا 1963
کەسایەتی
عەیشان مجۆ بەرکات جۆمەر
کەسایەتی
بلند محەمەد
کەسایەتی
عەبدوڵا ساڵح ئاکرەیی
پەڕتووکخانە
رەوشنبیرییا کوردی د ناڤبەرا شیانێن تاکی و رێکخستنا جڤاکێ دا
پەڕتووکخانە
گەهنۆم ڤارێبوون ژ بهایان
کورتەباس
ئوسمان سەبری چیڤانوکا خێر و شەڕان د باهوو زێدا
کەسایەتی
عەیشان هەسن دەروێش حەمۆ
شوینوار و جهێن کەڤنار
کەلها کوردا
کورتەباس
نەڤسیا ژنبابی
شوینوار و جهێن کەڤنار
پرا دەلال
کەسایەتی
فادیا فێسەڵ ڕەڤۆ حسێن
وێنە و پێناس
کۆمەڵەکا دانعەمرێن ئێزدی ل لالش، ساڵا 1976
کورتەباس
گەنجینەکا زێڕین
کورتەباس
تۆسنێ رەشید دەنگکی هەلبەستڤانێ گەش ژ کوردێن سۆڤێتێ

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| دروستکرنا لاپەری 0.282 چرکە!