Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,724
Bilder 106,208
Bøker 19,175
Relaterte filer 96,618
Video 1,329
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Felsefeya perwerdê û felsefeya jiyanê di Pirtûka min a pîroz de
Gruppe: Artikler | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Felsefeya perwerdê û felsefeya jiyanê di Pirtûka min a pîroz de

Felsefeya perwerdê û felsefeya jiyanê di Pirtûka min a pîroz de
Felsefeya perwerdê û felsefeya jiyanê di Pirtûka min a pîroz de
Yunis Rezayî

Pirtûka min a pîroz nave berhema bîrmendê Kurd Rêbwar Sîweylî ye bi yekem dîtina nave pirtûkê xwendevan hizra gelek tiştan dike, gelo nivîskar weke pirtûkên pîroz pexşaneke bi hurgiliyan nivîsandiye û rêkar û Dibe û Nabe ya jiyanê di wî warî de şîrove kirine, yan pirtûkeke ku bi arasteya rexneyî berê xwe dide nerînên olî. An jî tiştên pîroz ên cîhana derdorê di mejiyê xwe de nirxandine û anîne ser kaxezê?
Lê çima Pirtûka min a pîroz Sîweylî li cem min li hemûyan taybettir e? ji ber ku mijara wî wisa ye ku derfeta hemû pêşbîniyekê ji xwendevan distîne. Bi kurtî Sîweylî di vê pirtûkê de xwendineke felsefî û perwerdeyî bo yekemîn pirtûka jiyana xwe û gelek ji xwendevanên Başûrê Kurdistanê kiriye ku ew jî pirtûka nû ya (ABC a nû ) ya mamosta Balder e.
Pirtûka min a pîroz nave berhema bîrmendê Kurd Rêbwar Sîweylî ye bi yekem dîtina nave pirtûkê xwendevan hizra gelek tiştan dike, gelo nivîskar weke pirtûkên pîroz pexşaneke bi hurgiliyan nivîsandiye û rêkar û Dibe û Nabe ya jiyanê di wî warî de şîrove kirine, yan pirtûkeke ku bi arasteya rexneyî berê xwe dide nerînên olî. An jî tiştên pîroz ên cîhana derdorê di mejiyê xwe de nirxandine û anîne ser kaxezê?
Lê dema ku dest bi xwendina pêşekiya nivîskar û piştre beş beş û wane waneyên pirtûkê dibînî, li gel pirsgirêkekî gelek cûda de tê hemberî hev.
Rêbwar Sîweylî herdem nivîskarek bûye ku wergirên xwe bi karên nû û çaverênekirî ecêbmayî kirine, ev xet jî berê di gelek nivîsan de nîşan daye, ji pirtûka Cîhana tiştên biçûk heta digihêje Pirtûka Nalî û Pirtûka Hacî Qadir Koyî û Tirs ji felsefeyê û pirtûka Şayîsteyan û gelek berhemên din.
Lê çima Pirtûka min a pîroz Sîweylî li cem min li hemûyan taybettir e? ji ber ku mijara wî wisa ye ku derfeta hemû pêşbîniyekê ji xwendevan destine. Bi kurtî Sîweylî di vê pirtûkê de xwendineke felsefî û perwerdeyî bo yekemîn pirtûka jiyana xwe û gelek ji xwendevanên Başûrê Kurdistanê kiriye ku ew jî pirtûka nû ya (ABC a nû ) ya mamosta Balder e.
Ev pirtûk di rastiyê de pirtûkeke fêrkariyê bûye bo xwendekarên pola yekê ya dibistanê li Başûrê Kurdistanê û çend nifşên cuda li pey hev ew pirtûk weke çavkanî bikaranîne û li hemû dibistanan de xwendine.
Li gorî ku mamosta Rêbwar Sîweylî hemû pirtûka mamosta Baldar wane bi wane çap kiriye û li ser wan axiviye, xwendekar dizane ku bi giştî çi di pirtûkê de heye.
Ev pirtûk 69 wane bû ku ji yên gelek sade wekû Dara destpê dike ku tenê gotineke û 3 caran hatiye gotin û heta dersa 69ê ku Sal bidawî bû ye û ew ders behsa dawîhatina dibistanê û sala xwendinê û malavayîkirin xwendekar û mamostayan dike û ji 7 hevokan pêk tê.
Lê divê em bizanin ka çima Rêbwar Sîweylî ew kar kiriye û çima pirtûkeke kevin a perwerdeyê aniye û hemû dersên wê şîrove kirine. Weke bixwe dibêje, mixabin ev pirtûka taybet ku ziman û dariştineke baş û hunerî heye ji nava pirtûkên dibistanê de li dibistanên Herêma Kurdistanê de hatiye derxistin û pirtûkê din ên ne temam li şûna wê hatine danîn. A yekem bi baweriya min xwestiye vê sîstema perwerdeyê rexne bike ku çavkaniyên dewlemend hişik dike û ziman û têgeha zarokên Kurd li ser çavkaniyên ne temam û ne resen perwerde dike.
Herwaha em dikarin bêjin ku Sîweylî hesteke nostaljiya li hember wê serdemê hebûye ku ew pirtûk xwendiye û niha careke din bi vê hestê vegeriyaye ser rabihuriya xwe ya perwerdeyê û bi vê ezmûna ku di herdu warên felsefe û perwerdeyê de heye careke din ev rabihuriya xwe xwendiye.
Ji aliyê din Sîweylî weke bîrmendekî fesefê temaşeyê pirtûka ABC a nû ya mamosta Emîn Baldar kiriye û bi vê nerînê careke din yek bi yek hemû dersên wê xwendine. Di wî warî de em dikarin li ser çend mijaran rawestin, tevî ku Sîweylî bo armancekê û li gor nirxandinên xwe tên fikrî ji dersa yekê ve xwendineke felsefî bo vê pirtûkê kiriye, lê hewl daye ku fikrên xwe yên felsefî li gel wan babetan biguncîne ku di pirtûkê de hene. Heta eger Emîn Balder dersên wê pirtûkê bi heman felsefeyê amade nekiribin.
Ev giringiya ku Sîweylî bi pirtûkê daye û tekeziyê li ser dike, wesa dike em bifikirin ku ev pirtûk her ji destpêkê ve bi heman felsefeyê hatiye nivîsandin. Nivîskar li ser 3 gotinên destpêkê û wêneyê dareke sêvan şîroveyeke cuda pêşkêş dike. Bi wî awayî ku dar di nava xwezayê de çî ye û çi wateyeke şandî û kulturî heye û çima ev gotin 3 caran hatiye.. tevî ku ew xwendin û şîroveya nivîskare li ser wan gotinan, riyeke bo mamostayên dibistanê ku li pişt gotin û dîmenan cîhaneke din bibînin. Bi vê yekê karê Sîweylî eger rexnegirtine li sîstema perwerdeyê ku nabe xwendekar ji wê pirtûka baş were bêparkirin, pê neyê perwerdekirin, hevdem peyameke rahênanê ye bo mamosta û rahêneran ku çawa bikarin cîhana pişt gotin û dîmenan bibînin û bikar baştir zarokan di qonaxên destpêkê de perwerde bikin.
Sîweylî di dersa duyem de ku tenê sê caran gotina Dara hatiye û dîmenê xortekî heye ku bafirokek destê wî de ye careke din bi berfirehî şîrove kiriye. Yekem Dara yê di nav cîhana dîmenan de û Dara yê di nava cîhana rastîn de cuda ne, duyem, Çima ew du wêne cuda ne? Wêneyê Dara yê cîhana rasteqîne ya Kurdan, zarokekê belengaz û pêxwas e û wêneyê nav pirtûkê de wêneyekî nû ji Dar û Darayên kurd in ku bi rewş in. piştre nivîskar behsa wê yekê dike ku Çima Dara? Çima Xort? Çima dibe ku kur yekem dîmenê nav pirtûkê be û di berdewamiyê de bo şîrovekirina vê mijarê behsa nasandina nûnertiya nêran û .. dike û wan şîrove dike û bi wî awayî di dîmenên din de wêneyî keçeka bê nav zêde dike, wêneyê keçê bi nav û rengê wê bixwe tê zêdekirin, heta digihêje dersekê ku weke Sîweylî dibêje wekheviya zayendî têde hatiye parastin û Kur û Keç wekhev in.
Bi kurtî em dikarin bêjin ku ev pirtûk hesteke xweş û nostaljî dide wê nifşa ku bi riya wê pirtûkê fêrî xwendin û nivîsînê bûne û hem ji bo kesên ku ji felsefeya perwerdeyê hez dikin û dişopînin, gotinên nû û tiştên balkêş têde ne.[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 9 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 14-04-2024
Koblede elementer: 5
Gruppe: Artikler
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 31-05-2023 (1 År)
Dokumenttype: Originalspråket
Provinsen: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 14-04-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 15-04-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 15-04-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 9 ganger
Attached files - Version
Type Version Redaktørnavn
Photo fil 1.0.330 KB 14-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Photo fil 1.0.230 KB 14-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Photo fil 1.0.130 KB 14-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 517,724
Bilder 106,208
Bøker 19,175
Relaterte filer 96,618
Video 1,329
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.609 andre!