Library Library
Search

Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!


Search Options





Advanced Search      Keyboard


Search
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
Tools
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Languages
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
My account
Sign In
Membership!
Forgot your password!
Search Send Tools Languages My account
Advanced Search
Library
Kurdish names
Chronology of events
Sources
History
User Favorites
Activities
Search Help?
Publication
Video
Classifications
Random item!
Send Article
Send Image
Survey
Your feedback
Contact
What kind of information do we need!
Standards
Terms of Use
Item Quality
About
Kurdipedia Archivists
Articles about us!
Add Kurdipedia to your website
Add / Delete Email
Visitors statistics
Item statistics
Fonts Converter
Calendars Converter
Spell Check
Languages and dialects of the pages
Keyboard
Handy links
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Sign In
Membership!
Forgot your password!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 About
 Random item!
 Terms of Use
 Kurdipedia Archivists
 Your feedback
 User Favorites
 Chronology of events
 Activities - Kurdipedia
 Help
New Item
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
15-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
15-05-2024
Rapar Osman Uzery
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
14-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
13-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Creation and First Trials of the Supreme Iraqi Criminal Tribunal
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
On the KRG, the Turkish-Kurdish Peace Process, and the Future of the Kurds
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Untangling the Turkey-KRG Energy Partnership: Looking Beyond Economic Drivers
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
SITUATION IN IRAQ/UK FINAL REPORT FINAL REPORT
06-05-2024
Hazhar Kamala
Library
IRAQ AS A FAIILED STATE
06-05-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 519,458
Images 106,569
Books 19,266
Related files 97,112
Video 1,391
Biography
Cecil J. Edmonds
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIAL...
Library
Woman’s role in the Kurdish...
Library
Iraq as a Failed State
Library
Operation IRAQI FREEDOM Dec...
Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê
Our goal is to have our own national database like any other nation.
Group: Articles | Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking item
Excellent
Very good
Average
Poor
Bad
Add to my favorites
Write your comment about this item!
Items history
Metadata
RSS
Search in Google for images related to the selected item!
Search in Google for selected item!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê

Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê
Destana Dewrêşê Evdî û Evîna Edûlê
Nivîsandin û Amadekirin: Abdulkadir Ulumaskan.
Destana Dewrêşê Evdî û evîndarîya Edûl a Paşê ; mîna Mem û Zîn, Siyabend û Xecê destanê Kurdan yên herî navdar in. Dewrêşê Evdî destanek Kurda ya netewî ya Evîndarî û qehremanîyê ye. Destana Dewrêşê Evdî ku têde derbas bûye, ne demeke pir kevn e. Lê mixabin ji ber derfetê nivîsandina Kurdan tunebûye ew jî ketîye bin xetera ji bîr kirinê.
Mîna kurteçîrok û stran maye. Li gor tê gotin 32 şaxê Destana Dewrêşê Evdî heye. Di virda ji alî wêjeya Kurdî bi qasî bê şans bûyinê, balkeşî û dewlemedîyek jî heye. Di Edebîyata Kurdan da cûrak huner heye ku di nava Edebîyata gelên dinê da kêm tê dîtin. Ev jî her çiqas Kurdan nikarîbûne serpêhatîyê xwe binivîsandana jî, li şûna vê ji xwe re babetekî Wêje bi taybet afirandine. Ev jî beklî hê nav lê nehatîye kirin.
Mirov dikare ji vê re Helbest-çîrok bibêje.


Kurdan serpêhatî, bûyer, qehremanî û kul û kederên xwe weke Helbest-çîrokan anîne zimên. Ango him bi klam-stran him jî di navda bi awayê çîrok gotine. Wek ; Şahmahran, Rustemê Zal, Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Dewrêşê Evdî, Tahir û Zahrê, Filîtê Quto, Evdalê Zeynê, Zembîlfiroş, Çetelê Axê, Emê Gozê, Mala Nêsir, Şex Seîdê Kal Ûhw. Dikare bê gotin ku gelên cîhanê, ji bona kêf û şahîyên xwe stran gotinê. Lê Kurdan êş, derd û fermanên ku bi serê wan da hatine kirine stran.
Li ser Dewrêşê Evdî û Edûlê li her alî Kurdîstanê bi dehan cûr be cûr stran tên gotin.
Ev bi xwe ji tê wateya ku ev Destanek bi nirx û netewî ye. Ji wan strana yek jî dengbêjê deng zengil û deng zêrîn, gor bihişt Qerapêtê Xaço ye.
Hunermendê nemir kilama Dewrêş û Edûlê waha dibêje :
Lê lêê Edûlê…!
Lê lê Edûlê! mala bavê xerabê rojka ma avêtê helkanê ne dûre
Erê dibê şevk û şemalê didaye bejn û bala di fîstanê te Edûlê!
Erê berfa nîsanê daye quba Resûle
Erê le dibe heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe
Tê rabe ramûsanekê bi ser can cesedê min da berde
Erê di berdêla heft xwînê mêran û mêrxasan min ramûsan qebûle lê lêê oy oy !
Lê lê Edûlê! lêmala bavê xerabê, min go navê te şêrîne dîsa hefadê gula
le dibe bila heft xwînê mêran û mêrxasan li ba tebe,
Ezê bi çepilê Edûla xwe bigrim dîsanê birevînim
Ezê bavêjim mala Cemîl Axa, Cemîlê di gurdila
Erê ji sibê heta êvarê bikin ref û nêçîrê
Erê şevê emê rûnin bikin agirê dara
Erê serê sibê rabin, bixwin goştê şalûl û bilbila.
Lê lê Edûlê! ez qesam dikim bi navê Xwedê ji ber serê te ranabim
De eynî fermana min li heft dewletê ecnebîya rabe
De bila heft … li serê min lêxin, panzde agirê mencenîqa li ser min dabin
de bila heft bav û birakê te evda xwdê sûwarê hespa û zîna be
de bila bi şûra û xencera li ser can û cesedê lo min peyabin
erê bira xwûna min û tev di ava Belecûka şewitî da di nava hevûdû da ra be
Ezê qesem dikim bi navê xwedê, ezê devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê te bernadim lê lê lê oy oy oy !
Edûlê digo : de nabe, nabe, nabe nabee heşaşo nabe !
de bila ava xevikê û xêbûrê mala xwedî şewitî li neqeba min û te rabe
de sabûna Himikê û Hemayê, Cizîrî Botayê, Bexdayê bila bibe kef û kinc rabe
erê emê herin ber avê di cemidî, hinarê sorî gulî bişon
erê ezê dikim û nakim tu car û tucarî kef û kinca devê te jê safî nabe lo lo looo!

Li gor texmîna destana Derwrêş û Edûlê berî nuha bi 240 salî, di sala1768 an da, li herema Weranşahrê di dema Paşayê Mila ya Zor Temir Paşa da bûye. Dewrêş ji Weranşahrê, gundê Oxlaqçî yê, lavê Evdê Milhim û bi eslê xwe kurdekî Yezidî ye. Ji alî şengalê hatine hêla Wêranşahrê û lev li Milan bûne. Evdê Şerqî bi malmeziek Yezidîya ye. Evdo û bera xwe Şerqî ya (Yezidî) ji bona paşayê Milan re şer kirine û bi serketin e. Evdê Milhim dile vî dikeve xweha paşê lê nadê. Ji ber her çiqas demekê navbera wan xerab bûbe jî dûra dîsa bûne yek. Edûl jî qîza Temir Paşa û misulmane. Lê dil olan nasnake û ew û Dewrêş evîndarê hevin. Evîna wan evînek gelekî mezine. Zor Temir Paşa yê Milî li kurdîstanê li navenda Weranşahrê, di navbera Dîcle û Ferat da; ji Ruha heta Herran tev Amed û heya bigihêje hidûdê Mûsil û Helebê hukum dikir. Temir Paşa xwedanê 36 eşîr ( Konfederasyon ) û 32 heza malê Milan e. Milan û eşîrê Tirk (Tirkmen) û Ereba dujminê hevbûn. Zor Temir Paşa herem ji ber eşîrên Tirk û Ereb (Gês) a girtibû û edr û av ji heywanê wan re qedexe kiribû.
Dewrêş û birayê xwe Sadûn du mêrxasên ku şer li ber nedibûn. Wan jî wek berek (Şerkî-Ezîdî) ya Milan gelek dujminê Mila û Paşê şikandin û gelek talanê wan wegeran an jî anîn. Zor Temir Paşa dujminê dewleta Osmanîya ye. Derwrêş jî ji ber egîtê paşyê û li hember dewletê jî şer dike sed û yek sal ceza lê hatîye birîn. Ji ber ku dewletê gelek qetlîam li ser Kurdan û Kurdên Yêzîdî dikir Derwrêş jî her dem li hember devletê bi kîn bû. Dewlet carekê wî û paşyê li Ruha yê digre û dixe zîndanê. Birayê Derwrêş Sadûn digre ser zîndanê, Paşa û girtîya gişan azat dike. Carekê jî Derwrêş û Zor Temir Paşa diherin Qerecdaxê neçîrê. Birrik sûwar yê ku dujminê paşê ne li wan rast tê û doora wan digre. Derwrêş bi ser Hedban dikeve û wan ji hev bela dike. Yên tê kuştin û yê dinê jî direvin. Paşa vedigere mal û pesnê Derwrêş dide.
Di wê demê da Ji ber evîna Derwrêş û Edûlê û ku Dewrêş yezîdî bû, Temir Paşa Malbata bavê Dewrêş sirgûnî alî Şengalê dike. Gês û Tirk sigûn kirina Dewrêş û şerqîya jî wek fersend bi kar tînin û li hember Zor Temir Paşa biryara şer didin. Eşîrê Tirk û Ereban du eşîrê giranin. Paşa dikeve tengasîyê û gazî eşîrên Milan dike. Çiqas mêrxas û rîsipîyê Milan ( Xidreka, Kûra, Çûva, Hacika, Sînika, Cimika, Çemika, Kumnexşa, Berguhana, Alîreşa, Cemaldîna, Seyîda, Şerkîya, Keja, Menda, Nasira,û Dodika ) li bin konê Paşê dicivin. Zor Temir Paşa nameya ku Gês û Tirkan ji bo şer şandîye dide xwendin û raya wan dixwaze û dibêje : “Ka kîjan gernas wê barê wî şerî bede ser milê xwe.”
Ji ber ku ev barekî gelek girane, lê ji tu kesî deng dernayê û serê wan berjêr dibe. Paşa şertê xwe jî dibê : “ Li ser tepsîya zêrîn di fîcanê ferfûrî da kîjan leheng rahêje qahwa şert Edûl ya wî ye.”
Lê mixabin dîsa ji wan xortên ku şûr simêla wan nedibirî, pufî ezmana dikirini av nedicûn û kumika birinca qerecdaxê û doştê berxan difirandin deng dernayê. simêlê wan dikeve devê wan û bi darika ber xwe erdê dikolin û diponijin. Edûl xwe dixemilîne û li ser sênîya zêr sê rojan fîncana qahwê digerîne, lê tu kes destê xwe navê fîncanê. Dûra ji Rîsipîya yek dibê : “ Ku hûn bi ya min bikin qa emê wî ef bikin bişînin pêy Derwrêş, bêî wî tu kesê ku li hember 1700 sûwarê Tirk û Gêsan bisekine tune. Bi wî awayî emê hem ji Derwrêş pak bibin û him jî Tirk û Gêsa bişkînin.”
Temir Paşa wê fikrê baş dibîne û qebûl dike. Qasidekî sûwar dike û dişîne Şengalê pêy Dewrêşê Evdî. Gava ku Dewrêşê vê xeberê dibihîze, pir qêfxweş dibe û destûrê ji bavê xwe dixwaze. Lê Evdê Milhim ji ber ku berê ji destê Temir Paşa dîtîye bawer nabe û dixwaze Dewrêş neçe. Divêje: ‘’ Dewrêş lavê min Zor Temir Paşa xayin e. Min jî jê ra gelek merxasî kir. min jî dema xwe da yek ji wan xwest neda min, Edûlê nade te. Ka mere ev rêka çûyin û nehatnê ye.’’
Derwrêş : “Bavo biraqe, ez herim û nêm jî şerefa vê ji me û heft bavê me ra bese.’’
Evdo bala xwe didê ku çarê li Dewrêş nabe destûrê dide. Dewrêş hespê xwe Hedban zîn dike radihêje şûr, rim û mertalê xwe, ew birayê wî Sadûn û du egîtê hevalên xwe yên şeran bi bervî Weranşhrê bi rê ketin.
Ku Dewrêş giha pêş konê Paşê, ye 27 histûnî û peya dibe, Paşa bi xwe vî pêşwazî dike û qedrekî zêde didê. Dewrêş li wir birakên xwe yên şer tev dîtin. Yek ji wan şerwanekî zor birazê yê. Temir Paşa yê ku Edûl xwestîya wi Îso bû. Îso û Dewrêş bûbûn birakê hev yên axretê û tev gelek şer derbas kiribûn.
Dewrêş ji Îso ra got : “Ka keko tu çi dibê.”
Îso : “ Bira ! ez zanim ku dilê te û Edûlê di hevda ye, ji alî min bê xem be, ez qet ne li dijim. Bi xêr û Xweşî be û xwedê miradê we bike û ez bi ruh û canê xwe bi terame.”
Lê hevalê Dewrêş û Sadûn her çiqas li ber gerîyan ku wî ji wê rê wegerînin nikarûbûn ew qanih bikirana. Gotin : “ Ev rêya nevegerê rêya mirinê ye.”
Dewrêş jî ji wan re got : “ Ez zanim, heger hûn naxwazin hûn kanin neyên, lê ezê herim. Mirin heye veger tuneye.”
Piştî Dewrêş û hevalên xwe bi hevra kirin galgal û şûnda civat rûnişt. Edûl bi xemla xwe mîna xezalekê li ser sênîya zêrîn qahwe anî û gerand. Gava Dewrêş çav li Edûlê ket hiş û aqilê wî çû. Edûl fîncana bi xwîn gerand û negerand kesekî negirt. Gava hat ber Dewrêş sekinî bi dengekî nizm got : “ Ramehêjê !” Lê Dewrêş fîncan girt û bi carekê ra bi ser xweda kir. Rabû ser xwe binê guharê Edûlê yê heyderî ramûsa û rûnişt. Zor Temir Paşa jî rabû ser pîya û hat çavê wî maç kir û pîroz kir. Dûra Dewrêş çû cem Edûlê. Lê wê ji kir û nekir ew ji ya xwe venegerîya û teselîya wê je qet, dev jê berda.
Sûwarê Hedban Dewrêşê Evdî kekê Sadûn, xofa dilê neyara, kile çavê Edûlê û tev 11 hevalê xwe yê cengawer ku wî neqandine, berê xwe dan binîya Weranşhrê Girê Edşanê hidudê Mila û Gêsan. Gava gihan ger girê Edşanê serleşgerê Gêsa ku ev jî berê bûbû birakê Dewrêşê û tev gelek şer kiribûn Efer ji tûrda wî nas dike. Carekê Dewrêş çûbû seydê (nêçîr) xezalekê birîn dike ûew ji bira xwe vediqete. Dewrêş bera dû xezalalê dide. Xezal diçe nav malê Gês a. Efer jî lavê axayê Gêsa ye. Li wir Dewrêş û Efer hev nas dikin û ji hev hezdikin. Dibin birakê hev. Efer canîkî dîyarî dide Dewrêş û Dewrêş navê canî dike Hedban. Hedban dibe hespekî pir jêhatî. Di şeran da dîn û har dibe nayê zeft kirin. Dewrêş gelekî ji Hedban hez dike, wî dixwerîne û maç dike.
Efer ji hevalên xwe dibêje : “ Evê han egîtê Milane û yê Pêşî Serbazê wan, biramakê min Dewrêşê Evdî ye. Merxasekî hêjayê. Le Temir wî dixapîne, ka ez herim belkî ez wî ji navbera me û Temir dexînim.”
Efer tê cem Dewrêş û hevalên wî. li hev dipirsin û şûnda Efer : “ Kekê Dewrêşê, ez heyrana çavê te, tê xwe ji nava me û Zor Temir bide alî. Em birayê hevin, naxwazim em li hember hev şer bikin, Temir te dixapîne, tu bi serkeve jî Edûlê nade te, ka gura birakê xwe bike û vegere. 1700 sûwar bibe pez û tu şerjêke jî na qede.”
Dû wan gotina Dewrêşê ji Efer pirsî : “ Ma wekî din gotinê te hene ? “
Efer got :“ Na.”
Dewrêş :“ Efer biravo! baş li min guhdarî bike, ez ne zarome, Dewêşim Dewêşê Edvî. Min va bara bi zaneyî girt ser milê xwe. Bira ku tu baş zanibe ez Milî me û ev erda edrê Kurda yê Mila ye ne yê Ereb û Tirka ye û tucar jî wê nebe yê wan. Min li şîretên te gudarî kir, ev meydana şere, kerem bike here cem leşgerên xwe û karê yê şer bikin. Ya xwedê wê bide ma ya bide we, em binerin gelo ma kî berxe kî berane ! Heto îro em birak bûn ji nuha û pêyve dujminin. Çi ji te tê qet texsîr meke. Heta îro em brayê hev bûn ji huha û pêve
em dujminin. Çi ji min û çi ji te hat.”
Efer ji Dewrêş ra got: “Dewrêş ka were dev ji şer berde. Bi soz emê bi zorê Edûlê ji te ra ji paşê bistînin û bînin.’’
Dewrêş li Efer wererand û jê ra got:“Ez Dewrêş im, vî nava nînim ser xwe û Edûlê. Him ma Edûl wê min ra bibê xelkê ez dam te, ne te ez heq kirim.’’
Li ser wan gotina tu hevîya Efer nema û bi dilkî şikestî wegerîya cem hevalên xwe. Piştî çûna Efer Dewrêş dîsa ji hevalên xwe ra got : “Gelî hevala ! yê ku poşman an naxwazin şer bikin bira keremkin wegerin malên xwe. Bi rastî ez naxeyidim. Yê min, min mirin daye ber çavê xwe. Serê min jî here ez wenagerim.”
Li ser wan gotina hevalên wîaciz bûn û gotin : “ Ma ev çi galgale, ma qey ruhê me ji yê te çêtire. “
Dewrêş û hevalên xwe şûr û rimê xwe girê dan û xwe avêtin ser pişta hespên xwe û mîna talazê erîşî ser sûwarê Tirk û Eraban kirin. Dewrêş weke pilinga kete nava wan û ew ji hev bir birî kirin. Bû şingîna şûra, gujîna xwînê û nalîna birîndara. Bi qasî saeteke duda şer kirin. Gelek peyayê Tirk û Ereba hatin kuştin. Lê du hevalê Dewrêş jî hatibûn kuştin. Gava navberek dan şer û li ser girê Etşanê gihan hev, Dewrêş dît ku du hevalê wî tunene dîn bû, çavê wî bûn mîna gola xwînê û dîsa êrîş kir ser Ereb û Gêsa. Vê carê Dewrêş tu di wan nehîş. Lê dîsa sê hevalên xwe dabû der. Bi wî awayî şerê Edşanê sê roja berdewam kir. Bi sedan Tirk û Ereb hatibûm kuştin. Lê belê bêî Dewrêş û Îso tu egîtên Milan jî nemabûn. Îso jî birîbdar bûbû. Bira yê Dewrêş Sadûn jî hatibû kuştin. Dewrêş bi dilekî şewat dismala Sadûn li hustîyê hespê wî yê bi navê Kumyêt gerand û berê hesp da mala bavê xwe Evdê Milhim ji di gazîyê bê. Kumyêt şîhî ya û di dora Sadûn ra doj bû. Nedixwest derka wî bike. Lê dûra wek wî jî fahm kiribe Sadûn mirî ye dêla xwe rakir û bi çargavî berê xwe da nav Yêzidîya ku bên hawara Dewrêş û Sadûn. Di şer da lavê Efer jî tê kuştin. Lê Efer dîsa jî ban Dewrêş dike ku dev şer berde. Lê Dewrêş venedigerîa. Gava bû êvar û şer betal bû Dewrêş û Îso wegerîyan cîhê xwe ser girê Edşanê. Dewrêş xwest Îso bişîna pê hawara Milan. Lê Îso li ber xwe da û nexwest Dewrêş bi tenê bihêle. Feqet Dewrêş ew razî kir û sûwarkir şan gazîyê.
Serê sibê Dewrêş bi tenê ajot ser Tirk û Gêsa. Şerekî dijwar kir û gelek ji wan kuşt in. Tirk û Gêsa bala xwe danê kû nikarin bi Dewrêş re derxin serî, pîlanek çêkirin. li gor Pîlana wan ; wê bere biajotan ser Dewrêş û jê re xeber bidana, ew sor bikira û dûra xwe bervî nav erdê kulmişkan şûnve wegşandana. Wê gavê Dewrêş wê bera ser pişta wan da û biketa nav erdê Kulmişka nigê hespê wî wê tê werba û bişikîya ku wan jî kanîbana wî bikujin. Û wek gotin kirin. Dewrêş çaxa ajot ser wan û çendek kuşt û birîndar kir û şûnda her du simê Hedban ketin kulmişkek kûr û şikîyan. Gava ku Dewrêş ji ser pişta Hedban da hat xwar bi şûr û rima êrîşî ser wî kirin. Dewrêş li erdê jî çendek bi şûr perçe kir. Lê Heyf û mixabîn ev jî birîndar bû. Di vê navberê da xweha Efer nezîki wan bû. Qîrîya û xwe avêt ser Dewrêş. Ji yên dinê ra got : “ Ma bêbext û bê şerefno ! qey eve mêrxasîya we. Heger hûn mêr bûna we yê li ser pişta hesp lêxista. ma ev şertê merane bê namûsno, ka qê dîtîye kê li wrdê li kê xistîya.”
Efer jî hat ser Dewrêş û gava ew di wî halî da dît, bang Gêsa kir got :
“Gelî Gêsa heta vê gava em û Tirka bi hevra bûn. Ji nuha û pêve em dujminin. Gêsano xwe bidin alî ! ”
Tirkan nerîn ku rewş xerabe, dexlî Efer bûn û nehîştin di nava wan da şer derkeve. Efer destê xwe di histuyê Dewrêş ra bir û dest bi girî kir.
Dewrêş got: “ Megirî Efer, gotikek pêşîyê me Kurdan heye, dibê : ‘xwdê berxê bêr ji bo kêrê daye’. Ez ji te dixwazim ku tu min bigihîne serê girê Edşanê bes.”
Efer ket bin milê Dewrêş û ew bir ser gir. Kurkê xwe jê re raxist, nirînê wî pêça û nan û av dayê. Dewrêş got : “ Efer daxwazîya min ya dawî ji te ewe ku tu min bibe ser girê Edşanê cem hevalên min û pişta min bide kevirekî mezin, simêle min bade, egala min têxe çata burîyê min û xwar bike. Ez zanim nuha bi gazîyê ra Edûla delal ya ku min di ber wê da canê xwe da wê bê. Lê ez naxwazim Edûla narîn min di halekî xerab da bibîne.”
Efer xwestekên Dewrêş bi cîh anîn û şûnda Dewrêş jê ra got:“ Efer keko aha waye ji dûrda gazîya milan ya giran tê. Heger te bigirin wê te bikujin. Tu here xwe xelas bike.”
Efer bi çavê şil xatir ji birakê xwe yê axretê xwest û bi rê ket. Dewrêş kenîya û bang kir:
“ Efer biravo, min nizanî bû merê weke tejî digirîn.”
Efer vegerîya ser Dewrêş lê nizanîbû çi bibêje. Dewrêş dîsa mizicî û got : “ Ka zû here birayê dilkeçik here. Em birakê hev yê axretêne, ezê li vir li benda te bim. Xayîn nebe zû bê ha!” û bizorê destê xwe ji Efer ra li ba kir.
Eferê Gesî wê carê bi dengê bilind girîya û çû. Tu nema Edûl li hespê li pêşîya sûwara gazîya Mila ya giran xwe gihandin ser girê Edşanê. Edûlê bê ruh û bi kîrîn xwe avêt ser Dewrêş. Lê hedî Dewrêş delalê dile wê li ber xwe dida. Dewrêş bêî tiştekî bibê bi destê Edûlê hişk girt, jidand û li çavê wê yê reş û belek nerî heta ruh jê kişîya. Dewrêş çûbû ser dilovanîya xwe lê di wî şerê dijwar da dawîya Tirk û Gêsa jî hatibû. Dawîya mayî Mila dan ber xwe. Yê revîyan, yê teslîm bûn yên din jî giş hatin kuştin. Belê Dewrêş û hevalê xwe hatin kuştin, Dewrêş û Edûl negihîştin hev lê di vî şerî da Tirk û Ereb ji Şam, Heleb, Mûsil û heta Bexda yê zordestî dikirin jî hatin şikestin û tifaqa Milan xurt û hêza wan mezintir bû.
Edûlê girîya, li xwe xist, porê kişand û Dewrêş maç kir, serê wî da ser çonga xwe, ji kezebê, bi dilê şewat û bi hêsrê çava got : ” Delal ..! “
Delalo nav û dengê evîdarîya kurda ye. Gelek delalên kurdan hene. Mîna delalê Mila, delalê Ruha yê Ûhw. Edûlê jî davê ser delalê, Dewrêşê Evdî :

Delal lo delal..!
Delalê min waye delal, delalê min waye delal, delalê min waye delal, waye delal!
Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo Dewrêşo !
Dewrêşê dilê min sûwar bû li derê mala bavê min peya bû,
Dewrêşê dilê min rebenê sûwar bû li derê mala bavê min por kurê peya bû.
Xwedê xerebike destê min ji agirê cixarê, fîncana hatin û çûyina mêvana xalî nebû,
Min dî keçika cîrana xebera nexêrê ji min ra di anî, digo lê lêê por kurê ma tu nizane
Dewrêşê dilê te xeyidî bervî mal çû.
Wê gavê çavê min mîna tavîya berf û baranê ji hêsra xalî nebûn, ez nemînm, ez nemnîm, ez nemnîm lo lo delalo ax !
Delalê min waye delal, delalê min waye delal, delalê min waye delal, waye delal !
Ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo Dewrêşo !
Dewrêşo lavo were mala bavê min bi mêvanî, Dewrêşo berxo were mala bavê min por kurê bi mêvanî ax !
Ezê ji Dewrêşê dilê xwe ra dînim kulavekî sorî xuristanî, ezê ji Dewrêşê dilê xwe ra serjêkim mîha sor ser beranî, gava dê û bavê min gotin lê lê por kurê kanî mîha sor ser beranî, ezê bibêm şivanê me lavê xelkê bû, şev bû tarî bû, ba bû, baran bû,
ji çolê nanî, gura xwarî, ez nemînim, ez nemînim, ez nemînim lo lo delaloo ax!
Destana Dewrêşê Evdî piştî 240 be jî bê nivîsandin karekî dereng mayî lê hêja ye. Divê li ser vê Destanê hîh gelek tişt bêne gotin û nivîsandin. Min pêşî xwest vê Destana ku li ber ji bîrkirinê ye, wek kurteçîrok binivîsim û di dûra ger kanibim mîna roman bikim berhemek hêjayî naveroka xwe. Derfet û têgihîştima min têrê bike eze vî karê pîroz bi dilxweşî bikim.

Destana Dewrêşê Evdî ne mîna evînek nîvco mayî neefsaneyek bê bingeh û romanek wek jana dil e. Destanek zîndî û jîyanbû ye. Evîndarîyek bê hempa û qehremanîyek mezine. wana her du jî di destanê de hatîye îspat kirin. Belkî Dewrêş û Edûl negihîştin hev lê belê dikare bê gotin ku evîndar negihîştibin hev jî evîn negihîştiye armanca xwe. Ji ber wê ye ku Dewrêş çavê xwe ji 1700 sûar û mirinê nakute. Ev him evîn him jî qehremanî ye.

Dewrêş him giredayî evîna xwe û him jî giredayî axa xwe ye. Ji bo wê ji Edûla ku Efer jêre bîne naxwaze. waya merxasî û qehremanî ye û mîna hunermendê hêja di kilamê de bibêje jı Edûlê ra : ‘’ Li ser serê min fermana heft dewletê ecnebî rabe, ez qesem dikim bi navê xwedê, devê xwe xana gerdenê ji hinarê rûkê te bernadim… ‘’ Ev girêdana evîne ye. waya bi xwe bêguman têda hunera dengbêj heye. Lê bi serê xwe ne bi tenê lihev anîna dengbêj e. Di vir da herkes heqê karê xwe didê. Dewrêş û Edûl ji dil hez dikin û dengbê jî bi huner dihûne û tîne zimên. Li vir ji du alî da, di şewê huner û evînê da jîndarîyek çanda Kurdî tê dîtin. Dewrêş bi mêrxasî, camêrî û awayê hezkirina kurdî binê guharê heyderî xana gerdenê radimîse û Edûl jî dixwaze lo gor dema çanda kurd ji Dewrêş ra kulavê nexşandî û mîha serberan serjê dike. Ku li gor dema xwe tiştên giranbuhane ev. Di vir da dengbê û evîndar hev temam dikin.
Ji ber vîya tê gotin ku :
“Di Edebîyat (Wêje) da ji çi tê gotinê bêtir çawa tê gotin girînge.’’

Ez dixwazim di derheqê Destana Dewrêşê Evdî da li ser welatparêzîya Dewrêş bi çend peyvan gotinên xwe bi dawî bikim. Wek me berê jî got ; Dewrêş him giredayî evîna xwe û him jî giredayî axa xwe ango welatê xwe ye. Ji bona wê gava Efer tê cem Dewrêş jê ra dibê : “Ev ne erdê Tirk û Gêsa ( Ereb) ye, û wê nebe yê wan. Ev erdê Mila (Kurd) ye.’’
Li vira girêdana Dewrêş û erd – axê heye. Girêdana bi axa xwe ra vê demê û îro jî welatparêzî ye.
[1]
This item has been written in (Kurmancî - Kurdîy Serû) language, click on icon to open the item in the original language!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
This item has been viewed 24 times
HashTag
Sources
[1] Website | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://candname.com/ 14-04-2024
Linked items: 2
Group: Articles
Articles language: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 11-11-2016 (8 Year)
Content category: Culture
Content category: Literary
Country - Province: Kurdistan
Document Type: Original language
Language - Dialect: Kurdish - Kurmanji - Latin
Publication Type: Printed
Technical Metadata
Item Quality: 94%
94%
Added by ( Rapar Osman Uzery ) on 14-04-2024
This article has been reviewed and released by ( Sara Kamela ) on 14-04-2024
This item recently updated by ( Sara Kamela ) on: 14-04-2024
URL
This item according to Kurdipedia's Standards is not finalized yet!
This item has been viewed 24 times
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Archaeological places
Cendera Bridge
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Biography
Havin Al-Sindy
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
HIWA SALAM KHLID
Biography
Ayub Nuri
Biography
Nurcan Baysal
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
Articles
The Israel Factor and the Iraqi-Kurdish Quest for Independence
Biography
KHAIRY ADAM
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Articles
Shanidar Z: Archeologists studying Neanderthal behavior patterns in Kurdistan
Biography
Shilan Fuad Hussain
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Biography
Abdullah Zeydan
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
Biography
Jasmin Moghbeli
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Articles
New Neanderthal remains associated with the ‘flower burial’ at Shanidar Cave
Articles
CASE OF SELAHATTİN DEMİRTAŞ v. TURKEY (No. 2)
Articles
An Overlooked Aspect of Sexual and Gender-Based Violence
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Image and Description
Yezidi boys 1912
Archaeological places
Hassoun Caves
Biography
Antonio Negri

Actual
Biography
Cecil J. Edmonds
23-03-2022
Hazhar Kamala
Cecil J. Edmonds
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
09-06-2023
Rapar Osman Uzery
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Library
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
25-04-2024
Hazhar Kamala
Woman’s role in the Kurdish political movement in Syria
Library
Iraq as a Failed State
05-05-2024
Hazhar Kamala
Iraq as a Failed State
Library
Operation IRAQI FREEDOM Decisive War, Elusive Peace
06-05-2024
Hazhar Kamala
Operation IRAQI FREEDOM Decisive War, Elusive Peace
New Item
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
15-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
15-05-2024
Rapar Osman Uzery
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
14-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
13-05-2024
Hazhar Kamala
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Creation and First Trials of the Supreme Iraqi Criminal Tribunal
10-05-2024
Hazhar Kamala
Library
On the KRG, the Turkish-Kurdish Peace Process, and the Future of the Kurds
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
Untangling the Turkey-KRG Energy Partnership: Looking Beyond Economic Drivers
07-05-2024
Hazhar Kamala
Library
SITUATION IN IRAQ/UK FINAL REPORT FINAL REPORT
06-05-2024
Hazhar Kamala
Library
IRAQ AS A FAIILED STATE
06-05-2024
Hazhar Kamala
Statistics
Articles 519,458
Images 106,569
Books 19,266
Related files 97,112
Video 1,391
Kurdipedia is the largest multilingual sources for Kurdish information!
Archaeological places
Cendera Bridge
Archaeological places
The tomb of the historian Marduk Kurdistani
Biography
Havin Al-Sindy
Archaeological places
Shemzinan Bridge
Biography
HIWA SALAM KHLID
Biography
Ayub Nuri
Biography
Nurcan Baysal
Library
The Kurds in the Policy of the Great Powers, 1941-1947
Library
Kurdish Political and Civil Movements in Syria and the Question of Representation
Articles
The Israel Factor and the Iraqi-Kurdish Quest for Independence
Biography
KHAIRY ADAM
Library
The Anfal Trial and the Iraqi High Tribunal Update Number Three: The Defense Phase and Closing Stages of the Anfal Trial
Image and Description
Kurdish Jews from Mahabad (Saujbulak), Kurdistan, 1910
Image and Description
A Kurdish army in Istanbul to participate in the Battle of the Dardanelles in 1918
Articles
Shanidar Z: Archeologists studying Neanderthal behavior patterns in Kurdistan
Biography
Shilan Fuad Hussain
Biography
Bibi Maryam Bakhtiari
Biography
Abdullah Zeydan
Library
A Transitional Justice Approach to Foreign Fighters
Biography
Jasmin Moghbeli
Image and Description
The Kurdish Quarter, which is located at the bottom of Mount Canaan in Safed, Palestine in 1946
Articles
New Neanderthal remains associated with the ‘flower burial’ at Shanidar Cave
Articles
CASE OF SELAHATTİN DEMİRTAŞ v. TURKEY (No. 2)
Articles
An Overlooked Aspect of Sexual and Gender-Based Violence
Library
Iraqi Kurdistan and Beyond: the EU’S Stakes
Image and Description
AN EXAMPLE OF BAATHS SOCIALISM AND DEMOCRACY IN KURDISTAN OF IRAQ
Archaeological places
Mosque (Salah al-Din al-Ayyubi) in the city of Faraqin
Image and Description
Yezidi boys 1912
Archaeological places
Hassoun Caves
Biography
Antonio Negri

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contact | CSS3 | HTML5

| Page generation time: 0.781 second(s)!