ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 517,660
画像 106,183
書籍 19,172
関連ファイル 96,598
Video 1,318
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
Serencama 90 Salên RIYA TEZE
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Serencama 90 Salên RIYA TEZE

Serencama 90 Salên RIYA TEZE
Serencama 90 Salên #RIYA TEZE#
Nivîsandin û Amadekirin: #ESKERÊ BOYÎK#

Hejmara ewlîn ya rojnama RIYA TEZE, di sala 1930î, bîstûpêncê meha Adarê, li bajarê Yêrêvanê, bi elfabeya girafîka Latînî, ku Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo çê kiribûn, hate weşandin. Rojname organa Wezareta Ronkayê ya RSS Ermenistanê bû. Armancên weşandina rojnamê di nav silavnama Komîtêya Navendî ya Partiya Komunîst û hukumeta rêspûblîka Ermenistanê da hatibûn destnîşankirin. Armanca rojnamê ya sereke ji bo çêkirina qeydê nû (sosyalîstiyê) organîzekirina wê para xelkê kurd bû û di nav kurdan da propagandakirina siyasî ya wî welêtî.
Di roja ewlîn da rewşenbîrên kurd yên wek Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal û yên din di dora rojnamê da civiyan, kar û barê wê hildan ser milên xwe. Ji bo bi rêk û pêk weşandina rojnamê, nivîskarê ermeniya yê bi nav û deng, dostê gelê kurd Hiraçya Koçar, edebiyatzan Herûtiyûn Mikirtçiyan, Gevork Parîs alîkariya mezin dan karên weşana rojnamê. Ew tev jî di nav kurdan da mezin bûbûn, kurmancî rind zanibûn û dilsozê gelê kurd bûn. Heta sala 1934an wan wek berpirsiyar rojnamê diweşandin. Berpirsiyarê rojnamê yê ewlîn yê bi eslê xwe kurd Cerdoyê Gênco bû (1934-1937).
$Sê êtapên weşandina rojnameyê$
Weşandina rojnamê meriv dikare belayî sê êtapan bike:
Êtapa yekê: Ji sala 1930 heta 1938an, yanê heta dema rawestandina weşana rojnamê. Di vê êtapê da çiqas jî kadrên netewî yên xwendî kêm bûn, di nav kurdan da evdên di karên rojnamevaniyê û weşangeriyê da têgihîştî bawer bikî tune bûn, lê guhdariya dewletê, xêrxwazî û alîkariya rewşenbîrên ermenî zêde bû. Her tişt ciyê vala ava dibû.
Di hejmarên rojnamê yên wan salan da biryarên Komîteya Navendî ya Partiya Komûnîst, hukumeta welatê Sovêtê û Ermenistanê hatine weşandin. Guhdariya mezin hatiye danîn li ser pirsgirêkên li ser bingeha sosyalîstiyê veguhestina civakê, di gundan da çêkirina kolxozan, perwerdekirina civakê bi ruhê Marksîzm-Lênînîzmê, dostanî û biratiya gelan, karê hildana nexwendîtiyê, mafê jinan, ciwanan, şerkariya dijî edetên ziyandar, serokeşîr, zengîn, milkedar û olperestiyê. Şerkariya dijî erf-edetên bêkêr, pêşdabirina gundên kurdan, çêkirina dibistanan, hazirkirina kadrên netewî û gelek pirsên dinê tim di guhdariya rojnamê da bûne.
Tîraja rojnamê sala ewlîn 600 heb bû, sala 1932 gihîşte 1300î. Rojname li nav gundên kurdên Ermenistanê, avtonom rêspûblîka Naxîciyêvanê û li bajarê Tilbîsê (Gurcistan) belav dibû.
RIYA TEZE bi rastî jî wê demê roleke mezin di jiyana kurdên Sovêtê da lîst. Xwendevanên kurd rojnama xwe dîtibûn, di her malê da ew bû mêvana hizkirî.
Lê paşê, rojên nexweş bûn para kurdan jî. Dezgehên kurdan yên çandiyê, perwerdê, weşanê hatine rawestandin. Bi sebebê goya ji bo guhestina elfabê (elfaba kurdî ya latînî bi elfaba herfên kirîlî), weşana rojnama RIYA TEZE jî “wedelû“ hate sekinandin. Wê “wedelûyê“ bawer bikî 17-18 salan kişand. Di sala 1955an da, careke din dest bi weşana RIYA TEZE bû.
Êtapa duda: Ev dema ji sala 1955an dest pê dibe, dikşîne heta sala 1989an. Vê carê rojname bi tîpên kirîlî hate weşandin, kîjan Heciyê Cindî li ser girafîka rûsî çê kiribû. Ev dema weşana rojnamê ya here gumrih, bi hêz û geş e. RIYA TEZE dikeve nava cêrga rojnamên komarê yên here hukumdar. Dibe organa Komîtêya Navendî ya PKE, Sovêta Bilind (parlamênt) û Sovêta Wezîrên RSS Ermenîstanê. Rojname dibe berdevka partiya desthilatdar û hukumeta wê komarê. Eva nîşan dide ku mecalên rojnamê beranberî mecalên rojnamên komarê yên here navendî dibin û fînansekirina wê ji alîyê dewletê va tê kirin. Berpirsiyarê rojnamê tim dihat hilbijartin parlamêntarê komarê û endamê Komîtêya Navendî ya PK ya Ermenistanê. Xebatkarên rojnamê jî di- ketin nava sîstêma xebatkarên Komîtêya Navendî ya PK û hukumetê. Di welatê Sovêtê da xizmetguzariyên xebatkarên wê sîstêma hukumdar li ser asta here bilind dihatin mîaserkirin. Nexweşxane, dukan û xizmetguzariyên din ji bo wan cuda bûn, di bajêr da zû avayî didane wan.
Di nav wan salan da (34 sal) berpirsiyarê rojnamê yê herdem Mîroyê Esed Mistoyan bû. Wan salan cîgirê berpirsiyar Qaçaxê Mirad, pey ra Emerîkê Serdar xebitîn, wek katibên cawdar salên cuda cuda Şekroyê Xudo, Qaçaxê Mirad, Emerîkê Serdar û Babayê Keleş xebitîne. Di nav wan sala da timî 12-14 karmendên rojnamê hebûne.
Rojname di heftiyê da du caran, bi çar pelên biçûk dihate weşandin. Tîraja wê digihîşte 5 hezarî. Navê wê kiribûn kataloga navnetewî ya rojname û kovarên welatê Sovêtê.
Ew rojnama dewletê bû û berê ewlîn siyasiya welêt dimeşand û belge û biryarên dewletê bi wergera kurmancî têda dihatin weşandin. Xêncî wan gelek gotar û nivîs ji navenda jorê dihatin standin: Gotarên siyasî, ji emrê Partiya Komûnîstiyê, şirovên civakî, siyasî, deng û bahsên cîhanê û welêt. Ew hemû bi mecbûrî, bi kurmancî dihatin wergerandin û di rojnamê da weşandin.
Berpirsiyariyê guhdarî datanî li ser pêşdaçûyina emrê kolxoz, sovxoz, fabrîkan, dibistan û îdarên xwendinê, obiyêktên çêkirinê, destanînên xebatkaran û pirsên din. Naveroka gelek nivîsaran qet bi kurdîtiyê va girêdayî jî nebû. Evê yekê di nav xwendevanan da gazin pêşda tanîn. Ji bo ew nivîsarên ku min behsa wan kir, payê pirê bi zimanên din rojnamên rojane da dihatin weşandin, bi radyoyê dihatin dayîn, paşê heta di RIYA TEZE da derdiketin êdî kevn dibûn û pêwîstiya wan nedima.
Pelek tim ji bo kurdîtiyê dima. Di wê pelê da ser pirsgirêkên dîrok, çand, huner, edebiyat, ziman, zargotin, perwerde, werger û pirsên civakî dihatin rawestandin.
Wê demê serokê para edebiyatê Egîtê Xwedo, yê para kûltûrayê jî Emerîkê Serdar bû. Herdu jî di warê zanyariya edebiyatê da zane bûn. Para ziman û edebiyata zanîngehê xilaz kiribûn û wek mamostayê ziman û edebiyata ermeniya di mekteban da xebitîbûn. Wana bi hizkirin guh didane efrandinên me yên nû, ber- hemên here baş dibijartin bo di rojnamê da weşandinê.
Matêriyalên vê parê timê pirr bûn û bi mehan li benda weşana xwe diman. Hinek wusa jî nedihatin weşandin. Nivîskar û rewşenbîrên kurd sal bi sal pirr dibûn, mecalê weşanê jî kêm dibûn… Xêncî wî perrên rojnamê, mecaleke weşandinê ya din ji bo efrandarên kurd tune bû.
Ji her tiştî berbiçav bû ku ev rojnama biçûk nikaribû xwestekên rewşenbîriya kurdî pêk baniya, rojname wek navekî mezin hebû lê mecal tunebûn.
Heta niha jî ji me gelekan ra tarî ye (wek şedên bûyeran); gelo çima RIYA TEZE wek rojnamên merkezî yên din nekirin ya rojane? Hema hevekî nehat mezinkirin? Gelo berpirsiyar nedixwest karê wî û cawdariya wî zêde bibe, yan pêşdakişan- dina pirsên wusa li serokatiya Ermenistanê xweş nedihat?
Bi texmîna min herdu menî jî hebûn.
Çi jî hebûya RIYA TEZE rojna- ma me kurdan bû, her tiştê wê kurdewarî bû. Heta axaftina civînên xebatkarê wê, civînên tevî miqaledaran, protokol, her nivîsên wan yên biçûk û mezin, gişk bi kurmancî bûn. Min nedît careke di rêdaksiyayê da xêncî kurmancî bi zimanekî din bihata axaftin, nenihêrî xwendina teva ermenî yan rûsî bû û weke wan netewan, carna ji wana jî rindtir, paqijtir zimanê wan yê edebî zanibûn. Di nav rewşenbîriya kurdên Ermenis- tanê da şerm bû ku bi hev ra bi zimanekî din biaxivin. Loma jî nêzikaya salên heştêyî di nav kurdên Ermenistanê da bawer bikî bingeha zimanê kurmancî yê edebiyatê yê standart hatibû avîtin. Pêşengiya paqijayî û pêşdabirina rastnivîsê RIYA TEZE dikir. Di wê derecê da rola wergerê pir bû. Rojê bi de- han nivîsên pirrcure û pirrserecen ji zimanê rûsî û ermenî ji bo axaftina radyoyê û rojnamê dihatin wergerandin. Wergervan, dicedandin wan nivîsan bikine kurmancîke wusa ku ji bo xwendevan û guhdarvanên radyoyê pirr têgihîştî bin. Di RIYA TEZE da guhdarîke mezin datanîn li ser pirsên ziman û rastnivîsê.
Êtapa sisiya: Ji sala 1989an heta niha. Di vê demê da êdî bingeha rojnamê hejiya. Bi pêrêstroyka Gorbaçov di welatê Sovêtê da dest bi tevliheviyê bû. Nijadperestî, pirsgirêk û dijîtî di nav gelan da serî hildan. Di Ermenistanê da jî bayekî nebixêr li civaka kurd rabû. Bi alîkariya şovûnîstên ermenî, li nav wê para kurdan jî dutîretî çêbû, bere-bere mecalên rojnamê kêm bûn û di dawiya salên nodî da RIYA TEZE kete halê bûyîn-nebûnê. Fînansekirina wê ji aliyê dewletê va bere-bere kêm bû û pey hilweşîna welatê Sovêtê ra jî lap hate birîn. Rojname bi alîkariya welatparêzên kurd heyîtiya xwe bi teherekê heta niha xweyî dike.
Li pey Mîroyê Esed, ji sala 1989 heta 1991 berpirsiyarê rojnamê sal nîvekê Tîtalê Efo kir. Paşê heta vê paşwextiyê nivîskar Emerîkê Serdar bû, van salên dawiyê jî Girîşayê Memê yê rehmetî bû, niha Tîtalê Kerem e. Xebatkarê wê jî bere-bere kêm bûn. Weşan hîmlî ketiye ser milê Mirazê Cemal.
Weşana rojnamê derbazî elfaba latînî bû. Rîtma weşana rojnamê jî xirab bû. Eger berê heftê du cara dihate weşandin, paşê bû heftê carekê, mehê carekê, çend mehan carekê…
$Piştî hilweşîna Sovyetê$
Wê demê weşana rojnameyeke kurdî, ew jî ya dewletê, bûyereke pir mezin bû ne ku tenê di jiyana kurdên welatê Sovêtê, lê temamiya gelê kurd da.
Di demeke kin da, ew guhertinên sosyal-çandî ku li welatê Sovêtê di jiyana vê para gelê kurd da çêbûbûn him bala xêrxwazan, him jî ya dagirke- ran kişande ser xwe.
Eger qewl û qanûnên welatê Sovêtê yên berk nîbûna, di navbera rewşenbîriya kurd
ya wê demê û ocaxên kurdên Ermenistanê da pêwendî çêbibûna, ez bawer im riya çand, ziman, perwerde û tiştên mayîn li bal kurdên Ermenistanê wê bêtir li ser bingeha kurdewarî û bi asteke bilind pêşda biçûya, afirandinên hê bi nirx û giranbiha çêbibûna.
Di sala 1932an da çend hejmarên RIYA TEZE û pirtûkên kurmancî, ku li Yêrêvanê hatibûn weşandin digihîjin berpirsê kovara HAWARê Mîr Celadêt Bedirxan. Di hejmara HAWARê ya 8an da bi navê Herekol Azîzan nivîsareke kêfxweşiyê di wê derheqê da tê weşandin.
Nivîsara HAWARê weha hatiye weşandin:
“Rûjnameke kurdmancî, bi herfên nû, bi kurdmanciyeke xwerû, li Rewanê, di şiklekî spehî û çeleng de derdikeve.
Vê paşiyê çend hejmarên wê gehiştine destê me. Çavên me pê biruhn bûn, dilê me şa û geş bû. Kurdmancên Rewanê ji rûjnamê pêve çend kitêb jî derêxistine. Me sê-çar rûj mijûlahiya xwe bi wan kirin. Ji nav rûpelên wan ên taze û ter bihna kulîlkên çiyayê Elegozê, bayê zozanên Serhedan diha- tin. Di nav resmên wan de şalû-şapikê kurdmancî, xencer û piştxencera kal û kalikên me dihatin dîtin. Rêya Teze wek navê xwe taze ye, nû ye, nûbar e. Lê ji Hawarê kevintir, bi emr jê mezintir e. Hejmara wê a paşin ko gehiştiye destê me a pêncî û nehan e. Li gora ko Rêya-Teze rûjnameke dehrûjkî ye, berî salkê û hin dest bi derketinê kiriye”.
Paşê ew du helbestên biçûk ji kitêbeke ji wan ra şandî di nivîsê da tîne û nivîsa xwe weha bi dawî dike: “Ji bona îro me hevqas got, pêşdatir em dîsan ji Rêya-Teze behs bikin. Em ji hevalê xwe re rêyeke xweş û dewiyeke geş hêvî dikin. Divêt ko her gav me hay ji hev hebit û gerek ê ko em hevdu ser xebata hev serwext bikin“. Herekol Azîzan
Di wê nivîsarê da nayê behskirin gelo çawa, bi destê kê, yan kê ew rojname û kitêb ji wan ra şandine.
Eyan e ku di navbera Heciyê Cindî û Celalêt Bedirxan da pêwendî hebûne. Lê tê texmînkirin, ew pêwendî zûtirekê hatine birîn û HAWAR di hejmarên xwe yên dû ra behsa RIYA TEZE nake. Xuya ye organên dewletê pê hesîyane û kerr dawî bi pêwendiyan anîne.
Nuxteke sûcdarkirina Heciyê Cindî ya salên 1937-1938an, pêwendiyên wî bûn tev Celadet Bedirxan ra.
Heciyê Cindî di bîranîna xwe ya derheqa hebskirina xwe ya sala 1938an da dinivîse: “… Min wusa jî name ji Celadet Bedirxan ra şandine û bersivên min hatine. Di name û gotaran da min daye kivşê, wekî li welatê Sovêtê, hukumeta Er- menistanê her mecal çêkirine bona pêşdaçûyina çanda me: Rojnama me RIYA TEZE dertê, kitêbêd me çap dibin, radyoya me, mektebên (dibistanên) me hene…“
Ji vê bîranînê tê xanê, ku bi rastî jî rojname û kitêb Heciyê Cindî ji Celadet Bedirxan ra şandine.
Heciyê Cindî dihate gunekarkirin ku pêwendiyê wî tev serokê partiya kurdan ya “nijadperest“ XOYBÛNÊ heye û ew partiya wek heval û hevkarê partiya ermeniya, Daşnaka dihate dîtin…
Ji aliyê din dagirkerên Kurdistanê, ku heyîtiya gelê kurd qebûl nedikirin, programeke asîmîlasyonê ya eşkere dabûn ber xwe û nerazîbûnên kurdan jî dijî wan curê serhildanan li pey hev diteqiyan, nedixwestin dengê kurdan li cîkî din bê bihîstin.
$Neyartiya rejîma Tirkiyê li dij rojnamê$
Derfetên ku li Ermenistanê ji kurdan ra vebûbûn, guhdariya dagirkeran, îlahî ya rêjîma Tirkiya ya nijadperest a Kemalîst kişandibûne ser xwe. Wan rind zanibû, ku ew ocaxên kurdan yên kûltûrî, perwerdeyî, zaniyarî ku li ser hidûdê wan çê- bûne ji bo Kurdistana bindest zengilê hişyarbûnê ne. Rast e, di destê me da dokûmêntên konkrêt kêm in, lê yên heyî jî bes in ku bê texmînkirin, çawa dîplomasiya Tirkiyê xwestiye dengê kurdên Ermenistanê bide kerrkirin.
Ji bo nimûnê, xebatkarê dîplomatiyê yê Sovêtistanê li Yêrêvanê Neymarek, di nama xwe ya ji bo Wezareta Karên Derva ya Sovyêtê ra şandî da (05.04.1935) dinivîse ku konsolosê tirkan tim guhdariya xwe datîne ser weşandina RIYA TEZE li Ermenistanê. Jê ra her hejmar tên tercumekirin, lê rojname wisa miqate
û bi tahamûl e, mirov dikare mihakeme bike ku konsûlên tirkan yên vê derê, nikaribûn
tu qulpan jê ra bibînin. Wek tê zanîn, hemû hejmarên wê ji terefê tercumanên Tirkan gelekî bi himet tên tercûme kirin. Belgeyeke din, ku Neymark (09.05.1935), serokê qismê 1-ê yê Wezareta Karên Derva ya Sovyetê ra şandiye, weha nivîsiye: “Li gor agahdariyên di destê min da, demek berê Aral û Yilmaz di derheqê pirsa kurdî da raporek bi dizî hazir kirine. Li gor înformasiya di destê me da, muhtewa vê raporê ev e: Li Êrîvanê rojnama “Riya Teze” hebûna xwe berdewam dike. Hebûna wê li ser tixûbê Tirkiyê ji bo me tehdît e û îşareta dijminatiyê ye”.
Di welatê Sovêtê da pirsên weha gelekî bi dizî dihatin xweyîkirin, bi rêyên KGB dihatin kontrolkirin û tev berpirsiyar dihatin kerrkirin. Dibe ew bû sebeb ku berpirsiyarên rojnamê (berpirsiyar û cîgirên wî), ji wan tiştan agahdar bûn, ji bo wê çendê jî wusa gelekî bi fesal bûn, nedihîştin gotarek, cimlek, yan hema peyveke bi şik di rojnamê da bên weşandin. Di salên hilweşîna welatê Sovêtê em jî pê hisiyan ku rêdaksiya rojnamê gelek name, rojname, kovar, kitêb ji kurdên welêt, Ewropayê û ji xêrxwazên kurdan distandin. Ew jî hatibûn veşartin ku kes nebîne. Salên pêşiyê hindik, lê vê dawiyê gelek siyasetmedar, rewşenbîr, wusan jî xwendevanên kurd ji Kurdistanê, ji welatên Ewropayê, heta yên ku di bajarê Moskovayê, Lênîngiradê û di bajarên Sovêtê yên din da dixwendin, dihatin Yêrêvanê, li rêdaksiyayê dibûn mêvan, dîsa berpirsiyariya rojnamê xwe dûrî wan digirt û degme di derheqa wan û hatina wan da înformasyon diweşand. Hemin sûret tev wan kêm digirtin.
Wekî li cem serokatiya komara Ermenistanê şik li ser amintiya wan çênebe, derheqa destanînên kurdên komarên Sovêtê yên din da jî kêm diweşandin. Ev pirr bi fesalbûna berpirsiyarên rojnamê me tîne wê fikrê, ku li ser wan kontroleke piralî ya giran hebûye. Bo wê jî berpirsiyar nexwestine heyîtiya rojnamê û kursiyên xwe bikine bin rîskê.
Dema derheqa nivîskarên me Qaçaxê Mirad, Eliyê Evdilrehman, Mîroyê Esed, Emerîkê Serdar, Egîtê Xudo axaftin dibe, mirov nikare RIYA TEZE ji bîr neyne. Wan temamiya jiyana xwe ya afirandariyê di xebata vê rojnamê da derbaz kir. Dewsa qelema wan, bawer bikî li ser her pel, her gotar û nivîsên rojnamê heye. Vê fikrê bi gîştî derheqa rojnamevanê navdar Tîtal Mûradov da dikare bê gotin, ewî jî bawer bikî sî-sîûpênc salên emrê xwe bi karê rojnamê va girê da.
Di karê pêşxistina RIYA TEZE da emekê katibê wê yê cawdar, nivîskar Babayê Keleş, nivîskar û rojnamevan Têmûrê Xelîl, nivîskar Pirîskê Mihoyî, Hesenê Qeşeng, Girîşayê Memê, Rizganê Cango mezin e. Her yekî ji van, 15-20 salên jiyana xwe ya afirandar dane karê RIYA TEZE.
Karên xwe yên rewşenbîrî û zaniyariyê ji rêdaksiya vê rojnamê dest pê kirine: Kurdzanên bi nav û deng, akadêmîkê akadêmiya Ermenistanê Şekroyê Xudo, Prof. Şerefê Eşîr, Prof. Karlênê Çaçanî, serokê para axaftinên kurdî ya radyoya Yêrêvanê, nivîskar Xelîlê Çaçan Mûradov, nivîskarê kurd yê navdar Ahmedê Hepo, xebatkarê parti- yayê Tîtalê Efo.
Bawer bikin temamiya rew- şenbîriya kurdên Ermenistanê, ji Erebê Şemo girtî heta min û yên li pey min jî rojnamê ya xwe hesab kirine û ji bo pêşxistina vê dezgeha kurdewarî çi ji destê wan hatiye kirine. Û bi qewata tomerî, rojnama me bi bilindayî û baş- bûna xebata rojnamegeriyê, profêsyonalîzmê ji rojnamên komarê danedixist…
Jê ra hesav rûdiniştin, xebata wê ne ku tenê li Ermenistanê, lê li welatê Sovêtê bilind dihate qîmetkirin. Sala 1980î ji bo 50 saliyê ji aliyê hukumeta Sovêtê hêjayî xelata “Nîşana Hurmetê“ bû. Gelek xebatkarên wê bi hurmetnaman hatibûn xelatkirin, hêjayî navên emekdariyê bûbûn, endamên Yekîtiya Ni- vîskar û Rojnamevanên Welatê Sovêtê bûn.
Di dîroka rojnamegeriya kurdî da, rojnama RIYA TEZE, di warê pêşxistina ziman, edebiyat û rojnamevaniyê
da xwediyê rol û cîkî xisûsî ye. Rojnama RIYA TEZE bû ênsêklopêdiya jiyana kurdên Sovêtê, îlahî yên Ermenistanê. Ew dîroka zindî ya pêşdaçûyî- na çand-kûltûra wê para gelê kurd e.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは22表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovaradilop.net/ 13-04-2024
関連ファイル: 1
リンクされたアイテム: 4
伝記
出版
日程&イベント
グループ: 記事
Publication date: 05-05-2020 (4 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: メディア
ブック: 履歴
プロヴァンス: アルメニア
方言: トルコ
都市: Yerevan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ڕاپەر عوسمان عوزێری 13-04-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 14-04-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 14-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは22表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 517,660
画像 106,183
書籍 19,172
関連ファイル 96,598
Video 1,318
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.734 秒(秒) !