Bibliotek Bibliotek
Sök

Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!


Search Options





Avancerad sökning      Tangentbord


Sök
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Verktyg
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mitt konto
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
Sök Skicka Verktyg Språk Mitt konto
Avancerad sökning
Bibliotek
kurdiska namn
Händelseförlopp
Källor
Historia
Användarsamlingar
Aktiviteter
Sök Hjälp ?
Publikation
Video
Klassificeringar
Random objekt !
Skicka artikel
Skicka bild
Survey
Din feedback
Kontakt
Vilken typ av information behöver vi !
Standarder
Användarvillkor
Produkt Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artiklar om oss !
Lägg Kurdipedia till din webbplats
Lägg till / ta bort e-post
besöksstatistik
Föremål statistik
teckensnitt Converter
kalendrar Converter
Stavnings kontroll
språk och dialekter av sidorna
Tangentbord
Praktiska länkar
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logga in
Medlemskap!
glömt ditt lösenord !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Random objekt !
 Användarvillkor
 Kurdipedia Archivists
 Din feedback
 Användarsamlingar
 Händelseförlopp
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjälp
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,044
Bilder 106,671
Böcker 19,294
Relaterade filer 97,290
Video 1,392
Artiklar
En sorg att MP får bli till...
Bibliotek
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillb...
Biografi
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdern...
JIYAN û ŞÎROVEYA EVDALÊ ZEYNİKÊ
Grupp: Artiklar | Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking objektet
Utmärkt
Mycket bra
Genomsnitt
Dåligt
Dålig
Lägg till i mina samlingar
Skriv din kommentar om den här artikeln !
objekt History
Metadata
RSS
Sök i Google efter bilder med anknytning till det valda objektet !
Sök i Google för valda objekt!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

JIYAN û ŞÎROVEYA EVDALÊ ZEYNİKÊ

JIYAN û ŞÎROVEYA EVDALÊ ZEYNİKÊ
JIYAN û ŞÎROVEYA #EVDALÊ ZEYNİKÊ#
Nivîsandin û Amadekirin: FEYZî MîRHESEN

Evdalê Zeynikê di sala 1800an de Li Agiriyê, li navçeya Dutaxê, li Gundê Cemal Verdiyê ji dayîk bûye. Navê dayîkê Zeynê, Bav Silêman e. Di 3 saliya wî de bav diçe ser dilovaniya xwe. Ji ber wê ku ji aliyê dayîkê ve hatiye xwedîkirin Evdalê Zeynikê tê gotin. Piştî 30 saliya xwe xewnek dibîne ku dewrêşek hinek garis didiyê ku bixwe. Serê sibê ku radibe her wekî ku di cihanek din de ye. Kilam dibêje diçe govend û dîlanan. Navê wî li herêmê belav dibe. Sirmelî Mihemed Paşa nebiyê Îshaq Paşayê Bazîdê bûye. Li Agiriyê, li navçeya Zêtkayê(Elaşgir), li koşka Torpa Qeleyê dijiya. Mihemed Paşa nav û dengê Evdal dibihîze û tîne Dîwana xwe. Dema ku guhdariya Evdal dike, matmayî dimîne. Dibêje « xwuda ev çi deng û sewda ye !» Her wisa navê Evdal li dîwanên herêmê û derdoran belav dibe.
Dengbêjên herêman tên davêjin ber hevdu lê kes nikarîbûye ku li hemberî Evdal sitranan bibêje. Evdal rojek diçe Xamura Agiriyê, gelê ermen jî bi kurdan re jiyane û di nava hev de cînar bûne. Keçek ermen bi navê Gulê dengbêjek bi nav û deng bûye. Ji malbatek mezin û xanedan bûye. Ew û Evdal diavêjin ber hevûdu. Di dawî de Gulê biryara xwe dide ku bi Evdal re bizewice. Piştî zewaca Evdal û Gula Bavfile êdî stêrka Evdal hinkî din diçilwile û ronî dide. Temo ne lawê Evdal bûye di pêçekê de dibînin, didine Evdal .Evdal Temo xwedî dike her wekî ku lawê wî ye, li her derê bi xwe re digerîne.
Dûre Sirmelî Mihemed Paşa ku li Xozanê zîhayek (Merê ejdehar) pê vedide Mihemed Paşa diçe ser dilovaniya xwe. Koşk û sera û desthilatdariya navxweyî ya kurdan jî di wê demê de ji hev belav dikin. Dîwan, dengbêj û heya medreseyên wan û bi hemû baweriyên wan ve ser û bin dikin. Her wisan gelên ku di nava kurdan de ne jî, ji vê ferman û kiryarê para xwe digrin. Jiyana Evdal jî ber bi malkambaxiyê ve diçe. Ava reş tê ser herdu çavên wî û nabîne, dikeve xizanî û bêxwedîtiyê. Temo destê wî digire û digerîne. Qulingek per û baskên wî ku şikestî bûye tînin mala Evdal . Evdal xwe û qulingê wek hev dibîne. Ew jî wek qulingê diqêriya li govend û dîlanan. Quling jî li hewa û li Zozanan bû lê îro? Ew jî ketiye nav xizanî û feqîriyê.
Evdal, bavê Temo, siwarê kovî, bi van hest û bûyerên ku dibîne, bi temenê 113 saliya xwe de diçe ser dilovaniya xwe.
Evdalê Zeynê bi sedan kilamên evîn û evîndariyê gotiye. Stîl û meqamên Evdal ji ew roj heya îroyî, bi teybetî bi dengbêjên herêma Serhedê wek pirtûkxane û medreseyek heya îro hatiye. Bi dehan dengbêjên wek Mistê Heyran, Ferzê Milazgirê, Reso , Şakirê Bedîh, Huseynê Orginosê, Seroyê Biro, Karapetê Xaço, Ozan Merûf, Zahir, Mihemed Arif, bi sedan dengbêjên mayîn ku li ser stîla Evdal kilam gotine. Kilamên wî li Radyoya Erîvanê, Bexda, Îranê, li her çar deverên Kurdîstanê bûye meqam û awaz. Bi kurtasî Evdal wek pîrê dengbêjan hatiye binavkirin. Îro jî di televîzyon û radyoyên kurdî de dîwana dengbejan bi navê Evdalê Zeynikê tên lidarxistin. Gelek nivîskarên kurd wek Yaşar Kemal, Mihemed Uzun, Ahmed Aras û Bulend Gunduz li ser jiyan û hunera Evdal pirtûk nivîsandine û belgefîlmê wî çêkirine.
Me li ser Evdal hin şiroveyên xwe anîn ziman lê em keda xanima Evdal, Gula bavfile jî bi çend gotinan bînin ziman. Keda Gulê wek jinek dengbêj divê em jibîr nekin. Lewre gelek kilam û awazan afirandiye. Bûye sembola jina kurd, ermen û yên mayîn. Gelek jinên kurd kilamên dengbêjiyê afirandin û gotin; lê zilaman kilamên pîrekên kurd li dîwanan gotin. Em dibînin ku jina kurd êdî cîhê xwe di warê çand û huner, siyasî û leşkerî de girtiye. Her wekî ku arama dilê Evdal û Gulê hatibe cîh.
Lê mixabin ku Evdal û bi sedan kesên wek wî di dema eşîrî û mîrekan de jiyane. Wek îro netew û saziyên wê demê nebûne, ji xwe gazin û lewme jî ji wir e.
Dema ku mirov jiyana Evdalê Zeynikê şîrova wî bike û hilde dest, mirov ê du portreyên Evdal bibîne. Yek ; meriv Evdalê Zeynikê ciwan, dengbêjê Sirmelî Mihemed Paşayê Zêtka, Kela Topraq Qele navdar dibîne. Weke deng û sewta qaz û qulingên bihara kilamê evîn û evîndaran û şahê dengbêjan…
Evdalê duyem ; Evdalê jar, çav nabîne, xizan û bêkes e. Sirmelî Mihemed Paşa jiyana xwe ji dest daye, dezgah û desthilatdariya mîrekên kurd belav kirine. Bi tevî Temo ku ji zarotî ve li bal wan bûye, bi destê Evdal digire û digerîne. Em dema ku Evdal tarîf û şiroveya wî bikin Evdal di kilama xwe de xwe tîne ziman. Ka em çend gotinên ku aniye ziman bi we re par ve bikin û dûre şîrove û rewşa wî bînin ziman.
$Bendê kilamê$
Quling tu ji ku tê ji Leterê / Te hêlîna xwe çêkiriye li pêşberê şaneşînê vê sivderê/ Ka were em bi hev re dia bikin ji Rebê jorin, bi çavên min vebe , baskê te bicebire/ Li ba Xwida bila miraza min û te biavêje koşê vê tefterê/ Ka were em herin ser şêx û ziyaretan bigerin lê, kanê şêx û ziyaretên dewra berê…
$Şîrove$
Evdalek çav nabîne, ketiye feqîrî û bêkesiyê. Quling jî baskê wî şikestî ku nikare bifire. Temo quling aniye malê bal Evdal. Evdal di şexsiyeta quling de xwe dibîne. Lewre quling jî dema ku li hewa difiriya bi refên xwe ve, bi bihara dihatin welatê Serhedê li zozan û çavkaniyan digeriyan. Avên sar vedixwarin, lê îro jî ketiye nava dest û piyan. Serpêhatiya herdûyan yek bûye, lewre quling li hewa difiriya, ji felekê re digot ‘xwe bide alî’, Evdal jî gula qîzan û bûkan bû, hozanê govend û dîlanan, li cemaetên rûsîpî û maqûlan bû lê îro kes guh nadê. Berdewamiya bendek kilama Evdal…
$Bendê kilamê$
Quling tu ji kutê ji Mêrdînê/ Te hêlîna xwe çêkiriyê li pêşberê Şaneşînê/ Quling min dî şalûl dixwend, bilbil jê re tew tew dikir/ Qijikê baskê xwe dawdişand, devê xwe xistibû kewa vê birînê/ Wa yê li min
$Şîrove$
Evdal ji quling re wiha tîne ziman. Di hemû kilam û helbestên kurdî û dengbêjan de xweşikbûna şalûl û bilbilê tê kirin. Dema ku şalûl dixwîne bilbil li ser hêlîn û darê ew jî dixwîne bi deng û xweşikbûna şalûlê re.Lewre bi gotinek bav û kalan «Serafê durê(kevirê cewher) durê nas dike.» Lê li aliyê din qijika malxirab ku dîsa gotina bav û kalan «Ji serê qijikê qelî çênabe» Qijik jî qiştina wî ye ketiye nava laşan û birînan nikul dike. Şalûl xwendiye, bilbil tew tew kiriye jê re ne xem e.
Ne bi tenê qijika reben ‘mirov jî’ wek şalûl, bilbil û qijikê hene ku ne xema wan in. Evdal xwe û quling tîne ziman. Ew jî demek li dîwana Sirmelî Mihemed Paşa bûye, kilam gotiye. Mîr û maqûlên li dîwanê jê re tew tew kirine, bi mînder û doşek bûye. Li dawet û govendan geriyaye, nav û dengê wî belav bûye. Quling jî dema ji Serhedê ku ref bi ref kişiyane welatê germistanê berûyê, li hewan yek ji wan dida pêşî wek rêberek ku rê nîşanê refên xwe bida. Di ser çiya û zozanên bilind re difiriyan. Deng û sewta wan diketin daristan û zinaran. Kewên gozel, qaz û hemû balindeyan ji wan re tew tew dikirin .
Dengbêjan di kilamên xwe di anîn ziman «Qirika kewa min a narîn weke qirika qaz û qulingan» lê tu carî nehatiye gotin weke « Qirika qijikê ». Lê Evdal li ser xwe û quling van bendan hunandiyê û rewşa xwe û ya quling wek hev daye dest . Di vir de Hozanê bi nav û deng ne bi tenê jiyana mirovan tîne ziman, her wisan Xweza û ajalan jî di nava sitranên xwe de vedibêje. Em bendek kilamê bibînin ka çi dibêje :
$Bendê kilamê$
Quling her çar mehên zivistanê, cîh û meskenê te Suwêreg e/ Quling bes e baskên xwe bi ser min de nehejîne, li ba neke/ Tu ciwan î bilindaya xwe nexape, ma qey tu nizanî/ Ewê ku her çar çavan û du dilan ji hevdu diqetîne, xwuda Rebê jorîn Qoce feleke/ Way li min »
$Şîrove$
Mirov dema li vê benda wî ya dawiya kilamê guhdarî dike, çewan ku me di serî de anî ziman, ku du Evdal in, yek ciwan û bi nav û deng, her wisan jî du quling in, dema ku Evdal li ber çiyayan, zozan û çavkaniyan kilam gotiye, refên qulingan jî li dev avan qingiyane. Li hewa dema ku firiyane Evdal li wan temaşe kiriye. Çewan ku gotibe heyran çiqas dengên qulingan xweş û bilind difirin, lê qulingê malxirab jî nizanîbûye ku rojek were kalî, korî an jî xizanî were serî. Dema ku mirov dibîne Evdal jî her wekî ku li xwe mikur tê çewan min jî nizanîbû yan jî nedifikirîm ku rojek were, ez kal bim, çavên min nebînin. Heval û hogirên min ên ku li dora min bûn tev çûn. Ew dîwana ku camêr û canik li hev kom dibûn, min ji wan re sitran digot…
Quling mala te xirabe ma te jî nizanî bû ku rojek were tu ji ewr û esmanan werî xwar, baskê te şikestî be, gelo tu qet nefikirî.
Di kilama Quling dema ku dibêje di dawiya her bendek de, beriya ku hahî bike û biqedîne wiha dibêje :
$Bendê kilamê$
Ebûr nabe, Temo lawo ebûr nabe/ Ji destê tehn û niçên qîz û bûkên vî zemanî derbas nabe/ Wey kaliyê wey koriyê/ Temo lawo bila qeda were, li her çar rojên feqîriyê
$Şîrove$
Evdal mabesta wî ya ku feqîrî û xizaniyê tîne ziman, ne ji bona mal û serweta dinê ye. Xizanî û feqîriyan ku dibêje bêxwedîtî, bêrûmetiya di nava civakê de ye. Ew dost û heval , eşîr mîr û rûsipiyên ku dîtibû û bi wan re hevaltî kiribû, ji bilî Temo û qulingê ku baskê wî şikestî bi tenê mane.
Seydayê Xanî çewan ku aniye ziman «Ger hebûya ji bona me xwidanek/ Alî kerem letîf û danek » û Mela Cizîrî gotiye « Feyza me şubhê nîl e, em dîcle û ferat in » em di hemû peyam û gazinên zanyarên welat hîz de, dibînin ku ji bêdewletî û bêxwedîtiyê digazinin. Lewre fikr û ramanên netewî dane jibîrkirin. Ji ber wî ku Evdal ewqas ji bê xwedîtiyê gazin kiriye.
Em di şexsiyeta Evdalê Zeynikê de hemû dengbêj, hunermend û kesên ku ji bona civaka xwe kar û xebat kirine, çand û huner, zimanê xwe heya îroyî parastine, yên jiyana xwe ji dest dane, ji hemûyan re , ji kesên hêj jî Jiyan dikin û ji bona azadî û rûmeta gelê xwe têdikoşin, ji wan re jî rojên şahî û xweşî dixwazin. Em hêvîdar in ku em li ser gazin û gotinên Evdalê Zeynikê gelek bifikirin û rûmeta hevdu bizanibin.
[1]
Denna post har skrivits in (Kurmancî - Kurdîy Serû) språk, klicka på ikonen för att öppna objektet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Denna post har tittat 61 gånger
HashTag
Källor
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovaradilop.net/ 13-04-2024
Länkade objekt: 11
Grupp: Artiklar
Artiklarna språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 11-06-2022 (2 År)
Dokumenttyp: Språk
Publication Type: Born-digital
Städer: Agirî
Technical Metadata
Produkt Kvalitet: 96%
96%
Tillagt av ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) på 13-04-2024
Den här artikeln har granskats och släppts av ( سارا ک ) på 13-04-2024
Denna post nyligen uppdaterats med ( سارا ک ) om : 13-04-2024
URL
Denna post enligt Kurdipedia s Standarder inte slutförts ännu !
Denna post har tittat 61 gånger
Attached files - Version
Typ Version Editor Namn
Foto fil 1.0.179 KB 13-04-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Biografi
Tara Twana
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen

Actual
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
19-05-2018
هاوڕێ باخەوان
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Bibliotek
Den sista flickan
07-10-2018
زریان سەرچناری
Den sista flickan
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
22-09-2019
نالیا ئیبراهیم
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Biografi
Şîlan Diljen
04-07-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Şîlan Diljen
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Nytt objekt
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
25-05-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
03-01-2022
ڕۆژگار کەرکووکی
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
23-06-2019
زریان سەرچناری
Biografi
Tara Twana
09-09-2018
هاوڕێ باخەوان
Bibliotek
Recueil de textes Kourmandji
24-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistik
Artiklar 519,044
Bilder 106,671
Böcker 19,294
Relaterade filer 97,290
Video 1,392
Kurdipedia är de största källorna för kurdiska information!
Artiklar
Agera innan fler barn dör av äktenskap
Bibliotek
Den Kurdiska Fragen I Turkiet
Bibliotek
Öster om Eufrat: -i kurdernas land
Bibliotek
Kurdistan; ‏Rapport från SAC:s studieresa 1994
Artiklar
En sorg att MP får bli tillhåll för islamister
Biografi
Tara Twana
Artiklar
Amineh Kakabaveh slår tillbaka mot Vänsterpartiets ledning efter uteslutningen: ”Ljuger”
Artiklar
​SANNING! NÄR JAG FÅR HÖRA DET SÅ
Bibliotek
Svensk - Kurdisk ordlista
Bibliotek
Kurdfrågan En bakgrund
Biografi
Şîlan Diljen
Artiklar
Ni får en feministisk peshmerga i riksdagen

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Sida generation tid : 1.047 sekund(er)!