图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Afirandin û Îcrakirina Berhemê: Mihemed Arif Cizîrî
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Afirandin û Îcrakirina Berhemê: Mihemed Arif Cizîrî

Afirandin û Îcrakirina Berhemê: Mihemed Arif Cizîrî
Afirandin û Îcrakirina Berhemê: #Mihemed Arif Cizîrî#
Nivîsandin û Amadekirin: Yûnis DAS

Di ristin û avakarina kilam û stranên Mihemed Arif de hin rêbazên giştî û ên xweserî wî hene ku bên destnîşankirin. Bi saya van şêweyên vegotinê û pêşkêşkirinê kilam ji hin pêkhateyên xwe ber bi kemilandinê ve diçe.
$Jixweberî (Emprovîzasyon)$
Jixweberî hêlekî sereke yê hunerê ye ku hunermend bêyî çi plan û bernameyan ava bike bi awayekî fêrbûniyên binhişî, têkildarî zeman û mekanê diyardeyên muzîkal bi awayekî xwezayî li xwe zêde dikin û di nav berhemê de dikevin teşeyeke kemilî û resen. Di jixweberiyê de her çendî hêmana ji nişka ve (di cih de) hebe jî bi giştî ji bo jixweberî xurt be pêwîstî bi asteke bilind a hunerî heye ku pala xwe bide wan fêrbûnî û tecrubeyan. Ji ber ku her çendî peyv û gotin weke jixweberiyê xuya dikin jî mirov tê derdixe ku ew qalibên hatî bikaranîn û derketî holê, ji bingehên berhemên din diqetin û dikevin nav berhemeke din û vediguherin diruvekî nûjen. Yek jê hêmana afirêneriya dengbêjiyê û koka zayîna varyantan jî ev hêla hunerî ya dengbêjiyê ye ku dengbêj bi vê yekê bi sedan kilaman dide zayîn û avakirin. Dema mirov bala xwe dide hin tomarên heman stran an jî kilameke dengbêjekî ku di demên cuda de striyayî, hindik an jî zêde hin cudahî di navbera gotin û newayên wan de çêdibin. Ev yek jî rasterast têkildarî hêla jixweberiyê ya dengbêjiyê ye. Anku ji ber dînamîzma jixweberiyê ya hêlekî dengbêjiyê, berhem jî her cara ku hatî îcrakirin di şêweyekî resen de ye ku bi temamî nabe kopyaya îcarakirineke din a heman berhemê.
Di hunermendiya kilam û stranan de hema bêje gotinên tu stranan ne sabît in. Gotin piranî emprovîze ne an jî bi alîkariya hin qaliban hin gotinên resen ên îskeleya kilamê lê tên zêdekirin. Hin kilam heke temaya wan nêzî hev be, bi beşên cuda yên kilamên din tên bihevvekirin û straneke nû jê çêdibe. Mihemed Arif çi berhem bihîstibe û xwestibe wê berhemê îcra bike, di serî de pala xwe daye rêbazên xwe û gelek tişt li berhemê dane zêdekirin. Mirov nikare her berhema wî gotî tê derxe bê ji kû bihîstiye û wî çi lê zêde kirine. Lê ji bo ku em bikarin sînorê jixweberiya wî diyar bikin em ê li ser straneke ku teqez ne ya wî û teqez bihîstî û xwestî îcra bike, rawestin. Strana “Şev çû” ya ku gotinên wê yên Cegerxwîn in û xwediyê newayê Aram Tîgran e, mînakek baş e ji bo destnîşankirinê. Varyanta Mihemed Arif ev stran weke “Şev bûrîbî” îcra kirî, xwedî heman newayê ye. Lê di gotinan de ji bilî “Şev Çû” ku Mihemed Arif weke “Şev Bûrîbî” dibêje, tu şibandina gotinan tune ye. Mirov teqez pê derdixe ku Mihemed Arif ev stran ji guhdarîkirina “Şev Çû” ya Aram Tîgran derxistiye. Lê di dawiya gotin û qalibên emprovîzasyonî stran ketiye teşeyeke cuda ku mirov êdî bi tu awayî wan bi ser hev ve nebe. Strana “Şev Çû” ya Aram Tîgran:
Tenê hiştim ay dil îşev çima çû/Wî ez kuştim ay dil îşev çima çû/Rabe pey kev ay dil zû wî werîne/Te’z biriştim ay dil îşev çima çû (1)
Strana bi navê “Şev bûrîbî” ya ji vê newayê hatî girtin a Mihemed Arif:
Şev bûrîbî mame bi tinê dilo lî lo lo /Şev bûrî bî mame lo bi tenê/Dîv de diçûm li govendê bigihemê / Ber wa kêla lo lo ez li bendê me Şev bûrîbî ez mame lo bi tenê
Ji wê ve hatin cotek lo lo du sêv in, du sêv in/Ji wê ve têne lo cotek du sêv in/ Pêk ve rûniştine herdu diaxifin/Wê te bikirin bi zêr û bi zîvan
Tu nebêje qîmetê wê bejna xo/Ew nergiza hêşîn bûye li Zaxo/Min hêla bî bo lawik lawikê xo/Şev bûrî bî ez mamê wey bi tenê
Eşqekê girtim lo lo lo dijwar e/Rê ve diçûm wek dîn û hindî har e// Rabe ser xwe keçê biye bihar e/Gul hêşîn bîn kiriye lê lê buhar e
Şev bûrîbî ez mame lo bi tenê/Dîv de bezîm min go belkî bigihimê / Lawikê min ev ê lo lo bidinê/Meke nazî lo lo min bidinê (2)
Di seranserê her du stranan de ji bilî “Şev çû – Şev bûrîbî” tu gotin naşibin hev. Mihemed Arif bi saya motîfên stranên gelêrî û emprovîzasyona xwe stran xistiye teşeyekî serbixwe. Mirov dikare vê yekê ji bo hemû berhemê Mihemed Arif Cizîrî bêje ku tu berhemên wî bi vê rêbazê nabin kopyayên tu berhemên din. Ev jixweberiya xweser ji bo zayîn û xulikîna hunerê tevneke xurt e û mekanîzmaya afirandinê ye.
$1. Neqilkirina ji Devê Jinê$
Tevî ku di gelek berhemên dengbêjiyê de yekemîn vegêr û stranbêja berhemê jin in jî ji ber desthilatdariya mêr a civakî û sedemên olî, jinan di civat û dikan de zêde nekarîne beşdarî îcrakirinê bibin. Dema mirov berê xwe dide naveroka gelek berheman tê dîtin ku berhem ji hêla jinekê ve hatine gotin. Anku dema mirov bala xwe dide gotinên kilam û stranên evînî û şînê ji bangkirin û zayendiya baneşan û peyvan tê dîtin ku gelek ji wan bi zimanê jinê tên gotin. Mirov dikare bibêje ku koka wan kilaman ji hest û hizrên jinekê afirîne. Dibe ku ev yek têkildarî ji hestewariya mişt a jinan be ku hestên xwe bi eşkere û vekirî bêhtir û bibandortir vebêjin. Lê îcrakirin û belavbûna van hemû stranan ji hêla mêran ve hatiye kirin. Anku wan berhemên têr hest bi awayekî di berheman de xwe diyar kirine. Bi taybetî behemên li ser mêrxasî, şîn, evînî, xerîbî û xurbet û eskerî, heps û zindanan bi piranî ji hest û hizrên jinên bizr bûne û hatine strîn. Di kilam û stranên Mihemed Arif de jî ev hêla neqilkirina ji devê jinê di gelek berheman de darîçav e. Bo mînak di berhemên; Qetar çûbî, Babê Şikrî, Bejna lawikê min qelûn e, Besnaya Xelîl, Gidiyano, Gulûka File, Salihê Nûrê, Erê Bazo, Nesaxekî min heye, Babê Seyro, Babê Emîn, Çetero Lawo, Hesenê Mala Mûsa, Melûlo, Sihirbend Mielim, Silêmano, Smaîlê Xelîl, Xirabo, Xana Elî Begê, Xelîlê Xazî…
Li ser vê mijarê em ê qîm pê bînin bi kilama “Xelîlê Xazî” ya ku seranserê wê bi neqilkirina ji devê hezkiriya Xelîlê Xazî tê vegotin wek mînak li vir destnîşan bikin:
Îro niza kî ve birîn lo lo Xelîlo lo lo bi kû ve birin / Ez niza lawo Xazî kî ve birin lo lo gidî hoy li min / Ava Şetê Mezin derbas kirin lo lo gidî li min
Welle çawa birin Tora Banî Xelîlo wez rebena Xwedê / Ji canê xwe re rebena Xwedê/Ez rebenê ji canê xwe re helal kirim/De hoy hoy Xelîlo hoy lawo de hoy hoy Xelîlo lawo
Welle lawo lawo lo lawê Xazî/Ez zanime tu feqîr bî di zemanê xwe de belengaz î / Were serê xwe dane li ser çok û ranê min yê tazî/Welle berî çendekî çend wextan bî ne min ji xwe re direvînî ne min dixwazî / De hoy hoy hoy Xelîlo
Bo te rabim Io lo zêrê serê xwe dê biqetînim lo lo gidî / Ez ê biçim sera Stenbolê bo te/Wez ê rabim zêra bireşînim lo lo gidî li min/Biçim sera Erzirûmê bo te wan zêra bireşînim/ Destê lawê Xazî ji xwe re bigirim hemî xelkîno lo lo / Ji xwe re ji eskerîka reş bînim
De hoy hoy mehkûmo hoy Xelîlo de hoy hoy lawê Xazî/Ez zanime di zemanê xwe de tu feqîr bî lo lo belengaz î / Were serê xwe dane li ser çok û ranê min ê tazî/Ev e serê çendekî çend wextan e, bo çi ne min direvînî / Keçikê gotî, lawo, ne min dixwazî, lawo
Xelîlo lawo ew çi dar e hişîn dibe di hewşa me de lo lo li min/ Çawa wê darê pelçimên xwe werandin lo lo di hemdê xwe de/Xwezî Xwedê miradê min û lawkê Xazî bikira nav doşek û lihêfê lo lo qedîfe de/De hoy hoy, Xelîlo hoy, lawo
Ez ê îro rabim zêrê serê xwe jî ji te re lo lo biqetînim/Xelîlo Zêrê serê xwe jî ji te re lo lo biqetînim gidî/Ez ê biçim wa zêra ji te re sera Erzirûmê bireşînim lo lo li min Xelîlo li min / Ez ê biçim destê lawê Xazî bigirim gelî xelkîno/Welle dîsana lo lo ji hepisxana birevînim De hoy hoy firaro hoy lawo/De hoy de hoy de hoy de hoy hoy Xelîlo (3)
$2. Levvegerandina Jin û Mêr$
Di nav kilam û stranên gelêrî de yek ji rêbaza din a îcrakirin û avakirina berhemê jî levvgerandina jin û mêran e. Ji vê yekê re duqolî (duet) jî tê gotin. Li gor serdemên ku berhem jê zayî û di nav kar û barên civakî de û di nav civat û bûyerên di navbera jin û mêran de rû dayî, gotinên stranên di vî şêweyî de di nav zargotina û muzîka Kurdî de cihekî taybet digirin. Her çendî metoda berheman li gorî levvegerandina jin û mêr saz bûbûn jî bi demê re tevahiya berhema mayî dibe ku bi awayekî giştî ji hêla yek hunermendî ve hatibe xwendin û neqilkirin. An jî hunermend dema ji dora jinê derbasî dora mêr dibe qala wî lehengî dike û derbasî berdevkiya din dibe û bi vê yekê her du aliyên diyalogê hevdu temam dikin û berhem weke diyaloga jin û mêrekî teşe digire. Carinan jî dengbêj û hunermendan li ser vê bingehê weke ku bikeve dewsa herdu lehengan berhemek ji nû ve çêkirine. Her çawa be jî divê em destnîşan bikin ku dema lehengên di nava kilamê de li hev vedigerînin, ev jî dibe cureyekî avakirina kilamê. Bi taybetî ev cureyê vebêjeriyê di stran û kilamên evîndarî, mêrxasî, dîlan, govendê de derdikeve pêşiya me ku li her du aliyan jin û mêrek heye. Di nav kilam û gelek stranên Mihemed Arif îcra kirî de ev şêwe berbiçav e. Bo nimûne; Lawikê Simoqî, Felîtê Quto, Were Dotmam, Sebirmalê…
Li ser vê mijarê em dikarin kilama “Were Dotmam/Were Pismam” weke mînak bidin:
Yela domam yela domam yela domam/Keçê dînê tu kulîlka hemû mêrgan û zoman/Bajarê Wanê ji min û dotmama min re nekin gazin û loman / Dotmamê, zerî kubarê, ez bi xulamê/Keçê dînê dîsana av dibarê reş ezmanan pitî pitî / Xwezî ji xêra xwedê re gelî gundiyan û cîrana/Min ê nezanî dotmama min ne bi yar e ne bi dergistî Dotmamê, zerî kubarê, ez xulamê
Pismamê xwe min dîtibû li Banê Xanê li Eyntirbê / Simbêlê pismamê min bîna têlê di qesebê/Wele min ê ji fêhêtiya gundiyan û cîrana biya/-Bi serê min hatibî – min ê devê xwe bavêta destê xwe pê re /Qevda xencerê danîba ser rayê di kezebê/Pismamo zerî kubarê, hezar caran dotmamê ez xulamê
Ava şetê me şerbet e/Pêlan û pêlan li hevdu kete/Pelçimê dara li min û dotmama min bû kaxet e, pelê ewrê pê re / Evînî bi serdanê pêxembera çendî pir e lo lo pir adet e/ Evîniya min û keleş gewra min li Cizîra Botan nav alemê bûye qebahet e / Pismamo, zerî kubarê ez bi xulamê(4)
$3. Çîrokbêjiya Kilamê$
Kilamên dengbêjiyê her çendî gelek detayan derbarê bûyerekê de vebêjîn jî gelek caran dengbêj pêdivî pê dibîne ku hin bûyerên di nav kilamê de derbas nabin, bi awayekî teatral û vegotina bênewa di hin cihên kilamê qalê dike. Bi vî awayî di navbera dengbêj û civatê de têkiliyeke berfirehtir û sihbetî jî derbas dibe. Bi vê yekê guhdar û dengbêj di hin cihan de bêyî ku têkiliyên çîrokê jev biqetînin bêhna xwe berdidin û diherikin nav bûyerê. Di îcrakirina hin kilamên Mihemed Arif Cizîrî de jî ev şêwe hatiye bikaranîn. Carinan beriya kilamê wek pêşekekê pêşkêş dike. Carinan di navbera beşên kilamê de agahiyên din bi awayekî bênewa lê zêde dike. Em dikarin weke çend mînak van kilamên Mihemed Arif destnîşan bikin; Bihara Simo, Ehmedê Silîvî, Kinê, Şalê, Çiyayê Simrûtik, Seyrana Mele Mûsa…
Di kilama “Ehmedê Silîvî” (Siyabendê Silîvî) de, di serê kilamê de û di nava kilamê de bi awayekî çîrokbêjî qala bûyeran tê kirin. Kilam ji du versiyonên cuda hatiye deşîfrekirim û bi awayekî berfirehkirî ev e:
Pêş axaftina kilamê: Ehmedê Silîvî, xweyê tîr û kevanê zîvî, Xecê sed car ji te re gotiye, neçe serê Çiyayê Sîpanê Xelatê nêçîra heywanê pezê kûvî, çimkî ew xweyîkuj e. Qiseta wî kûr û dûr e.
Çîrokbêjî: Ehmedê Sîlîvî Nêçîrvan bî li serê çiyayê Sîpanê Xelatê, raserê Behra Wanê. Daîmil ew kat ew der mij û moran e û tofan e, her ewr e û baran e. Ehmedê Silîvî destê Xeco girt revand. Bir şikeftekê de, biniya Sîpanî. Êvar e, bejnek erd maye roj biçe ava. Ehmedê Silîvê serê xwe daniye ser çoka Xecê. Wextê pezê kûvî bûrî, rabî Xecê qeherî. Kelê girînê dayê, rondik ji çavên wê hatin, ker ser rûyê wî. Ehmedê Silîvî veciniqî. Go ew çi ye Xecê, heke te divê ez ê te vegerînim mala babê te? Xecê got, na wile qiseta min ne ew qiset e, ne ew gotin e ne ew şitexalî ye jî. Got pa çi ye? Go ew e, mala babê min welê çelebî jê dibûrîna, mala babê min gelek e, pezê Kûvî jî bûrî. Kela girî li min da, ez ji wan re qeherîm. Got pa wile, madem te welê got, ez ê tîr û kevanê xwe rakim biçim serê Sîpanî, illeh wî pezî bikujim.
Hayê ûy ûy ûy ûy li min hayê li min hayê hayê êê/Sed cara li min hayê Ehmedê Silîvî gotî qeda bila bikeve vê dinyayê ûy ey Xecê/Xecê serê Sîpanê Xelatê mij e moran e wa bi mij e Serê Sîpanê Xelatê wa bi mij e/Xecê çend caran ez ji te re dibêjim Ehmedê Sîlîvî neçe nêçîra heywana pezê kûvî/Ma tu nizanî ew serê Sîpanê Xelatê xweyîkuj e ûy ûy hayê hayê Ehmedo oy oy oy Ehmedê Silîvî/Xweyî tîr û kevanê zîvî/Min ne gote te Xecê seda caran gote te dîsan e/ Neçe nêçîra heywanê pezê kûvî oy oy hayê Xecê oy oy oy hayê hayê
Çîrokbêjî: Bî şev, navbêra mexreb û eşa, befir sipî ye. Xecê ma û ma nehat. Hingî reşik hebûn, mû. Xelkî reşik dixistan lingê xwe de, di berfê de nediçûna xwar. Serê Sîpanê Xelatê befir zor e. Xecê reşik di lingê wê de ye, elimî ye, çiya ye diçitê. Dê dê serê Sîpanê ket. Ronahî ye ji ber berfê. Êdî fekir çipikê xwînê li wê dê ne. Ser dewsa wî çû, gihişte wê rastê. Fekir serê Sîpanî pezê kûvî hema çi nemaye wê bikevit ada behrê de. Şerjêkirî ye, kêrik avêtiyê xelas nekiriye. Ehmed ne diyar e. Holê berê xwe da revezê, da berê xwe biditê. Ehmedê Sîlîvî Xecê dît û gazî kitê:
Ehmedê Silîvî gotî Xecê hayê hayê / Xecê Xeca şengê Xecê Xeca şengê / Keziyokê te li mi bîna tengê hayê/Heywanê kûvî ez kuştim avêtim biniya Xelatê / Ez ê li benda te bim heta kengê hê/Ehmedê Silîvî Xweyî tîr û kevanê zîvî/Min ne gote te neçe nêçîra heywanê pezê Kûvî (5)
(1). Kakşar Oramar, Dengê Azadiyê Sembola Biratiyê Aram Tîgran, weş. Şaredariya Mezin a Amedê, Stenbol, 2015, r. 232.
(2). Mihemed Arif Cizrawî – Şev Burî, https://youtube.com/watch?v=LG7elg5JdJA, (drk. jgr. 03.04.2018).
(3). Mihemed Arif Cizîrî, Xelîlê Xazî, https://youtube.com/watch?v=aw6wLetedko, (drk. jgr. 05.04.2018).
(4). Mihemed Arif Cizrawî, Dotmamê, https://youtube.com/watch?v=Fm2reB6EL7c, (drk. jgr. 08.05.2018).
(5). Mihemed Arif Cizîrî, Ehmedê Silîvî, https://youtube.com/watch?v=kqSqOjo7Sxs, https://www.youtube.com/watch?v=_3kQ1HZor2g, (drk. jgr. 12.03.2018).

Ev makale beşeke teza Lîsansa Bilind a Yunus Orak e ku bi serenavê VEKOLÎNEKE ETNOMUZÎKOLOJÎK LI SER MIHEMED ARIF CIZÎRÎ di bin banê Zanîngeha Mardin Artukluyê Enstîtuya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî de hatiye weşandin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览13
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovaradilop.net/ 13-04-2024
挂钩项目: 2
传记
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 09-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 艺术
城市: 半岛
文件类型: 原文
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 96%
96%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 13-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):13-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览13
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!