图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,169
书籍 19,170
相关文件 96,581
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
WEKHEVDUBÛN Û WEKHEVÎ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست1
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

WEKHEVDUBÛN Û WEKHEVÎ

WEKHEVDUBÛN Û WEKHEVÎ
WEKHEVDUBÛN Û WEKHEVÎ
Nivîsandin û Amadekirin: Çidem BARAN

Di zanîna sermiyana kapîtalîzmê de mirov dikare bêje ku li tevahiya dunyayê cudabûnên çandî hatine mehandin. Ji bo zanîna sermiyana kapîtalîzmê berdewam bike dihêlin ku ferq û cudabûnên nava civakan bên guhertin. Bê ku civak jê aciz bibin, an li hember derbikevin wekhevdubûna gerdûnî weke ku hilbijartina wan be dipejirînin û dijîn. Bi qasî tê xuyakirin civak, ji van guherînan aciz nabin. “Zanîna wan a ku ji bo bigihîjin armanca xwe û amûrên ku bikartînin derfet daye wan ku formeke serdestiyê ya nû biafirînin. Tevayiya ku bi riya zanînê serdestiya xwe li tekaserî dike. Ev serdestî weke aqilê gerdûnî tê têgihiştin. Û tekaserî bi saya tevayî cardin tê afirandin. Ev jî tê wê wateyê ku tevayî aqilê tekaserî dagir dike”.(1)
Xuya dike ku aqilê gerdûnî yê hatiye çêkirin bi xwe re civakên çêkirî çêdike. Di bin hukmeke navendî de wan mekanîk dike. Besim F. Dellaloğlu di derbarê vê mijarê de wiha dibêje: “Mekanê civakî bi du awayan yeknesak dibe. Ya piştî şerê cîhanê yê duyemîn li Ewropa bi bombeyan an jî li Emerîka û piştî şer li Ewropa wekhevkirina avahî û nîşaneyên civakî. Her du rewş jî tirsehêz in. Bi destê teknolojiyê kavilkirina civak-xweza û bi standardbûna teknolojiyê civak- fizîka ku bûye avadanî”.(2)
Bi navê bajarvaniya modern birêvebirina civakan hêsan dibe. Aqilê gerdûnî civakên wekhevdu çêdike û wan dike perçeyên xwe, xof û tirsên çêkirî li wan peydar dike. Wan ji xofên wan ên resen dûr dixe. Soren Kierkegaard ji bo takekesên van civakan wiha dibêje: “Lîstika kêf û dilşadiya baleyan”.(3)
Raman, xof, tirs, kêf, şahî, şarezabûnên derûnî bi pêşketina kapîtalîzmê re guherîne. Kesayet ne li gor nirxên civakî, li gor aqilê gerdunî form girtine. Mirov bûne nîv însan. Ango şexsiyet veguhezîne cyborgan. Mirov dikare bêje ku ev cyborgbûn bi kêrî aqilê gerdûnî yê serdest tê. Dieter Duhm, di derbarê vê mijarê de wiha difikire: “Mirovên “tendurust” ên civakên kapîtalîst, nexweşiya wan balê nakişîne. Her wiha, ew heya hûn bêjin bes nexweş, xerabûyî, seqet in. Nexweşiya wan tevahî ye û li her ciyî ye”.(4)
Çandên civakî, beriya şax û şûxên kapîtalîzmê ji reseniya xwe pêk dihatin. Avadanî, bajar, bajarok, gund, dans, stran, cil û berg, rojên taybet, dilşadî û nedilşadiyên her civakê ne sedî sed be jî ji hev cuda bûn. Civak bi cudabûnên xwe dihatin naskirin. Aqilekî civakî hebû. Ew aqil jî dişibiya erdnîgariya wan. Mînak avahiyên wan dişibiyan rengê axa wan û kevirê çiyayên wan. Aqilê wan di sînorê erdnîgariya wan de formul diafirandin. Vê rewşê jî dihişt ku cudabûn derbikevin holê. Mesela; li Cizîra Botan avahiyên wan ji kevirên sor bûn ku di sînorên heremê de pêde dibûn. Medreseya Sor ku li navenda Cizîra Botan bû navê xwe ji rengê xwe stendibû. Li herêma Mêrdînê avahiyên wan ji kevirên çiyayên wan bûn ku hîn jî wan keviran bikartînin. Bajarê #Heskîf# ê di nava dilê çiyê de hatibû avakirin. Hinek gundên li herêma Torê ji dur ve wek perçeyekî xwezayê xuya dikin. Gelek Qesr û qonaxên Amedê bi kevirên reş hatine çêkirin. Li ciyên weke Rihayê berî, kerpîç bêtir hatine bikaranîn di avakirina xaniyan de. Cil û bergên civakan li gor şert û mercên erdnîgariya wan diguherîn. Ji cil û bergan herêm, bajar an bajarokê wan dihat naskirin. Mesela; kincên jineke Serhedî û yên jineke Botî nedişibiyan hevdu. A niha şalekî blucîn û tîşortek tevahî tê lixwekirin. Piranî weke berûyên darekê, şêlimên mişarekê ne êdî civak. Di civakan de bêtir rojên ku aqilê serdest dane sêpandin weke sersal, rojbûn, rojên xoşewîstan, dayîkan, bavan û hwd. tên pîrozkirin. Civak, rojên xwe yên aîdî xwe hêdî hêdî ji bîr dikin.
Di vî zemanê aniha de, aqilê serdest ê kapîtalîzmê ku hema hema her civak kiriye weke hevdu, civak wê çawa wek civakeke cuda bê naskirin? Civak di nava van fikir, raman û çanda çêkirî de gelo bi parastina zimanê dayîkê dikare cudabûna xwe biparêze? Di rola zimên a li ser netew û civakan de em dikarin reşikan bînin holê. Reşikên ji bilî parzemîna Efrîqa dijîn ger ne ji rengê tenê wan be di nava civakên din de, ji mirovên din, wê çawa bên kifşkirin? Reşik azad bûn lê bi azadbûnê re xuya dike ku tune jî bûn. Wekhevdûbûnê ew jixwebûnê dûr xistin. Wekhevdûbûna wan a ku civakên ku lê dijîn têra wan kir. Ango ji kolebûnê rizgarbûna wan ew rizgar nekirin. Xuya dike ku nedan dûv wekheviyê. Ger bidana dûv wekheviyê wê çanda xwe û bi taybetî zimanê xwe bi serdestên xwe bidana sêpandin.
Wekhevdûbûn, dihêle ku hevsar di destê aqilê sermayedarê kapîtalîst de be. Li gor min, di nava vê hêza wekhevdûbûnê de encax parastina zimanê dayîkê cudabûnê biparêze. Ji ber ku ziman diyardeya herî xurt a çandê ye. Ger em cudabûnê wek heyînbûnê biparêzin, em dikarin bêjin ku ji bo mayîna civakan ziman sedema herî girîng e.
(1) T.W. Adorno & Max Horkheimer, Dialectic of Enlightenment, Verso, 1989, r. 21-22.
(2) Besim F. Dellaloğlu, Frankfurt Okulu’nda Sanat ve Toplum, Weşanên Say, Stenbol, 2018, r. 8.
(3) COGİTO, Adorno: Kitle, Melankoli, Felsefe, Weşanên Yapı Kredi, Stenbol, 2003, r. 7.
(4) Dieter Duhm, Kapitalizimde Korku, Wer. Sargut Şölçün, Stenbol, Weşanên Kırmızı, 2015, r. 67.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览10
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovaradilop.ne 13-04-2024
相关文件: 1
挂钩项目: 3
小组: 文章
Publication date: 09-10-2022 (2 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 文化
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 13-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):13-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览10
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.1162 KB 13-04-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,169
书籍 19,170
相关文件 96,581
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!