图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,989
图片 106,398
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Kerkûk: Ji rabirdû ta bi îro
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kerkûk: Ji rabirdû ta bi îro

Kerkûk: Ji rabirdû ta bi îro
#Kerkûk# : Ji rabirdû ta bi îro
Nivîsandin û Amadekirin: #Seîd Veroj#
$Kurdtedîrok$
Kerkûk, bajareke qedîm û kevnare yê herêma Şarezor e. Dîroka damezirandina Kerkûkê, bi nêzîkayî digîje berîya 5.000 salan. Lûlûbî (III hezar sal P. Z.), Gûtî, Mîtanî û Hûrî qewmên sereke yên damezirênerên vî bajarê dêrîn in ku ji alîyê dîrokzanan ve wek pêşiyên kurdan têne qebûlkirin. Piştî wan jî hinek deman Asûr, Babîl, Med, Sasanî û Osmanîyan li vê deverê hikum kirine.
Hatin û bicîbûna ereban li dewr û berê Kerkûkê, digîje dema salên belavbûna Îslamiyetê. Ew jî teqabûlê salên 700-750an dike. Tirkmen jî di dema Selçuqiyan de yanî di salên 1075-1100an de wek leşkerê bi pere û memlûk li van deran bi cî bûne. Dema ku Ereb û Tirkmen hatine vê derê, ev der ne bê xweyî bû, xwecihên wî hebûn û ew jî Kurd bûn. Ev deverên kurdnişîn ên wekî Kerkûk, Hewlêr û bajarên din jî di nav de Şarezor, di dawîya demên desthilatdarîya Abasîyan (1250) de tevlî Iraqê bûne. Ji dema dewr û desthelatdarên berê ve hetanî îro, ji bo bajarê Kerkûkê navên wekî; Kerk (qella), Kerhînî, Kirkore, Erpeha, Gurgura û wd. hatine bikaranîn.
Her çiqas desthilatdarîya sîyasî ya herêmê bi berdewamî guheriye jî, îdareya herêmî di bin desthilatdariya mîrnişînên Kurd de bûye û pirraniya nifûsa van deveran ji eşîrên kurd pêk hatiye. Li vê deverê mîrnişînên bi navê Hesnewî (di nîvê sedsala 10an), Anazî, Erdelanî (sedsala 12), Babanî, Soranî û Behdînîyan hikûm kirine. Herweha pirraniya xelkê xwecihê Şarezorê, bajarên dewr û berê wî ji eşîrên wekî Zengene, Caf, Beyatî, Hemawendî û wd. bûn.
Ji salên 1534an şûn ve hem Iraq û hem jî başûrê Kurdistanê dikeve bin hikmê Împeretorîya Osmanî. Sala 1743yê Kerkûk, demeke kin dikeve bin hikmê Sefewîyan lêbelê ji sê salan şûn ve careke din dikeve bin hikmê Osmanîyan. Piştî ku Bexdad ket bin hikmê Împeretoriya Osmanî, pey der pey li vê deverê sîstema îdarî ya Osmanî hate pêkanîn. Wekî herêmên din, li vê derê jî sîstema rêvebirina Eyaletan hate pêkanîn. Li gorî vê sîstema nû, Iraqa Erebî û başûrê Kurdistanê bi ser çar “Eyaletan” yan jî “Wîlayetan” ve hate dabeşkirin; Bexdad, Basra, Mûsil û Şarezor. Di pirtûka bi navê Tarîxûl Iraq el Îdarî we’l Îktîsadî Fî’l Ahdi’l Osmanî es- Sanî (1638-1750) de, sînorên Eyaleta Şarezorê weha hatine dîyarkirin: “Ji alîyê başûr ve bi Eyaleta Bexdadê re, ji alîyê rojavayê ve bi hikumeta Mûsil û Amediyê re, ji alîyê bakûr ve bi Hekarî û Azerbeycanê ve û ji alîyê rojhelatê ve jî digihîje herêma Farisan.”
$Rêjeya nifûsê$
Dema ku babet were ser Kerkûkê yan jî Wîlayetên Şarezor û Mûsilê, bêguman rêjeya nifûsa qewm û milletên xwecihên li van deran jî tête rojevê. Li ser vê babetê gelek nivîsîn û agahdarîyên nexşezan, dîrokzan û gerokan hene ku pirr baş ronahîyê didin vê babetê. Ku li vê derê em çend mînkan bînin bîra we:
– Nivîskarê pirtûka Buldanûl Xîlafetî’ş Şarqiye, ji pirtûka Mûstavfî ku di sedsala heştemîn de hatiya nivîsandin neqil dike û dibêje: “Şarezor di sedsala heştemîn de bajarekî geş bû û hemû xwecih/nişteciyên wî kurd bûn.”
– Yaqût El- Hamewî di pirtûka Mu’cemul Buldan(1868) de behsa Şarezorê dike û dibêje: “Yên ku li vê deverê dimînin hemû Kurd in.”
– Gerok Îbnê Muhelhîl jî di heman demê de li deverê geriyaye û dibêje: “Herêma Şarezorê ji hinek bajar û qezeyan pêk tê û di nav de 60.000 malên Kurdan hene.”
– Şemseddîn Samî jî di ansîklopedîya xwe ya bi navê Kamûs’l Alem de dibêje: “Kerkûk di nav wîlayeta Mûsilê de ye û ew jî bi Kurdistanê ve girêdayî ye. Ji çaran sisiyê (3/4) nifûsa wê Kurd in û yên mayî jî Tirkmen, Ereb û milletên din in.”
Bi giştî û pirranî di çavkanîyên dîrokî de Kerkûk, wekî parçeyek axa Kurdistanê û bajarekî Kurdan tête nîşandan. Digel vê Kerkûk, bajarekî qedîm ê pirrqewmî û pêkvejiyanê ye; bi tevî Kurdan, Ereb, Turkmen, Asûrî-Keldanî-Sûryanî, Cihû û Ermen jî têde hene.
$Guhartina di sîstema îdarî de$
Rêvebirîya Osmanî sala 1870ê di Qanûna Îdareya Eyaletan (Wilayetan) de guhartinek çêkir; li gorî vê guhartinê herêm bi navê Bexda û Mûsil, bi ser du eyaletan ve hate dabeşkirin. Di encama vê guhartinê de, di sala 1879an de navenda wîlayetê ji bajarê Kerkûkê birin Mûsilê. Bi vê awayê başûrê Kurdistanê; ji dervayê Xaneqîn û deverên bi wê ve girêdayî, bi hemû bajarên xwe ve bi wîlayeta Mûsilê ve hate girêdan. Ji wê şûn ve Mûsil, êdî bû navenda îdarî ya başûrê Kurdistanê.
$Damezirandina dewleta Iraqê:$
Împeratorîya Osmanî ya ku nêzîkî 500 salan li vê herêmê hikum kiribû, di dawiya Şerê Yekem ê Cîhanê de têkçû. Di çarçoveya Peymana Mondrosê (30ê Cotmeha 1918) de, Iraq û başûrê Kurdistanê ji aliyê dewleta Brîtanyayê ve hate dagirtin. Lewra ev herêm, ji alîyê xezîneyên petrolê ve gelek dewlemend bû û li gorî lihevhatina Peymana Sykes-Pîcotê jî para dewleta Brîtanyayê bû. Brîtanyayê petrola vê herêmê di salên 1890an de keşif kiribû.
Di 28ê Tebaxa sala 1921an de, di bin mandaterîya dewleta dagirker a Brîtanîyayê de bi serokatîya Melîk Feyselê Kurê Şerîf Husên damezirandina dewleta Iraqê hate ragehandin. Dewleta Brîtanyayê di çarçoveya sîyaseta xwe ya petrolê de piştgirîya Ereban kir, bi tevî Mûsil û Kerkûkê, hemû erdê başûrê Kurdistanê jî xistin nav sînorên sîyasî yên Iraqê.
$Mafê milletê Kurdistanê:$
Milletê Kurd vê yekê hîç qebûl nekir û bi serokatîya Şêx Mehmûdê Berzencî damezirandina hikûmate Kurd li Silêmaniyê hate ragehandin. Dewleta dagirker a Brîtanyayê, her çiqas di destpêkê de ji bo demeke kurt hikumeta Şêx Mehmûd naskiribe jî, paşê têkilî xera bûn. Ji ber vê, roj bi roj pevçûnên navbera hikûmeta Kurdistanê û hêza mandeter a Brîtanyayê geş dibûn. Dewleta Brîtanyayê, di Rojhelata Navîn de cara yekemîn hêzên xwe yên hewayî li hemberê tevgera rizgariya Kurdistanê bikaranîn. Şêx Mehmûd, di sala 1924an de hate destgîrkirin û dewleta Brîtanyayê wî sirgûnê Hidistanê kir.
Di sala 1925an de Kerkûk jî di nav de wilayeta Mûsilê, bi biryara komîsyonek Cemîyeta Mîlletan tevlî dewleta Iraqê kirin. Pêkhatina vê biryara Cemîyeta Mîlletan, ji alîyê dewleta hîmayekar (Brîtanyayê) a Iraqê ve, di sala 1932an de bi vî şertî ve hatibû girêdan ku; “Divê zimanê kurdî di mueseseyên giştî de bibe zimanê fermî, rêvebirên bajarên kurdan jî bi eslê xwe kurd bin.” Di çend salên destpêkê de hinek nermayî hatibe nîşandan jî, paşê hikumetên Iraqê dest bi sîyaseta erebkirina Kurdistanê kirin.
$Sîyaseta erebkirinê:$
Bi taybetî ji salên 1963an şûn ve, di çarçoveyek mihendîsîya demografîk de sîyaseta erebkirinê bi awayek sîstematîk hate tetbîqkirin. Bi rê û rêbazên cûr bi cûr Kurd ji Kerkûkê hatin derxistin, qewirandin, cezakirin, êşkencekirin û kitimkirin. Li şûna wan bi bertîl û teşwîqan, erebên hawirde ji Necef û Besrayê anîn bi cî kirin. Piştî ku di sala 1968an de Partîya Beasê bi darbeyeke leşkerî desthelatdarîya dewleta Iraqê bi dest xist, bi taybetî jî sîyaseta guhartina demografî û erebkirina Kerkûkê, bi tedbîr û pîlanên nû, bi awayeke berfireh hate domandin.
Di 11yê Adara sala 1970an de, di navbera serok Mistefa Barzanî û dewleta Iraqê de peymana “Xudmuxtarîyê” hate îmzekirin. Di çend salên dema peymana “Xudmuxtariyê” de aramîyeke demkî pêk hat. Ji ber ku li ser statuya Kerkûkê, di navbera Kurd û Ereban de lihevhatinek çê nebû, wekî maddeya 140. a Destûra evro ya Iraqê, wê demê jî meseleya Kerkûkê ji bo 3-4 salan hate paşvexistin. Lêbelê çareseriyek ji wê re nehate dîtin. Ji alîyê rejîma Iraqê ve hewldanên ji bo erebkirina bajarê Kerkûkê û deverên stratejîk ên din, her berdewam kir.
Ji bo kêmkirina rêjeya nifûsa Kurdan û milletên din, digel tedbîrên polîtîk û sosyal, guhartinên îdarî jî hatin kirin. Hinek qezayên bajarê Kerkûkê ji wî hatin veqetandin; di vê çarçoveyê de sala 1976ê Duzxurmuta bi bajarê Tikrîtê ve, Çemçemal û Kelar bi Silêmanî ve û Kifrî jî bi bajarê Diyalayê ve hate girêdan. Ev jî nebes bû, navê Kerkûkê guhartin û kirin Te’mîm (Mîllîkirin).
Bi vê awayê rêjeya nifûsa Kurdan li Kerkûkê hate kêmkirin. Dema em encamên serjimêrîya salên 1957 û 1977an bidin ber hev, ev yek bi zelalî xuya dibe.

Di serjimêriya 1957an de: Di serjimêriya 1977an de: Encam:
Nifûsa Kerkûkê Nifûsa Kerkûkê
Kurd: %48,3 % 37,53 – 10,77
Ereb: %28,2 % 44,41 + 16,21
Tirkmen: %21,2 % 16,3 – 4,9
Yên din: %2,3 % 2,4
Bêyî ku meseleya Kerkûkê bête çareserkirin, di sala 2003an de desthilatdarîya rejîma Beasê hate hilweşandin û di sala 2005an de jî bi referandûmekê Destûra (Zagona) nû ya Iraqê hate qebûlkirin. Li gorî benda 140. a Destûra 2005an, diviya ji bo dîyarkirina statu û dahatûya bajarê Kerkûkê û “ciyên nakok” ên din, referandûmekê bihata kirin. Dîroka pêkanîna referanduma navborî, wekî roja 31ê Kanûna 2007ê hatibû destnîşankirin. Li ser vê dîrokê deh sal derbas bû, hikûmeta Şîa Mezheb a Iraqê hîn jî pêdivîya Destûrê neanîye cî. Ji bo pêkanîna pêdivîya Destûrê, hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê gelek caran hewl da, lêbelê Hikûmeta Erebî ya Bexdayê her carê sebebek nîşan da ji bo pêkneanîna referandûmê.
Dawîyê; divê em vê yekê bizanin ku rezervên petrol û gaza Kerkûkê, ji bo hêza aborî û bazarên enerjîya herêmî û nevdewletî pirr girîng in. Ji ber vê, çavê her alîyek li ser Kerkûk û dahatûya wî ye. Ev dewlemendî, ji alîyek ve ji bo dewletek mustaqbel a serbixwe ya Kurdistanê xezîneyek pirr girîng e, ji alîyê din ve çavên dewletên herêmî jî her gav li ser e û berdewamî bûye ciyê xewrevînîya wan. Ji ber vê yekê, bi piştgirîya dewletên herêmî û erêkirina hinek hêzên navneteweyî, di 16yê Cotmeha 2017an de Kerkûk careke din ji alîyê artêşa Erebî ya Iraqê, milîsên Hejdê Şeabî û pasdarên Îranê ve hate dagirkirin. Bi vê awayê di destpêka sedsala 21an de, carekî din milletê Kurdistanê bi tenê hate hiştin, neheqî û zordarîya li ser wê dûbare bû.
$Îddeayên Tirkiyê li ser Kerkûk û Mûsilê:$
Tevgera Kemalîst a ku li ser baqîyeya Osmanî peyda bûbû, li Anqerayê hikumeteke nû damezirandibû. Hikûmeta nû ya Anqerayê, bi egera ku Mûsil û Kerkûk di nav sînorên Mîsakê Mîllî de ne, ji bo bidestxistina parek ji petrola van herêman, xwestin bi Îngilizan re peymanek çêkin. Çûnûhatin û gotûbêjên li ser vê babetê, di dema hevdîtinên Lozanê de dest pê kirin. Di vê pêvajoyê de, di navbera serokê şanda Tirk Îsmet Onînî û Lord Curzonê Wezîrê Derve yê Brîtanyayê de gelek dîalogên balkêş çêbûn. Dawîyê, Peymana Lozanê hate îmzekirin lêbelê îddîayên şanda Tirk yên li ser Mûsilê nehatin qebûlkirin. Dewleta Brîtanyayê [Îngiltereyê] çareseriya meseleya Mûsil û Kerkûkê, dewrê Cemiyeta Mîlletan kir. Ji bo lêkolîna rewşê, bi serokatîya dîplomatê Swîsreyî Aff Wirsên komîsyoneke sê kesî hate avakirin. Komîsyona pêkhatî, li ser vê babetê, nêzîkê heşt mehan lêkolîn û lêpirsîn kirin, raportek amade kirin û pêşkêşê Cemîyeta Milletan kirin. Di civîna 16yê Kanûna 1925an de, pêşniyarên di wê raportê de hatin erêkirin û Mûsil bi Iraqê ve hate girêdan.
Li gorî vê peymanê biryar ew bû ku ji hatina petrola Iraqê ji %10 para Tirkiyê bidin. Di dawiya peymanê de jî hatibû lêkirin ku “Tirkiye bixwaze dikare para xwe ya petrolê wergerîne ji bo pereyên neqdî”. Li gorî vê yekê, nirxê para Tirkiyê jî qasî 500 hezar Poundan hatibû tesbîtkirin. Ev peyman û pêşniyar, di 6ê Hezîran 1926an de li Parlementoya Tirkiyê (TBMM) hate dengdanê; bi 143 dengên erê, 2 red û yek jî bêalî hate qebûlkirin. Dayina pereyên wê, ji sala1934an dest pê kir û hatanî 1951an dewam kir. Bi gotinek kin û kurt rêvebirên Komara Tirkiyê, Mûsil û Kerkûk ji zû ve firotine. Ji ber vê yekê, piştî sed salan rêvebirên Tirkiyê çi sebeb nîşan didin bila bidin, heq îddîakirina wan a li ser Kerkûk û Mûsilê, dûrê heq û heqîqetê ye.
(Şemseddîn Samî, Kamûs’ûl Alem, Cilt: 5, s. 3846)
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览23
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 10-04-2024
挂钩项目: 3
传记
日期与活动
的地方
小组: 文章
Publication date: 05-07-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
城市: Kerkuk
文件类型: 原文
普罗旺斯: 南库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 10-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on10-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):10-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览23
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,989
图片 106,398
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!