Bibliothèque Bibliothèque
Rechercher

Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!


Search Options





Recherche avancée      Clavier


Rechercher
Recherche avancée
Bibliothèque
Noms Kurdes
Chronologie des événements
Sources
Histoire
Collections de l'utilisateur
Activités
Rechercher Aide?
Publication
Video
Classifications
Élément aléatoire!
Envoyer
Envoyer l'article
Envoyer l'image
Survey
Vos commentaires
Contactez
Quel type d'information devons-nous!
Normes
Conditions d'utilisation
Point qualité
Outils
À propos
Kurdipedia Archivists
Articles de nous!
Ajouter Kurdipedia à votre site Web
Ajouter / Supprimer Email
Statistiques des visiteurs
Les statistiques de l'article
Polices Converter
Calendriers Converter
Vérification orthographique
Langues et dialectes des pages
Clavier
Liens utiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Langues
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mon compte
Connexion
L'adhésion!
Vous avez oublié votre mot de passe!
Rechercher Envoyer Outils Langues Mon compte
Recherche avancée
Bibliothèque
Noms Kurdes
Chronologie des événements
Sources
Histoire
Collections de l'utilisateur
Activités
Rechercher Aide?
Publication
Video
Classifications
Élément aléatoire!
Envoyer l'article
Envoyer l'image
Survey
Vos commentaires
Contactez
Quel type d'information devons-nous!
Normes
Conditions d'utilisation
Point qualité
À propos
Kurdipedia Archivists
Articles de nous!
Ajouter Kurdipedia à votre site Web
Ajouter / Supprimer Email
Statistiques des visiteurs
Les statistiques de l'article
Polices Converter
Calendriers Converter
Vérification orthographique
Langues et dialectes des pages
Clavier
Liens utiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Connexion
L'adhésion!
Vous avez oublié votre mot de passe!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 À propos
 Élément aléatoire!
 Conditions d'utilisation
 Kurdipedia Archivists
 Vos commentaires
 Collections de l'utilisateur
 Chronologie des événements
 Activités - Kurdipedia
 Aide
Nouvel élément
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
09-09-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biographie
Auguste de Jaba
29-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d\'Orhan Pamuk
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
L\'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Temps et espaces de la violence interne: revisiter les conflits kurdes en Turquie à l\'échelle locale
07-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
La révolution kurde. Le PKK et la fabrique d\'une utopie
05-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Osman Sebrî (Apo): Analyse Bio-bibliographique
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Quelles Frontières Pour Le Moyen-Orient ? - II
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Statistiques
Articles 519,457
Images 106,568
Livres 19,266
Fichiers associés 97,105
Video 1,390
Bibliothèque
L'Arménie dans le folklore ...
Bibliothèque
Documents du VIème Congres ...
Bibliothèque
Les Kurdes d'Irak
Bibliothèque
L' Homme Debout
Bibliothèque
Documents du VIIème Congres...
Wedatê ku ez nas dikim
Groupe: Articles | Articles langue: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
Wedatê ku ez nas dikim
#Mûrad Ciwan#

(Ev nivîs li ser daxwaza Şefik Öncü ji bo kitêba wî ya li ser Wedat Aydin hatiye nivîsîn û di cildê 2-ê yê kitêbê de heye)
Cara pêşîn min Wedat Aydin kîjan salê, kîjan rojê dît nayê bîra min. Lê teqrîben ber bi salên nîviyê 1970-yan bû.
Ez û Wedat hemşeriyên hev hesab dibin. Ew ji Haciya Kîkan a gundê Bismilê ye. Ez ji alî bavê ve ji Şorşiba gundê Çinarê me. Min bi xwe Şorşib nediye. Bapîrê (bavê bavê min) min ji wê derê bû. Du kurên wî hebûn; bavê min û apê min. Bavê wan zû mir, diya wan ew dabûn ber xwendina faqîtiyê. Ew ji gund derketin. Wan xwend ew bûn mele, nema vegeriyan gundê xwe. Zarokên malbatê li dervayê Şorşibê hatin dinyayê. Bavê min bû melayê bi kadro û li hin qeza û gundên Diyarbekirê geriya, çend salan jî li gundekî Swêregê ma. Min jî xwendina destpêkê û a navîn li deverên cuda xwend.
Herî dawîn sala 1969-ê di sinifa dawîn a xwendegeha navîn de min li ”Diyarbakir Ortaokulu”yê dixwend û ez bi şevan jî li ”Husrev Paşa Vakiflar Yurdu”yê dimam. Eynî salê tayina bavê min derket nav Bismilê û mala me çû wê derê. Ez li Diyarbekirê li xwendinê mam, piştî ya navîn min leyliya Xwendegeha Mamostetiyê ya Diyarbekirê qezenc kir; ez derbasî wir bûm. Bi şevan jî ez li xwendegehê radizam.
Eynî salê ji Bismilê Hayrettin Yildiz (Xêreddîn; birayê Kutbettin Yildiz) jî li mekteba mamostetiyê dest bi xwendinê kir. Em ketin eynî sinifê, pişt re em bûn hevalên hev ên samîmî. Em gelek caran di dawiya hefteyan de, di cejn û vehêsanan de bi hev re diçûn Bismilê. Bi saya wî min hin gêncên Bismilê naskirin.
Hê di sinifa dawî ya ”Diyarbekir Ortaokulu”yê de ez û Mustafa Fisli (ku wê gavê navê wî Mustafa Türkekul bû) ketin eynî sinifê û bûn hevalên hev ên gelek nêzîk. Ew wek malbat kurdperwerbûn, tevî bav û bira û endamên malbatê yên din di xizmeta kurdeweriyê de bûn. Ez jî ji malbateka mela dihatim ku heta dereceyekê hay ji kultur, tarîx û edebiyata kurdî hebûn. Feqiyên apê min hebûn di hucran de. Ez dibûm şahidê minaqeşeyên wan ên bi kurdî ên ser şerîetê, felse û tesewufê, edebiyata kurdî û serîhildanên kurdan yên di rêberayetiyên şêx, mela û seyidan de. Ez tevî merasim û ahengên îcazeyên melyan dibûn ku wek mihricanên gelek bicoş dihatin pîrozkirin. Kurdeweriya min û Mistefa em nêzî hev kirin û gelek salan em wek hevalên nêzîk bi hev re man. Pişt re me bi hev re di nava PDKT de xebat kir. Ez diçûm mala wan, ew bi min û Hayrettin re dihat Bismilê.
Li Bismilê me meyla xwe ya kurdîniyê nîşanê gêncên ku me ew nas dikirin dida. Heta salên despêk û nîvê 1970-yan jî li Bismilê ji kurdîniyê pirtir çepîtî di rewacê de bû. Gêncên şoreşger ên kurdperwer tunebûn, lê yên çep ên di bin tesîra TIP-ê, Turkiye Emek Partisi ya Mihrî Bellî de hebûn. Li Bismilê wan salan ku bajarekî piçûk ê xwedan nifûsa ji 10 hezar kesan kêmtir bû, sunnî û elewiyên tirkmen, mihacirên tirk ên Balkanan habûn, hin kurd jî hebûn ku wan jî xwe bi ser tirkan ve hesab dikir.
Hayrettin her çendî hevalê min ê nêzîk bû wî meyla xwe nedida siyasetê. Wî xwe kurd didît, lê siyaset ne karê wî bû. Gêncekî çeleng ê lihevhatî bû, keçik li dora wî diçûn dihatin. Wî jî meyla xwe berdida ser wan û gêncîtiya xwe. Îro ez difikirim ku di şertên normal de ya ku divê bi rastî jî gênc bikin ew e, ew rasyoneltir difikirî. Lê em bi xwe hê 14-15 salî me xwe avêtibû nav tevgera kurdînî û şoreşgeriyê, me bira jî bawer dikir ku di çend salan de em ê nîzamê hilweşînin û kurdan azad bikin. Mistefa her li ser take kurdperweriya xwe ma. Min bi xwe gelek dixwend, gelek minaqeşe dikir. Tarîx, ziman, edebiyat û felsefê gelek bala min dikêşa. Bi taybetî jî îdolojiya çep a sosyalîzmê. Ez jî di jiyana xwe de peyderpey ber bi kurdpereweriya çep a sosyalîstî ve çûm.
Bi her hal, li Bismilê birayekî mezin ê Hayrettin hebû; Kutbettin Yildiz. Ew çûbû Almanyayê û vegeriyabû. Li wê derê derûdorên kurdperwer û komeleyên wan nas kiribûn. Ew jî bûbû kurdekî dilsoz. Di demên em diçûn Bismilê de ez pirtir bi Kutbettîn û heval û hogirên wî re radibûm rûdiniştim.
Ez dibêjim qey destpêkê, wan salan Wedat jî li dervayê Bismilê bû, li Farqînê, li Qiziltepê dixwend. Belkî ew jî di tatîlan de dihat. Derûdoreka hevalan li Bismilê çêbû. Pirraniya wan ji gundên dora Bismilê bû.
Payiza sala 1975-ê min û Mistefa Fisli li ser hin mesele û kesan ên nav PDKT li hev nekir, ez ji partiyê dûr ketim û eynî salê ez çûm Îstanbulê, min dest bi fakulteya Huqûqê kir. Li wir ez ketim nav refên DDKD-ê. Havîna 1976-ê gava ez bi minasebeta vehêsana havînê hatim Diyarbekirê, ez bûm endamê Partiya PDK-T (partiya hevalên Doktor Şivan ku tesîreka wan a mezin li ser DDKD-ê hebû). Çawa ez bûm endamê partiyê, ez ketim komîta herêmê â Diyarbekirê û wazîfe hat dayin ku ez komîte û hucreyên partiyê li Bismilê ava bikim.
Havîna 1976-ê ez zewicîm û cara pêşî li Bismilê me daweteka kurdînî lidarxist. Me ji Farqînê hevalên sazbend ên ku bi kurdî distiran anîn û ji serî heta binî bi stiran û govendên kurdî me dawet li dar xist. Dawetê li nav Bismilê deng veda.
Wê gavê îdî hevalên min ên wek Kutbettîn Yildiz, Mamoste Nujen, Îrfan Altunç, Wedat Aydin, Mehmet Aslan, Burhan Zoroglu, Mustafa Tanguner, Behçet Avşar û gelek kesên din çêbûbûn. Me van kesan aktîf kar dikir û bîrûbaweriyên kurdîtiyê û terefgîriya DDKD-ê di nav gêncan û mamosteyan de her ku diçû zêde dibû. Me semîner lidardixistin, minaqeşe û sohbet dikirin. Kitêbên li ser kurdan ku derdiketin min dianîn Bismilê; me dixwendin.
Min agahî li ser şoreşgêrên Bismilê didan berpirsên partiyê, me biryar da ku ez Wedat bikim endamê partiyê û ew bibe berpirsê Komîteya Bismilê. Me yê li ser esasê sîtema Y-yê komîte û hucre ava bikirana. Pêwendiyên wî ê bi min re bûna. Wî yê jî ê Komîteya Bismilê bi xwe ve girêbidaya.
Min destûrname û programa partiyê anî bi Wedat da xwendin. Ew gelek ket heyecanê, kêfa wî hat û derhal bû endamê partiyê. Ji xwe hevalên din jî amade bûn bibin endam. Bawer dikim ew, Kutbettin û Mamoste di komîteyekê de hatin ba hev, pişt re heryekê bi xwe ve hucre avakirin. Hucrên wan fireh bûn, çûn heta gundan.
Di demeka kurt de wek agirê kayê rêxistin belav û berfireh bû. Hemû Bismil xist bin tesîra xwe. Komeleyek hebû bi navê Bismil Guzelleştirme Dernegi. Avayî û klubeka wê li rex qonaxa hukumetê hebû. Qaymeqam, hakim û berpirsên din ên qezayê diçûnê. Me ew bi hilbijartinan ji destê wan derxist. Ew der bû navenda rêxistinê a Bismilê.
Piştî darbeya 12-ê îlona 1980-yê ku operasyon li dor KIP-DDKD pêkhatin. Gelek berpirs û endamên partiyê hatin girtin ji berpirsan jî îfadeyên li ser rêkxeriya partiyê hatin îtîrafkirin, navê Wedat jî hat dayin. Wedat jî li binçav îfade da ku min ew girtiye nav prtiyê û berpirsê wî ez im, li jor ji min pê ve ew tu kesî nasnake.
Ev ketin îfadên wî yên polîs û mahkeman. Lê Wedat ne ji ber îtîrafê ev agahî dabû. Wê gavê ez li derveyê welat bûm, destê polîsan nedigihîşt min. Ji bo ew rê li ber girtinan bigire wî navê min dabû. Bi vê, ji alî wî de agahiyên li ser partiyê hatibûn birrîn. Lê ji bo ku ev îfadeyên wî di eynî wextê de wek belgeyekê ne ku min ew kir endamê partiyê û demekê me di nav rêkxeriya bidizî bi hev ra kar kir loma ez behsa vê buyerê dikim. Rastiyek gotibû lê, ji bo selametiya partiyê û hevalan ev rastî gotibû.
Piştî ku me li Bismilê rêxistin avakirin qasî bi du salan ez bûm endamê Komîta Merkezî yê partiyê, Wedat Aydin hat ket şûna min bû endamê Komîta Mehelî ya Diyarbekirê. Îrfan Altunç di şûna wî de kat Komîteya Mehelî a Bismilê.
Berpirsiyariyên Wedat berfireh bûn. Xebatên Bismilê bi wî ve girêdayî bûn. Min jî di warê weşanan û yên sendîka û rêxistinên civakê de berpirsiyarî hildan ser milên xwe. Wedat li Diyarbekirê bicîh bûbû. Heta bavê wî û apê wî li ser riya îstasyonê apartmaneka çend qat avakir ku Wedat di daîreyekê de dima. Wî xwendegeha perwerdeya bilind a bi nameyan dixwend. Ew jî bû mamoste. Ji bo ku em herdu jî mamoste bûn me di xebatên rêxistinî yên TÖB DER-ê de jî bi hev re kar dikir. Hem wek berpirsekî partiyê, hem wek mamoste hem jî wek berpirsekî weşanan û karûbarên îdeolojîk gelek caran ez û wî bihev re bûn.
Ew bi dotmama xwe re zewicî. Zarok jê re bûn. Min birayên wî yên piçûk jî ji nêz ve nasdikirin. Yanî ji alî malbatî ve jî pêwendiyên me dibûn, carina heke serê me yekî têketaya tengasîyê me alîkariyên hev ên malbatî jî dikir.
Ez nîsana sala 1980-yî hê berî darbeya eskerî a 12-ê îlonê ji bo ku bi minasebeta kampanyayeka UDG-ê li min hat geriyan û ji bo ku partiyê dixwest kongreyekê lidarbixe ez derketim derveyî welêt hatim Almanyayê. Hê li Alamanyayê bûm Darbeya Eskerî a 12-ê Îlonê hat. Ez venegeriyam welêt û derbasî Swêdê bûm. Piştî darbê Wedat Aydin û gelek hevalên din ên Bismilê hatin girtin. Kevneperst û hin dewlemendên Bismilê li gel burokrasiya dewletê bi taybetî bela xwe di gêncên Bismilê dan, siyaseta stuxwarkirinê û pelixandinê li hemberê wan meşand. Lê hevalên wê derê bi rastî tevî ku gelek caran bi mehan di îşkencan û bi salan di zindanên navdar bi zordestî û zulmên xwe ên Diyarbekirê de man, serî netewandin, li berxwe dan. Yek ji wan ên ku serkêşiya liberxwederiyê dikir û rêberiya hevalê xwe dikir da moral û cesareta wan tim bilind bihêle Wedat bû. Me gelek caran çîrokên liberxwederiya wî dibihîstin.
Ji roja ku ez ji welêt derketim îdî min ew nedît. Gava ji hepsê derket min bi telefonê pê re xeber da. Rojên gelek dijwar û reş û tarî bûn. Kurdperwer û şoreşger gelek ji wan di zîndanan de bûn, yên ku bazdabûn derveyê welat jî ne hindik bûn. Gelek kes jî di zîndanan de, an li derva hatin kuştin. Sala 1984-ê şerê çekdarî ê PKK-ê destpêkir. Însan derketin serê çiyan, li hemberî kurdan dewletê siyaseteka gelek dirindane dimeşand. Însan li kolanan li çolan dihatin kuştin,kuştinên fail meçhûl dibûn, însan dihatin revandin. Wedat ku ji hebsê derket li mala xwe rûnenişt, derneket derveyê welat. Cardin li gor rewşa wê demê ket nav xwebatê. Bu berpirsê Komeleya Mafê Mirovan a Diyarbekirê, pişt re bû berpirsê HEP-a Diyarbekirê. Wek nunerê Komela Mafê Mirovan a Diyarbekirê di Kongreya vê rêxistinê a li Anqerê de rabû bi kurdî axaftinek kir. Axaftina wî berê Anqere, pişt re jî Tirkiye hejand. Ew û hin hevalên xwe hatin girtin. Dengê wî ji derveyê welat jî hat bihîstin.
Pişt re ji hevsê derket çû Diyarbekirê û piştî çend mehan hat revandin û bi bêbextî hat kuştin. Cenazê wî gava li Diyarbekirê hat veşartin bi deh hezaran kes beşdar bûn. Dewletê êrîş bir ser merasimê, xelkê jî bersiv da , liber xwe da; Diyarbekir bû qada şerekî giran. Ez dibêjim qey 13 kes di wê merasimê de ji bal polîs û cerndirmeyan hatin kuştin.
Gava xebera kuştina wî belav bû ez li Kurdistana Başûr bûm. Min bi riya telefonê di ser Swêdê re xwest ez buyerê fahm bikim. Buyer hat piştrastkirin, lê wan rojan demên dijwar bûn; hem welat di bin sansureka hişk de bû, hem jî ragihandin jî wek îro ne ewqas asan, pirralî û berbelav bû. Me ji agahiyên medyayê zêdetir tiştek bidest nexist.
Pişt re gelek rapor li hundur û di qada naneteweyî de li ser revandin û kuştina Wedat bi îşkenceyê, xwepêşandana mezin a di merasima cenazeyê wî de, êrîşa hêzên çekdar ên dewletê û liberxwederiya xelkê derketin. Hem nimûneyeka nedîtî ya zilm û zordariyê hem jî ya liberxwdedaneka qehremanî ya gelê kurd belav bû.
Wedat ji malbateka halxweş dihat. Wê demê yen halxweş, xwedî meqam, mal û milk zêde xwe nedidan têkoşînê. Pirtir gênc û xelkên ji tebeqa bindest diketin nav tevgerê. Wedat bi can û malê xwe û bi hemû dilsoziya xwe ketibû nav têkoşînê. Ji bo tevgera ku tê de ye û hevalên xwe ji can û malê xwe texsîr nedikir. Hergav ew li pêşiyê bû. Xwe ji wazîfê qet venedikêşa. Mêrxasiyeka bêhed pê re bû. Pir bi tevgera we ve girêdayî bû . Nefspiçuk bû, çi wazîfe bidanayê nedigot ’na’. Heta ji ber vê sedaqeta xwe hin caran hin gavên ku dil nedixwest jî diavêt. DDKD-liyekî safî bû; ji bo wê her tişt dikir.
Li vir divê ez destnîşan bikim ku di nav me de Wedat Aydin û Muhterem Biçîmlî bi gelek taybetmendiyên xwe yên fedakarî û mêrxasiya di bizavê de, nefspiçûkiya xwe dişibiyan hev. Min bi her duyan re jî kar kir. Muhterem zû ji nav me çû bû efsane. Wedat drêj jiya hê bêtir rola xwe lîst û bi meziyetên xwe li seranserê Tirkiyyê navûdeng da.
Wî zêde guh nedida minaqeşe û tehlîlên îdeolojîk teorîk. Xwe kurmancekî reş didît. Hergav digot tirkiya wî têrê nake, lê hela tirkiya çepên tirk a ’öztürkçe’ ya wan qet ne bi dilê wî bû. Henek dikir digot ’ez mehekê di dawiyê re tirkîyê taqîb dikim, heta ez gotineka nuhderxistî hîn dibim, hew dinêrim xelkê yeka din derxistiye, loma e bi tirkiya nû re nagihîjim’.
Gava piştî 12 Eylulê ji hepsê derket û min pê re xeber da, min dît ku hê kurdînî û xebatgêriya xwe ji ser xwe navêtiye, lê qet behsa beşdarîkirina di tevgera rêxistinî de nake, tevî ku derûdora wî ya nêzîk cardin hevalên wî yên berê ên bismilî û diyarbekirî bûn jî. Behsa wê kir ku rewş ne wek berê ye. Di hevsan de û li derva însan ne ew însan in ku me berê ew nas dikirin. Herkesî nekarî li ber xwe bide, xwe li piya bihêle. Di hemû rêxistin û tevgeran de yên ku li ber xwe dan hebûn û yên ku ketin yan teslîm bûn hene. Wî got li derva divê meriv ferqê nexe navbera kadroyên tevgeran, kî xebatê dike divê meriv alîkariya wan bike.
Bawer dikim heta dawiya jiyana xwe bi vê perspektîfa fireh tevgeriya. Ruhiyeta wî, exlaq, hevên, kultur û zihniyeta wî ”kurmê şîrî heta pîrî” a ji rêxistina wî bû, lê kî di xebat û liberxwderiyê de hebû mil da wî. Li ber barê herkesê tûşî astangan bûbû rabû.
Loma îro ew ji bal hemû rêxistinên kurd, hemû kesên kurdperwer ve wek alayekê li ser destan tê girtin. Ew bû semboleka neteweyî, ya hemû kurdan.
2012-10-16 / Stockholm
Mûrad Ciwan
[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 73
HashTag
Sources
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 05-04-2024
Les éléments liés: 51
Articles
Bibliothèque
Biographie
Cours et Phrases
Groupe: Articles
Articles langue: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 16-10-2012 (12 Année)
Livre: Social
Province: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Type de document: Langue originale
Technical Metadata
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 05-04-2024
Cet article a été examiné et publié par ( سارا ک ) sur 07-04-2024
URL
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 73
Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
Articles
Les Kurdes et la construction d’une contre-mémoire du génocide arménien
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d'Orhan Pamuk
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
Articles
La Question kurde au Moyen-Orient: entre dynamiques régionales et reprises en main nationales
Bibliothèque
L'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
Articles
Insurrection urbaine dans l’espace kurde et Écologie sociale
Articles
Les Kurdes en Irak : une communauté linguistique qui protège son identité nationale
Biographie
Hamit Bozarslan
Articles
Province de Bitlis (1908-1915)

Actual
Bibliothèque
L\'Arménie dans le folklore Kurde
17-02-2014
هاوڕێ باخەوان
L\'Arménie dans le folklore Kurde
Bibliothèque
Documents du VIème Congres du PDK-I
28-01-2014
هاوڕێ باخەوان
Documents du VIème Congres du PDK-I
Bibliothèque
Les Kurdes d\'Irak
11-04-2014
هاوڕێ باخەوان
Les Kurdes d\'Irak
Bibliothèque
L\' Homme Debout
14-10-2016
هاوڕێ باخەوان
L\' Homme Debout
Bibliothèque
Documents du VIIème Congres du PDK-I
31-08-2017
هاوڕێ باخەوان
Documents du VIIème Congres du PDK-I
Nouvel élément
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
09-09-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biographie
Auguste de Jaba
29-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d\'Orhan Pamuk
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
L\'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Temps et espaces de la violence interne: revisiter les conflits kurdes en Turquie à l\'échelle locale
07-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
La révolution kurde. Le PKK et la fabrique d\'une utopie
05-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Osman Sebrî (Apo): Analyse Bio-bibliographique
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Quelles Frontières Pour Le Moyen-Orient ? - II
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Statistiques
Articles 519,457
Images 106,568
Livres 19,266
Fichiers associés 97,105
Video 1,390
Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
Articles
Les Kurdes et la construction d’une contre-mémoire du génocide arménien
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d'Orhan Pamuk
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
Articles
La Question kurde au Moyen-Orient: entre dynamiques régionales et reprises en main nationales
Bibliothèque
L'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
Articles
Insurrection urbaine dans l’espace kurde et Écologie sociale
Articles
Les Kurdes en Irak : une communauté linguistique qui protège son identité nationale
Biographie
Hamit Bozarslan
Articles
Province de Bitlis (1908-1915)

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contactez | CSS3 | HTML5

| Page temps de génération: 0.313 seconde(s)!