图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Dilopên dawiyê yên Gola Urmiyê û metirsiya li ser jiyana xelkê deverê
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Dilopên dawiyê yên Gola Urmiyê û metirsiya li ser jiyana xelkê deverê

Dilopên dawiyê yên Gola Urmiyê û metirsiya li ser jiyana xelkê deverê
Dilopên dawiyê yên Gola Urmiyê û metirsiya li ser jiyana xelkê deverê

Dilopên dawiyê yên gola #Urmiyê#
Li gor amarên fermî %98`ê Gola Urmiyê hişk bûye, bi hatina pêleke bê mînak a germê ku ti hêviyek jî nîne demeke nêzîk de baran bibare, tê payîn di dawiya Îlonê de dilopên dawiyê yên wê golê bibine hilim û bo cara yekem di dîroka xwe de zuha bibe.
Nasandina Gola Urmiyê
Gola Urmiyê dikeve bakurê Rojhilatê Kurdistanê û navbera her du parêzgehên Urmiye û Tewrêzê (Azerbaycana Rojhilat) ye. 25 salan berî niha wate berî dema ku hêdî hêdî zuha bibe û ava wê sal bo sale kêm bibe, duyemîn gola herî mezin a ava şor a cîhanê bû, herwaha gola herî mezin a Kurdistanê û Rojhilata Navîn bû.
Di nava wê golê de 102 grav hebûn û cihê jiyana çend curên teyrên weke Filamîngo, Pilîkan, Quling, Qaz û hwd. bû. Herwaha yek ji jîngehên sereke yên candareke bi navê Artîmiya bû ku candareke kêmdîtî û taybete, tenê di nava avên şor de jiyanê dike, di pîşesazî û berhemanîna masî û meygûyan de roleke sereke heye.
Berî ku hişik bibe ava bêhtir ji 60 rûbaran diçû nava wê golê. Yên herî sereke rûbarên Tetehû, Cexetû. Berandêz, Gader, Şeher Çay, Nazlû û… bûn. Ji ber ku çavkaniyên xwê li derdora wê golê hebûn ava rûbaran ev xwê bi xwe re dişûşt û tevlî golê dikir ji ber wê, ava wê golê gelek şor bû, bi awayekê ku mirov qet binav nedibû û herdem li ser avê dima.
Ji ber giringiya jîngeha gola Urmiyê, 53 curên candaran û 115 curên çûkan li berav û gravên wê hebûn, bêhtir ji 100 hezar ajel û balder lê dijiyan. Ev dever ji sala 1967`an ve weke deverekî parastî at diyarkirin û UNESCO`yê sala 1976`an Gola Urmiyê weke yek ji 59 jîngeyên taybet yên candar û çûkan li cîhanê diyar kir û weke Parka Nîştimanî tomar kir.
Rûberê Gola Urmiyê û Qebareya Ava vê Golê
Gola Urmiyê ji sala 1998`an ve û berî ku hişikbûn û kêmbûna ava wê destpê bike, 140km dirêj bû, panahiya wê li cihê herî berîn 55km bû û cihê wê yê herî kwîr jî 16 metire bûn. Lê îsal rûberê wê 5400km çargoşe bû û bêhtir ji 32 milyar metrên sê ca , av lê hebû, weke 25`emîn gola mezin a cîhanê dihate hejmarkirin.
Lê ji sala 1999`an ve, ji ber çend sedemên cuda asta avê berdewam kêm bû, sal bo salê qebareya wê kêm bû, rûberê vê golê kêm bû, heta dawiyê di havîna 2023`an de rûberê wê bû 400km du ca, û qebareya avê kêmî yek milyar metrên sê ca ye.
Sedemên Hişikbûna Gola Urmiyê
Di nava 20 salên borî de hişkesalî û kêmbûna berif û baranê li navçeyê û gelek deverên din ên cîhanê hat dîtin. Lê pispor wesa dibînin ku hişkesalî sedema sereke ya zuhabûna gola Urmiyê nîne, ya ku bi ser wê golê de hatiye çend sedemên din hene ku destê mirovan û rêveberên Komara Îslamî ya Îranê têde ye.
Sedemên sereke yên hişikbûna Gola Urmiyê ev in:
Çandinî û Kolandina bi hezaran bîrên neyasayî
Komara Îslamî ya Îranê piştî 8 salan şerkirinê li gel Iraqê, siyaseta dabînkirina xorakê da meşandin, derdora Gola Urmiyê yek ji wan navçeyan bû ku kete nava vê planê de û gelek girinpî pê hate dan. Hikûmetê destek daye xelkê deverê û cotkaran ku berhemên zêdetir biçînin. Bi gotina Parêzgarê Urmiyê rûberê erdên çandiniyê yên derdora Gola Urmiyê di nava 20 salan de sê qat zêde bû. Herweha ji ber guhertina çandiniya dêm bo çandinya berav û çandina berhemên weke çewender û sêv ku aveke zêde dixwazin, bû sedem ku her sal du milyar metrên sê ca ava zêdetir bo çandiniyê pêwîst be, û li gor amarên fermî zêdetir ji %90 a ava ku pêwîst bû biça nava gola Urmiyê bo çandiniyê hatiye bikaranîn.
Niha li gor amarên fermî sê hezar bîrên ku mohleta wan heye û bêhtir ji 120 bîrên neyasayî li sînorê Gola Urmiyê hatine kolandin. Ava bin erdê bo çandiniyê dikişînin, di encama valabûna riyên avê yên bin erdê de, ava şor a Gola Urmiyê ber bi tebeqeyên jêrîn diçe û tê payîn ku ava bin erdê jî şor bike.
Çêkirina bendavan li ser rûbaran
Di salên borî de li ser wan rûbarên ku dirijiyên nava gola Urmiyê de bêhtir ji 100 bendavan hatine çêkirin ku ew nahêlin ava rûbaran biçe nava golê de, herwha ev bendav dibin sedem ku rêjeyeke zêdetir a avê bibe hilim û ava gola Urmiyê kêm bibe.
Veguhestina Avê
Sedemeke din a zuhabûna Gola Urmiyê, veguhestina ava rûbarên vê golê ye bo navçeyên din û bikaranîna wan bo armancên cuda. Rûbarê Cexetû ku çavkaniya wê li çiyayên Çil Çeme yên parêzgeha Sine ye, çavkaniya sereke ya dabînkirina ava Gola Urmiyê bû. Lê çêkirina du bendavan li ser wî rûbarî û pengurandina avê bo çandiniyê û veguhestina ava vê bendavê bi riya du boriyan bo parêzgeha Tewrêzê, bû sedem ku ava wî rûbarî negihêje Gola Urmiyê. Ev ava ku bo Tewrêzê tê veguhestin, ava vexwarin, çandinî û pîşesaziyê ya bajarên Binaw, Melkendî, Meraxe, Azerşar û Tewrêzê dabîn dike.
Çêkirina cadeya Urmiyê bo Tewrêzê di nava Golê de
Bi mebesta nêzîkirina mesafeya navbera Urmiyê û Tewrêzê, di nava Gola Urmiyê de û li cihê ku berînatiya wê ji her devereke din kêmtir bû, cadek hate çêkirin. Awayê çêkirina vê cadeyê ne standard bû. bi hezaran ton kevir û xîz xistin nava golê de û ev cade çêkirin. Caceyê ev gol bi ser du beşên Bakur û Başûr de dabeş kiriye. Tenê li navîna vê riyê, pirek bi dirêjahiya 1,250 metreyan bo hatinûçûna navbera Bakur û Başûrê vê golê hatiye çêkirin. Ew yek berçav negirtine ku gera avê di nava vê golê de li qeraxa golê ve çêdibû. Li peravên Rojava, av ji bakur ber bi başûr dizîvirî û li Peravên Rojhilat jî av ji başûr ber bi bakur dizîvirî. Bi wî awayî ava vê golê di nava xwe de dizîvirî ku (Berîvajî zivirîna saetê bû) û germahiya xwe kontrol dikir û nedihêşt ku av bibe hilim. Piştî çêkirina vê pirê, gera avê di nava golê de rawesta û di nava du beşên başûr û bakurê golê de asê ma. Ew jî bû sedem ku rêjeyeke zêdetir a avê bibe hilim û bibe yek ji sedemên sereke yên hişikbûna gola Urmiyê.
Metirsiyên zuhabûna Gola Urmiyê
Dema ku Gola Urmiyê zuha bibe dê av û hewayê navçeyên derdora wê golê jî bê guhertn û dê bibe deşteke hişik. Eger ba rabe wê bi tonan xwê`ya ku di nava golê de bû bixwe re hilgire, wê bibe sedema rabûna ba û bagerên xwê, ev xwê wê bibe sedem ku bi milyonan hêktar ji erdên Rojhilatê Kurdistan, Azerbayca û beşek ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî şor bibin û çandinî li wan navçeyan nemîne.
Herwha paşmayên kîmyayî û jehrî yên pîşesazî û ew peyînên ku bo çandiniyê dihatin bikaranîn û berê bi riya rûbaran çûna nava golê de, piştî zuhabûna golê, wê tevî ba û bagerên xwê li navçeyê belav bibin. Ew madde wê bibin sedema derketina nexweşiyên dem dirêj di nava şêniyên deverê de û rêjeya mirinê zêde bibe û jidayîkbûn jî kêm dibe.
Zuhabûna vê golê dê bandorê li ser jiyana 15 milyon kesan bike, li gorî ku hatiye pêşbînîkirin dê 13 milyon kes neçar bibin ku dest ji cihê jiyana xwe berdin û koç bikin. Ew yek dê bandorê li ser guhertina demografiya deverê bike.
Bandora hişikbûna Gola Urmiyê, ji bilî her sê beşên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê , dê bandirê li ser Komara Azerbaycan, Ermenistan û Parêzgehên Tewrêz, Zencan, Qezvîn û Erdebîlê li bakurê rojavayê Îranê jê bike.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览7
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 03-04-2024
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 13-08-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 地理
城市: Urumiya
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):03-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览7
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.142 KB 03-04-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,545
图片 106,159
书籍 19,170
相关文件 96,557
Video 1,317
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!