图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,061
图片 104,933
书籍 19,355
相关文件 97,694
Video 1,402
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
SÛRÎYE, TIRKIYE Û KURD
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
SÛRÎYE, TIRKIYE Û KURD
#Mûrad Ciwan#

Serokkomarê Tirkiyeyê Ahmed Necdet Sezer, serlêdana xwe ya ji bo Sûrîyeyê xelas kir û vegeriya paytextê xwe. Mazûban ji vê serlêdanê gelek kêfxweş bûn. Bişar Esedî ji bo qedirlêgirtina serokê Tirkiyêyê bi protokolan jî nema, germî û dilxwşiyeka bêhed nîşan da. Masmedîa sûrîyeyî ya di bin vê îdareya totalîter de bi yek dengî mahneya serlêdanê nepixand. Meş û xwepêşandanên organîzekirî yên xwedêgiravî hemwelatiyan bang dikir ”xwîna me, canê me ji te re feda be ya mêvanê Esedî”.
Ev kêfxweşî helbet ne bêsebeb bû. Sezer di demeka wiha de çû, ku Sûrîye di tarîxa xwe de cara ewil di rewşeka ew qas teng û tarî de ye. Sûrîye ji xwe ji berê de ji bo ku bi Îsraîlê re di şer de ye, piştgiriya terorîzma navneteweyî dike û ji Libnanê eskerê xwe venakişîne ji alî Amerîkayê ve di bin boykotekê de ye, hatiye tecrîdkirin. Lê piştî kuştina serokwezîrê Libnanê ê berê Rafik Harîrî welatên ku berê pê re nerm bûn ên wek YE jî berê xwe dan wê û eşkere kirin ku divê Sûrîye di demeka zûtir de ji Libnanê vekişe.
Lê mêvanê Esedî ne ew qas kêfxweş bû. Ne ew coş û heyecana sûrîyeyîyan di ruyê wî de hebû, ne jî ew govend û dîlanên li kolanên Şamê li Ankaryê xwiya dibûn… Masmedîya tirkan jî ne yegdeng bû, ên ku digotin ev serlêdan zerareka mezin dide Tirkiyeyê ji terefdarên serlêdanê pirtir bûn. Bi serlêdanê, Tirkiyeyê gaveka din a xwe dûrxistina ji dostê xwe yê ”stratejîk” Amerîkayê avêtibû. Amerîkayê nerazîbûna xwe eşkere li dijî vê ziyaretê diyar kir. Heta tê gotin ku çûna wezîrê parastinê ê Amerîkayê Donald Ramsfeldî a Kurdistanê kişeka li hemberî vê gava Sezerî bû.
Tevî ku Sûrîye ew qas di tecrîdê de ye, tevî ku li ser dagirkerîya Libnanê û kuştina Harîrî ne tenê rojavayî, gelê Libnanê û yên herêmê ên din jî îdî ji rejima Esedî heta qirirkê tije bûne û tevî ku Tirkiyeyê dostê xwe yê bi salan ew qas aciz kir jî Sezer gelo çima çû Sûrîyeyê? Helbet ji pîlangêriya wan a hevbeş a li hemberî tevgera kurdî û hêviyên Tirkiyeyê ên ji Sûrîyeyê ji bo pûçkirina destkeftiyên miletê kurd pêştir tiştekî din tunebû. Aliyê din ê vê plangêrîyê jî Îran e. Tirkiye li ber xwe dide ku sêkuçkeyeka wek a Bermûdayê li dora kurdan ava bike.
Lê gava meriv bala xwe dide rewşa Sûrîyeyê, a Libnanê û bûyerên herêmê, ne şert e meriv kahîn be da bibîne ku ev hêviyên Tirkiyeyê hêvînî ew qas bingehriziyayî ne ku di du sê salan de ê hilweşin, tarûmar bibin. Sûrîye welatekî wiha ye ku desthilata ku li ser hukum e ji grûbeka mînorîtet tê. Beşar Esed û xanedaniya wî desthilata xwe sipartine ordî û mixaberata ku ji bal nuseyrîyan (mezhebekî nêzî alewîtiyê) tê kontrol kirin. Li hemberî vê, piraniya erebên Sûrîyeyê misilmanên sunnî ne, dostên terorîstên Felucceyê piranî ne di nav wan de. Esas wan bi salan dijminatîya xanedana Esedan a mînorîtat a nesunnî kir. Îro jî gava ew zeîfîyekê di vê xanedanê de bibînin ê serobinî hev bikin. Lê xanedanê, ev derûdor di Baasê de kirine şirîkên xwe û di nav dewletê de hin îmtîyaz dane wan ku wan bide sekinandin.
Yek ji wan esasên girîng ên ku ev xanedanî li ser piyan dihêle dagirkerîya Libnanê bû. Di dema şerê navxwe de, ew xwedêgiravî ji bo parastina tenahî û yekîtiya Libnanê li ser navê hemû dewletên ereb çûbûn wir. Sûrîyeyê bi vê, alîkariyek mezin ji dewletên ereb ên dewlemend distend, Libnan jî îdare dikir û ew ji bo berjewendiyên xwe bikar dianî. Li hundur jî bi saya vê li piya dima. Lê hela hela piştî kuştina Harîrî îdî ji bo ku bi hemû grûb, dîn û mezhebên xwe ve piraniya libnaniyan xwe gihandine hev û reda dagirkerîyê dikin, DYA û YE jî tê de civaka navneteweyî daxwaza vekişiyaneka bilez lê dijdînin, Surîye nema kare bi tu awayî li Libnanê bimîne. Berî hilbijartinên Libnanê ê vekişe. Gava Surîye ji Libnanê vekişe xanedana Esedan nema kare bi vî halê xwe yê niha bijî. Du rê li ber vê xanedanê dimînin:
Yek, ji tirsa dil û hinavan xwe li vê sîstema niha asê bike û aqûbeta xwe bike wek a Seddamî, ji ser hukum bikeve. Ku ji ser hukum ket, ew ne di hukumetê de, ne di ordî û îstîxbaratê de, ne jî di ciyên xwedan îmtîyaz ên dezgehên din de dimîne. Heta ê xeterek mezin bê ser jiyan, mal û milkên xelkê nuseyrî yê mînorîtet bi xwe jî. Tevgera terorîst a erebên sunnî ê wan tarûmar bike. Beşar Esed jî wek bavê xwe vê yekê baş dizane.
Riya din jî ew e ku Beşar Esed û şêwirdarên wî bi eqlê selîm bibînin ku dewra reforman hatiye û derbas bûye, ew çareyekê ji reforman re bibînin da gelê nuseyrî jî tê de, ew karibin li Sûriyeyê bimînin, li ser mal û milkên xwe xwedanê jiyaneka nor mal bin. Ev jî tenê bi riyekê mimkin e.
Wek tê zanîn li Sûrîyeyê nêzî 2 milyon kurd hene. Kurd unsurê duduya ne piştî erebên sunî. Ji bilî wan, durzî, erebên xiristiyan, suryanî/asûrî û ermenî jî hene. Heke reformek bi wî awayî li Sûrîyeyê bibe ku kurd û ev mînorîteyên din jî bi kesayetiyên xwe yên dînî û milî li welêt bibin xwedan mafên temamî, ew dikarin bibin palpiştên hebûn û parastina nuseyrîyan jî, giraniyeka bi wî awayî deynin ku erebên sunî rastîya multîetnîkiyê qebûl bikin, welat bi reforman ber bi demokrasiyê û civakeka aşkere ya serbest ve here.
Hin dîyarde hene ku Beşar Esed û derûdora wî hay ji vê realîteyê hene. Berdana girtiyên kurd a ji zîndanan, minaqeşekirina pirsa kurd û hin gavên din îşaretên gelek piçûk in. Le heke Beşar Esed cesaret bike, dikarin bibin destpêka pêleka esasî ya reformê.
Çendekî berê gava amerîkiyan bi hevrikên rejima Sûriyê re civîn kirin diyar bû ku Amerîka jî ne ku dixwaze ev rejim bi awayekî wisa bikeve ku erebên sunnî werin ser hukum û nuseyriyan tarûmar bikin, ew dixwazin şansekî bidin wan da xwe ber bi siyaseta amerîkayê û reforman bikin.
Ev hemû foktorên ku li hev civiyane nîşan didin ku bi vî yan wî awayî, di demeka nêzîk de Sûrîye ê biguhere û kurdên Sûrîyeyê ê di sîyaseta Sûrîyeya nuh de bibin xwedan roleka esasî. Maneya vê ew e ku buyer ne ku ber bi avakirina wê sêkuçkeya Bermûdayê a Tirkiyeyê ve, lê ber bi herifandina wê ve diçe. Ji kevirên bin piyên Tirkiyeyê yekî din jî dişemite.
Vekişiyana Sûrîyeyê ji Libnanê encameka din a pirr girîng jî bi xwe re tîne. Libnan welatekî wiha ye ku hemwelatiyên wê erebên sunnî, marunî, durzî, nusayrî, şîe û kurd in. Marunî û durzî xwe gelekî nêzî kurdan dibînin. Serokên durzîyan kurdnîjad in û vê yekê venaşêrin jî. Lubnana piştî Sûrîyeyê ê bi van esasên xwe bibe welatekî wiha ku nasyonalîzma ereb red bike, bibe welatekî demokratîk ê modern ku xwedanê sempatiyeka mezin be ji bo kurdan û hevkarê Îraqa niha be. Ew ê tu carî nekeve planên bi Tirkiyeyê re ên li dijî kurdan û ê hevalbendiyeka xurt di navbera Libnan û Iraqê û piştî reforman di navbera Îraq, Sûrîye û Libnanê de ava bibe ku mîmarên wê, kurdên Îraqê û Sûriyeyê , durzîyên Libnan û Sûrîyeyê û marunîyên Libnanê ne. Yanî hevkariya gelên herêmê ye. Hevkariya heq a rast û dirist e.
Tirkiye ketiye şokê ne rastiyê dibîne, ne jî dikare siyaseteka realîst bide ber xwe. Lê prosesa herêmê berê xwe daye riyeka bêveger. Hebûna Tirkiyeyê a bi vî awayî wek a Sûrîyeya niha ketiye pêrgiya vê prosesê, lê proses wek lehiyekê ye ê vê hebûnê li ber xwe bibe, biherifîne. Îradeya reforman a navneteweyî û a li herêmê ji hemû planên qirêj ên tarî mestir e.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览158
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
挂钩项目: 13
小组: 文章
Publication date: 11-11-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 土耳其
普罗旺斯: 叙利亚
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):27-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览158
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,061
图片 104,933
书籍 19,355
相关文件 97,694
Video 1,402
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 的地方 - 普罗旺斯 - 北库尔德斯坦 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 图像和说明 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 的地方 - 广场 - 城市 考古的地方 - 广场 - 城堡 的地方 - 城市 - 埃尔比勒

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!