图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,888
图片 106,390
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
QIYAMETA ZIMANÊ KURDÎ
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
QIYAMETA ZIMANÊ KURDÎ
#Mûrad Ciwan#

Netkurdê dest bi kampanyaya bikaranîna zimanê kurdî kir. Proseseka bişaftina miletê kurd li pêdarê ye, Netkurd dixwaze keda xwe têxe nav têkoşîna berovacîkirina vê prosesa bêyom. Helbet Netkurd hêz û îmkana xwe zane; malperek e, îmkanên wê gelek sînorkirî ne û ev kampanyayeka demî ye, li hember proseseka ku wek şapeyekê bi ser zimanê kurdî de tê, xweragiriyeka mitewazî ye. Lê ku karibe bala ronakbîr, siyasetmedar û derûdorên masmediyaya kurdî bikêşe ser wê yekê ku bes e, îdî divê em tedbîreka berbiçav li ber vê şapeya wêranker bistînin, qet nebe dest bi prosesekê bikin ku kurd di ragihandinê û peywendiyên nav xwe de kurdî bikin zimanê resmî, Netkurd ê di vê kampanyayê de xwe serkeftî hesab bike.
Esas xwiya ye nerihetiya li ser prosesa asîmîlebûna kurdî a dewra niha ji bal kurdên gelek derûdoran dihat hîskirin, bi destnîşankirina birînê, ji gelek cihan dengên dilsoz û xemxurên zimanê vî miletê derbederkirî bilind bû, dest bi minaqeşeyan bû, nivîsên hêja di malperên cuda de tên weşandin. Destpêkirina Netkurdê, him di form, naverok û ûslûba gelek malperan de, him di zimanê wan de bû sedemê guhertinên qenc û
hêvîbexş. Di Netkurdê bi xwe de jî minaqeşeyan hê berî destpêkirina vê kampanyaya resmî serî hilda; nivîskarên Netkurdê her yekî ji alî xwe de ronahî avêt ser vê prosesa wêranker.
Di vê navberê de belkî ziman û uslûba me ya di hin deran de, hin kurdên me yên gelek hêja, xebatker û dilsoz ên ku herdem yan carinan bi tirkî dinivîsin êşand. Bi taybetî wê slogana Netkurdê a ku digot ”teşwîqkirina kurdan ji bo xwendin û nivîsandina tirkî, xizmeta stratejiya asîmîlasyona tirkan dike” bû sedemên reaksîyonên diyar û nediyar. Belkî formulekirina islûba me têr nehatibû perwerdekirin, lê helbet niyeta me ne ew bû ku em fermana îdama hinekan bidin. Gava med dît kurdên herî dilsoz ên herî hişyar û hesas jî bi xwemsariyekê berdewam in bi tirkî dinivîsin, malper û rojnameyan cardin bi tirkî serî hildan, siyasetê bi tirkî şûrê xwe kêşa, zarokên kurdên herî hişyar ji îdî bi kurdî nizanin û ev dê û bav bêpaxav berdewam in bi wan re bi tirkî didin û distînin tirs û xofeka mezin li me peyda bû ku ”tofaneka mezin” li pêşiya me ye, ne di demeka dûr de ev ziman û pê re jî wê mîrasa me ya kulturî a hezar salan dike wenda bibe. Me xwest bi awayekî ne ji awayên wek hergav em dengekî derxin ku “morîka xewê ji guhê zindiyên dixewreçûyî” derkeve, dengê hewar û gaziya me here wan.
Em fahm dikin ku asîmîlasyon, piçûkxistin û perwerdekirina bi armanca tirkîzekirinê em xistine halinî wiha ku ronakbîrên me yên herî hişyar, siyasetmedarên me yên di dereceyên serokatiya hêzan de jî bi kurdî nizanin. Lê em fahm nakin ku ew gava dibin xwedî îmkan an serbestiya fêrbûna xwendin û nivîsandina zimanê xwe, ew fêr nabin. Ji bo min qet nayê fahmkirin ku serokin karin pirr bi rehetî bi hezaran însanan hînî şerê gerîlatiyê an pêşmergetiyê bikin, wan bişînin ser çiyayên Kurdistanê da însanan bi wan bidin kuştin yan ew bi xwe bên kuştin ji bo ku ev millet bibe xwediyê zimanê xwe û bi serbestî vî zimanî bikar bîne, lê ew serok nikarin di 6 mehan de, an di salekê, du salan de xwe hînî xwendin û nivîsîna kurdî bikin. Ew kampên şerkirinê û însankuştinê vedikin, berê însanan didin mirinê lê berê xwe û wan nadin fêrbûna zimanê kurdî. Em vê fahm nakin. Û ev gazin ne bes ji siyasetmedarên berpirsiyar e, ji her kurdê têkoşer e.
Helbet hin jî hene ku siyasetê ji pirsên civakî, derd û êşên miletê kurd tecrîd dikin û dibêjin a herî muhîm siyaset e, ji bo siyaset raneweste çi lazim e divê bê kirin, heke îhmalkirina kurdî û bikaranîna tirkî lazim e, divê ew jî bê kirin. Lê siyaseta ku ê zimanê min nede min û gav bi gav zimanê tirkî, fikirîna bi mejiyê tirkekî bide min ez çi bikim ji wê siyasetê.
Siyaset girîng e lê ji bo bidestxistina hin armancan û xizmeta pêdiviyên civakî, eger siyaset ê nebe wasite nexwe ji mexseda xwe derketiye. Kurd ne xwedan îmkana wê luksê ne ku pirsa zimanê xwe li hêviya biserketina siyaseta tirkîziman bihêlin.
Şefîq Oncu, agirê vê kampanyayê pê xist û bal kişand ser ”tofana pêşiya me”. Vê tesbîtê gotinek Hz Muhammed anî bîra min. Dibêjin Hz Muhammed gotiye ”Weka ku tu yê qet nemirî ji dinya xwe re û weka ku tu yê sibê bimirî ji axreta xwe re bixebite”. Pirsa zimanê kurdî jî di vê rewşê de ye. Ji aliyekî de em dizanin ku neresmîbûna zimanê kurdî, bikarneanîna wî di perwerdeyê de, nebûna statuyeka vî zimanî, asantir dike ku şapeya asîmîlasyonê riyên firehtir û rehettir ji xwe re bibîne û biserkeve.
Gava ziman statu, karîyer û nan nede, hemwelatiyê jirêzê ê guh nede fêrkirna zarokên xwe a zimanê kurdî, ê berê wan bide zimanekî din ku nan, karîyer û statuyê bide wan. Ev rast e, lê ji alî din jî em dizanin ku bidestxistina statuya zimanê kurdî di dereceya zimanekî resmî ê civakê de, vekirina dibistan û unîversîteyan bi vî zimanî ê qet jî di demeka nêzîk a diyar de neyê bidestxistin. Em hemû dibînin ku siyaseta tirkan û li hember wê siyaset û hêza me kurdan çi ye.
Lê di eynî wextê de hin îmkan ji berê de hebûn û hin jî (bi saya rewşa îro a pêşketinê, teknîkê, globalîzebînê, bayê serbestiya ku li herêmê tê, prosesa endametiya Tirkiyê ya ji bo YE) peyda dibin ku em kurd bi xwe wek siyaset, komele, masmedya, dezgeh, dê û bav û hwd karin hin tiştan bikin da zimanê me wenda nebe. Em îro di rewşeka wiha de ne ku em ne mecbûr in her tiştî li benda biserketina siyaseta xwe ya girtina desthilatdariyê bihêlin. Em karin zimanê xwe di hin ciyan de, di pêwendiyên xwe de bikar bînin, bixwînin, binivîsin, da qene ew nemire neçe goristana zimanên mirî ên dewrên seranserê dîroka însaniyetê.
Yanî wek gotina Hz Muhammed; weka ku dewleta tirk qet ê serbestiya zimanê kurdî nede û ew ê qet nebe zimanê resmî em ji niha de bi xwe wî bikarbînin, îmkan û derfetan jê re peyda bikin û wî bikin zimanê defacto ê têkiliyên navbera xwe, ji alî din jî weka ku em ê sibê ji dewletê karibin bistînin dozê li dewletê bikin ku zimanê kurdî bibe zimanê resmî, zimanê perwerdeyê û ê her awe pêwendiyên civakî û kulturî.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览40
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
挂钩项目: 52
传记
图书馆
库尔德文件
文章
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 11-02-0013 (2011 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):27-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览40
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,888
图片 106,390
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!