图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,057
图片 106,398
书籍 19,240
相关文件 96,837
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
ÇAR STÛN
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
ÇAR STÛN
#Mûrad Ciwan#

(Ji Sultan Selaheddînê Eyubbî heta Mîr Celadet Bedirxan)
Neteweyên ser ruyê erdê di rojekê de peyda nebûne. Avabûna neteweyan bi prosesa bûyerên sedsalan pêk tê. Kurd jî îdî di qonaxa netewbûnê de ne. Bi saya bidestxistina dewleta federe a li Kurdistana başûr, em ketine destpêka qonaxa kemilîna netewetiya modern. Îdî ew dam û dezgeyên dewletbûnê ava dibin ku bingehên nasnameya neteweyiyê ne, xelkekî digihînin netewetiya modern a kemilî.
Gava em bala xwe bidin diyardeya pêkhatina neteweyê kurd, em ê bibînin ku ew ne encama momentekê an qonaxa buyerên deh salan, heta çend sed salan e. Erê qonaxên dîrokê bi xetên qalind ji hev cuda nabin, ew wek pêçîkên her du desta ne, gava meriv wek devê du şehan di hev radike, pêçîk di hev re derbas dibin. Di dîroka însanan de jî dawiya qonaxa kevn û destpêka qonaxa nuh bi vî awayî di hev re derbasbûyî ne. Lê dîsa jî meriv dikare bibîne ku erê wa ye qonaxekê umrê xwe temam kiriye û ciyê xwe ji qonaxeka nuh re hiştiye. Ez vê xusûsiyetê li ber çav digirim, lê dîsa jî ji bal min ve bêşik e, ku qonaxa destpêbûna avabûna neteweyê kurd ji avabûna dewleta Eyûbiyan, ji Selaheddînê Eyûbî dest pê dike.
Ji Selaheddîn heta îro qasî 900 sal derbas bûne û ji wê rojê heta îro bi hezaran buyerên civakî hene ku di nexş û mîmariya avabûna neteweya kurd de wek xerc û kevirên avayiyekê ciyê xwe girtine. Eger em netewetiya kurdî bişibînin avayiyekê, ev avayî li ser hin stûnan bilind bûye ku heta îro çar stûnên wê xwe bi temamî diyar kirine. Stûna pêşiyê Selaheddînê Eyubî ye, ya duduyê Şeref Xanê Bedlîsî ye, ya sisiyê Ahmedê Xanî ye, Ya çarê Celadet Bedirxan e. Heke em bixwazin, em dikarin netewetiya kurdan ne weka avayiyekê, lê weka proseseka dîrokî, weka xeteka kêşayî ya mêjûyî jî bibînin, wê gavê ev her çar şexsiyetên dîrokî bi gotina îngilîzî dibin milestone (kilometretaşî, kevirê kilometreyan) li ser vê rêya dîrokî ya netewebûnê.
Helbet ev nivîs ne ciyê lêkolîneka biserûber e, ez dixwazim îdîaya xwe ji bo heryekê ji van stûnan bi çend rêzan diyar bikim.
Selaheddînê Eyûbî, ew kurdê belkî here naskirî ye ku di sedsala 11ê de împaratoriyek ji Kafkasyayê heta Yemenê, Misrê û bakurê Sudanê ava kir, ji Helebê heta Sêwas û Kafkasyayê, heta Mûsilê nêzî nîvê dewleta wî warê kurdan bû, jê pêştir, dîwana wî, pirraniya ordiya wî, serokên wî yên eskerî û emîrên wî yên bajar û eyaletan ji kurdan, ji mîr û serokeşîr û eşîrên kurdan pêk hatibû, mizgeft, medrese û xaneqayên wî bi alimên kurd dagirtî bûn, kurdbûna xanedana eyyûbiyan di împaratoriyê de eşkeretiyeka bê minaqeşe bû. Mîr û serokeşîran sîstemeka nuh a îdarî xistin merkeza împaratoriyê; Dimeşq û Qahîreyê, dam û dezgeyên îndo-îranî şûna damûzegeyên samî-erebî girtin, sîstemeka îdarî ya îndo-îranî avabû, navên farisî û kurdî ên dezgehan û yên sîstemên îdarekirinê ketin şûna navên erebî, dîwan, bîmarîstan, tekya û xaneqa li merkeza împaratoriyê, herêmên ereb û ên miletên din jî hatin bikaranîn. Li Misrê, li Qahîrê mezhebê ku di dema Xelîfatiya Fatimiyan de hebû ciyê xwe ji şafiîtiyê re berda.
Ew li Qahîre û Dimeşqê, li herêmên ereb her tim wek kurd hatin dîtin û çavnebarî li wan hat kirin. Lê li bakurê împaratoriyê, li warê kurdan mîrîtiyên kurdan li ser esasê etnîsîteya kurdî geş bûn, xurt bûn, li nav erdên ereban û afrîkiyan eger umrê împaratorîyê qasî qirnekî ajot jî li ser axa kurdan mîratxurên eyyubîyan çend sed salan hukumranî kir, tevayiya mîrekiyên kurdan bi xwe wek berdewama vê împaratiriyê heta nîvê sedsala 19ê hatin. Loma jî tu şik jê tuneye ku Selaheddînê Eyyubî stûna pêşî a hebûna neteweyê kurd e.
Stûna duduyan Şerefxanê Bedlîsî ye. Ew, bavê nuveyên bîrûbaweriyên netewetiya kurdan e. Di dewranekê de ku seranser dewletên mîrîtî yên feodal hebûn, îdeolojiya dînî serdest bû, her kesî ji mîrekiya xwe re digot welatê min, wî hidûdê kurdan li ser esasê etnîsîteyê kêşa, Kurdistan, welatê kurdan ji hidûdê ereban heta bi hidûdê gurcan û ermeniyan kêşa. Kurdistan li ber çavên wî ne ew eyaleta resmî a ku Şahê Îranê an Sultanê Osmanî resmî bi nav dikir, lê seranserê axa kurdan bû ku diket nav hidûdê herdu împaratoriyan.
Ew derket ser hidûdê herdu împaratoriyan jî û wî çarçeweya teng a mîrekiyên kurdan jî çirand, nasnameyeka di ser hemûyan re diyar kir ku ew jî nasnameya kurdîtiyê bû. Zimanê kurdî gihand nasnameyeka bilind ku di binê wê de behsa çar zaravayên kurdî kir. Tevî ku ew mîrê mîrekiyekê bû, tarîxa hemû mîrekiyên kurdan nivîsî û ne bi subjektîviya perspektîva mîrekiya xwe, lê bi objektîviya perspektîva etnîsiteya kurdî tarîxa hemû mîrekiyan nivîsî, bi eynî dilgermiyê nêzî hemûyan bû, sentezek derxist ku nasnameyeka etnîkî li dervayî îranîtî û osmanîtî rengveda.
Ahmedê Xanî pirr eşkere berdewama Şerefxanê Bedlîsî ye. Li gor wî jî hidûdê welatê kurdan ji ereb heta bi gurcan e. Ahmedê Xanî, xusûsiyeta wî ya herî girîng ne ew e ku ew berdewamî ye, ew e ku ew pêşhatiyê dewranên pêşiya xwe ye. Ew bi her aweyê xwe alahilgirê (sencaqdarê) netewetiya kurdî ye, banga manîfestoya nasyonalîzma kurdî wî belav kiriye. Ew di sedsala 17an de jiyaye, lê fikrên wî ew qas modern in ku ên sedsala 20ê ne. Rojhilatnas li ber fikrên wî yên ew qas modern, ketine şikê ku gelo ev fikir pişt re hatin hûnan û bi wî ve hatin zeliqandin. Lê na, her eynî zana qebûl dikin ku ew bi tarîx û belge ramanên wî bi xwe ne.
Xusûsiyeta Ahmedê Xanî a herî giring ew e ku ew bavê nasyonalïzma kurdî ye, danerê paradîgmaya ramanweriya kurdî ye. Tesbîtên wî yên li ser rewşa kurdan, armancên wî yên ji bo dewleteka yekbûyî ya kurdan û rê û dirbên ku meriv ê çawa bigihîje van armancan di Mem û Zînê de ew qas zelal in, ku meriv dikare bê guhertin û şîrovekirin programekî tekûz ê partiyeka kurdî ya modern a sedsala me jê derxe û li pey wê programê bimeşe.
Celadet Bedirxan jî ji sedîsed berdewama Ahmedê Xanî a sedsala 20ê û pîrê ronesansa neteweyiya kurdî ye. Ew ne tenê danerê alfabe û rêzimana kurdî ye, ew mîmarê restorekirin û modernkirina avayiya kurdbûnê ye. Bi xebata xwe ya siyasî, ya zimanevanî, civakî û kulturî wî her tim wek mîmarekî plan danîne ku kurd bi ziman, kultur, siyaset û nexşeyên xwe yên ber bi armanca netewebûna modern de bi her awayî xemilandî bin.
Dewra jiyana Celadat Bedirxan bêşik yek ji wan tarîtirîn dewrên kurdan e. Kurd bûne çar perçe, hatine firotin û xapandin, serîhildanên wan ên herî giring bi hevkarî û plangeriya navneteweyî hatine şikandin, hetine tenêhiştin, zilm, zordarî, înkar û îmhayek bê hempa li ser serê kurdan e. Piraniya serokên kurdan hatine kuştin, yên mayî jî li sirgûn û penaberiyê, di nava bêîmkanî û destgirêdayiyê de diqelqilin. Agirê habûna kurdan ha dimire, ha ditemire….
Lê di dewreka ew qas tarî û teng de, desteyeka, tayfeyeka leheng a keştiya bayê a kurdan diqilqile, dirikrike, dibizive ku keştiyê ji noqbûnê xelaske û rotayê bide ber bi peravên hêvî û rohnayîyê. Ev deste, Celadet e, Kamuran e, Memduh Selim e, Nûrî Dersimî ye, Cegerxwîn e, Osman Sebrî ye, Qedrî û Ekrem in, Dr. Nafîz e, Nûreddîn Zaza ye, Qedrîcan e. Û gelekên din in. Lê bê virdewêde pîrê vê desteya leheng a dêwîn Mîr Celadet Bedirxan e, murşidê vê xaneqaya pîroz a netewetiyê ku tê de bîr û baweriyên kurdewariya sedsala 20ê tên kewandin û kemilandin Mîr Celadet Bedirxan e.
Mîr Celadet Bedirxan ji bo neteweyê kurd ji zimanzanekî, ji danertiya alfabe û râzimana kurdî gelek gelek wêdetir e. Ew rehberê ronesansa kurdî, mîmarê çarê, stûna çarê a peydabûn û gihîştina avayiya neteweyî ya kurdî ye.
Ew kurê zemane yê Sultan Selheddînê Eyûbî ye, alaya destê wî ji destê Ahmedê Xanî hatiye dewrgirtin.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览20
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
挂钩项目: 2
传记
日期与活动
小组: 文章
Publication date: 12-11-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-04-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on27-04-2024
此产品最近更新( سارا ک ):27-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览20
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,057
图片 106,398
书籍 19,240
相关文件 96,837
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!