图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,197
图片 106,459
书籍 19,249
相关文件 96,905
Video 1,378
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
KURDÊN SÛRIYÊ LI KU NE?
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
KURDÊN SÛRIYÊ LI KU NE?
Netkurd 15-01-2006
#Mûrad Ciwan#

Abdulhelîm Xaddam ê ku heta çend meh berê jî hevparê dîktatorîya rejima Esedan bû, ji welêt derketiye, ji Fransayê weka ku Mandelayê bi dehan salan be, beyanan li ser karûbarên qirêj ên rejima Sûriyeyê dide, xwe ji qirêja rejim bi carekê de dişo, heta behsa hilweşandina desthilatdariya Beşar Esedî dike, di amadeyiyên avakirina hukumetekê de ye da di pey hilweşiyana desthilatê re Sûriyeyê îdare bike.
Baş e, ev çawa dibe ku ji nişka ve merivekî heta çend meh berê jî şirîkê vê rejima qirêj bû, dibe hêviyeka taze ji bo hin derûdorên hundur ên Sûriyeyê û yên navneteweyî. Alternatîva Xaddam ji ku derket, kî bi vê alternatîvê re ye û çend ciddî ye?
Heta vê havînê jî, Amerîka û Îsraîl jî tê de, kesî ne di herêmê de ne jî di warê navneteweyî de nedixwest Beşar Esed ji ser hukum bê xistin. Welatên ereb û bi serkêşiya Fransayê pirraniya welatên Ewropayê hem dixwest Beşar li ser deshilatdariyê bimîne hem jî ew rejim li ser esasê statukoya xwe bimeşe.
Ji ber ku li Sûriyeyê pirraniya ereban sunnî ne û erebên sunnî yên vî welatî piştgiriya şerê kevnebaasiyên Îraqê dikin (erebên Sûriyeyê piştgiriya beesiyên îraqî dikin, lê li aliyê din ji rejima Beşar Esedî pir nefret dikin, eger ji destê wan bê ê malbata Esed û elewiyên Sûriyeyê perçe perçe bikin) Amerîka, Îsraîl, Îran, kurd û şîeyên Îraqê naxwazin ku Beşar bikeve û li Sûriyeyê desthilatdariyeka mutleq a erebên sunne biserkeve. Çimkî wê wextê îmkana piştgirîkirina terorîstên li Îraqê zêdetir û pirsgirêk girantir dibin. Lê amerîkî û îsraîlî jî, kurd jî dixwazin ku Beşar Esed reforman li Sûriyeyê bike, dev ji siyaseta Libnanê û ya Îraqê berde, piştgiriya xwe ji rejima Îranî û ji şîeyên Lubnanê vekêşe.
Welatên ereb û yên Ewropayê ditirsin ku bi guhertineka wiha Sûriye bi temamî bibe alîgirê Amerîkaya ku dixwaze reforman li herêmê biserxe, kurd, elewî û grûbên etnîkî yên din ên neereb, nesunnî û neîslam bibin xwedan desthilatdariyên bihêz.
Ewropiyan û ereban heta demeka berê mihawele dikir ku statukoya heyî ya li Sûriyeyê li hemberî Amerîkayê biparêzin. Lê bi zêdegaviya derstêwerdana nava Libnanê û kuştina Refîq Herîrî, wan hêvî nemaye ku karibin statukoyê bi mayina desthilata Beşar biparêzin, loma jî ew îdî li alternatîfekî digerin ku fîguranên wê nuh bin, lê statuko ya berê be. Tê gotin ku alternatîfa Abdulhelîm Xaddam bi vê hêvîyê derketiye piyasê. Ewropî û welatên ereb li pişt vê planê ne. Heta tê gotin ku ewropî û ereb ji tirsa ku rejim hilweşe û bi tevayî desthilateka ser bi Amerîka ve bê, alternatîfa Xaddam zûbizû derxistin û di mihaweleyeka wiha de ne ku Amerîkayê jî mecbûrê razîbûna li ser çareseriyeka wiha bikin.
Ji aliyekî din ve tê gotin ku ji ber xetera rejima şîe a Îranê, destêwerdana wê ya nava Îraqê û piştgiriya wê ya bi şîeyên îraqî û libnanî re, Amerîka jî hêdî hêdî razî dibe ku li Sûriyeyê desthilata Beşar Esed hilweşe û rejimeka sunne ya ne zêde reformîst bê, da karibe balansekê li hember şîeyên Îraqê û Îranê avabike.
Alternatîfeka wiha, li herêmê ji îsraîlî, îranî û kurdan pê ve dikare herkesî razî bike û bibe noxteya konsensunsa (lihevkirina) ewropî, amerîkî û welatên ereb ên mihafezekar. Îsraîl û Îran li dijî vê alternatîfê ne, ew dixwazin Beşar Esed bimîne. Ev proses, (eger kurdên Kurdistana Sûriyeyê rojekê zûtir xwe negihînin hev, wek hêzeka serbixwe û bi programekî ciddî yê maqûl li ser mafên kurdan û demokrasiya Sûriyeyê pêşkêş nekin) dikare bibe darbeyeka giran li karwanê birêketî yê tevgera azadî û miletbûna kurdan jî.
Tiştê ku tê fahmkirin, rejima Bişar Esedî heviyên tu kesî heta niha bicîh neanîn. Ne di wan daxwazan de ku Amerîkayê jê dixwest biserket, ne jî di pirsên navneteweyî û herêmê de bû layiqê hêviyên ereb û ewropayiyan, hela mesela kuştina Refîq Herîrî bi yek carî hêviya wan ji Bişar Esed şikand, ew îdî eşkere, li ruyê wî dibêjin ku ew di siyaset û dîplomasiyê de çend nezan û bêkêr e.
Ji alî kurdan û mixalefeta demokratîk de jî xwiya bû ku Beşar Esed belkî pir sozan dide, lê heta niha tu gavên berbiçav neavêtine. Wî tu reform di rejima siyasî de nekir. Di pirsa kurdî de gav neavêt. Ew hîn qebûl nake ku pirsa kurdî pirseka siyasï ye jî, ev ji salekê zêdetir e tevî sozdana vegerandina nasnameya hemwelatîtiya kurdan, tu gav nehatin avêtin. Loma jî divê em qebûl bikin ku Beşar Esed û derûdora wî ya elewî xwedan çi niyet dibin bila bibin, çi soz dabin bila bidin, ew şiyan(bikêrhatin), zîrekî û aqlê selîm bi wan re nîne ku karibin yekê ji van jî bikin.
Esas ew di halê herî niyetçak û dilxwaziyê de jî nikarin zêde tiştekî bikin, ji ber ku erebên sunne, di partî, ordî, mixaberat û burokrasiyê de ew qas dor li elewiyan girtine ku ew nema karin bi armanca reforman û tasfiyekirina sunneyan xwe ji nav destên wan derxin. Belkî jî roja mirina vê desthilatê îdî hatiye.
Gava meriv bala xwe dide rewşa tevgera siyasî ya Kurdistana Sûriyeyê, meriv dibîne ku di qonaxeka wiha giring û hessas de, tevî ku prosesê bi diyardeyên xwe yên hundur û ên parçeyên Kurdistanê yên din, ew gihandine ber sivdera guhertineka mezin û ya bidestxistina pêşerojeka gelek ronahîder jî, ew bi hebûna xwe ya laşî, ruhî û mejî gelek gelek ji vê sîvderê dûr in. Ew perçe perçe ne, heroj wek amîpê perçebûna wan zêde dibe. Ne nêzîkî hev in, li hemberê hev di nav minaqeşeyên bêmane yên bê encam de ne, li hundur her kesî ji aliyê xwe de destê xwe bi derûdora Beşar Esedî ve, bi beşek ji dezgeyên rejma Sûriyeyê ve berdaye. Piranîya rêxistin û derûdorên kurdên Sûriyeyê ew qas xwe bi dest ve berdane ku di hale herî baş de jî wek wan masiyên av li ser wan ziwa bûyî, ji bilî ku karibin di ciyê xwe de biperpitin pêştir nikarin tiştekî din bikin.
Li derveyî welêt jî tevgera siyasî ya kurdên Sûriyeyê her çendin di van 1,5-2 salên dawiyê de bûbe xwediyê bizav û çalakiyeka berbiçav jî xwe negihandiye wê asta ku prosesa siyasî ya Sûriyeyê jê dixwaze.
Bêyî ku em zêde li ser sedeman rawestin, em dikarin bibînin ku kurdên Sûriyeyê hem li derva, hem li hundurê welat, hîn nebûne hêzeka yekbûyî ya serbixwe ya bi programekî berbiçav a ji daxwazên kurdan pêkhatî û bi berjewendiyên kurdan re lihevhatî. Ew hîn li hundur û li derva grûb bi grûb, partî bi partî bi serê xwe diçin dikevin bin çengên rejimê an ên hêzên mixalefetên ereb ên cuda. Ew nabînin ku potansiyel û îmkana kurdan, rola kurdan ji wê tengbînî û mejîbiçûkiya wan gelek gelek wêdetir e. Buyerên Qamişliyê, yên dema şehîdkirina Şêx Maşûq û yên demên cuda yên Efrîn û Helebê jî hîn ew bi ser heşê xwe ve neanîne, hîn ew ji zincîrên wan rizgar nekirine. Ew, xwiya ye maneya avabûna dewleteka kurdî li rex xwe ku hevkarê stratejîk ê Amerîkayê ye û întereseya hin hêzên mezin ali ser Sûriyeyê ya ji alî reforman û demokrasiyê fahm nakin?
Roj hatiye û derbas dibe, divê kurd îdî bi mejiyê berê nefikirin, ev rejim bi vî yan wî awayî diçe, îro potansiyela kurdan ji ya rejima Beşar Esedî xurtir e. Pêşeroja rejim ber bi tarîtiyê de, ya kurdan ber bi ronahiyê de diçe. Ji alî din ve, ew îro ne ew qas bêçare ne ku perçe perçe bi daxwazên nediyar û bêbiryardarî xwe nâzî hêzên mixalif bikin. Partiyên kurdên Sûriyeyê dive aqilê xwe bicivînin serê xwe, xwe ji vê xefletê xelas kin. Neteweyê kurd li Sûriyeyê ne layiqî ew qas piçûkxistinê ye ku ji bin çengê vî yan wî aliyî dernekeve.
Hêzên kurd divê destê xwe ji nav lepê rejimê û mixalefetên niyet- û programnediyar derêxin, vegerin ba hev, li ser programekê li gor berjewendiyên kurdan li hev bikin, wek kurdên başûr di meseleyên hundur de çiqas negihîştibin hev jî, di mesleya daxwazên kurdan de programekê eşkere bikin û sondê li ser bixwin ku ew ê wek aliyekî serbixwe rabin piya, çi hêzên mixalif ên ereb ên Sûriyeyê, çi yên rejim bin, kî tê bila bê, ew ê progremeka li ser berjewendiyên kurdan pêşkêşî wan bikin, kî xwe nêztirî wê programê bike, kî bide nîşan ku ê karibe wê programê cîbicî bike ew ê bi wî re lihev bikin. Te divê bira ev Bişar Esed û dora xwe bin, Îxwan’l Mislimîn, yan Abdulhelîm Xeddamê nûderketî be. Yanî divê ew xwe bikin terefekî bi serê xwe yê serbixe, terefê kurd ê temsîlkarê gelê kurd li Sûriyeyê.
Rewşa herêmê, ya navneteweyî û potansiyela kurdan a îro ew îmkan peyde kiriye ku kurd karibin li ser programekê lihevbikin ji daxwaza otonomiyeka fireh a cografî an federasyonekê û ji daxwaza pişkdariya di hukumeta merkezî a Şamê de pêk bê.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览46
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 03-04-2024
挂钩项目: 7
小组: 文章
Publication date: 15-01-2006 (18 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: 叙利亚
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 03-04-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on04-04-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):04-04-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览46
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,197
图片 106,459
书籍 19,249
相关文件 96,905
Video 1,378
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!