Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,026
Immagini 106,624
Libri 19,282
File correlati 97,253
Video 1,392
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Ala Kurdistanê; berhemê têkoşîna netewî ya miletê Kurd e û berîya sed (100) salan hatîye çêkirin
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Ala Kurdistanê; berhemê têkoşîna netewî ya miletê Kurd e û berîya sed (100)...

Ala Kurdistanê; berhemê têkoşîna netewî ya miletê Kurd e û berîya sed (100)...
Ala Kurdistanê; berhemê têkoşîna netewî ya miletê Kurd e û berîya sed (100) salan hatîye çêkirin
Yazan: #Seîd Veroj#
$1. Ala Neteweyî$
Remz û sembolên wekî ala, di dirêjayîya dîrokê de ji pirr berê ve, ji alîyê gelek kom, dewlet û miletan ve ji bo armancên ciyawaz, bi şikil û awayê cihê cihê hatine bikaranîn. Di vê nivîsê de, ez dê nekevim nav babeta dîroka alayan (aleman), bi giranî dixwazim behsa alaya neteweyî ya ku piştî peydabûna netewe-dewletan çêbûne bikim. Bêguman berîya netewe-dewletan, alayên dewletên bajaran, mîrnişinîyan, qiralîyet, împeretorîyan û dewletên feodal jî hebûn. Eger em dîroka netewe dewletan bi Şoreşa Fransayê bidin destpêkirin, li ser vê pêvajoyê nêzîkê 230 sal derbas bûne. Ji têkçûna dewletên feodal ên wekî qralîyet û împeratorîyan şûn ve, netewe-dewlet çêbûn, her netewe-dewletek ji xwe re bi navê alaya neteweyî sembolek giştî destnîşankirin. Sembolên wekî ala, sînorên netewe-dewletan dîyar dikin. Di bin desthilatdarî û nav sînorên netewe-dewletan de; digel alaya neteweyî, alayên herêmên otonom û federal jî hene. Îro di rêxistina Neteweyên Yekgirtî de, her netewe-dewletek bi alaya xwe têne temsîlkirin. Alaya miletên bêdewlet û bêstatu bi awayekî fermî nayê naskirin. “Her milet xweyîyê alekê ye. Ala nîşana milet û welat e. Tevayîya heyîna miletan di ala wan de civîyaye.”(1) Di vê çarçoveyê de, îro alaya fermî ya kurdan û Kurdistanîyan, alaya rengîn e ku li Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê hatîye hilkirin. Alaya rengîn a Kurdistanê, di pêvajoya têkoşîna neteweyî ya Kurdististanê de peyda bûye û di dema Serhildana Agirî û damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê/Komara Kurdistanê (22.01.1946) de, bi biryara hikûmeta Cimhurîyetê bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin û hilkirin.
$2. Ala neteweyî ya Kurdistanê$
Alaya neteweyî ya Kurdistanê, berhemê xwîn û têkoşîna sed (100) salên miletê kurd e. Ev ala ku ji Cimhûrîyeta Kurdistanê gihiştîye Herêma Federa ya Kurdistanê, dîrok û çîroka wê digîje destpêka salên 1920an. Di van salan de du nimûneyên alayê çêbûne; yek jê, alaya li ser huwîyetên Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) ye û ya din jî piştî parçebûna cemîyeta navborî, alaya ku ji alîyê Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîye ya Kurd ve hatîye çêkirin. Alaya neteweyî ya ku salên 1928-1930 li Agirîyê di ber Fermangeha Leşkerî ya Kurd de hatîye hilkirin, ji wê şûn ve bi hinek guhartinên piçûk li rojhelatê Kurdistanê di dema damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê (22.01.1946) de hatîye hilkirin û îro jî li başûrê Kurdistanê bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin, ew ala ye ku di serê salên 1920an de hatîye çêkirin. Qedrî Cemîl Paşa di bîranînên xwe de dibêje: Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîya Kurd (CTÎK), reng û şiklê ala neteweyî ya Kurd destnîşankirîye û ala Kurd ji sê rengan pêk hatîye; li jorê wê sor, nava wê sipî û li jêrê wê jî kesk û di nava wê de li ser rengê sipî şiklê rojê heye.”(2)
Refîq Hîlmî di Yadaştnameya xwe de, di derbarê hilkirina ala Kurdistanê ya dema Yekemîn hikûmeta Şêx Mehmûdê Berzencî de dibêje: Li mala Şêx Qadirê serokê Meclîsa Millî civîneke mezin hat çêkerin û piştî guftûgoyekê dûr û dirêj, biryar hat dan ku li Mizgefta Mezin civînek giştî çêbe û bi destûreke resmî alaya Kurd a resmî bê hilkêşandin. Ew roja ku ji bo vê civînê hatibû tesbîtkirin, nêzîkî 10 hezar kes li ber Mizgefta Mezin berhev bûn.”(3) Ala ku sala 1919an li Silêmanîyê hatîye hilkirin; pêkhatîbû ji zemîneke kesk, di nava wê de bazineke sor û di nava bazinê de hîlalekê.
Alaya li ser nasnameya CTKê, di sala 1920an de ji alîyê Zeynelabidîn Fanî ve hatîye çêkirin. Zeynelabidîn Fanî, sekreterê dawî yê CTKê ye, di nîvê sala 1920an de ji parçebûna cemîyetê şûn ve, wî ji sekreterîyê îstifa kirîye. Di bareyê alaya li ser huwîyeta CTKê de, Seyîd Mihemedê lawê Seyîd Abdulqadirê Nehrî di dema mehkemekirina girtîyên 1925an de dibêje: “Ala kesk a li ser wereqeyên huwîyeta CTKê, ji alîyê katibê umûmî Zeynelabidînê Fanî ve hatîye amadekirin/çêkirin, wê demê ew katibê Umûmî yê CTKê bû.(4) Di berdewamîya parastina xwe de sebebê çêkirina alayê weha dihêne ziman: “Ala osmanî vemirî, me ala Kurdan çêkir ku digel wê wekî roj biçirûse. Ev hêvîyek e.”(5) Reng û sembolê alaya li ser weraqeyên CTKê; zemîna rûyê wê pêk hatîbû ji rengekî kesk û di nava wê de rojekî tîrêjdayî hatibû neqişkirin. Hebûna alaya Kurdistanê, ji alîyê dozgerên mehkemeya salên 1925an ve jî hatîye tesbîtkirin. Dozgerê mehkemeya Tirkiyê ji Kemal Fewzî dipirse û dibêje: “Di cemîyeta we de Ala Kurdistanê jî hatîye dîtin.”(6)
Ji Tevgera 1925an şûn ve, gelek kadro û serkirdeyên Kurd derbasê Binê Xetê bûn û li wê derê di 5ê Cotmeha 1927an de bi navê Xoybûnê rêxistineke nû damezrandin. Xoybûnê, dest bi rêxistineke nû kir, li çîyayê Agirî di bin Fermandarîya Îhsan Nûrî de baregaha Fermandarîya Leşkerî ya Kurdistanê çêkirin, hikumeteke demkî ragihandin û Ala Kurdistanê wek ala fermî ya vê hikûmetê hate hilkirin. Ji wê şûn ve jî, di gelek çalakîyên Xoybûnê de ew alaya rengîn hatîye hilkirin heta damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê.
Di berîya îlankirina Cimhurîyeta Kurdistanê de, li Rojhelatê Kurdistanê, xebata rêxistinî û sîyasî ya neteweyî bi pêşengîya Komela Jîyaneweyî Kurdistan roj bi roj pêş diket. Bi hevkarîya hinek Kurdên Başûrê Kurdistanê jî, hewl didan ku alaya dema serhildana Agirîyê, bi guhartina hinek sembolan amade bikin ji bo paşerojê. $Şikil û sembolê alaya Komara Kurdistanê;$ jorê wê ji rengê sor û nava wê sipî û jêrê wê jî kesk e, li nava wê nîvrojek heye û li ber wê pirtûkek, li kêleka rojê du simbilên genim, li pişt wan jî çiyayek û pênûsek hene.
Alaya ku hatibû amadekirin, paşê ji alîyê Partîya Demokrat a Kurdistanê ve jî tête erêkirin û cara pêşî di roja 17.12.1945an de, li ser banê daîreyekî fermî yê hikumeta Îranê hatîye hilkirin. Ji wê şûn de, di roja 22.01.1946an de damezrandina Cimhurîyeta Kurdistanê jî li meydana Çarçiraya bajarê Mehabadê hate ragehandin. Alaya ku ji berê ve hatîbû amadekirin, di wê roja dîrokî de bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” hatîye bilindkirin.
Di mitînga ragehandina komarê de, Reîsêcimhur Pêşewa Qazî Mihemed, di axaftina xwe de li ser wê alayê sond dixwe û weha dibêje: “Ez bi Xwedê, bi kelama mezin a Xwedê, bi nîştiman, bi şerafeta netewa Kurd, bi ala muqedes a Kurdistanê sond dixûm ku heya gava dawîya nefesa canê xwe û rijandina dilopa xwîna xwe ya herî dawîyê, bi can û mal di rîya ragirtina serxwebûn û bilindkirina ala Kurdistanê de bixebitim.”(7) Ji wê rojê şûn ve, “bi fermana cenabê Qazî Mihemed serokê mezin û pêşewayê Kurdistanê, biryar hate dan ku alaya sê reng a Kurdistanê li her bajarekî Kurdistanê bête hildan.”(8)
Berîya ku Cimhurîyeta Kurdistanê bête rûxandin, di roja 17.12.1946an de hevdîtina dawî ya General Mistefa Barzanî û Reîsêcimhur Qazî Mihemd çêdibe. Di dawîya hevdîtinê de, Qazî Mihemed, alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû dipêçe, wê radimûse û dirêjê destê Mistefa Barzanî dike û weha dibêje: “Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwarim hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”(9)
Ew emaneta Pêşewa Qazî Mihemed, di roja 09.06.1999an de, bi tevî hinek guhartinên piçûk, ji alîvê rêvebirîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ve bi biryara Encûmena Wezîran, wek ala fermî ya Herêma Kurdistana Federe hatîye qebûlkirin. Herweha di roja 11.11.1999an de, bi biryareke nû ji alîyê parlementoyê ve bi awayekî fermî hatîye qebûlkirin ku 17ê meha 12an wek roja ala Kurdistanê bihête pîrozkirin.
Alaya ku li Başûrê Kurdistanê hatîye hilkirin, wek ala fermî ya Herêma Federe ya Kurdistanê, di destûra Dewleta Federal a Iraqê de hatîye nasîn û qebûlkirin. Ev ala, ji layê sazîyên navnetewî yên wekî Neteweyên Yekgirtî (UN) û Yekîtîya Awrupayê û dewletên wd. ve jî hatîye pejirandin.
$3. Wateya reng û remzên li ser ala Kurdistanê$
Serokê pêşî yê Xoybûnê Celadet Bedirxan dibêje: “Ala kurdan; ji jor ber bi jêr ve ser hev, sor, sipî û kesk e, di nava wê de roj diçirise.”(10) Wateya reng û remzên li ser alaya Kurdistanê: Rengê sor, têkoşîn û xwîna miletê kurd nîşan dide; rengê sipî, dilpakî û aşîtîxwazîya wan û rengê kesk jî bereket û ciwanîya axa Kurdistanê nîşan dide. Rojê çirisî yê navê jî, remza kulturî û netewî ya miletê Kurd e.
Îro alaya ku hatîye pejirandin; ji jor ber bi jêr ve, ser hev ji sê rûberan pêk tê. Dirêjî û firehîya her sê rûberan wek hev mezin in. Rûbera li jor bi rengê sor e, ya navîn sipî ye û ya jêr jî kesk e. Firehîya alayê bi qasî 2/3 cara dirêjiya wê ye. Di nava alayê de rojê çirisî li ser rûberê her sê rengan belav bûye, li dorûberê cerga rojê 21 tîrêjên wekhev hene.

Şaîrê navdarê Kurd #Hejar# , li ser reng û remzên (sembolên) alaya Cimhurîyeta Kurdistanê weha nivisîye:
Parçekey sê rengî xoy denwênî $rengî sûr$ dellê
Ta tinokêk xwênî kurd mabê qedî min nanewê
$Sipîyekey$ mijdeyî beyanî bextî kurdî kird beyan
$Rojî$ bextî kurd peyda bû nema perdeyî şewê
$Du gullî genmî$ dellê agat le rizqî xot bibê
Xot ke birsî bo çî dujmin pêy bijîn lêre û lewê
Pêw dellê nûkî qelem ger jînî xoş û pêdewê
Xeyrî min desnakewê bo rêyî teraqî pêşrewê
$Rengî sewzî$ yanî dayikî (Nîştiman) lew rokewe. (11)

$Di encamê de;$ dixwazim bala we bikşînim li ser du xalên girîng û dawî bi gotina xwe bînim. Îro ala Kurdistanê, bi biryara Meclîsa Herêma Federe ya Kurdistanê hatîye qebûlkirin û di Yasa Esasî ya Dewleta Federal a Iraqê de jî hatîye naskirin. Herweha ji alîyê sazîyên navnetewî yên wekî Yekîtîya Neteweyan (UN), Parlementoya Yekîtîya Awrûpa û gelek dewletên din ve bi awayekî fermî tête naskirin. Li Tirkîyê jî, dema ku serok û serokwezîrên Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo hevdîtinên fermî têne serdana wan, di balfirxane û mekanên hevdîtinê de ala Kurdistanê tête hildan. Lê mixabin her carê hinek sovenîst û nijadperestên beşekî çapemenî û akademîyê, hinek qelemşor û nûnerên partîyên sîyasî yên Tirkiyê êrîş dikin, hewl didin û dixwazin ala Kurdistanê wekî ala PKKê nîşan bidin û bi vê têkilîyê jî rewabûn û meşrûtîyeta wê ji holê rakin. Ev helwest, encama zihnîyeta kolonyalîst e, manîpulasyonekî pirr girîng e û dixwazin bi vî awayî, her daîm zixtên serwerîya xwe li ser miletê Kurd bidin hîsskirin.
Alaya ku ew dixwazin wek sembola PKKê nîşan bidin, PKK ji wan bêtir dijayetîya wê dike. PKK-PYD û sazîyê bi girêdayî wan, dîroka têkoşîna miletê Kurd ji xwe didin destpêkirin, ala rengîn a ku berhemê têkoşîna netewî ya sed salî ya çar parçeyên Kurdistanê ye û îro li paytexta Herêma Federe ya Kurdistanê hatîye hilkirin, nas nakin û dibêjin alaya ku me çê nekirîye em wê qebûl nakin. Îro li Rojavayê Kurdistanê ku ew bi xwe jêra dibêjin “Bakurê Surîyê”, ala rengîn a Kurdistanê hatîye qedexekirin. Di gelek xwepêşandanên muxalîf de, gava ku ala Kurdistanê tê hildan, mudaxale dikin, nahêlin û bêhurmetîyê li wê dikin. Divê her kurdekî bipirse, di rewşekî weha de, gelo çi ferq di navbera we û dagirkerên Kurdistanê de dimîne. 17.12.2021

(1) Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, hejmar: 9, În, 30 îlona, Çapxana Tereqî, Şam-1932
(2) Kadri Cemil Paşa (Zinar Silopî), Doza Kurdistan (Kürdistan Davası), Özge Yayınları, Ankara, 1991, r. 61-62
(3) Refîq Hilmî, Yadaşt Başûrê Kurdistanê û Şoreşa Şêx Mehmûd, Weşanxaneya Lîs, Çapa Yekem, 2010, r. 270
(4) Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 951
(5) Seyid Mihemed, Kürd Cemiyetinde Kimler İstiklal (Bağımsızlık), Kimler Muhtariyet (Otonomi) Taraftarıymış? Vakit Gazetesi, 19 Mayıs 1925, r. 1-2
(6) Şevket Beysanoğlu, Anıtlar ve Kitabeleri ile Diyarbakır Tarihi (Cumhuriyet Dönemi), Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi Kültür ve Sanat Yayınları, 2001, 3. Cilt, r. 956
(7) Seîd Veroj, Komara Kurdistanê û Mehkemekirina Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Sîtav, Wan, 2019, r. 22
(8) Kurdistan, Jimar: 1, Sala Yekem, Mehabad, Pêncşem, 11.01.1946
(9) Seîd Humayun, Jîyan û Tekoşîna Pêşewa Qazî Mihemed, Weşanên Doz, 2006 Stenbol r. 104
(10) Celadet Alî Bedir-Xan, Hawar, hejmar: 9, În, 30 îlona, Çapxana Tereqî, Şam-1932
(11) Kurdistan, Jimar: 1, Sala Yekem, Mehabad, Pêncşem, 11.01.1946, r. 3
[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 72
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kovarabir.com/ 03-04-2024
File correlati: 2
Articoli collegati: 19
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 16-12-2023 (1 Anno)
Libro: Storia
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) su 03-04-2024
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 03-04-2024
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 03-04-2024
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 72
Attached files - Version
Tipo Version Nome Editor
file di foto 1.0.1188 KB 03-04-2024 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,026
Immagini 106,624
Libri 19,282
File correlati 97,253
Video 1,392
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.421 secondo (s)!