ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,117
画像 106,424
書籍 19,247
関連ファイル 96,905
Video 1,378
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
DOSYEYA KURD KET DOLABA DAXISTÎ
グループ: 記事 | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
DOSYEYA KURD KET DOLABA DAXISTÎ
Netkurd 10-11-2008
#Mûrad Ciwan#

Em kurdên Kurdistana bakur jî yên Kurdistana başûr jî divê îdî qebûl bikin ku dosyeya pirsgirêka kurd a ku me hêvî dikir AKP ê çareser bike, hatiye girtin û ew ketiye nav wan dosyeyên pirsgirêkên paşdexistî yên hundurê dolabeke daxistî.
Bi vê, ez nabêjim ku Erdogan, hukumet û partiya wî ê qet behsa kurdan nekin, yan ê nema pêwendî li gel Kurdistana federe deynin. Helbet bi gelek wesîleyan ê behsa kurdan bikin, heyetan bişînin Kurdistanê û pêwşwaziya yên kurdan jî bikin. Lê divê em qebûl bikin û bizanibin bi kêmasî heta 3,5 – 4 salên din dosyeya kurd ji bo çareseriyeka maqûl nayê ser maseyê.
Çima? Bingehên siyaseta millî ya dewleta tirk û çend diyardeyên ku vê dawiyê peydebûn, meriv digihînin vê encamê:
Du komponentên siyaseta milî ya dewleta tirk a li ser pirsgirêka kurd hene ku divê em wan jibîrnekin:
Yek; tu (hîç) hukumeteka tirk heta nuha bêyî eskeran tu(hîç) planeka çareseriya pirsgirêka kurd, ne ji bo bakur, ne ji bo başûr nedaye ber xwe. Her çareseriyeka ku wê ji bo xwe kiriye armanc û her planeka ku ji bo wê armancê dariştiye, bi îzna eskeran buye. Loma jî her biryara çereseriya ku tê eşkerekirin, divê em bizanin ku ew ji Desteya Bilind a Ewleyiya Millî (Milli Guvenlik Kurulu) dertê ku ji fermandeyên eskerï yên hezên orduya tirk, ji serokên îstîxbaratên eskerî û sivîl û ji wezîrên siyadî pêk tê.
Ev siyaseta ku Desteya Bilind a Ewleyiya Millî datîne jî îro îdî bi destê hukumeta sivîl nayê meşandin, hukumetê bi temamî ew dewrî eskeran kiriye. Serokerkanê orduya tirk general Ilker Başbug îdî tenê fermanên eskerî nade, ew diçe li Kurdistanê digere, civînan bi sivîlan re, bi rêxistinen civaka sivîl re dike, çareseriyên li gor dilê xwe pêşkêş dike. Yanî ya ku diviya hukumetê bikira Başbug dike.
Dudu; di siyaseta milî ya dewleta tirk a li ser pirsgirêka kurd de, sê xeterên (tehdîdên) mezin hene; PKK û pirsgirêka Kurdistana bakur, Kerkuk bibe beşek ji Kurdistanê û Kurdistaneka serbixwe.
Lê ev hersê xeter ji bo dewleta tirk ne di eynî astê de ne, ne qasî hev giring in, yan jî qasî hev ne xeterên nêzîk in. Giringî û nêzîkîya wan ji bo tirkan li gor rêza xwarê ye:
1- Kurdistaneka serbixwe li başûrê Kurdistanê
2- Çareserkirina pirsa Kerkukê li ser esasê maddeya 140-ê û vegera wê ya ser Herêma Kurdistanê.
3- Şerê PKK-ê û pirsgirêka kurd li Bakurê Kurdistanê.
Maneya vê çi ye? Mane ew e ku tehlîkeya şerê PKK-ê ê çekdarî ji bo dewleta tirk ne di dereceya yekê, le di dereceya sisiyê de ye. Kurdên başûr di du xeteran de û di du dereceyan de li pêşiya şerê çekdarî yê PKK-ê ne.
Ev, maneyeka din jî dide; giraniya şerê çekdarî ê PKK-ê ne qasî graniya yekê jî ji wan herdu pirsên pêşiyê ne. Mîsal (nabe, lê em bi faraziyan bêjin ku bû) eger kurdên başûr bibêjin ’ey Tirkiye em bi te re bibin yek, vê PKK-ê û şerê wê yê çekdarî ji hole rakin, li hemberî wê, tu jî serbixweyiya Kurdistana başûr nas bike, yan qebûl bike ku Kerkuk bibe beşek ji Kurdistanê’,Tirkiye ê qebûl neke.
Loma jî hebûna çekdarên PKK-ê û şerê wan li ser hidûd ji bo Tirkiyeyê hargav ne ku tê xwestin bê rawestandin, bi vacayî pirrê caran PKK tê mecbûrkirin ku çek daneyne û têkeve nava şeran, şer gurr bike. PKK li serê çiyê agirbest dike, projeyên lihevkirinê datîne, gazî û hawar dike, çi dike nake, tirk guh nadinê, her êrişên xwe yên hewayî û bejayî didomînin, her provakasyonan dikin, her PKK mecbûrî êrîşên hundur ên gund û bajaran dikin.
Bi vê, dewleta tirk û bi taybetî esker sê qezencan ji xwe re dikin:
1- Dibin tehdîdeka mezin li ser serê kurdên başûr di mesela çareseriya pirsgireka Kerkûkê de.
2- Dibin rêgir li ber gurrûgeşbûn û meşrûbûna (şer’iyeta) DTP-ê û rêxistinên sivîl yên din li ber çavê raya giştî ya hundur û ya cîhanî.
3- Dibin rêgir li hemberî reformên Tirkiyeyê, li hemberî guherîna ji wesayeta eskerî a ber bi desthilata siyasî ya sivîl û endametiya Tirkiyeyê ya ji bo Yekîtiya Ewropayê.
Ji bilî van hersê fenomenên gelek giring, hin xalên din jî hene ku nîşana rakirina dosyeya kurd in heta demeka nediyar a paşerojê:
– Di hilbijartinên Amerîkayê de biserketina Barack Obamayî:
Tirkan bi serdana 5-ê novembera sala par a Erdoganî a ji bo Qesra Sipî, li gel Amerîkayê di mesela PKK-ê, Kerkukê û petrola Iraqê de lihevkiribû û li gor wê planek rêkxistibû. Ev karên ku heta îro dihatin kirin li gor wê dimeşiyan. Lê îro piştî hilbijartinan hem serokekî nuh; Barack Obama hatiye ser îdareya Amerîkayê, hem jî desthilat ji komariyan derbasî demokratan dibe.
Siyaseta demokratan ne pirr bi dilê Tirkiyeyê ye û hela hela Obama ji bo Tirkiyeyê yekcar ciyê gumanê ye. Siyaseta wî ya derva ê ji bal cîgirê serok Joseph Biden ve bê meşandin û ew li Iraqê behsa federaliyetê dike.
Ji bo Tirkan gelek giring e ku ev federaliyeta Iraqê ê çawa be, çi statuyê bide Kurdistanê, statu ê deriyekî ji bo serxwebûna Kurdistanê a di rojên pêş de veke yan na? Pirsgirêka Kerkukê ê çawa be, ê li gor maddeya 140-ê biçe yan na. Çimkî Obama demokrat e, demokratên Amerîkayê wek sosyal demokratên Ewropayê tên dîtin. Mesela mafê mirovan, çareserkirina pirsgirêkan bi referandum û îradeya gelan li ba wan giring e. Demokrat ê wek komariyên Amerîkayê zûbizû nikaribin maddeya 140-ê û destûra Iraqê piştguh bikin.
Hela Obamayê ku ev du sal in behsa mafê mirovan, demokrasî û azadiyan, diyalog û aştiyê dike, ê qet nikaribe wek Bush yan Condoleezza Riceê van maddeyan wek lîstik bibîne û ji pêkhateyên Iraqê re bêje ’dev jê berdin, di mesela petrolê û ya Kerkukê de zû lihev bikin.’
Yanî siyaseta desthilata Obamayî hê nediyar e ku ê bi dilê Tirkiyeyê be yan na, loma jî ji roja ku Obama hat hilbijatin tirkan dosyeya çareserkirina pirsgireka kurd xist dolabê û dosyeyên din daxist ên ku goya nîşan didin Tirkiye çiqas welatekî giring e ji bo Amerîkayê û çima di mesela kurd de divê Amerîka guh nede nirxên mirovayiyê, azadî û demokrasiyê, guh bide rola stratejîk a Tirkiyeyê; wek welatekî misilman li deverê, wek welatekî ku kare rê li ber Rusyayê bigire, wek welatekî ku kare li hember YE li gel Amerîkayê tevbigere û hwd.
Xalên ku heta nuha me eşkere kirin ew xalên pêwendîdar bi siyaseta millî ya dewleta tirk û bi giranî ya li gor berjeweniyên eskeran bû.
Du xalên din jî hene ku taybet in bi berjewendiyên hukumeta sivîl û AKP-ê bi xwe:
Yek jê, hilbijaritnên şarederiyan e, ku piştî pênc mehan ê bên kirin, ya din jî hilbijartinên giştî ne ku du sal piştî hilbijartinên şarederiyan ê bibin.
Di van her du hilbijartinan de jî AKP welê hesab dike ku ji bo karibe ji tirkan, bi taybetî jî ji tirkên nasyonalîst û mihefezekar dengan bistîne û zora MHP-ê bibe divê xwe ji çareseriya pirsgirêka kurd dûr bixe, heta hinekî dest bi propaganda nasyonalîstiyê, mihafezekariyê û dij-kurdiyê bike. Berî salekê Erdoganî hêvî dikir ku ê çend kurtêlan bavêje ber kurdan û wan bixapîne, şarederiyên di destê DTP-ê de bistîne. Lê nebû. Ne kurdan îşaretek da ku ew ê bi kurtêlan bên xapandin, ne Erdogan cesaret kir ku xwe ji eskeran dûr bixe û ber bi çareseriya kurd de here. Xwesipartina eskeran û ultranasyonalîzmê jê re rehettir hat, çimkî gava meriv li tarîxa Erdoganî dinêre ji xwe meriv dibîne ku ew bi van nirxan hatiye meyandin.
Ji ber vê siyasetê ye ku wî li Hekkariyê bi zanebûn got ’yan hez bike, yan terk bike’ da dengderên MHP-yî guhê xwe ber bi wî de miç bikin.
Yanî ev 5 mehên berî hilbijartinên herêmî ê li ser vê mînwalê biçin û bi devjenî hewa Tirkiyeyê ê serttir bibe; eger em nebêjin bi çekdarî jî kaosek dikare serî hilde.
Piştî hilbijartinên herêmî du sal dimînin ji hilbijartinên giştî re. Du sal ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd ji bo hukumetekê (eger dilxwaz be jî) têrê nake. Loma hukumeta AKP-ê ê wan du salan jî xwe ji pirsê dûr bide, heta dijminayetiya wê bike.
Piştî wê, ji xwe ne zelal e ê desthilat têkeve destê ke û Tirkiye ber bi ku ve biçe. Loma paşeroja çarenivîsa pirsa kurd, bi taybetî aliyê wê yê ku li ser milê tirkan e di nav mij û dûmanê de ye.
[1]
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは55表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 28-03-2024
リンクされたアイテム: 10
グループ: 記事
Publication date: 12-12-2013 (11 年)
Publication Type: Born-digital
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 政策的
プロヴァンス: Kurdistan
Technical Metadata
アイテムの品質: 99%
99%
は、 ( ئاراس حسۆ 28-03-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 28-03-2024
最近の( سارا ک )によって更新この商品: 28-03-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは55表示された回数
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,117
画像 106,424
書籍 19,247
関連ファイル 96,905
Video 1,378
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.469 秒(秒) !