图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
XADIM; ’GUNEHKARIYA’ QURBANIYAN
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
XADIM; ’GUNEHKARIYA’ QURBANIYAN
Netkurd 17-12-2008
#Mûrad Ciwan#

Selahattin Bulut, lutuf kiriye, kitêba xwe ya dawiyê; ’Xadim’ ji min re şandiye. Min ew girt û dabelihand. Ez ’kitêbxur’ekî ne xerab im, lê hûn zanin, ’parî’ bi xwe gava ne xweş bin, meriv çi bike jî di gewriya meriv re naçin xwarê.
Gava min kitêb xelas kir, du îsyan di dilê min de fûriyan; îsyaneka min li hember nivîskêr bû, ya din jî li wî hukmê zalim ê civakê bû ku qurbanî bi xwe jî wek ’edaleteka îlahî’ serî li berê ditewînin.
Îsyana min a li nivîskêr ji ber wê bû ku wî bi alavên romanekê ’çîrokeka dirêj’ nivîsiye. Gava min ’Xadim’ qedand, min dît ku heta nuha, belkî jî min di tu kitêbeka kurdî de struktura romanekê bi vê serkeftîtiyê nedîtiye. Heta di beşê yekê de gava meriv destpêdike meriv dibêje qey romanek e destpêdike, pişt re meriv dibîne ji naverokê (çimkî naverok bi zîrekiya sadetî û tenikiya çîrokê hatiye hûnandin) ku kitêb buye ”çîroka dirêj”. Wek terziyê hosta bi wê hunera xwe ya xurdekarî kostuma Charli Chaplin bidirû, lê ne li wî, li zarokekî 7-8 salî ke. Loma min îsyan kir li nivîskêr û xwe bi xwe got ”heyra te arvan aniye, şekir aniye, rûn aniye, min fahm nekir te çima helaw çênekir.”
Îsyankariya min a duduyê hê cidîtir bû. Di mesela esasê çîrokê de; xadimiya qehremanê wê Jehat de bû.
Ji xwe gava min kitêb xelas kir, berê min got di vê kitêbê de hertişt temam e, ya zêde navê wê ye. Çimkî ez dibêjim qey gava nivîskarek kitêbekê dinivîse, pirr diqqet dike da navê wê nebe sedem hê di nîvî de meriv fahm bike ka çîrok çi ye, balkêşî, heyecan û tengijiyana zincîrebuyeran meriv heta dawiyê rakêşin. Navê ”Xadim” hê di nîvî de eşkere dike ku mesele çi ye.
Lê gava min nivîsa pişt kitêbê jî xwend, min dît ku nivîskar ji xwe hê ji destpêkê de ne li pey tengijiyan û herikîna biheyecanî, sirr û qulikên efsûnî yên çîrokê ye da heta dawiyê me bi xwe re rakêşe, ew dixwaze pirseka giran wek qurşûnê; pirsa ’gunehkariya qubaniyan’ bîne bi gurmîniyeka mezin li ser masê xe, raxe ber çavê me.
Belê, ev çîroka gunehkariya qurbaniyekî ye. Jêhat; qehremanê çîrokê têkoşerek e ku bi mesûliyeta xwe ya xwedîlêderketina civaka xwe ya xedirlêkirî radibe, têdikoşe. Ne ji bo xwe tenê, ji bo civaka xedirlêkirî; gel û welatê xwe jî têdikoşe… Ji ber vê tê girtin, dikeve zîndanên reş û tarî yên rejimeka wehşetbarîn. Her awe lêdan û îşkence lê tê kirin. Tevî wê jî, ji îdealên xwe, ji doza xwe paş de gavan navêje, teslîm nabe, serî li wahşetê natewîne. Her tiştê ku ew dikare biparêze diparêze. Tenê ’mêrani’ya xwe nikare biparêze. Di encama îşkenceyeka bêta de ji her awe nirxên însaniyetê xadim dibe; tê xesandin. Di ser de jî bi salan di zîndanê de dimîne.
Lê gava ji zîndanê derdikeve ew bi xwe, xwe ” xîretnemayî… , jidesthilatdeketî…, tirsonek…, mişkekî seraban…, pîsekî dera han, lawitî…” dibîne.
Çima? Ma wî çi kiriye ku ew xwe ew qas bêrûmet dibîne? Esas wî bi xwe sed qatê qehremanî, fedakarî û cefakariya ku li derva nîşan dabû daye. Yên bi wî kirine, seyên rejimeka hov in, ew in yên gunehkar. Ew bi xwe qurbanî ye. Baş e çima ev ’gunehkari’ya qurbaniyekî? Ka gunehkariya wî di ku de ye?
Gunehkarî di wê de ye ku civaka me bi xwe di vê mesela tirajîk a dirindane de, bi hukum û qerarên xwe hevkariya rejima xwedan zîndanên tarî û reş dike. Ji xwe îskencedar dizane ku civak, çiqas hêja dibe bila bibe qîmetekê nade mêrê ’xesandî’, wî pîs, newêrek, lewitî, mişkê seraban dibîne. Loma jî zewq û cesaretê ji hukmê civakê werdigire û pirr bi rehetî, îşkencê dike ku heta meriv bixesîne, heta meriv bi xwe bibe dijminê xwe, xwe gunehkar bibîne.
Ma ne welê ye, ma roja ku Jêhat ji zîndanê hat berdan Xelîl Begê bavê wî zanibuya ku kurê wî xesandî ye ê çi bikira? Gelo ê bihata pêşiya wî, ew hembêz bikira? Yan wî yê gulleyek bera serê wî bidaya ku çima ew bû şoreşger û çû ket zîndanan? Belkî jî gulleyek bera serê xwe bidaya.
Ma ne ji wê ’ gunehkariyê’ ye ku şika dilê diya wî, tirsa herî mezin di dilê wê difirîne. Gelo Bihara ciwan û bedew a ku bi salan li benda wî bû pê bihesiyaya ku hezkiriyê wê ’xadim’ e, ê çi bikira, ê cardin jê hez bikira? Cemalê hevalê wî yê şoreşgeriyê, rewş bizanibuya ê cardin ew bi israr vexwenda nav refên ’soreşê’?
Li gor qehremanê çîrokê ’na’, loma ew ciyekî xwe di civakê de, di jiyana li dora xwe de nabîne, direve, cezayê herî giran dide xwe, wek ’mişkekî seraban’ di kolaneka teng û tarî de wenda dibe, dibe hîç û pûç…
Nirxên vê civakê ew qas zalim, bêwefa, xeyrê însanî ne, ku her awe hêjayiyên mirovatiyê li ber ’jimêranîxistinê” an ’jimêranîketinê’ (êdî maneyên van herdu gotinan çi bin jî niza) dibin ”hîç û pûç”, ew ewqas ruh, can, xwîn, zewq û heyecanê didin îşkencadarên zîndanên tarî û ew ewqas di nav civakê de kokvedayî û berbelav in ku meriv îsyan neke çi bike gelo?
Nirxên zalim û neînsanî di civaka me de bi rastî jî kokvedayî û berbelav in. Çimkî di mesela jinan, namûs û şerefê de jî ku digihên wê dereceyê da salane bi sedan, heta hezaran keç û jin bên kuştin, xwe bixeniqînin an bişewitînin jî ev nirx in. Keçek bi zorê tecawuz lê hatibe kirin, em ew qas zalim in ku yan wê dikujin yan wê li tecawizkar mahr dikin da heta dawiya umrê wê, her roj ew tecawuzî wê bike.
Divê em tiştekî din jî îtîraf bikin; di mesela xwe/şewitandina jinan de sedemên tecawuzên encama pêwendiyên însest ne kêm in. Di civaka me ya girtî ya bêpar ji nirxen însaniyetê de, di encama tecawiza nav malê a mêrên nêzîkî keçê an jinê (bav, bira, ap, xal) ne kêm in. Ev, hem tecawiz dikin, hem dişewitînin, hem jî navê xweşewitandina bi qezayî lêdikin da fahm nebe ku ji ber tecawiz, namûs û şerefê ev tişt bûne. Ma ji vê xedartir çi heye?
Belê, gava min ’Xadim’ qedand ez ji cuntaya eskerî, ji îşkencedarên wê ne kêmtir li van nirxên me yên civakî hêrs bûm; min rûreşî bi me bi xwe de anî ku em bi van nirxan ewqas bûne hevkarên gunehkar û tecawizkaran, qurbaniyên me bi xwe jî, ne tawanbaran, xwe gunehkar, bêqîmet, newêrek û bênamûs dibînin.
Me di nav xwe de tu ciyekî jiyanê ji wan re nehiştiye, yan em wan dikujin, yan em mecbûr dikin ku ew xwe bikujin, wek ’mişkên seraban’ ji nav me biçin wenda bibin.
Îskence, tecawuz û xesandin jî dewam dikin….
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览42
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/- 28-03-2024
挂钩项目: 4
传记
图书馆
1. Xadim
日期与活动
词和词组
小组: 文章
Publication date: 12-11-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 政治
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 28-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on28-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):28-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览42
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!