הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,413
תמונות 105,688
ספרים 19,152
קבצים הקשורים 96,427
Video 1,307
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Murad Ciwan: Berxwedana Efrînê dibe birîneke navneteweyî
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
Murad Ciwan: Berxwedana Efrînê dibe birîneke navneteweyî
#Mûrad Ciwan#

Nivîskar û siyasetmedarê kurd Murad Ciwan operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyeyê li hemberî Efrînê û encamên wê yên herêmê bi çavê kesekî li dîasporayê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Ciwan Tirkiye li behaneyan digeriya û ti carî Efrîn ji bo cîranên xwe nebûye tehdîd û der, tim xwestiye ligel cîranan di nava aştîyê û aramiyê de bijî.
‘TIRKIYE JI NÎJADPERESTIYA XWE TEHEMÛLA DESTKEFTIYÊN KURDAN NAKE’
Siyasetmedarê kurd Murad Ciwan ji bo operasyona ser Efrînê got: “Tu sedemekî rasyonel ê ku Tirkiyeyê mecbûrî êrişeka leşkerî ya ser Efrînê bike tine bû. Efrîn ji roja ku ji bal dezgehên herêmî yên kurd ve tê îdarekirin qet nebuye tehdîd ji Tirkiyeyê re. Her tim xwestiye li gel Tirkiyeyê cîrantiyeke baş bike, aştiyane û birayane bijî. Ji xwe ji berê de tarîxa wan bi kurdên alî Tirkiyeyê ve girêdayî ye. Kurdên Efrînê dewameka tebîî ya bakurê welêt in. Dixwazin biçin, bên, bazirganiyê bikin. Tirkiye neheqiyeka mezin li kurdên Efrînê dike.”
Nivîskarê kurd di axaftina xwe de got: “Tirkiye ji ber nasyonalistî û nîjadperestiya xwe, destkeftiyên kurdan qebûl û tehamul nake. Loma li her cihê ku firsendê dibîne, jê re li hev tê, êriş dike. Her wekî li Kerkukê beşdarî nav komploya navneteweyî bû, tevî ku kurdên Kerkûkê dostên Tirkiyeyê bûn. Di encama komployê de Îranê qezenc kir, Bexdayê qezenc kir, Britanyayê qezenc kir. Tirkiye destvala ma, heta gelek berjewendiyên xwe wenda kirin.”
‘EFRÎN BEHANE YE’
Murad Ciwan bi sedemên navneteweyî ve sedemên taybet jî nirxandin û got: “Niha jî, ji alî giştî de, ev mesele ye. Lê sedemên taybetî jî hene. Mesela Idlîbê heye… Tirkiyeyê diyar e li ser Idlîbê bi Rûsyayê û rejima Esed re li hev kiriye. Dûr nêzîk bi xweşî an bi zorê ew der ê dewrî wan bibe. Tirkiyeyê pişta xwe daye mitefik û dostên xwe. Lazim e tiştek hebe ku vê îxaneta li mitefikê xwe veşêre, Efrîn bahaneyeka baş e. Li gel Rûsyayê wan hêvî dikir ev êriş, ê bihêle Efrîn xwe teslîmî Şamê bike. Lê welê derneket. Ne teslîmî Şamê, ne jî Tirkiyeyê bû. Her ku diçe bi berxwedan dibe birîneka navneteweyî. Bi taybetî Rûsya ji alî exlaqî û siyasî ve dikeve bin mesûliyeteka giran û cih lê teng dibe.
Sedemekî din jî heye, Erdogan hêvî dike bi şerê li dijî kurdên Efrînê nasyonalîzma nav welêt rake pêdarê, di hilbijartinan de pê dengên xwe zêde bike. Çimkî ne hemasetên wiha be, diyar e Erdogan ê di hilbijartinan de wenda bike. Ev jî kabûsek e jê re.”
‘ERDOGAN Ê DESTVALA JI SÛRIYEYÊ DERKEVE’
Ciwan di berdewamiya axaftina xwe de ji bo kuştiyên sivîl û bêdengiya cihanê jî got: “Desthilatên dinyayê hesabên berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî dikin, loma exlaq, însaniyetî, wijdan hemî didin aliyekî. Medya jî gelek kêm cih dide bûyerên Sûriyeyê. Piştî pêla penaberan a bi milyonan a du sal berê, gelên Ewropayê bi taybetî ji şerê Sûriyeyê westiyane, tirsiyane û xwe dûr dixin. Ev jî dihêle ku desthilatdar hê pirtir, bêyî ku raya giştî ya welatê xwe bifikirin tev bigerin. Wexta kurdan li hemberî DAIŞê şer dikir medya ewropiyan her roj behsa qehremaniya wan dikir. Lê îro Papayê Vatîkanê jî di civîna li gel Erdogan de bêdeng e û protestoyên meydana xwe qedexe dike. Ku Papa wiha bike, cemaet ê çi bike îja.”
‘KERKÛK Û EFRÎN JI BER XWEDIYÊ ROLÊN STRATEJÎK IN RASTÎ ÊRIŞÊ HATIN’
Nivîskarê kurd Kerkûk û Efrîn bi hev ve girêda û ji bo hedefbûna herdu bajaran got: “Ji alî Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Suriyeyê ve helbet pêwendî heye. Ev dewlet ne li Başûr, ne jî li Rojava dixwazin kurd bigihên mafên xwe. Wekî din, Kerkûk devereka xaz û petrolê ya dewlemend e. Kî xwediyê wê be dibe xwedanê roleka stratejîk. Efrîn jî ew dever e, ku bi av û kanî û zeytûn û baxçeyên xwe jiyanê dide Suriyeyê. Ne Efrîn be Surîye tî û birçî dimîne. Lê sedemên taybetî jî hene. Bi baweriya min yek ji sedemên êrişa ser Kerkukê îmzakirina peymana petrol û xazê a navbera Kurdistanê û Rûsyayê bû. Çimkî heta salekê, du sal berê ku kurdan digot em ê referandûma serxwebûnê bikin, ne Bexdayê, ne Tirkiyeyê ti kesî ew reaksiyona tund nîşan nedida. Erdogan digot ‘ev karê Iraqê yê daxilî ye, me eleqedar nake’. Lê ji nişka ve hemû bûn pîzot.”
Siyasetmedarê kurd rola hêzên navnetweyî nirxand û got: “Bi baweriya min, piştî ku kurdan bi Rûsyayê re peyman îmza kir, Brîtanya daket meydanê, Îran, Tirkiye, Bexda pîj kirin, heta yên ku Donald Trump qanih kirin jî brîtanî bûn. Serkêşê komploya navneteweyî Brîtanya ye, ew xayin jî beşê mezin xizmetkarên Brîtanyayê ne. Ji xwe roja ku komplo biserket, BP çû dest bi prosesa berhemanîna petrola Kerkûkê kir ku li başûrê Iraqê li deverên Şieyan ji destpêkê de wan dest daniye ser petrolê. Di şerê li dijî Sedam de gelek caran dibêjin Tony Blair, ji bal George Bush ve hat xapandin. Heta Blair jî xwe wer nîşan dide. Lê ne rast e. Tony Blair ji bo berjewendiyên Britanyayê û BP eskerê xwe xist şer, çû li başûrê Iraqê bicî bû. Niha Kerkûk jî girtin.”
‘HETANÎ ŞERÊ DAIŞÊ HEBÛ KURD QEHREMAN BÛN’
Murad Ciwan di dirêjiya axaftina xwe de bersiva pirsa ‘gelo çare çi ye, li hemberî van êrişan divê kurd çi bikin? got: “Hingî em ban dikin, gazî dikin, hawar dikin êdî gewrî li me ziwa bû. Niha pir eşkere ye kurdan li Rojava jî li Başûr jî welatê xwe hemû xistibûn bin destê xwe. Petrola Kerkûkê, petrola Rimêlanê û deverên din, çemê Dicle û Firatê û bendavên wan ku heyatê didin Rojhilata navîn ketibûn destê kurdan, hinek jê hê jî hene. Diviya wan hesabê ku rojek ê DAIŞ biqede, hê berî DAIŞ biqede bikira. Başûr û Rojava, li nav xwe bibûna yek, wekî din Başûr û Rojava ji alî hêza eskerî, diplomasî her tişta lazim ava bikira. Wan ew bikira, potansiyela Bakur û Rojhilat gelek bi hewes ê li gel wan bûya. Bi vî awayî hem dost û hevkarên kurdan hem jî dijmin û xêrnexwazên wan ê hesabê wan bikira. Kesê newêriya zûbizû êrişî wan bike. Dostan ê nexwesta zûbizû dev ji wan berde. Ev hemî tên zanîn, lê bawer dikim hê du sal berê êdî min îşaret pê kiribû ku dibe ku kurd dereng mabin.”
‘LI SWÊDÊ LOBIYEKE XURT A KURDAN HEYE’
Ciwan di dawiya axaftina xwe de helwesta Swêdê û Ewropayê ya li hemberî operasyonê nirxand û got: “Swêd welatekî demokratîk e. Yek ji wan welatan e ku zêdetir guh dide mesela mafên mirovan. Di meseleyên siyasî de na, lê di yên însanî de aktîftir e. Pişt re Swêd niha endama Konseya Ewleyî ya Neteweyên Yekbûyî ye, gava demek berê Fransayê daxwaza civînekê ji bo Efrînê kir Swêdê xwe da pişt. Bi vê rola xwe berpirsayetiya Swêdê heye. Li Parlamentoya Swêdê lobiyeka xurt a piştgira kurdan heye ku hema hema ji hemû partiyan parlamenterên kurd di nav de ne. Li parlamentoya Swêdê minaqeşeyên xurt gelek caran li ser pirsa kurdan dibin. Partiya Çep di van salên dawîn de êdî xwe ji bin tesîra çepên nasyonalîstên tirk û ereb derxistiye, loma aktîvtir pirsa kurdî tînin rojevê. Wekî din Margot Wallstrom, sosyal demokrat e, heta ji nesla wan sosyal demokratan e ku bi Ana Lindh re li dora Olof Palme bûn. Olof Palme di rojên herî teng de dostê kurdan bû. Ana Lindh jî… û Margot Wallstrom ji wê ekolê ye. Li Swêdê payiza bê hilbijartin hene, kitleyeka mezin hilbijêrên kurd hene, piraniya kurdan deng didin sosyal demokratan. Ev hemû sedem in ku wezîra derva ya Swêdê çûna xwe ya Tirkiyeyê betal kir. Ji alî nîşandana nerazîbûna xwe ya li hember êrîşa ser Efrînê gaveka baş bû. Lê tu rastiyê bixwazî, min dixwest ku ew biçe Enqerê, li wê derê nerazîbûna xwe nîşan bide. Bawer dikim Swêdê nexwest pirsê kûr bike, pey cirnexweşiya Erdogan keve, bi awayekî nerm mesele protesto kir.”
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 11
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 15-03-2024
פריטים המקושרים: 3
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 12-02-2018 (6 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
ערים: Afreen
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 15-03-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( زریان سەرچناری ) ב- 16-03-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 11
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 517,413
תמונות 105,688
ספרים 19,152
קבצים הקשורים 96,427
Video 1,307
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.656 2!