Desthilata Botan ji demokrasî ve heta xiyanetê – beşa dawî
Keyhan Mihemedînijad
Gelek caran di dîrokê de yan jî di nav Kurdan de tê gotin desthilatdariya mîran hevgirtin nebûye û mîran hemû tiştek tenê bo xwe xwastine. Lê Mîr #Berdirxan# kesek nasiyonalîst û demokrat bû û wî hewl dida tevahiya mîr û serokeşîran li dora hev kom bike û ji bo dewleteke serbixwe li hev bên.
Mîr Bedirxan, di sala 1839an de bi mîrên Kurdistanê re kevte nav hevkariyeke pîroz. Ji navçeyên Wanê Mehmûd Xan, ji navçeya Hekarî Nûrulah û Fetah Beg, ji serokên Hîzanê Xalid Beg, ji Mûşê Şerîf Beg, ji Qers û Acarê Husên Begê Kor, Mîrê navçeya Erdelan, Şêx Mihemedê Mûsilî û Şêx Yûsifê Zaxoyî wek zanayên mezin beşdariya wê hevpeymaniya bi Mîr Bedirxan re kirin. Her ew hevkarî û lihevhatine derdikeve ku Mîr Bedirxan hewl daye heta rêberên navçeya Sinê jî tevlî desthilatdariya xwe bike û ew yeka jî nîşaneya avakirina Kurdistanek mezin bûye.
Hatiye zanîn ku Mîr Bedirxan keleh û burcekên desthilatdariya xwe qahîm kirine û mîrên Kurdistanê yên hevkar, ji bo parastina dewleta Kurdî bi hev re sund xwarin.
Wêne: çekdarek li serdemê desthilata Botan
Gelek ji dîroknivîs û lêkoler bi Mîr Bedirxan re dibêjin: “Bavê tevgera netewa Kurd” û gelek jî dibêjin, “serkirdeyê mezin ê leşkerî”. “Kirîs Munşara” gotiye: “Mîr Bedirxan, qehremanê tevgera rizgariya Kurdistanê di sedeya 19an de bûye”.
Osmanî bi wê lihevhatina mîrên Kurdan û ragihandina dewleta serbixwe a Kurdan tûre dibin û li 26ê Hezîrana 1847ê, bi merema jinavbirina mîrnişîniya Botan, hêzeke mezin amade dikin û ew hêza pêk hatibû ji: “30 hezar serbaz û 15,000 bikirêgirtî û 40 top”. Merema wan ev bû ku bi wê hêzê dawiyê bi desthilata Mîr Bedirxan bînin. Bi vî awayî Osmaniyan êrîşî ser spaha Kurdan li nêzî bajarê Urmiyê kirin û şer û pevçûneke mezin qewimî. Lê spaha Osmaniyan li hember hêzên Kurdan gelek berxwe nedan û ji çendîn aliyan ve rastî şikestê hatin; Spaha Kurdan jî berevaniyeke baş kirin. Di dîrokê de hatiye zanîn ku di vî şerî de spaha Mîr Bedirxan çendîn top û xenîmetên Osmaniyan bi dest xistin. Wê demê nexwaşiya “Kolêra”yê hebû û gelek hêzên Kurdan bi petaya Kolêrayê kevtibûn û hejmareke zêde jî canê xwe ji dest dan.
Piştî wî şerî, Bedirxan gava herî girîng avêt û serxwebûna Kurdistanê bi awayekî fermî ragihand. Destpêkê sînorê desthilatdariya Bedirxan ji bajarê Wan, Mihabat, Rewanduz û Mûsilê bû. Piştre Pîranşehr, Şino, Urmiye, Sorek, Amed, Sêrt, Sîncar û Aşna jî, ji bindestê dagîrker rizgar kir.
Bi wî awayî desthilatdarên Tirkan çendîn rê girtine ber xwe da ku bi ser leşkerên Kurdan de zal bin. Serkirdeyên Tirkan li “Erzirûm”ê ji rêya “Mela Mehmûd Bayezîd” ve digel Mîr Bedirxan civînek pêk anîn. Di wê rûniştinê de rêkevtin li ser agirbestê hate kirin ku herdu alî êrîşî ser hev nekin. Lê pêş vê ku Mela Mehmûd bizivire, Osmanî êrîşî ser bajarê Cizîrê dikin. Mela Mehmûd car din diçe cem desthilatdarên Osmaniyan û dixwaze derheq binpêkariya rêkkevtinê digel wan biaxive, lê ew destûra girtina wî didin û navbirî tê girtin û ji bo girtîgeha Osmaniyan li bajarê Stenbolê tê veguhstin, li wir jî nameyekê bo sultanê Osmaniyan dinivîsin û tê de dibêjin “ew mirove hevalbendê Mîr Bedirxan e û xiyanet bi împratoriya Osmaniyan kiriye”; Ew bo vê ku baş li meselê fam bikin, mela Mehmûd vediguhezînin bo bajarê Wanê.
Fêlên dewleta Osmaniyan û xiyaneta Yezdanşêr
Dewleta Osmaniyan mêze kir ku nikare bi rêya hêz û leşker ve hikûmeta Kurdî têk bişkîne, rêya xapandina kesayetî û serkirdeyên Kurda da berahîka xwe. Bi her nirxekî bû dewleta Osmaniyan karî hindek ji serkirdeyên Kurdan ji bo aliyên xwe ve rabikêşine; di dawiyê de karî bi fêlan “Yezdan Şêr” ku keskî nêzî Bedirxan û serkirtayetiya hêzeke mezin a mîrnişîniya Botan dikir bo aliyê xwe rabikêşe. Yezdan Şêr soz da Osmaniyan ku bajarê Cizîrê yê paytexta mîrnişîniya Botanê radestî hêzên Osmaniyan bike. Wî ew di dawiyê de ew kare kir û Cizîre radestî wan kir ku eva jî bû sedema wê ku morala şervanên Kurdan dakeve ku di wî bajarî de kargeha çek û teqemenî hebû.
Bi vî awayî leşkerê Osmaniyan bajarê Cizîrê kawil kirin û Mîr Bedirxan bi hêzeke mezin ve çû kela “Arox”, di wir de jî Mîr Bedirxan digel leşkerên xwe şereke qehrimanane kir û leşkerê Osmaniyan kel dorpêç kirin û mîr piştî şerekî mezin ku teqemeniya wan hêdî hêdî dawî pê dihat, mixabin piştî çend rojan şer û pevçûn di dawiyê de li 12ê Tebaxa 1847an mîr teslîmê Osmaniyan bû.
Mîr Bedirxan dema ku birine Stenbolê bo cem Sultan û piştî çend car dadgehîkirin, ew ji aliyê Sultanê Osmanî ve hate efûkirin û ji wir bo dorgeha “Kirît” a Yûnanê hate dûrxistin. Mîr Bedirxan karesate herifîna mîrnişîniya Botan ji bîr nekir ku ji rêya nêzîktirîn kesê wî ve xiyanet bi wî hatibû kirin.
Sedema xiyaneta “Yezdan Şêr” çi bû?
Sedema xiyaneta “Yezdan Şêr” eva bû: “Dema ku Osmaniyan êrîşî ser kela “Kornîl” a “Seîd Beg” kirin wê demê Mîr Bedirxan piştgîriya Osmaniyan kir bo destbiserdagirtina kelê. Hatiye zanîn ku “Seîd Beg” xalê “Yezdan Şêr” bûye û Yezdan Şêr ji wê êrîşê nerzaî bûye. Herwisa girtina “Mîr Siyfedîn” ji aliyê Bedirxan ve û çendîn sedemên dinê wisa kirine ku “Yezdan Şêr” xiyanetê bi Mîr Bedurxan bike.
Lê hin dîrokzan û lêkoler dibêjin, Yezdan Şêr kesek bûye ku li pey hêz û desthilatdariyê bûye û ji ber wê hindê hewl daye Mîr Bedirxan ji nav bibe û li cihê wî bibe desthilatdar.
Osmaniyan di dema têkşikandina mîrnişîniya Botan de gelek mal kawil kirin û bi sedan kes kuştin û gelek kes jî, ji deverên wan dûrxistin bo deverên din û herwisa dest bi ser mal û zeviyên xelkê wê deverê de girtin û ew zevî bi erzantirîn nirx difirotine bîhaniyan.
Mîr Bedirxan piştî midehekê ku li dorgeha “Kirît” a Yûnanê bû, di sala 1858an de Sultanê Osmanî biryara efûkirinê bo Bedirxan derkir û Bedirxan jî piştî midehekê zivirî Stenbolê û li wir jiya, lê her dîsan demek ser de derbas bû Mîr Bedirxan Sitenbol bi cih hêla û ber bi Şamê ve çû. Mîr Bedirxan heya dawiya jiyana xwe di Şamê de jiya û di sala 1869an de bo hertimî navê xwe yê zîrîn di nava dîrokê de bi cih hêla û çû ber rehma Xwedê. Termê mîr li taxa “Rukine Dîn” a Şamê di nav goristana “ Mewlana Şêx Xalidê Neqişbendî” de bi axê hatiye spartin.
Belkî Mîr Bedirxan çû ser dilovaniya xwe, lê wî nifşeke baş li pey xwe bi cih hêla, wî dadperwerî, yeksanî û wekhevî li pey xwe bi cih hêla, wî navê devera Botanê wekî deverek welatparêz û Kurdperwer di nav dîroka Kurdan de tomar kir.
Mîr Bedirxan û malbata wî, Îro rojê her kes dizane ku gelek alîkarî û xizmet di warê çand, dîrok, wêje û zimanê Kurdî de bi netewa xwe kirine û bandora xizmetkariyên wan, li her çar parçeyên kurdistanê belav bûne.
[1]