پەرتووکخانە پەرتووکخانە
گەڕان

کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!


بژاردەی گەڕان





گەڕانی ورد      کیبۆرد


گەڕان
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆمارکردنی بابەت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
ئامرازەکان
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
زمانەکان
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
هەژماری من
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
گەڕان تۆمارکردنی بابەت ئامرازەکان زمانەکان هەژماری من
گەڕانی ورد
پەرتووکخانە
ناونامە بۆ منداڵانی کورد
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
سەرچاوەکان
شوێنپێیەکان
دڵخوازەکان
چالاکییەکان
چۆن بگەڕێم؟
بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا
ڤیدیۆ
درەختی پۆلەکان
بابەت بەهەڵکەوت
تۆماركردنی بابەتی نوێ
ناردنی وێنە
ڕاپرسی
بیروڕاکانتان
پەیوەندی
کوردیپێدیا چ زانیارییەکی پێویستە!
ستانداردەکان
ڕێساکانی بەکارهێنان
کوالیتیی بابەت
دەربارە
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
چیمان دەربارە وتراوە!
ناوکێشکردن لە ماڵپەڕەکانتاندا
تۆمارکردن / کوژاندنەوەی ئیمێڵ
ئاماری میوانەکان
ئاماری بابەت
وەرگێڕی فۆنتەکان
گۆڕینی ڕێکەوتەکان
پشکنینی ڕێنووس
زمان و شێوەزمانی ڕووپەلەکان
کیبۆرد
لینکە پێویستەکان
ئێکستێنشنی کوردیپێدیا بۆ گووگڵ کڕۆم
کوکیز
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
چوونەژوورەوە
دەبمە هاوکارتان!
وشەی نهێنیت لەبیرکردووە!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 دەربارە
 بابەت بەهەڵکەوت
 چالاکییەکانی ڕۆژی
 ڕێساکانی بەکارهێنان
 ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 بیروڕاکانتان
 دڵخوازەکان
 کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
 یارمەتی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
شەڕی دەنگی نێوان کاکە حەمە و براکەی عەبدوڵڵای حاجی مەحمود
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆنامەی کەرێک لەسەر پرد
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
کەلاوەکەی سەر دەریای ڕەش
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ناکرێت لە توندوتیژی بێدەنگ بین
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
پێرفۆرمانس و گێڕانەوە
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گوڵێکی سوور بۆ ئێمیلی
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
28-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
28-04-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
ناوم گوناحە
28-04-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ئەو قاچەی بەجێماوە
28-04-2024
زریان سەرچناری
ئامار
بابەت 517,515
وێنە 106,132
پەرتووک PDF 19,170
فایلی پەیوەندیدار 96,514
ڤیدیۆ 1,308
ژیاننامە
دانا جەلال
ژیاننامە
زیاد ئەسعەد
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنام...
یادنامە
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
Bi nêrîneke cuda Alayên Hemîdiye
هاوکارانی کوردیپێدیا، لە هەموو بەشەکانی کوردستانەوە، زانیارییە گرنگەکان بۆ هاوزمانانیان ئەرشیڤدەکەن.
پۆل: کورتەباس | زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
بەشکردن
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
Bi nêrîneke cuda Alayên Hemîdiye
#Mûrad Ciwan#

(Mûrad Ciwan, di payîza sala 2011 an de li Stenbolê, li navenda Ekopolîtîkê di derbarê Alayên Hemîdiyeyê de semînerek da. Teksta li jêr, ji tomara dengê semînerê hatiye vekirin û redaktekirin, ji ber çavan hatiye derbas kirin û hinekî jî hatiye berfirehkirin.)
Ergun Yildirim: Dema em li bîyografiya Mûrad Ciwan dinêrin, him di qada tiştên li ser dixebite, him jî li derên ku lê dijî, em dibînin her tim mirovek e ku tevdigere. Ev, a rast, ji bo mirovên dihizirin çîrokeke berhemdar e, çimkî her ku mirov digere û di nav tevgerê de dibe, her diçe bi berhemdar dibe û pêşdikeve.
Li Tirkiyê îro ji bo ku pirsgirêka Kurd baş bê fehmkirin, mijara ku li hember me disekine, ya nîqaş li ser tên kirin, pirsgirêka mezin a pergala cerdevaniyê ye. Dema pergala cerdevaniyê tê nîqaşkirin, carna qala Alayên Hemîdiye tê kirin. Ev çiqas rast e û çiqas ne rast e?
Bi rastî jî ev tecrubeya îro tê çi wateyê? Di vê mijarê de ez bawer dikim ku ê me agahdar bike. Ji ber vê, ez di wê fikrê de me ku, şîrove û zanebûn û nêzikbûna di mijara Alayên Hemîdiyeyê de yên Mûrad Ciwan, ji bo fehmkirina îro ê xweden nirxên girîng be. Keremkin Mûrad Beg, ez dora axaftinê ji beo we berdidim.
Mûrad Ali Ciwan:
Spas dikim.
Dema em li Alayên Hemîdiye dinêrin, tê dîtin ku di derbarê vê mijarê de heta niha pirr tişt hatine gotin, navê wan li pirr deran derbas bûye, lê, ku meriv bi çavekî cidî lê dinêre, dibîne ku li ser mijarêgelek hindik xebatên zanistî hatine kirin. Ewqas hindik ku, di vê mijarê de hejmara lêkolînên serbixwe li derve û hundir tiliyên du destan derbas nakin. Xebatên ku di dest me de hene, bi rastî jî, hema hema her tim dubarekirinên yên berê ne.
Her yê ku hatiye, pêwistî bi lêkolîn û nivîsandina careke din nedîtiye, a heyî rast qebûl kiriye.
Dibe ku hin sedemên bûyina bi vî awayî hebin: Aliyên cuda yên ku Alayên Hemîdiye dinirxînin hene. Her çiqas ji kokên cuda werin jî, ew derûdor ji fikarên zanistiyê wêdetir, ji bo derfetên siyasî û bi nêzikbûnên îdeolojîk li ser mijarê sekinîne, tesbîtên ku bi temamî Alayên Hemîdiye xerab nîşan bidin kirine. Hîn di serî de armancên wan ew bûne ku wan xerab nîşan bidin.
Tê xuyakirin ku, di heyamên ewil de nirxandinên wekhev yên aliyên cuda, lêkolînerên ku dûra hatine, xistine bin tesîra xwe. Dibe ku kesên lêkolîn dikirin, dîtine ku nirxandinên hemû aliyan kêm zêde mîna hev in, careke din pêwist nedîtine lêkolînê bikin, yên heyî tekrar kirine.
Dema mirov li nasnameyên lêkolerên ku di derbarê Alayên Hemîdiye de tesbîtên neyînî kirine mêze dike, dibîne ku, aliyekî wan yê hevpar heye; Alay, ji bo armanc û berjewendiyên xwe xeter dîtine.
Di derbarê Alayên Hemîdî de, em karin li ser helwesta Îttihad û Terakîyiyan bisekinin. Hîn ku mixalefet bûn û wan li hemberê Sultanê Osmanî Abdulhemîd mucadele dikir, Îttihadiyan, Alayên Hemîdiye wek çeteyêm milîs yên çekdar yên rêvebiriya otokratîk a muteesib û mutlaqiyeta Sultan a li Rojhilat, temsîldarê desthilatdarê a nav civaka Kurdan dîtine. Dîsa, amirên (fermandeyên) mulkî yên li herêma Kurdan, bi taybeît di raporên xwe de ku ji Stenbolê re nivîsandine, cih dane tesbîtên neyênî yên di derbarê Alayên Hemîdiye de. Hemîdiyeyî, wek kesên ku guhdariya ti kesî nakin, serberdayî, îsyankar, bê Sultan an Muşîr Zekî Paşa (li Erzincanê wê wextê artêşa 4. hebû, ev paşa zavayê Abdulhemîd bû û fermandarê artêşa 4. bû) guh nadine ti kesî, kesên çekdar û asî nirxandine.
Hin kesên din yên ku li hemberî Alayên Hemîdiye helwesteke neyînî nîşan didan jî, beşek ji eşrafên bajarên kurdan bûn. Ew difikirîn ku, li çolwarê (derveyê bajaran), hêzek her ku diçe bilind dibe ku guh nade rêvebiriya bajêr û dewleta cîgayî (desthilata dewletê a herêmê) û ew berjewendiyên wan tehdît dike.
Ya sêyê jî dewletên wek Rûsya, Brîtanya, Almanya, Amerîka û Fransayê helwestek li dijî Alayên Hemîdiye nîşan dane. Ji bo ku dawî li Alayan bê jî, bi israr bi ser Osmaniyan de çûne. Di raporên dîplomatên biyanî, mîsyoner, bazirgan, gerok û derdorên darayî û diravî de, di derbarê Hamîdiyan de qet mirov rastî tesbîteke erênî nayê.
Raporên van, ji raporên objektîf ku rewşa Rojhilatê Împaratoriyê û Kurdistanê pirr-alî nîşan bide wêdatir, wek daxwaznameyekê (skalayekê) ne ku gilî û gazinên civaka xayrê-muslim tînin ziman; nêzika temamê wan raporan welê ne, weka Kurdan û Hemîdiyan neheqî li xayrê-musliman kiriye, malên wan talan kirine, ew kuştine û tecawuza wan kirine. Armanca van raporan zêdetir ew bû ku rayagiştî ya Ewrupayê rake ser piyan, hikumeta Osmanî zêdetir tengav bike û di bazariya dewletên biyanî de yên bi hikumeta Osmanî re, destê wan xurtir bike.
Ji nîvê duyê yê sedsala 19. bi vir ve Rûs, Fransî û Îngiliz, bi Osmaniyan re li ser mijara maf û azadiyên xayrê-musliman, her tim di nav pevçûn û bazariyê de bûn. Di Tanzîmatê de, di Islahatê de û ji şerê Kirimê şûn de peymanên ku pêk hatine (wek peymana Berlinê) ji rêvebiriya Osmanî daxwazên kêmnetewan (tenê xeyrê mulim kêm netewe dihatin hesibandin), bi taybetî jî ji bo mafên Ermeniyan daxwazî hebûn.
Di bazariyan de, her wiha daxwaz dihatin kirin ku pêşî li wan Hemîdiyeyên ku derbarê wan de xerab difikirîn bê girtin.
Tesbîteke din a di derbarê Hemîdiyeyan de jî ya xeyrê-muslimên herêmê ye, bi taybet jî aidîa Ermeniyan e. Ermenî li ser xaka ku lê dijîyan, bi gelemperî bi Kurdan re di nav reqabetekê de bûn. Dîsa dema ku xwe rêkdixistin, dest bi têkoşîna siyasî dikirin an jî bi hin daxwazan derdiketin holê, bi awayekî civaka Kurd li hemberî xwe dihesibandin. Wan Alayên Hemîdiye yên çekdar li hemberî xwe, wek mewziyeke an hêzeke ku Kurdan bidestxistiye nirxandiye.
Kurdan bi xwe jî, di derbarê Hemîdiye de tesbîtên balkêş û girîng kirine. Balkêş e, heta îro hema hema hemû nirxandinên Kurdan yên ji bo Hemîdiyeyan neyînî (negatîf) ne.
Tesbîtên wê demê yên Kurdan, di kovar û rojnameyên wê heyamê yên Kurdan de, di weşanên Îttihad û Terakîyê de, hetta di çapemeniya Ermeniyan de cih girtine. Kurdan ev tesbît kirine: eşîretên ku tevlî Alayên Hemîdiye bûne, li hemberî Ermeniyan ji aliyê Sultan Abdulhemîd ve hatine bikaranîn. Di wê heyamê de Kurdên ku li hemberî Hemîdiyan helwest nîşan didan, rewşenbîrên di nav Îttihad û Terakiyê de yên wek Abdullah Cevdet bûn. Ew di nav Îttihad û Terakiyê de, bi Ermeniyan re li hemberî rêvebiriya Abdulhemîd di nav têkoşînê de bûn, bi taybetî jî Bedirxanî.
Îttihad û Terakî, Kurd, Ereb û Ermen carina di nav heman rêxistinê de, carina jî di nav rêxistinên xwe yên cuda de, bi hevkarî li hemberî Abdulhemîd tevdigeriyan. Sedema helwesta Kurdan a li hemberî Hemîdiyan, yek, derketina li hember saltanata Abdulhemîd bû, a din jî fikara qezenckirina rayagiştî ya navneteweyî bû. Çimkî rayagiştî ya Ewrupayê bi piştgiriya xwe a ku dida Ermeniyan li hemberî Hemîdiye bû. A rast, ji xeynî Bedirxaniyan, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdan ne li dij hebûna Hemîdiyan bûn, lê zêdetirê ew li hember siyaseta Abdulhemîd a ku teşwîq dikir da Kurd biçine ser Ermeniyan derdiketin û ji bo ku pevçûnek di navbera Kurd û Ermeniyan de dernekeve kurd hişyar dikirin.
Di nav Kurdan de tê dîtin ku, Bedirxanî li hemberî Hemîdiyeyan in. Ew jî, ji ber saltanata Mustafa Paşayê Mîran e, yê ku li ser xaka cedên wan; li Cizîra Botan 35-40 sal piştî çûna wan hat danîn. Dema Mîritiya Botan hebû Mustafa Paşa, di nav eşîra Mîran de, di bin emrê beg de, kesekî diz, talanker wek “Misto Keçelo” dihat nasîn, lê ku Mîritî belav bû, xaka Mîritiyê ji wan re ma, ew bi Osmaniyan re, di nav hevkariyê de bûn, wan rutbe û meqam girtin, bûne Mustafa Paşa, dest dane ser mîrata Begên Botan. Bedirxanî, ji vê sedemê jî, li hemberî hebûna Hemîdiyeyan a li Kurdistanê derketin.
Tesbîtên Kurdan bi wê heyamê sînorkirî neman, heta îro tên. Îro Hemîdiye hîn zêde ji bo diyarkirina Cerdevanên Gundan (Köy Korucuları) wek referansekê tên bikaranîn û wek encama siyaseta qirkirina Kurdan bi destê Kurdan tên nîşandan. Ji hebûna tevgereke Kurd tê hereketkirin û tê gotin bi avakirina Cerdevaniya Gundan ji hin eşîretan armanc berahevdana Kurdan e wek mesela avakirina Hemîdiyeyê. Hemîdîye ji wan re wek referens tê nîşandan.
A rast, ji her alî ve li dijî Hemîdiyeyan êrîşek heye. Tesbît, bi temamî neyînî ne. Tabî di vê çarçovê de ez tenê me ku bi çavekî erênî li Hemîdiyeyan dinêrim, bi vê, tenê dimînim; wek “kelaynak”an.
Xebatên ku min meşandin, çavkaniyên min, ji yên din ne cudatir bûn. Zêdetir belgeyên ku heta niha eşkere bûne, lêkolînên ku hatine kirin û ji xebatên ku rasterast Hemîdiyeyan ji xwe re nekirine mijar, ji wan xebatên cuda min agahî girtine, lê mêzekirina min a li mijarê bi çavekî din e. Ez ê hewl bidim ku li vir, bi çavekî din li ser mijarê nêrîna xwe ji we re vebêjim.
Ez, bi berevajî tesbîtên heta îro kirî, îdiayên avêtî holê, di wê fikrê de me ku Hemîdiyeyan di dema xwe de li ser civaka Kurdan roleke erênî lîstiye. Ez ê niha hewl bidim zelal bikim ku çima ez bi vî awayî difikirim. Ez ê zêdetir xetên giştî diyar bikim, ger pirs werin, wê wextê belkî hîn zêde em têkevin nav hûrkariyan û firsenda, vegotina mijarê bi ber aliyên cuda ve bidestbixim.
Xisûsa ewil a ku divê e ez bibîr bixim, Hemîdiye, ew sazî ne ku ji eşîretên koçer yên civaka Kurdan pêk tên. Hemû civaka Kurdan, yanî bajarvaniyê an jî niştecihên Kurd yên ku bi çandiniyê ve mijul in nagire nav xwe.
Pergala Alayên Hemîdiye, berhemê projeyekê ye ku bi fermaneke Sultan Abdulhemîd destpêkiriye. Berpirsyariya vê xebatê jî tê dayîn zavayê Abdulhemîd; Muşîr Zekî Paşa. Wî, eşîretên Kurdan, di çarçoveya Hemîdiyeyan de rêkxistine.
Xebatên rêkxistina Hemîdiyeyan, di sala 1890 an de destpêkiriye, nîzamname di sala 1891ê de derdikeve û heta salên 1891-92-93 an dewam dike. Ne rêkxeriyek e ku di carekê de derketiye, di nav çend salan de gav bi gav hatiye rêkxistin. Her tim guhertin tê de hatine kirin, heta ji aliyê yên ku ew sazkirine jî, ji ber fikareyan zû zû midaxeleya avayiya wan hatiye kirin, zagon û rêzikname hatine guherandin. Pêşiyê bi giranî destpêkiriye, hin alay hatine pêkanîn, her ku eleqe zêde bûye, çarçove hatiye berfirehkirin.
Pêwist e Hemîdiye di du qonaxan de bên nirxandin. A yekê, a ku di 1890 ê de destpêkir, heta Meşrutiyetê; sala 1909-ê ji text daxistina Abdulhemîd dewam kir. A duyê, qonaxa ku piştî vê tê; ew heyam e ku alay ji Alayên Hemîdiyê hat derxistin, hat veguherandin bûn taburên basît yên wek redîf. Di vê heyamê de, midaxeleyeke bingehîn a li hember Hemîdiyeyan a ku Îttihad û Terakiyê kiriye heye. Bi zagon û nîzamnameyeke nû, him nav, him jî struktura rêxistinê û statu hatiye guherandin. Li şûna reîsê eşîretên Kurdan bi xwe, fermandarên artêşa nîzamî ên Tirk anîne ser û hewl dane ku avayiyeke bi rejîmê ve girêdayî çêbikin.
Qonaxa ku ez roleke erênî didimê, heyama berî 1909 an e, ya ku bi navê fermî wek Hemîdiye dihatin binavkirin. Dema mirov ji heyamên vê şûnda dinêre, a rast meriv nikare ji wan re bibêje ew Alayên Hemîdiye ne. Ji xwe Îttihad û Terakîyê jî, ewil xwestiye ku navê wan bike “Alayên Oguz (Oğuz Alayları)”, ji ber tirsa, di nav gel de ê veguhere wek “Alayên Uyuz (Uyuz Alayları –Alayên Gurrî)” jêgeriyane û nav kirine Alayên Eşîretan (Aşiret Alayları). Ji armanc û rêkxeriya damezrandinê pirr cudatir, veguherandine, kirine rêxistineka din. Ez ê dûv re li ser vê bisekinim.
Di avakirina Hemîdiyeyan de, bê yek-du îstisnayan, eşîretên koçer esas girtine. Pergal jî wisa ye: Her mala koçer, ê tevlî hespekê û kincan mêrekî bide Alayên Hemîdiye. Çeka siwarî, cebirxane û alavên leşkerî dewletê ê bidaya. Yên ku digirtin Alayên Siwarî yên Hemîdiyeyan, ji wezîfeya nîzamî a leşkerîyê ê muaf bihatana girtin. Di heyamên diyarkirî ên salê de, ê li herêma xwe li derekê kom bibûyana û perwerdehiya leşkerî bikirana. Piştî perwerdehiyê ew ê vegeriyana gundên xwe, malên xwe û jiyanên xwe yên rojane bidomandana. Di heyamên şer de, ê bihatana ba hev, tevlî artêşê bibûna û biçûna şer. Yên ku bigirtana Alayên Hemîdiyeyan, ji hemû bacê (vergîyê) ê muaf bûna. Yên ku beşdarî Alayên Hemîdiyeyan bibûna, ê ji erdê xezîneyê erd bidana wan, bi vê pêvajoyê, niştecihkirina eşîretên koçer li ser erdan ê bidana destpêkirin û li gel mijulbûna bi ajeldariyê re, ê bihata temîn kirin ku bi xakê re jî mijul bibin.
Alayên Hemîdiye ê rasterast bi Artêşa Çarê (4. Ordu) û bi Sultan ve girêdayî bûna; amîrên mulkî yên li herêmê; walî, mutassarif û fermandarên leşkerî ê li ser wan ne xwedan gotin bûna, li hemberî bûyeran, amîrên mulkî û fermandarên leşkerî û berpirsan ê nikaribûna ji wan hesab bipirsin, dadgehên herêmî ê nikaribûna wan mahkeme bikin, ne bi îdareyên cîgeyî (herêmî), qazaî û leşkerî, rasterast ê bi Artêşa Çarê û Stenbolê re muxatab bûna.
Vê rewşê, Alayên Hemîdiye li hemberî saziyên dewletê yên cîgeyî gav bi gav serbixwe kirin û rakir asteke bilindtir. Em karin bibêjin ku, bi vê gavê, li nav Împaratoriya Osmanî erdên perîferîyê yên ku dengî Kurdistanê tên, gavên nîvstatuyeke xweser a bi navendê ve girêdayî hatine avêtin. Vê jî, ji hilweşandina xanedanên Kurdistanê vir ve, civaka Kurd a ku ber bi hilweşandin û belavbûnê ve diçû, bilindî statuyeke nuh kiriye. Di heman çarçovê de, heyama Alayên Hemîdiye, ligel modernbûn û reformên ku di bin navê navendîbûnê de bi siyaseta jiholêrakirina Mîrîtiyên Kurdan destpêkiribû û di nav Kurdan û rêvebiriya Osmanî de husûmet derxistibû vir ve, nêzikî sed salan şûnda bi saya Hemîdiyeyan Kurdan bi çavekî erênî li rêvebiriya navendî mêzekir, bi taybetî jî bi hezkirin xwe nêzikî Abdulhemîd kir.
Vê rewşê, derdorên wek Fransa, Îngiltere û Almanya yên ku di bin navê reform û modernbûnê de Împaratoriya Osmanî ber bi navendîbûnê ve dibirin, nerehet kir û bi taybetî jî Îttihad û Terakî qehirand. A rast, li hember derketina Hemîdiyan a eşrafên bajêr, erkanên mulkî û yên leşkerî, Ermenî, Asurî û xayrê-mislîmên din, dîplomat, mîsyoner, bazirgan û gerokên ku berjewendiyên xwe di parastina Osmaniyeke navendî de didîtin; sedemê lihemberderketina Hemîdiyan a van, wendakirina prestîja bi giştî û cîgeyî a desthilatdariyê û statuyê bû.
Projeya Alayên Hemîdiye, di nav Kurdan de eleqeyeke mezin dîtibû û hema hema her eşîreta koçer a Kurdan ber bi alayan ve reviya. Ji sînorê Rusyayê heta başûr; Rihayê, Dîlokê (Entabê) û Cizîrê, derên ku Kurd lê zêdebûn, ji xeynî Sileymaniyê, Şarezorê û herêma Soran, bi giranî eşîrên sunî hatin girtin nav Alayên Hemîdiye. Heta li Semsûra îro, eşîreta Berazan, ne koçer bû û li taburên redîf (tabûrên yedek ên dema seferberiyê) nivîsandî bû û bi vê, mercên tevlêbûyina Hemîdiyan ji bo eşîrê tinebûn, lê ji ber pirr daxwazkirina wan, îstisnayek hat kirin û ew eşîr jî hat girtin nav Hemîdiyeyan.
Rêkxeriya Hemîdiyeyan, bi gelemperî li ser sê qadên erdnîgariyê belav bûne. Yek, li bakur; ku Serhed jî tê binavkirin; li Muşê, Erdexanê, Qersê, Agirîyê, di bin fermana Kor Huseyîn Paşa de Alayên Hemîdiye ber bi rêkxeriyê ve çûne. Du, li rojava û başûrê Diyarbekirê, di bin fermandariya Îbrahîm Paşa de, a siyê jî li herêma Cizîrê di bin fermandariya Mustafa Paşa (Mîran) de alay hatine rêkxistin.
Tenê ne Kurdên sunî, Elewî û Yezidî, Ereb, Çerkez, li Golana Libnanê Durzîyan jî Hemîdiye projeyeke gellekî lêhatî dîtine û wan xwestiye ku ew tevlî alayan bibin. Dema em li rêkxeriyê dinêrin dibînin ku, ligel eşîretên sunî yên Kurd, çend eşîrên Ereb û Qerepapax jî di Hemîdiyeyan de hene.
Kurdên Êzidî serlêdan kirine lê nehatiye qebûlkirin. Tevî vê jî di alayên Îbrahîm Paşayê Millî de, li herêmên wî Êzidiyan di nav alayan de cih girtiye û ti îtîraz ji Dersaadetê an Artêşa Çarê nehatiye.
Durzîyan serlêdan kiriye lê ji bo wan gotine ku, ‘bawerî bi wan nayê’ û ew negirtine. Eşîrên Elewiyan bi serê xwe negirtine lê wek Êzidiyan, li Mereşê eşîretên kurmanc, Elewiyên Sînemîlî, di nav rêkxeriya Hemîdiye a Îbrahîm Paşayê Mîllî de cih girtine. Ji xwe Îbrahîm Paşayê Mîllî, bi nifûza wî ya ku heta Dêrsimê diçû, Elewiyên Mereş û Dêrsimê wek Êzidiyên Riha, Diyarbekirê û Mêrdînê xelkê xwe hesibandine, ji berê ve di nav hevkariyeke nêzik, dostanî û piştgiriyekê de ew eşîret û civak bi ser xwe ve hesibandine û girtine nav Alayên Hemîdiye.
Berî Şerê Cîhanê yê Yekê, ji kesên ku peymana Sykes-Picot mor kiribûn yê Îngiliz Mark Sykes, di raporên xwe de cih dide agahiyên balkêş. Li gorî raporê, Îbrahîm Paşa, Mustafa Paşayê Mîranê li Cizîrê ê wek wî sunî ye ji xwe re ji eynî miletî nabîne, lê, Elewî û Yezîdiyên ku li herêmên ji Wêranşarê heta Dêrsimê dijîn bi xwe re ji heman miletî hesibandiye. Di raporê de hin agahî cih digrin ku, di navbera Îbrahîm Paşa û Kurmancên Sînemîlî yên Elewî de dostanî û hevkariyeke nêzik hebûye. Ti helwesteke neyênî a Îbrahîm Paşa yê ku Hemîdiye ye, wek li hemberî Elewiyan li hemberî Ermeniyan jî tine.
Mînakeke din jî heye. Raporek heye ku Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan di civîna koma partiyê a meclîsê de, dema behsa komkujiya Dêrsimê dikir binavkir. Di wê raporê de, dema behsa polîtikayên Osmanî yên wê heyamê yên derbarê Dêrsimê de tên kirin, tesbîtên ku di heyameke diyar de, ji bo ku li Dêrsimê alayên Hemîdiye bên avakirin, pêşniyar hene ku fermandarê Hemîdiyeyan Zekî Paşa pêşkêş kirine, lê ji aliyê mutassarifê Elezîzê yê wê demê û muxalifên Hemîdiyeyan yên li Stenbolê ve hatiye red kirin.
Tabî li Serhedê, li herêmên Muş, Erzîncan û Wartoyê, di navbera Alayên Hemîdiye yên eşîretên Sunî û eşîretên Elewî yên Dêrsimê de hin pevçûn qewimîne. Lê em nikarin van pevçûnan rasterast bi Hemîdiyan ve eleqedar bibînin. Berî Alayên Hemîdiye jî di navbera heman Kurdên Sunî û Elewî de pevçûn hebûn. Ev ne pevçûnek e ku bi taybet Alayên Hemîdiye bûne sedem. Li Başûr di qada bin fermana Îbrahîm Paşa de û li Cizîrê a Mustafa Paşa de pevçûnên bi vî rengî tinene. Lê li herêma Wartoyê, di navbera Xormekiyan û Hesenan, Cibranan de hin pevçûn û nakokî hene. Ew jî bi Hemîdiyeyan ve ne eleqedar in. Mirov kare van pevçûnan, pevçûnên kevneşopî yên navbera eşîretên Kurdan bihesbîne ku berê jî hebûn.
Ez dixwazim li ser xaleke din jî bisekinim. Piştî avakirina Hemîdiyeyan, li Stenbolê bi navê mektebên eşîretan dibistan vebûn. Pêşiyê ev mekteb ji bo zarokên Ereban bidin xwendin ava kirine, dûv ra ji wan hinek neçûne, yên ku çûne jî hinekên wan biserneketine. Lê Kurdan eleqeyeke mezin nîşanî dibistanan dane. Gellek zarokên reîsên eşîretan, bi salan li van dibistanan xwendine. Van xortan hînkariya hemdem girtiye û ew vegeriyane nav eşîretên xwe. Van li wir wek kesên pêşdahatî, hîn zane, lêhatî û hemdem wazîfe girtine. Li Stenbolê jî bi fikrên hemdem û yên miletperwer, bi neteweperwerên Arnawut, Ereb û Balkanan re hatine ba hev û neteweperweriya Kurd ji vir girtine. Kesên di dibistanên eşîretan de xwendine, dûv ra di nav tevgerên neteweyî yên Kurd de pileyên wek rêbertiyê girtine ser milên xwe. Di mijarên wek veguherandina civaka Kurd, maf xwestinê, di dayina têkoşîna di vê riyê de wezîfe girtine. Mîralay Xalid Begê Cîbrî ji wan yek e û ev mîralayekî Hemîdiyan e.
DI NAVBERA HEMÎDIYAN Û CERDEVANAN DE WEKHEVÎ TINE
Meriv dikare gellek tesbîtan bike lê, nikare Hemîdiyan wek cerdevan binirxîne. Dema Hemîdiye avabûn, ti tevgerên netewî yên Kurdan destpê nekiribûn û li wir serhildaneke Kurdan tunebû. Tevgera Kurd a herî dawîn, tevgera di pêşengiya Şêx Ubeydullahê Nehrî de bû û di sala 1880-yan de qediyabû. Hemîdiye, ,10-12 salan piştî temirandina serhildana Kurdan a dawîn avabûn. Dema Hemîdiye dihatin avakirin, talûkeyeke berpabûna tevgereke Kurd tunebû. Ti bahane û hincetên, anîna beşeke Kurdan hemberî yên din ji bo pevçinandinê jî nebû. Nayê dîtin ku Hemîdiyeyan di navbera Kurdan de pevçûnên mezin derxistine. Tabî di heyama Hemîdiyan de ne ku di navbera hin eşîretan de pevçûn neqewimine. Wek berê û îro, eşîret û di nav eşîretan de malbat hatine hemberê hev. Lê ev lihevnekirin ne aîda Hemîdiyeyan e, meriv dikare wek taybetiyeke eşîretî îzah bike.
Helbet Hemîdiye jî rêxistinên pirr paqij jî nayên hesibandin. Hêza ku wan ji statuyê digirt, da wê ji bo hin pirsgirêkên xwe çareser bikin, di nav hin meqamên Osmanî de ji bo meqam û bertîlan bikaranîne. Vê ji bo hin neliheviyên xakê, ku çawa li hemberî Ermeniyan bikaranîne, li hemberî hin eşîretên Kurd û eşrafan jî bikaranîne û hin îmtiyaz girtine. Lê girtina eşîretan a nav Hemîdiyeyan, firsend jî daye ku dewlet eşîretên koçer yên Kurdan ku ew serberdayî dihesibandin, hîn bi hêsanî bigre bin zeptûreptê. Bi vê wateyê, a rast, bi avakirina Hemîdiyan, ji bo kesên bêhêz yên civakê, xayrê-muslim û bi taybetî jî civaka Ermeniyan, em karin bibêjin ku rêkûpêkiyek û ewleyiyek jî aniye. Li hemberî neheqiyekê, Alayên Hemîdî zanibû ku êdî ê hîn hêsatir hesab ji wan bê pirsîn, loma bi feraseta berpirsyariyê, xwe dîsîplîne dikir û ji bo Ermeniyan, bi gelemperî jî ji bo misliman û xayrê-muslimanan wasiteyeka ewleyiyê derketibû holê.
Ji ber vê, mirov nikare bibêje ku Hemîdiye, li dijî tevgera Kurd avabûye an projeya qirkirina Kurdan bi Kurdan e. Ji xwe mînakeke bi vî awayî jî tineye. Hemîdiye, di navbera Kurdan de, bi taybetî nebuye aletê derxistina pevçûnê, berevajî vê, ew di qonaxeke hîn fireh û bilind de ber bi yekitiyê kirine.
Heta, di vê mijarê de, di wê heyamê de tesbît û nirxandinên ku hatine kirin hene: Wek tê zanîn, Hemîdiye piştî ava bûn, reîsên eşîretên ku rutbe girtin vexwendin Stenbolê. Di wê merasîmê de ku li Stenbolê ê bihata lidarxistin, Sultan Abdulhemîd ê hirqeyên wan li wan bikira û sancaxên wan bidana wan. Reîsên eşîretên cuda, bi maîyetên xwe ve çûbûn Stenbolê, di serî de li mizgeftan, li pirr deran hatibûn ezimandin. Wan dema merasîmê dipa, dihatine ba hev û bi hev re dipeyivîn. Yekî ku di nav wan de bû bi dizî ji hikumetê re rapor dinivîsî. Ji raporê tê fehmkirin ku, ew bi xwe ne Kurd bûye, lê Kurdî zanibûye. Rapor neyênî bûn: “Hûn Alayên Hemîdiye ava dikin, hin erk û îmtiyazan didin wan, di paşerojê de ev ê li serê Osmaniyan bibine bela. Osmanî, ku eşîr perçe perçe ne nikare wan îdare bike, tiştên ku tên kirin ê wan bîne ba hev, ew ê firsendên hîn mezin bi dest bixînin û ew jî ê rê li serîrakirina li hemberî Osmanîyan veke.” Tesbîtên bi vî awayî di raporê de cih digrin. Em ji raporên wê heyamê sehdikin ku, ev proje ne projeyeke wek cerdevaniyê ye a ku Kurdan bera hev dide û di nav wan de pevçûnan derdixîne.
ÎMTIYAZ Û ÇÊKIRINÊN KU HEMÎDIYEYAN ANÎNE
Dema pêşketinên Kurdan tê nirxandin, îmtiyazên ku Kurda bi rêkxeriya Alayên Hemîdiye, qezenc kirine çêyiyên li ser jiyana eşîretên Kurdan û bi gelemperî li ser civaka Kurdan çêbûne, hîn baştir tê fehmkirin. Wek tê zanîn, mensubên eşîretan yên ku siwarî didane Hemîdiyan, hin îmtiyaz bidestdixistin. Li gorî zagon û rêziknameyan, mensubên Hemîdiyan ê neçûna leşkeriyê. Tenê her sal di mehên diyarkirî de, li herêma xwe ê kom bibûna û perwerdehiya leşkerî bigirtana. Piştî perwerdehiyê ê vegeriyana malên xwe, ser zeviyên xwe û li benda keriyên pezên xwe bûna. Wê demê middetê leşkeriyê 4-5 sal, heta 7 sal bû. Mirov, ji bo ku ji leşkeriyê bifilitin, berê xwe didan çiyan, direviyan, xwe vedişartin. Muafiyeta leşkeriyê, ji bo civakekê qezenceke pirr erênî li ser jiyana kar dike. Ev teqez e ku, muafiyeta leşkerî, li ser aboriya civakê roleke erênî lîstiye. Bi vê, hîn zêde dem û hêza karbidestxistinê çêbûye û van mercan jî rê li dewlemendbûnê vekiriye. Di raporên wê heyamê de, tesbîtên pêşketinên çandiniyê hene.
Muafgirtina ji bacê jî, tê wê wateyê ku, meriv beşeke girîng a qezenca xwe nade dewletê û wê ji bo jiyana xwe xerc dike. Bi beşeke qezenca ku naçe dewletê, ew qezenc li herêmê dimîne, ew jî tê wateya hîn zêde dewlemendiyê û bilindiya asta refahê.
Esas di nîvê ewil yê sedsalê de, yek ji sedema ku rêvebiriya navendî a Osmanî berê xwe da begên Kurdan, pêdiviya dewleta Osmanî a bi leşker û bacan bû. Dema em li hewldanên navendîkirina dewletê dinêrin, sedemê rastîn ê serîhildana li hember reformên Selîmê 3. û Mahmudê 2., Tazmînatê, Fermana Islahatê, tevî parastina statuya îdarî a cigeyî, meseleya bacê û leşkeriyê bû jî. Reforman, barê Kurdan yê leşkerî û bacê girantir, ji aliyê hilberîn û jiyanê de jî paşeroja Kurdan nediyar dikir. Hêza kar a civakê, tam di dema xwe a herî xurt de, ji hilberînê dihat qutkirin û digirtine leşkeriyê. Qezencên ku bidestdixstin, bi rêya bacê ji destê civakê dihat girtin. Gel loma, li hemberî guherînên ku wek Tanzîmat û Îslahat tên binavkirin, derdiketin.
Bi damezrandina Hemîdiyeyan, helbet Împaratoriya Osmanî li ser sînoran, bi taybetî jî di pêwendiyên bi Îranê re eşîretên ku dibûne pirsgirêk û di hin mijaran de yên ku dibûne serêş, dikişandine navendê û bi taybet jî, bestina wan a bi sultan ve, ewlekariyeke bi rêkûpêk dianîn. Herwiha, li hember hin xeteran, desthilatê ew ji xwe re wek misogeriyekê bikardianîn.
Lê eşîretên Kurdan jî, bi vê statuyê hebûna burokratên li herêmê, mirovdi kare bibêje ku bypass dikirin, di ser hin qonaxan re qevaz didan û rasterast bi navendê re mixatab dibûn. Wan ev, li gorî berjewendiyên xwe hîn di cih de didîtin. Mixatabbûna yek bi yek bi walî, muteserrif, meqamên leşkerî û îdarî, dadgehên herêmî re tiştek e, di ser wan re qevaztin û rasterast bi Stenbolê re, bi artêşa 4. re mixatab bûn, qezenckirina statuyeke hîn bilintir tiştekî din bû. Çi tê gotin bila bê gotin, pergala Hemîdiyeyan, statuya civaka Kurd bilind kiriye.
Lêkoler û nivîskarên ku di mijara Hemîdiyan de nivîsîne, Alayên Hemîdiye wek wasiteya ku, “serdema îstîbdada tarî a navendî a Abdulhemîd bi hêz dikê” nîşan dane. Heta mirov kare bihesibîne ku, bi damezrandina Hemîdiyeyan, Sultan û Zekî Paşa xwestiye ku, herêmê têxin bin zeptûrepta xwe, eşîretan hîn zêde ji bo navendê bikin teb’a û li hemberî tehdîdên derve û hundir wan bikarbînin. Ancax, hatina rêkûpêkî û îmtiyazên herêmê ên zêdetir, nayê wateya ku ew ji navendê re bûne beniyên (xulamên) dilsoz û û otomatîkÎ navndîbûn anîne. Berevajî vê, pêvajoyeke tersî vê destpêkir. Bilindbûna statuyeke nû a li perîferiyê, rê li îstikrarê, yekbûnê û desentralizasyonê vekir. Li perîferîya dûrî navendê, bû sedema bilindbûna hêzeke xurt. Rê li ber bi navendîbûn û statuyeka cuda a herêma Kurdistanê vekir.
Reîsê eşîreta Heyderan Huseyin Heyderî, bû Kor Huseyîn Paşayê Mîralayê Hemîdiyan. Êdi ew tenê li navçeyekê an li herêmeke diyar ne reîsê eşîrekê bû, ew hate qonaxeke ku li derdorên wî artêşa wî heye, kare mirovan berdadbike, midaxeleya hin bûyeran bike, ji ewlekariyê, rêkûpêkbûnê û îstiqrarê berpirsyar be. Misto Keçeloyê Cizîra Botan, bû Mistefa Paşayê Mîran.
Reîsên Alayên Hemîdîye guh nedida walî û dadgehên herêmî û rasterast bi Muşir Zekî Paşa an Stenbolê re mixatab dibûn. Di dîrokeke sed, sed û pênce salî de, bilindbûna statuyekê, cara ewil di heyama Abdulhemîd de derket holê. Li ber Kurdan, rêyeke ku xwe hîn zêde rêvebibin, ji walî û fermandarên Osmanî rizgar bibin û serbest hereket bikin vebû. Di perîferîyê de, em karin bibêjin ku derbasî nîv mîrîtiyekê dibûn. Dema em vê difikirin, Kurd çima ji Abdulhemîd re dibêjin, “bavê Kurdan” û derdorên ku li hemberî Abdulhemîd û Hemîdiyeyan derdikevin vê pêwendiyê dixwazin reş bikinö an biçûk bibînin, hîn baştir tê fehmkirin. Xuya ye ku, hezkirina Kurdan a ji Abdulhemîd ne tiştekî bêbingeh e. Di nav Kurdan de gotina “Abdulhemîd, bavê Kurdan” pirr navdar e.
Helbetî ji bo ku projeya Hemîdiyan pirr kin dewam kiriye, qasî 15-20 salan, hemû ev gotinên me tekamul nebûne, temam nebûne û bi derketina holê a desthilatdariya Îttihad û Terakkî û veguherandinên ku wan anîn û piştî wê destpêkirina Şerê Cîhanê yê Yekê û rûdanên piştî vê pêvajoyê, projeya Hemîdiyeyan nîvcoyî ma, rawestiya.
DI MESELA ERMENIYAN DE ROLA HEMÎDIYEYAN
Dema em Alayên Hemîdiye projeyeke li hemberî Ermeniyan û biyaniyan digrin dest, di wir de jî, di îdîayên ku heta niha kirî de pirsgirêk tên dîtin.
Helbet Abdulhemîd û hikumeta Stenbolê, taluka mudaxeleya ji derve dîtiye û Hemîdiye ji bo vê wek tevdîrek bikaranîye. Helbet di wê heyamê de, li hemberî taluka neteweperweriya Ermeniyan a ku xurt bûye û xwestiye ji Împaratoriyê xak bigire, an dewletên biyanî û hêzên derve yên ku xwestine têkilî karên nav wan bibin dest bi avabûnekê kirine.
Lê taluka Ermenîyan û a derve ne ew bûyer bûn ku tenê hikumeta Stenbolê û Abdulhemîd difikirîn. Li herêmê Kurdên ku bi Ermeniyan re li kêleka hev, di nav hev de dijîyan jî, ji bo xwe hin xeter didîtin, ew jî ji faaliyetên Ermeniyan û midaxaleyên biyanî nerehet bûn.
Projeya avakirina Alayên Hemîdiye, li gorî berjewendiyên Kurdan e jî. Rûs, Îngiliz û Fransî bi salan çûne wê herêmê û bi Ermeniyan re, bi xayrî-mislimên din re, bi Suryaniyan re hevkarî kirine. Ku tercuman e, xayrê-mislîm tercuman in. Biyanî bazirganiyê bi wan re dikin, bayîtî û şaxên banka didine wan. Hemû dibistan û nexweşxanên ku mîsyoneran avakirine, a rast ji bo xayrê-misliman hatine avakirin. Di wê heyamê de dibistanên Kurdan tinebûn, lê bi sedan dibistanên Ermeniyan hebûn, bi dehan rojnameyên wan derdiketin, bi armanca perwerdehiyê pirtûk diweşandin. Pirtûkên ku bi Kurdî dihatin çapkirin jî ne ji bo Kurdan bûn, ji bo xirîstiyanên ku Ermenkî nizanibûn, bi Kurdî diaxifîn bûn û bi alfabeya Ermeniyan bûn.
Yanê bi hatina herêmê a kesên mîsyoner û dîplomat yên Îngiliz, Fransî, Amerîkanî, Alman û Rûs, faaliyetên hin saziyên mîsyoneriyê an jî baregehên dîplomatîk, saziyên tenduristî û perwerdehiyê, dêr û manastir, nunertiyên bazirganiyê ji Kurdan bêtir, statuya Ermeniyan bilind dikir. Di ser de him Ermeniyan, him jî dîplomat û mîsyonerên biyanî, her tim Kurd wek taluke nîşan didan. Dema ji hikumeta Osmanî daxwazî dikirin jî, digotin Kurdan bi awakî têxin bin zaptûreptê û ew hedef nîşan didan. Li herêmê reformên ku bi israr davêtine holê, ê Kurd qels bixistana û hebûna xayrê-mislîm û biyaniyan xurt bikirana, di encamê de yên ku herî zêde wenda dikirin ê Kurd bûna.
Xanedanên Kurdan, di nîvê yekem a sedsalê de, rasta êrîşên mezin hatin, şer jiyan, pergala mîritiyên xwe wenda kir, otorîteyên wan hat şikandin, têkiliyên civakê qut bûn, dabeşî eşîretên perçe perçeyî bûn. Pergal xira bû, bûyerên krîmînal û anarşiyê zêde bûn, ewlehiya can û mal ketibû bin xeteriyê.
Li hemberî vê, her ku diçû xayrê mislîm bilind dibûn, refaha wan zêde dibû, jiyana li ser esasên ola xwe, derfetên perwerdekirina bi zimanê xwe û li gorî fermanên ola xwe her ku diçû belav dibûn. Bi saya hevkariya bi dewletên biyanî re bazirganiya wan xut dibû, rewşa wan a aboriyê pêşketinên mezin nîşan dida, dewlemendtir dibûn. Di navbera dewleta Osmanî û biyaniyan de diçûn dihatin û wek tebeqeyeke îmtiyazdar derdiketine holê. Ev îmtiyazdariya wan, di burokrasiya dewletê de jî îtibara wan bilind dikir. Reformên Osmaniyan, peymana Berlînê, mafên ku bi hin peymanan qezenc kiribûn, statuya xayrê mislîman bilind dikir û bandoreke neyênî li Kurdan dikir.
Loma jî Kurdan xayrê mislîm, bi taybet jî Ermenî û tevgerên wan ên neteweperwer yên ku dixwast xaka Kurdan a wek Dîyarbekirê jî di nav de, Kafkasya, Behra Reş û Behra Spî bikine yek , xeyala projeya Ermenistana mezin rast vegerînin. Wan Ermeniyên cudaxwaz ji xwe re wek tehdîd didîtin. Ji ber vê, li hemberî Rûs, Îngiliz û Fransîyên ku destek didane Ermeniyan jî helwest nîşan didan.
Di nav mercên wisa de, projeya Alayên Hemîdiye, bi berjewendiyên eşîretên Kurdan re û bi gelemperî bi berjewendiyên civaka Kurd re lihevhatî bû. Kurdan, pergala Alayên Hemîdiye wek xweparastin û bidestxistina statuyeka xurt li hemberî derûdorên ku ji xwe re tehdîd didîtin nirxandine. Ji ber vê, tenê ne Abdulhemîd, Kurd jî dixwazin Alayên Hemîdiye bêne avakirin û bi coş tevlî wan dibin. Mesele, ne mîna ku hinek Kurd îdia dikin, tenê sazîbûneke yek alî ye a ku ji Abdulhemîd û Osmaniyan re xizmetê dike, nayê wateya ku Kurd ji hinekên din re xizmetê dikin. Kurd ji bo xwe Hemîdiyeyan dixwazin. Proje, xuya ye ku, him ji bo berjewendiyên hikumeta Stenbolê, him jî ji bo yên Kurdan, sazîbûneke lihevhatî ye.
HEMÎDIYE Û DI DÎROKÊ DE TÊKILIYÊN KURD Û ERMENIYAN
Dema ku em li neyênîyên encama damezrandina Hemîdiyan a li ser civakê dinêrin, em dikarin bibêjin ku, ew ne wêdetir e ji nakokî û têkilheviyên di navbera eşîretan ên ji civakên kevneşopî hatî. Dema hin pevçûn, êrîşên ser gundan, yên li ser erdên lihevnekirî bûne, pêwendiyên navbera du eşîretên Kurdan de çi be, yên di navbera eşîreteka Kurd û ya Ermeniyan de jî, di wê astê de bûye. Lê dema tevgerên Ermeniyan yên neteweperwer derketin, ne tenê hikumeta Stenbolê û Hemîdiye, civaka Kurdan jî bi guman li wan nêriye, tedbîrkar tevgeriyaye û tundî nîşan daye, ketine nav helwesteke çalak.
A rast, di heyama Hemîdiyeyan de, helwesta civaka Kurd a dervayê Hemîdiyeyan; herwekî ya eşrafên bajaran yên ku ji Ermeniyan tedîrgîn û bi guman bûn, li hemberî Ermeniyan bi taybetî jî li hemberî neteweperwerên Ermeniyan, hevkariya wan ligel hikumetê, ji a hêzên nav Hemîdiyeyan zêdetir e.
Îzaheka vê ya sosyolojîk heye. Yek ew burjuvazî û eşraf e ku şerê bazarê dike, yê din jî civaka eşîretan e, ya ku tenê guzergeha koçeriyê ji xwe re welat hesibandiye. Li nav eşîran rêaksiyonên neteweperweriyê ewqas ne zêde ne. Ji ber vê, di heyama berî Meşrutiyetê û Şerê Cîhanê yê Yekê de, em ne di Abdulhemîd de, ne jî di eşîretên Hemîdiyeyan de, polîtîkayên wek komkujuya 1915 an nabînin. Di bûyerên Sasonê de, her çiqas rola hikumetê mezin be jî, rola ku Hemîdiyeyan lîstiye, ji ya taburên redîf yên ku di demên seferberiyê de diçin xizmeta mecbûrî zêdetir nîne. Em bibêjin Osmanî, wek Sasonê, ku li derekê bêîtiatî û serhildanek dibe, çawa bangî artêşa nîzamî û taburên redîf kiriye wisa banga Hemîdiyeyan jî kiriye. Rola di vê heyamê de a Hemîdiyeyan, ji a taburên redîf cudatir nîne, belkî ji ya wan jî bêhewestir e.
Meselaya Ermeniyan û têkiliyên Kurd û Ermeniyan, a rast, rasterast ne bi Hemîdiyeyan ve eleqedar e, divê di têkiliyên dîrokî yên di navbera Kurd û Ermeniyan de lê bê geriyan. Tê xuyakirin ku, her du aliyan jî pirsgirêk negîhandine encameke sihhî û mesele ji raboriyeke dîrokî a dewraneka dirêj tê.
Meselê, em dikarin bi kurtî wiha îzah bikin:
Di dîrokê de Ermenî û kurd du gel û civakên biçûk in ku Ermenî li bakur û bakurê rojhilatê gola Wanê, Kurd jî li başûr û başûr rojhilatê gola Wanê jiyane. Her du gel jî, berî îslamiyetê û xirîstiyaniyê bi Sasaniyan ve giredayî ne, civakên ji heman olê tên; yên Zerduştî ne. Dûv re bi derketina xirîstiyaniyê, Ermeniyan gelek zû xirîstiyanî qebûl kiriye. Loma bûne vasal û begên Romayê û Împaratoriya Bîzansî, bi parastin û hêzdayîna împaratoriyê, Ermeniyan heta derên ku tê gotin Klîkya berfireh bûn, bûn xwedan xak, heta Stenbolê, hin herêmên rojavayê Anatolyayê belav bûn, her ku çû ber bi civakeke ku rê li qraliyên Ermeniyan vekir ve çûn.
Dema îslamiyet derket, ji ber ku Kurdan îslamiyet gelek zû qebûl kiriye, çawa xirîstiyaniyê rê li ber Ermeniyan vekiriye û derfetên berfirehbûn û bidestxistinên xakên fireh daye wan, îslamiyetê jî derfetên berfirehbûnê daye Kurdan, ji başûr û rojhilatê Wanê heta çiyayên Zagrosan, li bakur heta Kafkasyayê, li rojava heta Sêwasê û Behra Spî berfireh bûne. Bi taybetî dema em heyama Selahaddînê Eyûbî bifikirin, di gotina “ku çawa îslamiyetê ji Selçukiyan re, ji Tirkên ku piştî wan hatî re derfeta bicihbûna li Anadoluyê heta rojavayê Firatê pêk anî, ji Kurdan re jî derfeta bicihbûna heta rojhilatê Firatê anî” de, rastiyek tê dîtin.
Kurd, bi saya Îslamiyetê û Împaratoriya Eyûbiyan, heta Qers, Agirî, Erîvan û Trabzonê belav bûn. Hevkariya Kurd û Tirkan a di heyama Osmaniyan de, him Kurd him jî Tirk li qadên hîn berfireh da bicihkirin. Teva vê jî, Ermenîyan heta navçe û gundên Diyarbekirê, Mereş, Entab (Dîlok), Klîkyayê û Edeneyê belavbûna xwe parastine. Bi vî awayî, li ser xakên ku her du civak jî lê ne, di nav hev de, wek du şehên ku bi diranan derbasî nav hev bûne, Kurd û Ermen di nav hev de mane, yanî di nav wan de sînorekî demografîk yê ku teqes wan ji hev veqetîne tinebuye.
Ev buyina wan a di nav hev de, her tim rê li nakokî û pevçûnan vekiriye. Mînak, dema mîritiyên Kurdan ji holê dihatin rakirin, Patrîkiya Ermeniyan a li Stenbolê belavokek weşandiye û xwestiye ku, Ermeniyên li rojhilatê (Kurdistanê), di refên artêşa Osmaniyan de ji bo jiholêrakirina mîritiyên Kurdan tevbigerin. Ermenî difikirîn ku, bi jiholêrakirina mîritiyên Kurdan, ew ê xwe bigihînin mercên rehet û mercên jiyaneke hîn baş û bi vê nîyetê di artêşa Osmanî de cih girtine.
Kengî ku îdealên Ermeniyan ên Ermenistana Mezin ên li rojava heta Klîkyayê, li başûr heta Diyarbekirê, Botan derket holê, vê carê Kurdan li hemberî Ermeniyan di refên Osmaniyan de cih girtiye. Kurdan, daxwazên Ermeniyan ji bo xwe wek tehdîd dîtine. Loma jî her du gelan, bi taybet jî di sedsala nozdê û bîstê de, mercên jiyana bihevre, a di nav aşîtiyê de bidest nexistine.
Bi vê jî, xuya ye ku, Kurdan bi Hemîdiyeyan li hemberî Ermeniyan dest bi rewşeke nû nekiriye, ev berdewamiya rewşeke dîrokî a di nav her du gelan de ye. Heta di vî warî de, di xeteriyên li hemberî Ermeniyan de nîşaneyên berevajî hene. Hîn ku Hemîdiye nehatibûn sazkirin, serberedayiyên eşîretan hîn zêdetir bûn. Ji ber ku mîritiyên Kurdan yên ku asayiş û nîzamê pêk dianîn ji holê rabûn û otorîta navendî (a Îstanbûlê) jî nikaribû eşîretan birêve bibe, di heyama berî Hemîdiyan de, hîn zêde Ermenî (gundiyên ku ne Ermenî bûn jî) rastî êrîşan dihatin, talan dibûn, mirov dihatin kuştin û hîn kêmtir hesab dihat jêpirsîn. Lê ku Alayên Hemîdiye hatin avakirin, eşîretan ji bo ewlehî, nîzam û întîzama civakê hin berpirsyarî û wezîfeyên fermî girtin. Wan di bûyerên adî de li herêmê Ermenî jî di nav de ji bo hemûteb’ayan peywirên ewlehiya giştî girtine ser xwe. Sucên ku li hemberî Ermeniyan pêk dihatin ji bal çi kesên din, çi mensûbên alayan, dewlet hat wê qonaxê ku bi saya wan hêsatir hesab ji wan jî bipirse. Di hin belgeyên dadgehan û lêpirsînan yên wê heyamê de, ev rewş xuya ne. Yanê ji xeynî tehdîdbûna li hemberê Ermeniyên neteweperwer û cudaxwaz, a rast bi gelemperî heta cihekî ji bo Ermeniyan jî û dewrekebi ewle û rihettir anîye.
Mesela, di sala 1894-95 an de, li Diyarbekirê dema komkujiya Ermeniyan qewimî, yên ku komkujî kirin, ne Alayên Hemîdiye yên ku bi fermandarê Alaya Hemîdiyan Îbrahîm Paşa ve girêdayî bûn, lê beşek ji eşrafên Diyarbekirê bûn. Heta eşrafên ku li hemberî Hemîdiyeyan derdiketin, di wê komkujiyê de serî kişandibûn. Dîsa, di hin belgeyên Îngilizan de cih digre ku, wê demê Îbrahîm Paşa Ermenî parastine, heta 10 hezar Ermenî xelas kirine. Hemîdiyeyan, a rast di gellek tiştan de, li ser Ermeniyan dîsa roleke erênî lîstiye.
Dema ev hemû tên nirxandin, damezrandina Hemîdiyan, bi aybetî him ji bo Kurdan, him jî ji bo heyama wê demê a Osmaniyan, dikare wek teşebuseke erênî bê dîtin.
Tabî ev nayê wateya ku Hemîdiye purr û pak û saf û bi her awayî erênî bûn. Dema Hemîdiyeyan statu û erk bidest xistine, ji bo xwe li îmtiyaz û awantajan geriyane, ji bo hîn zêde mal û milk û prestîjê bidest bixin, bi meqamên herêmî û yên navendî re karên ne helal û derzagonî kirine, bertîl dane. Hewldanên bi vî rengî tenê ne taybetiya Hemîdiyeyan e, li hemû meqamên bi hêz yên nû yên dewletê û di nav civakê de ew tişt hene. Di her heyama dîrokê de, her tim hewlên her ku hêz bidestdikeve, hêza xwe bikartîne û ji derfetên dewletê zêdetir sûd werdigre, qewimîne.
NÊZIKBÛNA LI XAYRÎ MISLÎMAN A ÎSLAMÎ Û NETEWEPERESTÎ
Projeya Alayên Hemîdiye, ji aliyê pirr kesan ve, him li hemberî Ermeniyan, him jî li hemberî tevgera Îttihad û Terakiyan a hemdembûnê û zêdetir li hemberî hemdemîbûnê tevgereke panîslamîst tê nirxandin. Loma di derbarê van tiştan de ên ku ewqas jî ne rast in, ez dixwazim hin tesbîtên xwe bi we re parve bikim.
Di demên dawiyê de, di derheqê Ermenî û Cihûyan de, bi taybet jî Cihûyên dageriyayî (crypto Jews) de min du tesbît dîtin. A yekem ji nav belgeyên navdar yên Wikileaksê derket, bûyereke di derhêqê Xrant Dînk de ye… Di hevdîtinekê de bi Balyozxaneya Amerîkayê a li Stenbolê re balyoz jê dipirse: “Bi AKP-ê re ti pirsgirêkên we tine ne?” Xrant Dînk tesbîteke gellekî balkêş dike, dibêje “a rast di dîrokê de, bi oldar û tevgerên Îslamî re ti cara pirsgirêkeke me a cidî çenebûye. Pirsgirêka me a esas, bi tevgera neteweperestên Tirk re ye. Îttihad û Terakî û Kemalîzm, di vê wateyê de, ji bo me her tim zêdetir bûne xeter û tehdîd.”
Tesbîta duyê; Di rojnameya Radîkalê de Ezgî Başaranê, bi akademîsyenekî ku di mijarê de pispor e re, li ser Cihûyên dagerîyayî û Sabetayîstan hevpeyvînek kiribû. Li gor pispor, di dîrokê de pirsgirêkên oldar û beşên Îslamî bi Cihûyan re, an jî a Cihûyan bi wan re çênebûye. Zêdetir neteweperestiya Tirk; Îttihad û Terakîtî an jî Kemalîzmê, projeya netewe dewletê li pêş Cihû û Dageriyayiyan astengên mezin derxistine. Tevî ku ew bûne misilman, navên tirk û misilmanan li xwe kirine, hetta tirkîtî kirine jî ew xelas nebûne.
Tesbît wisa ne. Ku ez li dîrokê dinêrim, heman helwestê, ez jî li hemberî Kurdan dibînim. Ji hezar salan, ji hatina Tirkan a Anatolyayê, ji Alparslan, ji Selçukiyan, ji Selahaddînê Eyûbî, ji Îdrîsê Bîtlîsî heta roja îro, yên ku pirsgirêka Kurd û Tirkan derxistiye, yên ku mesele anîne vê qonaxê, ji oldariyê û ji Îslamiyetê wêdetir, neteweperestî û modernîte ye, modernîzma Jakoben e.
Yanê her ew tesbîta Dînk û ya Ezgî Başaranê di Kurdan de jî heye. Kurdan, ev du sedsal in ku, di bin navê “ıslahatê” de, ji rûyê merkeziyeta jakoben û modernîzmê zirarên pirr mezin dîtin, wendahiyên pirr mezin dan, ji aliyê civakî ve tarûmar bûn, ketine heyameke ber bi paşveçûnê a ku bi sedsalan bê pîvan. Tenê îstîsnayeke vê heye, heyama ku bi avakirina Alayên Hemîdiye a Sultan Abdulhemîd destpêkiriye, tenê ew heyam a nêzikbûnê ye. Ew pêvajoyeke berevajî ye, a rast ne sentralîzasyon e, desentralîzasyon e. Statu ne xistin e, bilindkirin e. Bihevrebûn û hevkarî ye.
Tarik Çelenk: Ez dixwazim vê bipirsim. Konsepta Alayêm Hemîdiyan ji kuderê hatiye girtin, kê ev da Sultan Abdulhemîd? Li serê Alayên Hemîdiye paşayên Tirk hene. Paşayên Herbiyeya Osmanî hene. Gelo ev ne nakokiyek e? Eşîretên Kurdistana Başûr jî tevlî Alayan dibûn?
Mûrad Alî Ciwan: Alayên siwarî yên Rûs-Qazax wek mînak tên nîşandan. Di heyama Sultan Abdulhemîd de, bi navê Muşîr Şakir Paşa fermandarek heye, yê ku wezîfa wî ya herî dawîn mufetîşiya giştî a Islahatê a Anatolyayê ye. Wî wextekê li Rusyayê balyoziya dewleta Osmanî kiriye. Tê gotin ku, dema Şakir Paşa li Rusyayê balyoz bûye, artêşa Qazaxan ji nêz ve naskiriye. Hatiye, her ew tişt pêşniyarê Abdulhemîd kir. Abdulhemîd jî ew fikr lêhatî dît û ji wir li gorî armancên xwe projeyeke nû derxist holê.
Di destpêka sedsala 19-ê de, Rusyayê dixwest ew dakeve Kafkasyayê û bi vê nîyetê bi Îran û Osmaniyan re kete şerê xakbidestxistinê û artêşên xwe yên Qazax li vir bikaranî. Dema eşîretên nîvkoçer yên Kurd yên di nav sînorên Kafkasyayê, Îranê û Osmanî de diman naskirin, wan xwest ku wek artêşên Qazax ji wan jî sûdê werbigre. Di heman heyamê de, Îran û Osmanî jî, him ji bo nakokiyên di nav hevdu de, him jî li hemberî Rusyayê, a ku li Kafkasyayê dibû hêzeke nû, di van şeran de bikarbînin, ji Kurdan yekîneyên siwarî avakirin. Çimkî ev alayên wêrek yên siwarî, him li gorî mercên eşîretên xwe yên koçer karibûn tevbigerin, hem jî wek hêzên mobîlîze karibûn têkariyên mezin nîşan bidin. Belgeyên wê heyamê, dinivîsin ku, li hemberî yekîneyên siwarî yên eşîretên Kurd, yên ku karibûn derkevin, tenê alayên Rûs ên Qazax bûne. Civakên niştecîh yên herêmê û artêşên birêkûpêk (nîzamî), li hemberê êrîş û talankirina jinişkave a yekîneyên siwarî, her tim di nav tirs û xofê de bûn.
Ancax, yekîneyên siwarî yên di vê heyamê de ê demkî (muweqet) bûn, li ser guzergeha rêyên koçeriyê a eşîretên xwe dibizivîn. Her wiha wek Hemîdiyeyan, bi zagon û rêziknameyan nehatibûn veguherandin saziyeke her dem. Alayên Hemîdiye, projeyeke pêşvebirî a dewletê a pirralî bû. Li hemberî fikra Hemîdiye, rêvebirên Osmanî yên îdarî, milkî û leşkerî, paşa û wezîrên ku modernîte û navendîtî (merkezîyet) diparastin derketine. Du paşayên rutbe bilind yên ku li hember derneketine û berevajî wê her tim hebûna wan parastiye û xwestiye ku bi pêş ve bibin hene; Şakir Paşa û Zekî Paşa.
Abdulhemîd bawerî bi van aniye û bi israr proje domandiye. Hin kes jî dibêjin ku, Zekî Paşa zavayê Abdulhemîd bû. Ji ber vê, guh nedaye gotinên ti kesê. Ku wî çi dixwast ew dikir. Parastina Alayên Hemîdiye wisa ne hêsanbûye. Yên Hemîdiye parastinê hejmara wan kêm bûye. Lê ji ber ku Abdulhemîd li pişt Hemîdiyeyan bûye, heta heyamekê dane dewamkirin.
Hetanî Îttihad û Terakîyê di sala 1909 an de desthilatdarî bidestxist û Abdulhemîd ji text xist… Ku Abdulhemîd ji text hate xistin, îdî ew fermandarên Tirk ên nîzamî yên ku me qalê kir, anîn serê Hemîdiyyean. Di destpêkê de him fermandar û cîgirê fermandar, him jî katibê alayan ji eşîretên Kurdan bûn. Ancax Îttihad û Terakiyan, zêdetir şeklê Hemîdiyeyan guherandine. Ligel hin guhertinên din, biryar dane ku fermandarê yekem û katibê yekem ji artêşa nîzamî bin. Berê efserên nîzamî, tenê di heyamên perwerdehiyê de, ji bo ku mensûbên alayan perwerde bikin peywir girtine.
(?): Ez dixwazim pêşiyê spasiya we bikim. Pirr bikêrhatî bû. Ji bo entegrasyona beşên Kurd yên li herêmê a bi Osmanî ve, me girîngiya Hemîdiyan carake din diyar kir. Ez îfade bikim ku min ev wek pirsekê pirsî. A yekem, we got ku di wê heyamê de Îttihad û Terakkî, dema em difikirin pêvajoya ku hêdî hêdî ber bi îslamiyetê ve diçû, li herêmê aktorên olî, bi îfadeyeke hîn rast, nêrîneke tevhîdan a girîng hebû gelo? Ku heye bi awakî meqbûl bû? Ez dixwazim vê pirsbikim, Tê bîra min ku, hin dîrokzan mijarên mezhebî li herêmê dispêrine hîn dîrokeke kevn. Eceba mijarên mezhebî ji Yavuz Sultan Selîm vir ve derketine, an na di pêvajoya hîn paşda derketine?
Mûrad Alî Ciwan:. Heyama ku hûn dibêjin îslamî bû, rastî dema piştî veqetiyana Bosnayê, Balkanan û beşên xayrê mislîm yên herêmên din yên Ewrupayê tê. Ku xayrê mislîm veqetiyan şûnda, bi pirranî Kurd û Erebên di nav sînorên Împaratoriya Osmanî de ligel Tirkan mane. Tabî em, Rumên Trakyayê û Anatolyayê, Xirîstiyanên rojhilat, Ermeniyan, Asurî û Suryaniyan, Keldanî û Cihûyan jibîr nekin û vê tesbîta xwe bikin. Lê veqetîyana mezin a Ewrupayê, unsurên misilman dike unsureke eslî a Împaratoriyê. Çimkî xayrê mislîmên ku dest bi tevgerên neteweperest kiribûn, bi desteka dewletên biyanî hewl didan ku ji Osmanîyan hin reforman bidestbixin, li ber çavên rêvebiriyê ketibûn rewşa ku bi wan nayê bawerkirin. Ji ber vê îslamîtî, dibû îdeolojiya fermî a împaratoriyê. Loma ew siyaseteke giştî ye. Bi hebûna nifûzeke mezin a Ermenî, Rum û gayrî mislîmên din, di nav împaratoriyê de îslamiyeteke ku xayrê mislîman jî digre ber çavan a “xweşbînî”heye, hîn di giraniyê de Osmanîtî hebû.
Lê dema em li siyaseta Îttihad û Terakkîyê dinêrin, hîn ku nehatibûn desthilatdariyê, him bi Ermenî û Kurdan re, him jî bi civakên din re di nav hevkariyê de bûn; di kongre û çalakiyên rêxistinên xwe de, di weşanên xwe de bi wan re hevkarî dikirin. Lê, ku bûne desthilatdar pê ve, bi temamî Kurdan, Ereban û Ermenîyan, dev ji Îttihad û Terakkîyê berdan. Çimkî siyaseta Îttihad û Terakkiyê guherî. Li şûna reformîzmeka ku hemû daxwazên gelan bigre ber çavan, serbestiyeke modern û meşruîyetvan, siyaseteke despotîk a Tirkîtiya radîkal pejirand. Ketin nav helwesteke li dijî Kurd, Ereb û Ermeniyan a vederkirinê. Ev siyaseta, Îttihad û Terakiyê di Şerê Cîhanê yê Yekê de heta komkujiya Ermeniyan diçe. Ereb û Kurd, li hemberî siyaseta ku Îttihad û Terrakiyê meşandiye, xeyalşikestineke mezin dijîn. Dest bi hevkariya ligel partiyên din yên muxalîf yên Osmaniyan dikin. Tirkên sunî têgeheke (lê sunîtî jî li gorî konseptekê hatıye avakirin, buye têgeheke ku Kurdên sunî û Tirkên sunî yên normal jî nerehet dike) laîktî, lê laîktiyeke ne demokratîk dişikilînin. Ev, xwe dispêre avasaziyeka homojen û siyaseteke ku tê xwestin netewe dewletekê avabike. Siyaseta netewe dewletê ne ji avakirina Komara Tirkiyê pê ve, hê di heyama Îttihad û Terakkiyê de peyda bû. Siyaseta netewe dewletê û netewetiyê a ku di Komara Tirkiyê de tê şopandin, berdewamiya siyaseta Îttihad û Terakkiyê a mercên piştî şer e.
Mesela, di Şerê Cîhanê yê Yekê de, Rûsyaya Çarîtîyê li ba Fransayê û Îngiltereyê kete şer û êrîşî xaka Osmanî kir, heta Bedlîsê hat. Di nav sînorên Osmanî de, dema ku Ermeniyan bi Rusyayê re hevkarî kir û êrîşî gund û bajarokên Kurd û misilmanên din kir, koçberiyeke Kurdan a mezin ber bi başûr; Diyarbekirê û Rihayê ve destpêkir. Rêvebiriya Îttihad û Terakkiyê, xeber şande Diyarbekirê û Rihayê û ferman da ku, divê nifûsa civakên ne Tirk, li tu derê qet ji %5-ê nifîsa rûniştiyan derbas neke û Kurdên koçber yên ku ji deverên dagirkirî hatine wan deran, li Diyarbekirê û Rihayê neyên bicihkirin, ew bên şandin deverên ku nifûsa Kurdan di bin ji %5 an de ye.
Heman siyaset, piştî serîhildana Şêx Seîd, di heyama Taqrîrê Sikûnê de, di dema valakirina Dêrsimê de û li derên din, ji aliyê hikumetên Komara Tirkiyê ve hate meşandin.
SAÎD NURSÎ HEMÎDIYAN ERÊNÎ DÎT
Di xebatên xwe de di derbarê Hemîdiye de ez rastî tesbîtên balkêş hatim. Mesela Saîdê Nursî (Saîdê Kurdî) ji ber ku hin zilman dike, diçe ba Mustafa Paşayê Mîran ê ku yek ji paşayên Hemîdiyeyan ê li herêma Cizîrê ye, hin nesîhetan li wî dike, wek alimekî ku kare bêje “van meke” jî, bi awakî balkêş li hemberî Hemêdiyan nêzikbûneke erênî nîşan daye û Hemîdiye bi navê “Kuwayê Kurdîye” bi nav kiriye. Hema hema hemû dîrokzan û şexsiyet, li hemberî Hemîdiyeyan di nav helwesteke neyînî de bûne, lê Saîdê Nursî, her tim wesfeke erênî daye Hemîdiyeyan. Pişt re jî, di Şerê Cîhanê yê Yekê de, Saîd Nursî, di serê Alayên Eşîretan de, ku ji hin aliyan ve dewama Alayên Hemîdiye bûn, li hemberî Rûsan çûye şer. Wek min berê jî diyar kir, Alayên Eşîretan her çendîn ji hin aliyan ve wek dewamiya Hemîdiyeyan bin jî, di esasê xwe de organîzasyoneke guhertî ya heyama Îttihad û Terakkiyan e. Di encama siyaseta Îttihad û Terakkiyê de Alayan statuya xwe a berê wenda kiriye û wek taburên redîf çûne şer, roleke wan a ji wan zêdetir nebûye.
LI SER EŞÎRET Û HEMÎDIYEYAN NÊRÎNEKE KOLONYALÎST Û ORYANTALÎST
(?): We got dewamiya Hemîdiyan e, li ser vê, li ser gotina we a dewamiya Hemîdiyan e, gelo avakirina Teşkîlatê Maxsûsa jî, ji Hemîdiyan feyz girtiye an jî piçek be jî mirov kare berdewamiya wan bihesibîne?
Mûrad Ali Ciwan: Na, Teşkîlatê Maxsûsa zêdetir rêxistineke îstixbaratî ye. Wek rêxistinên modern yên îstixbaratên îro, an jî wek tevgereke kontr-gerîla, bûyerek e di heyama şer de, împaratoriyeke mezin a ku xwestye li hemberî dijminê hundir û derve, li paş eniyê operasyonan bike. Hemîdiye, hîn zêdetir li ser bingeha civakê ye, tenê ne bûyereke leşkerî ye. Di nav vî karî de eşîretên koçer hene.
A rast, lazim e hinekî jî mesele ji wir bê destgirtin. Em dibêjin ya, bi navê “oryantalîzm”ê tiştek heye. Oryantalîstan Rojhilat û civakên misilman wek beşên kevneperest, nezan, hov, talanker dîtine yên ku pêwist e ji wan re şaristanî bê birin. Heta hûn zanin, nêrînên hîn radîkal yên kolonyalîst hene: Ew eşîretên reşik (çermreş) yên li Afrîkayê, çermsorên li Amerîkayê civakên dûrî şaristaniyê, hov û kevnare, xwe jî wek kesên ku şaristaniyê dibine wan deran, mirovên hemdem pêşkêş dikin. Di nêrînên ku heta roja me hatine de, nêzikbûneke bi vî rengî heye di nirxandina Hemîdiyeyan de. Nirxandineke wiha oryantalîst, heta kolonyalîst û nijadperest heye li ser eşîretên Kurdan.
Lê pêwist e mesele dûrî fikar û pêşînhukmiyan, li ser esasê civakî bê nirxandin. Ger eşîretek koçer be, keriyên pezên wan hebin, debara xwe bi ajeldariyê dikin, welatê wan ji aliyêkî zozan in, çiyayên ku havînê hênik ên xwedan mêrgên zêde ne. Ji aliyê din jî zivistanê ku berf û serma destpêdike û mêrg diqedin berê xwe didin germiyan û çol û berriyên deştên dûz . Ji ber vê, eşîretên koçer, em bibêjin, havînê li çiyayên Zagrosa ne, ji Colemêrgê heta Qersê an jî li rojava heta Sêwasê zozanên bilind ên bimêrg û hênik in. Zivistanê jî li rojhilat derûdora Helebê, Reqqayê, çolên Musilê, li rojava deşt û bejayiyên Konya û Enqere ji xwe re dikin wargeh. Ev qad, ji bo eşîretên koçer qadên aborî û civakî ne. Hemû derdên mensubên eşîran ew e van havîngeh û zivistangehan ji bo xwedîkirina pezên xwe, ji bo jiyana xwe wek wargeh misoger bikin, rê û guzergehên koçeriyê vekirî bihêlin.
Li hemberî van, helbet gundên niştecîh jî hene. Ew jî çandiniyê dikin. Hebûna wan jî têgeheke civakî ye. Ew jî hewl didin ku, zeviyên xwe, qadên çandiniyê, baxçeyên zebze û fêkiyên xwe, li hemberî keriyên pezên eşîretên koçer yên ku tên û diçin biparêzin. Berberiyên ku her du komên civakî tînin hemberê hev hene. Lazim e herdu jî wek têgehên civakî bên dîtin û berberiyên wan bên nirxandin.
Lê, dîtineka ku aliyekî medenî, biexlaq û hemdem û yê din jî hov, talankar û diz dibîne jî heye. A ewil, herdu aliyan jî civakî dibîne, mercên wan, berjewendiyên wan tîne ba hev û dinirxîne. Li gorî wî, aliyek ji aliyê din paqijtir an qirêjtir nîne. Aliyek ku firsendê dibîne kare zirarê bide yê din, yê din jî ku firsendê bibîne kare zirarê bide aliyê din.
Ji xwe di têgeha Ermenîtî, Kurdîtî û Tirkîtiyê de jî di vê wateyê de têgehihîştinek divê hebe: Ne Kurd civakeke wisa paqij, pirûpak, alîcenab in, ne jî Ermenî saf, ji bo mafên neteweya xwe ên bilind têdikoşin, civakeke ku qet xirabiya wan tine ye, ne wisa ye. Ti ferqa Ermenî, Kurd û Tirk tineye. Ku firsend xistiye dest, wî jî qirkiriye, kuştiye, birîye, yê din jî. Wî jî malê yê din xwariye, yê din jî malê wî xwariye. Dewlet û hêzên mezin jî, ji xwe, ew ji bo berjewendiyên xwe li hemberî hev bikaranîne û ji siyaseta xwe re kirine navgîn. Her du alî li hemberî hev bikaranîne û ew bera hev dane. Dûv re jî di oxira van berjewendiyan de yekî ya terk kiriye çûye, an jî mehfbûye çûye. Ev dîrokên trajîk yên ku em dijîn bi vî awayî derketine holê. Hemû civak û gel ek hev in, yek ji yê din ne bilindtir, ne jî nizmtir e.
(?): Murad Beg, niha teşkîlateke ku nêzika 18-19 sala dewam kiriye heye, hatiye biçekkirin û ji perwerdehiya çekdariyê derbas bûye. Tê gotin ku, piştî Şerê Yekê yê Cîhanê hatiye rakirin lê, di nav vê pêvajoyê de bi awakî cidî eşîret têne biçekkirin, ji perwerdehiya çekdariyê tên derbas kirin û li herêmê dibine hêzeke mezin, li herêmê têne rewşeke bi serê xwe wek dewletê, vê rê li hin pirsgirêkan venekiriye?
Mûrad Alî Ciwan: Tabî nehatiye wê qonaxê, ger bihata wê rê li ber pirsgirêkên ku serê Osmaniyan biêşîne vekira. Tam berevajê vê bûye, di Şerê Cîhanê yê Yekê de, li Sarikamişê tasfîye bûne, ji %90ê artêşa ji 90 hezaran pêk dihat miriye. Wek alayên eşîretan çûne, lê ne bi techîzat bûne, xwarin, lixwekirin û çekên wan tinebûne.
Tarik Çelenk: Alayên Hemîdiye di wê wextê de hebûn?
Mûrad Alî Ciwan: Navê wan wê wextê Alayên Sivik yên Siwarî bûn (Hafif Süvari Alaylari). Û sazûbûna wan pirr hatibû guhertin. Em karin bibêjin ku hatibûn rewşa taburên redîf yên kevneşopîyê. Ji xwe mesele jî ew e. Yên ku di berf û zivistanê de telef bûn; cilûbergên wan, techîzatên wan tinebûn, qasî artêşeke birêkûpêk (nîzamî) ne amade bûn, hunera leşkeriyê qasî leşkeran nizanibûn, qerisîne. A rast, leşkerên nîzamî jî li Sarikamişê pirr ne amade bûn, telef bûn.
(?): Em karin ji bo alayên Hemîdiye bibêjin, fermana Islahatê a Kurdan e?
Mûrad Alî Ciwan: Ji bo vê, pêwist e em li têkiliyên navbera Kurdan û Osmaniyan binêrin û li bersivekê bigerin.
Têkiliyên navbera Kurdan û Osmaniyan, di sala 1514 an de destpêkiriye. Berî ku Kurdistan tabi’a dewleta Osmanî bû, hin mîrîtiyên Kurdan hebûn. Şah Îsmaîlê ku li Îranê derket ser text, heta Mereşê, Meletiyê hat û erdên ku Kurd lê dijiyan xist destên xwe. Dema ku ew der digirtin jî, mîrên Kurdan ji wezîfê daxistin. Hin mîr kom kirin û şandin Tebrîzê. Li şûna mîrên Kurdan, ji navendê hin fermandarên xwe tayin kirin. Piştî demekê, mîrên Kurdan yên ku direvin û xwe rizgar dikin û mîratgirên wan tên ba hev, bangî Îdrîsî Bîdlîsî jî dikin û dibêjin ku, “Şah Îsmaîl welatê me girt, hin mîrên me birin li paytexta xwe avêtin zindanê, dîl girtin an jî xistin bin çavdêriya xwe, azadiya me nema. Em dixwazin li dijî Şah Îsmaîl serî hildin û welatê xwe xelas bikin. Biçe bi sultanê Osmanî re hevdîtinê bike, ger piştgiriya me bike, em ê vî şerî qezenc bikin.”
Sultanê Osmanî Yavuz Sultan Selîmê ku bi Îdrîsî Bîdlîsî re hevdîtinê dike, dibêje “bigre, ji te re qaxizeke spî, mîrên Kurdan kîjan mercan dixwazin min qebûl in, em hevkariya hev bikin, ez mafê we yê mîrîtiyê, pergala we ya berê a kevneşopî qebûl dikim. Li hemberî Îranê em tev şer bikin.”
Şerekî wisa derketiye. Dema em li şerê wê heyamê dinêrin, ew ji bo Kurdan bi piştgiriya Osmanî şerekî rizgarbûnê ye. Dûra li ser vê, peymaneke ku hatiye morkirin a di navbera Kurd û Osmanî de heye. Erk û statuyeke Kurdan a cuda hebûye. Di nav xwe de xweser bûne. Di çarçoveyeka ku ji bavê derbasa kur dibû, mafê wan yê milkiyetê û mîrasê destnedayî bû û bi pergaleke ku em karin bibêjin adem-î merkezî bûn, Kurd bûbûn tabi’ên Osmaniyan.
Di destpêka sedsala 19-ê de ku Osmanî ber bi navendîbûnê ve çûye, mîrîtiyên Kurdan ku em karin bibêjin bi sîstemeke adem-î merkezî bûn, tûşî midaxeleyan bûne. Kurd hatine xistin bin barê giran yên wek mercên girtina leşkeriyê, bacên nû. Li şûna wê, ger reform bihatana kirin, statuya Kurdan a adem-î merkezî bihata parastin, di wê çarçowê de islahat bihatana kirin, muhtemel e ku pevçûna Kurd û Tirkan heta îro nedihat. Kesên ku reform rêvedibirin, yên ku ji modernîteya jakoben a Fransî, ji mîlîtarîzma Alman feyz girtibûn û siyaseta navendîbûnê dimeşandin, bi hemû civakên li perîferiyê re dest bi pevçûnan kirin. Tu diçî, midaxeleya pergala eşîretan a ku bi sedsalan e heye dikî. Mîrîtî heye, dema tu diçî ser, ew jî ê li dijî te serî hilde, çimkî dixwaze mîritiya xwe biparêze.
Îsmaîl Armagan: We got Kurdên Êzîdî û Durzî negirtine Alayên Hemîdiye. Davutoglu dibêje, “ku kî li derveyî welêt dijî, ji kîjan nîjadê dibe bila bibe ew diasporaya me ye.” Ez dixwazim çend xala bi hev ve girê bidim. We têkoşîna navbera Kurd û Tirk û Ermeniyan a sedsala 20. û şûnguherandina wan vegot. Di pêvajoya entegrasyona Yekitiya Ewrupayê de projeyên vegerîyana welêt hene. Hûn li Swêdê man, ez jî li Hamburgê beşdarî civîneke Êzîdiyan bûm. Ger em di çarçova konsepta vegerîyana welêt de vê meselê şîrove bikin, karin ji bo Êzidî û komên nijadên biçûk çi maf û konseptê pêşkêş bikin? Di dijmintiya li hemberî Alayên Hemîdiye de, payeke mafdar heye gelo?
Mûrad Alî Ciwan: Hûn zanin, dema em li heyama berî reforman a Osmanî dinêrin, em dibînin ku xayrê mislîm li gorî zagonên Îslamî hatine rêvebirrin. Di vê çarçovê de statuyeke “zimmî” a xayrê mislîman heye. Wan nagirin leşkeriyê, li hemberî vê cîzyeya ku tê wateya baca xayrî mislîman, hin bacên din ji wan distînin. Mecbûriyeta parastina teb’aya xayrê mislîman a dewleta Îslamî heye. Dema em di pergala ramana modern a îro de, li gorî nirxên gerdunî yên hemdem digrin destê xwe, em karin bibêijn ku teb’a xayrî mislîman li welatên Îslamî ên ku em dibêjin Dar’ul Îslam hîn di asta jêr de ne. Yanê ew ji hemû mafên misilmanan sûdê wernagrin.
Lê bi derketina nijadperestiyê, tê xwestin ku civakeke homojen bê afirandin, hemû civakên ku li gorî civaka homojen ne lihev in tê xwestin bên asîmile an jî îmhakirin. Wek welatekî Îslamî, siyaseta meriv a îmhayê tine, meriv qebûl dike, dibêje “di nav sînorên min de misilman jî, xiristiyan jî, Kurd û Ermenî û Suryanî jî kare hebe.” Maf û berpirsyariyên her civakê hene. Tu di vê çarçovê de wan diparêzî. Di vê çarçovê de di “zimmîtiyê” de li dijî xayrî mislîman neheqiyeke mîna teb’a sinifa duyê heye, lê di heyama Îttihad û Terakiyê de, di heyama Komarê de, tu bi projeyeke homojen a afirandina civakeke yek tîp, hemû kesên ku naşibine te diqedînî. Li Tirkiyê hemû gayrî mislîm, bi awakî hatine qewitandin an tasfiye kirin. Nîjadperestî ji mercên Dar’ul Îslamê girantir zorê dide û îmha dike. Elewîtî nehatiye tasfiyekirin lê gêrî aliyekî kirine. Bi israr siyaseta sunîkirrinê û tirkkirinê hatiye meşandin. Ji bo Kurdan jî wisa ye. Cihû dîsa wisa ne…hatiye gotin ku, hûn ê bi Tirkî bipeyivin, hûn ê biçine dibistanên Tirk. Bi daxwaza bacên pirr zêde dest dane ser milkên wan. Li welatekî wisa ku tu Kurd an Ermenî bî, ku tu ti tiştekî nekî jî, tenê ji ber ku tu Kurd an Ermenî yî, tu bi Kurdî an Ermenîkî dipeyivî, ji bo ku tu xirîstiyan î, tu dibî hedef. Projeyek heye, siyaseteka ku herkesî bike Sunî û Tirk tê meşandin. Ger tu ne li gorî normên yên ku pergal danîne bî, ku tu tiştekî nekî û li quncikê xwe rûnê jî, tu dibî hedef. Ji bo hedefbûnê, ne hewce ye tu serî hildî an li dijî pergalê derkevî.
Heta wêdatirî wê heye, Kurd û Tirkên normal yên Sunî û oldar, Suniyên derveyî pîvana îdeolojiyê hene; dema meriv bala xwe dide tevgera Saîdê Nursî, hin terîqetan, civakên Sunî, meriv dibîne ku desthilatdarên rejima Komarê çûne ser wan jî. Tenê neçûne ser Kurd, Elewî û Ermenîyan. Suniyan dixwaze, lê ew Sunî jî ku ne li gorî rejîmê bin wan jî naxwaze. Dixwaze wan jî îla bişibîne sunitiya li gorî hişê xwe.
Dema em di vê çarçovê de binêrin, diyarkirina neheqiya li dijî Ermenî an Êzidiyan, ji aliyê wan ve li derveyî welêt pirr normal e. Pêwist e em bi feraset pêşwazî bikin. Ji bo ku hinekên me di nav projeyên dewletê de cih girtine, hinekên me ji ber berjewendiyên xwe an ji ber tirsê bi dewletê re hevkarî kirine, bi vî an wî awayî, me çûye êrîşa gundê Suryanî an Êzîdiyan kiriye, me dest daye ser zeviyên wan, keçên wan revandine, ezîyet bi wan daye kişandin. Loma lazim e em wan fehm bikin. Di heyama Osmaniyan de siyaseteke bi vî rengî tineye. Bi çavekî teb’a zimmî li wan tê nêreîn lê nayê gotin, “ez ê te bikujim, te qirbikim.”
Heta di heyama Osmaniyan de, li hemberî yên ku serî hildidan jî nêzikbûneke cuda heye. Di heyama mîrîtiyan de, dema serhildanên Kurdan ditemirîne, rêberên serhildanê ji qetlîamê derbas nake, hatiniyekê dide malbat û maîyetê û sirgunî bajarekî dike, li Stenbolê bi cih dike, an jî wek rêvebir dişîne Gîrît an Varnayê. Qetlîaman nake, 40-50 mirovan li ser hev îdam nake. Siyaseta îmhakirinê û afirandina civakeke homojen tine.
Siyaseta îmhakirinê, zêdetir bi nijadperestiyê û modernîzma jakoben derketiye holê. Li ser vê em karin modernîzma jakoben û nijadperestiya ku anîye, wek jirêderketineke dîrokî binirxînin. Têgeheke ku wek trên ji rayê derkeve û wergere, ev derketineke derveyî pêşketinên dîroka normal a civakan e. Ku ew were derbaskirin, trên ê di rê keve. Civak ê li kêleka hev di çarçoveya entegrasyoneke nû de, dîrokên xwe bidomînin.
Kesên ku di nav tevgera modernîteyê de cih digrin, dibe ku mirovên pirr biexlaq û binirx bin, lê modernîteyê bi xwe em karin wek “bêexlaqiyeke dîrokî” binirxînin. Tu bihuşta xwe vaad dikî, dibêjî ez ê civakekê biafirînim, ê Tirk be, homojen be, modern be. Tu plan dikî ku li gorî mercên cîhana hemdem civakek be. Ji bo ku tu xwe bigihînî vê bihuşta xwe ya xeyalî (ku di serî de tu garantiya wê tuneye ku ê biserkeve ê bibe cennet), Dêrsimiyan qetl dikî, yên din sirgun dikî, hinekan lêdidî, misilmanan davêjî hepsê. Mîna mînaka Stalîn, eşqiyayek û nivînên wî heye. Eşqîya hin mirovan tîne datîne ser qaryolayê, ger bejna wan kin bû, bi lingan digirt û kaş dikir û dirêj dikir, ji bo ku bîne drêjiya qaryolayê. Ku ling dirêjbûna jî, îcar jêdikir, dîsa ji bo ku bê dirêjiya qaryolayê. Mîna wê, roja îro tu pîvanên modernîzma jakoben datînî holê, bihûştê vaad dikî. Ku kî ne li gorî wê bihûştê be an tu lingê wan jêdikî an jî dirêj dikî. Dema wisa be, xayrî exlaqîyet peyda dibe. Gelo kî vê erkê dide te? Civakeke xeyalî, vîzyonek, bihûşteke vaadkirî, ne diyar e ku pêk bê an na. Ji bo wê anîna her cure bobelatê serê mirovan tu ji xwe re wek maf dibînî. Tu qurbaniyên xwe jî, neheq û gubehkar damxe dikî.
Li Tirkiyê ev bihûşta modern pêk nehat. 80-90 salan qirkirin, komkujî, fişar çêbûn. Lê Kurd asîmile nebûn. Çerkezan hebûna xwe parast. Cihû man, Elewîyan bi berxwedanê hebûna xwe parast. Misilmanan, di misilmantiya ku zanîbûn de israr kir, bi ezm liberxweda. Ev e Nurcî heye, Naqşî heye, heye û heye, herkes ku çawa zane dixwaze wisa bijî. Gelo êşkence, ezîyet û qetlîamên van 90 salan çawa bûn? Gellek dîplomat fermandar, birokrat û siyasetmedarên ku perwerde bûnê, cîhan dîtine hene, van serê vî karî kişandine. Mirovên pirr biexlaq û hemdem in… Bi subjektîfî dibe ku ew kes mirovên baş bin, lê pergal bi xwe bi îdeolojiya xwe xayrî exlaqî ye. Tu çawa dikarî wê erkê di xwe de bibînî? Ji bo civakeke xeyalî ewqas bobelatan diafirînî. Ev tiştek e ku lazim e bê redkirin.
Dema ew tê redkirin, ku tê gotin vegerîyana paşde; yanê bûyerên ku we behs kir, ê yekbûnekê, aramiyekê bîne. Yanê dema zor û zehmetî, înkar û mercên pirr giran radibin, mirov hîn bi hêsanî bi hev re dikevine nav diyalogê, ê yekbin û hevdu hembêz bikin û bi hev ve entegre bin. Em mînakên vê hêdî hêdî dibînin. Dema mafên Kurdan tê qebûlkirin û rêz li mafên wan tê girtin, mirovên ku herî dûrî dewletê ketine jî nêzik dibin, dûr nakevin. Dema TRT Şeş vebû, pirraniyê Kurdan berê xwe dan vî alî.
Bi vê jî nasekine, Kurdên li Suriyê jî rûyê xwe bi vî alî ve dikin. Kurdên Iraqê jî dinêrin; 90 salan gotin Kurd tine, niha TRT Şeş a ku bi temamî weşana bi Kurdî dike vebûye. Li cem yên din jî heman hest peyda dibin. Li Êzidiya dinêrin, aramiyek heye, vedigerine gundê xwe ji xwe re xaniyan çêdikin. Suryanî jî wisa…
Ku çiqas em ji pevçûnan, tinekirinan û cudakirina difilitin, ewqas mercên pêşdeçûna bi hev re hîn zêde diyar dibin. Tirkiye hinekî dişibe dêwekî, ku rabe ser her du lingan. Dêw ê rabe ser lingan, kevirên aşa yên mezin li dest û lingên dêw girêdane. Tu dibêjî bila dêw rabe lê bi wan kevirên aşa ne mimkin e ku rabe ser herdu lingan. Lazim e kevirên aşan bavêjî ku dêw karibe rabe ser lingan.
Lazim e Tirkiye pirsgirêkên xwe çareser bike ku rabe ser herdu lingan. Niha hatiye wê qonaxê. Tirkiyê zêdetir mîratgirê împaratoriyê ye. We behs kir, Davutoglu gotiye ku, em ê her derê bikine diasporaya xwe. Ev têgeheke dîplomatîk e, tê vê wateyê ku Ermeniyê li Fransayê, neviyê Ermeniyê me yê li Kayserî, Edene û li vir û wir e. A rast ev diaspora me ye. Lazim e bi wî çavî lê binêrî. Ez ê qebûl bikim ku ew ji vî welatî çûye û bi wî re diyalogê bikim. Çima ez bi navberkariya Fransayê bi wî re bazariyê bikim, ez ê wî wek diaspora xwe bibînim. Ez ê bi xwe rasterast bi wî re têkevime diyalogê.
Ez vê pozîtîf dibînim. Belkî zêde eşkere nayê îfadekirin, bi zimanekî dîplomatîk tê gotin lê, a rast nêzikbûneke erênî ye. Di axaftina dawîn a serokwezîr de jî, mesela anîna ziman a fermana Kanunî Sultan Suleyman, ez sultanê vira ûwira û yê Kurdistanê me, ev bibîranîn jî nuveyên erênî di nav xwe de dihewîne. Sultanê Ermenistanê, Anatolyayê, Şamê û Kurdistanê xîtaba qralê Fransayê dike. Dixwaze vê bibêje, êdî ê nijadperestî nebe, em ê cudatiyan normal bibînin.
Komara Tirkiyê hîn nû li ser vê siyasetê rûdinê. Normal e ku wek mîrasgirê Împaratoriya Osmanî a kevn xwedî li civakên cuda û ol û mezhebên cuda derkeve. A rast, di damezrandina komarê de heta roja îro, heyama ku em tê de hatine, ne li gorî dewamiyeke normal e. Ne avasaziyeke ku xwedî li mîrata Împaratoriyê derdikeve, ne a ku xwed li mîrasa bavê xwe derdikeve. Hîn nû tiştên wek berê diqewimin. Zêdetir hîn nû dilive.
TÊKILIYÊN ÎMAM XETÎB Û MEDRESEYAN
Bi meleyan re eleqedar pirsek jî hat. Mele, alimên dîn in yên ku li medreseyan dixwînin. Ti eleqeya van a taybet bi Hemîdiyeyan ve tineye. Lewra buyera meletiyê bi îfadeyeke hîn berfireh perçekî civaka Kurdan ya xwezayî bê dîtin. Pêwist e bi çavekî civakzanî li Kurdan bê nihêrtin. Eşîret, medrese, bajar, gund, çand, kevneşopî, hemû nirxên Kurdan civakekê peyda dikin. Medrese jî saziyake wisa ye. Medrese zanistiya olî, felsefeyê, tasawufê, kelamê û mijarên şerîatê jî digre nav xwe. Meleyan di wê heyamê de, di mijarên wek doza xwînê, têkiliyên milkiyetê, hevdu berdanê û gellek mijarên bi vî rengî çareeser dikir. Heta gundiyan pirsgirêkên xwe dihanîn çareser dikirin. Ew rêberek bû ku li mizgeftê jî li pêşiya cemaetê nimêj dikir. Wan li medreseyan ders dane. Di wê heyamê de ku medrese hebûne, oldarî û Kurdewarî bi hev ve bûne sentez. Ahmedê Xanî mirovekî wisa ye. Kurd e lê Neqşîbendiyek e, ulema ye û muderrîs e. Di kesayetiya xwe de, ola xwe û Kurdewariya xwe kiriye yek. Mafên Kurdan xwestiye lê ev mafa ji civakeke ku wek wî îslam bûye xwestiye. Medreseyên ku ji kevneşopiya wî tên jî wisa ne.
Îslamiyeta di nav Kurdan de, ji a Hindistan, Pakistan, Afganistan, Bengladeş, Endonezya, Malezya û dawiyê ji a îslama radîkal a Ereban cudatir e. Kurd ne siyasî, zêdetir wek çandê îslamiyetê dijîn. Çima? Yê ku neheqî li te kiriye jî wek te misilman e, tu îslamê li dijî wî nikarî bikarbînî’ polîtîze bikî. Li Hindistanê, li Pakistanê li hemberî Îngilizan hêsan e ku tu İslamê wek sembolekê bikarbînî. Tu karî radîkalîze bikî, bînî rewşeke wek semboleke siyasî.
Di heyama komarê de, ji bo ku ji îslamiyeteke wisa, ji jiyana medreseyan tirsiyane, medrese, tekke û zaviye girtine û qedexe kirine. Tezeka min heye, belkî jî ev tenê ya min e. Li gor hineka dibe ku bêvaç be lê, ez bi vê bawer dikim; Di civaka Kurdan de ji ber ku îmam xetîp vebûn û medrese paş de man, di nav tevgerên Kurdan de têgehên Marksîst-Lenînîstî û materyalîst zêde peyda bûn. A rast îmam xetîp vebûne da zêdetir mirovên wisa bên gihandinê ku ê sunîtiya fermî a dewletê a li gorî têgeha kemalîst û laîqiyê belav bikin. Çiqas bi ser ketin, ew mijareke din e, lê, îmam xetîp pirrtir li gorî konsepta kemalîzmê ne.
Li nav Kurdan îmam xetîp ji bo jiholêrakirina medreseyên kevneşopiya Kurdan wek navgînekê hatine bikaranîn. Ez dihizirim ku, di vê wateyê de îmam xetîban, hucre û medreseyên ku pergalên ol û Kurdewarî lê dihatin jiyan ji holê rakirin, rê li ber tevgerên civakî vekirin ku berê xwe bidin çepgiriyê. Ger li şûna îmam xetîban medrese bihatana reformekirin û îlm û zanistiya dinyewî jî li medreseyan bihataya xwendin, dibe ku, tevgera Kurd a ku îro zêdetir radîkal bûye a wek materyalîzmeka qeba derketiye holê, nebûya.
Ji bo ku we ez guhdarî kirim gellekî spas dikim.
[1]
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî - Kurdîy Serû) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 8 جار بینراوە
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 12-03-2024
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 1
ژیاننامە
زمانی بابەت: Kurmancî - Kurdîy Serû
ڕۆژی دەرچوون: 02-11-2013 (11 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: وتار و دیمانە
جۆری دۆکومێنت: زمانی یەکەم
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: کوردستان
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 94%
94%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 12-03-2024 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( زریان سەرچناری )ەوە لە: 13-03-2024 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 8 جار بینراوە
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
وێنە و پێناس
سنە لە ساڵی 1874
ژیاننامە
عەبدولخالق ئەحمەد 2
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
مەریوان زەنگەنە
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
پەرتووکخانە
پێرفۆرمانس و گێڕانەوە
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
کورتەباس
دۆخی کوردەکان لە نیوەی دووەمی سەدەی نۆزدەهەمدا
پەرتووکخانە
ناکرێت لە توندوتیژی بێدەنگ بین
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
توانای ناوەکی تاک و کاریگەریی دەوروبەر
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
شانۆنامەی کەرێک لەسەر پرد
کورتەباس
لەیادی نەمراندا-مەرگی سەججادی
ژیاننامە
مهناز کاوانی
وێنە و پێناس
چوار گەنجی گوندی پێباز لە کەلار ساڵی 1987
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
کورتەباس
گۆرانی ی کوردی زازاکی
کورتەباس
وڵاتی ئوللوبا و نەخشەکەی (ملەمێرگی)
پەرتووکخانە
گوڵێکی سوور بۆ ئێمیلی
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
محەمەد باوەکر
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
پەرتووکخانە
کەلاوەکەی سەر دەریای ڕەش

ڕۆژەڤ
ژیاننامە
دانا جەلال
03-10-2010
هاوڕێ باخەوان
دانا جەلال
ژیاننامە
زیاد ئەسعەد
02-06-2014
هاوڕێ باخەوان
زیاد ئەسعەد
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...)
یادنامە
16-12-2021
هاوڕێ باخەوان
یادنامە
ژیاننامە
سامان عوسمان دەروێش
14-04-2023
سەریاس ئەحمەد
سامان عوسمان دەروێش
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
17-04-2024
زریان عەلی
فەیروز ئازاد
 چالاکییەکانی ڕۆژی
بابەتی نوێ
ڤیدیۆ
شەڕی دەنگی نێوان کاکە حەمە و براکەی عەبدوڵڵای حاجی مەحمود
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
شانۆنامەی کەرێک لەسەر پرد
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
کەلاوەکەی سەر دەریای ڕەش
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
ناکرێت لە توندوتیژی بێدەنگ بین
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
پێرفۆرمانس و گێڕانەوە
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
پەرتووکخانە
گوڵێکی سوور بۆ ئێمیلی
29-04-2024
ڕۆژگار کەرکووکی
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
28-04-2024
سروشت بەکر
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
28-04-2024
شادی ئاکۆیی
پەرتووکخانە
ناوم گوناحە
28-04-2024
کشمیر کەریم
پەرتووکخانە
ئەو قاچەی بەجێماوە
28-04-2024
زریان سەرچناری
ئامار
بابەت 517,515
وێنە 106,132
پەرتووک PDF 19,170
فایلی پەیوەندیدار 96,514
ڤیدیۆ 1,308
کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
ژیاننامە
عەبدولکریم یونس
وێنە و پێناس
سنە لە ساڵی 1874
ژیاننامە
عەبدولخالق ئەحمەد 2
ژیاننامە
فەیروز ئازاد
شوێنەوار و کۆنینە
گەرماوی موفتی
ژیاننامە
مەریوان زەنگەنە
پەرتووکخانە
سایکس-پیکۆنامە - وەشانی 1
وێنە و پێناس
کۆمەڵێک لە گەنجانی هەولێر لە هاوینەهەواری شێرەسوار ساڵی 1995
پەرتووکخانە
پێرفۆرمانس و گێڕانەوە
شوێنەوار و کۆنینە
قەڵای حەسەن ئاباد
کورتەباس
دۆخی کوردەکان لە نیوەی دووەمی سەدەی نۆزدەهەمدا
پەرتووکخانە
ناکرێت لە توندوتیژی بێدەنگ بین
پەرتووکخانە
لۆزاننامە - وەشانی 2
شوێنەوار و کۆنینە
قشڵەی قوشتەپە
شوێنەوار و کۆنینە
ئەشکەوتی کاڵدار
ژیاننامە
کریڤان سالار عەبدولڕەحمان
ژیاننامە
بەناز عەلی
کورتەباس
توانای ناوەکی تاک و کاریگەریی دەوروبەر
شوێنەوار و کۆنینە
کۆشکی کەلات
وێنە و پێناس
چوار گەنجی شارۆچکەی شێخان ساڵی 1999
پەرتووکخانە
ژینانامە - وەشانی 1
ژیاننامە
ڕێناس ڕزگار
پەرتووکخانە
شانۆنامەی کەرێک لەسەر پرد
کورتەباس
لەیادی نەمراندا-مەرگی سەججادی
ژیاننامە
مهناز کاوانی
وێنە و پێناس
چوار گەنجی گوندی پێباز لە کەلار ساڵی 1987
ژیاننامە
یەسنا حەبیب
کورتەباس
گۆرانی ی کوردی زازاکی
کورتەباس
وڵاتی ئوللوبا و نەخشەکەی (ملەمێرگی)
پەرتووکخانە
گوڵێکی سوور بۆ ئێمیلی
پەرتووکخانە
کۆڵبەرنامە - وەشانی 1
پەرتووکخانە
سیاسەت و پلانی زمان بۆ هەرێمی کوردستان
ژیاننامە
محەمەد باوەکر
وێنە و پێناس
گەنجانی گوندی نەیبەسەرەی شارەدێی شوان ساڵی 1983
پەرتووکخانە
کەلاوەکەی سەر دەریای ڕەش

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 0.687 چرکە!