图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,496
图片 105,194
书籍 19,480
相关文件 97,495
Video 1,394
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
DUH MIN PAŞEROJA KURDISTANÊ REŞ DÎT
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mûrad Ciwan

Mûrad Ciwan
DUH MIN PAŞEROJA KURDISTANÊ REŞ DÎT
Netkurd 24-12-2008
#Mûrad Ciwan#

Duh nuçeyeka li ser Kerkukê, ku diviya nîşana xweşbînî û geşbîniyê buya, xemgîniyeka bêhed da min û hêviya min a li ser paşeroja neteweyê kurd reş kir.
Nûçe li ser merasimekê bû ku bi minasebeta resmîbûna zimanê tirkmanî li Kerkukê, lewheya ”Parêzgariya Kerkukê” a bi çar zimanan nivîsandî li ser avayiya parêzgeha vî bajarî dihat hilavîstîn (daleqandin).
Belê teksta ”Parêzgariya Kerkukê” bi çar zimanan li ser lewheyekê hatibû nivîsandin; bi erebî, kurdî, tirkmanî û asûrî-suryanî…
Erebî bi alfabeya erebî hatibû nivîsîn. Li 22 dewletên ereb, gava kîjan erebî ew merasim temaşe bikiraya ê bidîtaya ku belê waye bi erebî li ser lewheyê çi hatiye nivîsîn.
Ya tirkmanî bi alfabeya tirkî ya latînî hatibû nivîsîn. Kîjan tirkê ser ruyê erdê, heta kîjan azerî an tirkmanî bidîtaya ê fahm bikira çi li ser lewhê heye. Çimkî zimanê tirkmanî di tarîxa Iraqê de cara pêşiyê ye li Kerkukê resmî hatibû qebûlkirin û tirkmanan ji xwe re alfabeya latînî a ku li Tirkiyeyê bikar tê hilbijartibû.
Piştî hilweşiyana Yekîtiya Sovyetan û serxwebûna cumhuriyetên tirkî, wan hemuyan jî alfabeyên xwe ji kirîlî guhertibûn, kiribûn latînî. Îro miletê tirk, azerî û tirkmen ên serbixwe yên ser ruyê erdê hemû bi yek alfabeyê; bi alfabeya latînî dinivîsin û her tirk, tirkman an azerî li her derê fahm dike ku çi tê nivîsîn.
Li ser lewheya parêzgariyê min dît ku teksta asûrî-suryaniyan jî bi wê alfabeya suryanî ya qedîm hatiye nivîsîn ku her asûrî-suryaniyê ser ruyê erdê dikare bixwîne bê çi hatiye nivîsîn.
Lê heyhat, tenê teksta kurdî bi alfabeyekê hatibû nivîsîn ku kurdên perçeyên din, bi taybetî kurdên Tirkiyeyê (Kurdistana bakur ku 15-20 milyon in) ne mimkin bû ku fahm bikin li ser wê lewheyê çi hatiye nivîsîn. Çimkî teksta bi kurdî bi alfabeya erebî hatibû nivîsîn.
Merasimeka ku li Kerkukê tescîl û tesdîqa çar zimanan dikir. Waliyê Kerkukê Abdurrehman Mistefayê kurd perdeya ser lewheyê hilanî û merasim vekir. Min dît ku ew merasim ji bo ereban, tirkamanan û asûrî-suryaniyan mizgînbexşa asoyeka ronahî, lê ji bo kurdan tescîl û tesdîqa paşerojeka reş û tarî ye, îspata wê yekê ye ku kurd bi qasî tirkmenên Iraqê jî ne xwedan vizyon û şiûreka neteweyî ne.
Min dît ku tirkmen bi zanebûn, hişyarî û şiûr gavan davêjin, her gava ku davêjin qedera wan zêdetir bi ya Tirkiyeyê ve, bi tirkên ser ruyê erdê ve tê bestin. Lê kurd li Kurdistana başûr bi her awayî dûr ji qedera perçeyên din diçin, ew nafikirin ka gelo ev gav ê ji paşeroja neteweyê kurd re çi bîne.
Mesela hebûna yek alfabeyê, ji bo neteweyekî pirr û pirr giring e. Gava endamên neteweyekî, di vê dinya ragihandin û veguhaztinê a sedsala 21-ê de ji hevdû fahm nekin, bi hev re ne di nav veguhastina agahî û zanînan de bin, ê çawa nêzî hev bibin, çarenivîsa xwe bi hev girêbidin, di rojên teng û tarî de bibin hemderd û hemxem, di yên xweşî û bextewerîyê de jî hemşad?
Kurdên Kurdistana bakur ev 81 sal in, piştî rakirina alfabeya erebî û anîna alfabeya latînî li Tirkiyeyê ji alfaba erebî qut bûne, ji bilî alfabeya latînî nikarin bi tu alfabeyê bixwînin.
Li Kuridstana başûr jî alfabeya erebî tê bikaranîn. Ji sala 1991-ê bi vir de li Bakurê Iraqê (Kurdistana başûr) serweriyeka kurd durust bûye. Ev 15-16 sal in li wê derê kurd bi xwe xwe îdare dikin. Ji 2003-yê pê ve ku rejima Sadam hilweşiya, tu îradeyeka ku karibe rê li ber biryardana li ser lafabeyê bigire jî nema, lê kurdên başûr bi tu awayî îşaretek nedan ku du alfabetî ji bo wan problem e, ji bo qedera neteweyê kurd ev mesele tiştekî heyatî ye. Di dema Saddam de ev ne mimkin bû. Çimkî Saddam rê nedida ku tu pêkhateyeka Iraqê ji bilî erebî alfabeyeka din bikarbîne. Lê îro, em dibînin ku tirkmenên Iraqê ji bo xwe ne alfabeya erebî lê ya latînî hildibijêrin, asûrî-suryanî ya xwe hildibijêrin. Tu desthilateka ku ji wan re bêje ’na, vê alfabeyê hilnebijêrin’ tuneye.
Îro li Iraqê ji bo kurdan jî ji bilî îradeya wan bi xwe tu îradeyeka ku karibe rê li ber wan bigire da ew alfabeya xwe bi ya kurdên din re bikin yek û alfabeya latînî hilbijêrin tuneye.
Carina tê îdîakirin ku Tirkiye nahêle kurdên başûr alfabeya latînî bikarbînin, da kurdên bakur ji destkeftî û pêşketinên zimanevanî, edebî û kulturî ên başûr îstîfade nekin. Îro piştî ku Tirkiye hêdî hêdî kurdan qebûl dike, televizyona bi kurdî vedike û eşkere dike ku ew ê alfaba kurdî ya latînî bikarbîne, îdî ne ciyê baweriyê ye ku Tirkiye jî bibe rêgir li hember hilbijartina alfabeya latînî. Heta ji îro pê ve hilbijartina alfabeya latînî ji bal kurdên başûr ve ê li gor berjewendiyên Tirkiyeyê be jî.
Yek alfabetî pêwist e ji bo miletekî, ew nebe yekîtiya rastîn a miletekî nabe. Kurdên bakur 81 sal in ji alfabeya erebî bi dûr ketine. Li Tirkiyeyê sîstem bi her awayî buye alfabeya latînî û kurdên wir jî ev 75 sal in alfaba latînî hilbijartine. Heta ew li gel Tirkiyeyê bin, heta ew nebin dewleteka serbixwe, ew bixwazin jî nikarin vegerin ser alfabeya erebî.
Lê ji bo kurdên Kurdistana başûr ne wiha ye. Saddam nemaye, tu desthilateka siyasî ya ku ji derva de karibe rê li ber wan bigire nemaye. Hilbijartina alfaba latînî ji bal tirkmanên Iraqê îsbata vê yekê ye. Eger tirkman bi wê nifûsa xwe ya piçûk dikarin wê alfabê hilbijêrin, kurd hay hay dikarin…
Kurdên başûr yên ku xwenda ne, ji xwe hemû bi riya hînbûna îngilîzî, almanî an fransî aşnayê alfaba latînî ne. Yanî em rastiyê bêjin ji xwe ew alfaba latînî dizanin. Tenê mesele ew e ku ew sê çar herfên din ku di kurdî de hene jî fêr bibin û destpêbikin kurdîya xwe bikin latînî.
Eger kurdên başûr bixwazin li gel Tirkiyeyê, li gel kurdên bakur, li gel dinyaya hemdem nêzîk bibin û entegre bibin tu riyeka din li ber wan tune. Lê na eger kurdên parçeyen din ji bo wan ne hêjayî tiştekî be, wan berê xwe dabe dunya ereb a rojhilata navîn û di hedefa wan de entegrebûna bi dinya global re tunebe, ji xwe ew ê dewam bikin li ser erebiya xwe.
Rewşa nuha sal bi sal kurdên bakur û başûr ji hev dûr dixe. Ev 15 sal in Kurdistaneka xwedan serwerî ava buye. Bi sedan rojname û kovar, bi hezaran kitêb tên weşandin. Kurdên bakur ne ku van berhemên kulturî, edebî û zanistî nexwendine, ji xwe ew nizanin çi derketine û çi derneketine jî.
Ne ku kurdên sade, rewşenbîr û nivîskarên bakur jî nizanin di van 15 salan de li başûr çi roman, çîrok û helbest çap bûne, di warê ferhengî, zanistî û dînî de çi hatine çapkirin.
Baş e çawa em dikarin ew qas xemsar û bêfêhm bin û nefikirin ku divê kurdên bakur zanibin 4-5 milyon kurdên başûr di warê kultur, edebiyat û zanistê de çi dikin û fêde ji van waran bigirin, kurdên başûr jî ji ziman, kultur, edebiyat, zanist û folklora 15-20 milyon kurdên bakur bêpar nemînin?
Kengî îradeya siyasî ya Kurdistana başûr ê bi qasî cumhuriyetên tirkî, bi qasï tirkmenên Iraqê giringî bide yek alfabetiyê? Gelo ew roj ê bê? Ji rêveçûna îro ez bi xwe tu ronahiyê nabînim. Loma ez duh li ser paşeroja neteweyê kurd gellek xemgîn û reşbîn bûm.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览238
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://muradciwan.com/ - 12-03-2024
挂钩项目: 51
传记
图书馆
库尔德文件
文章
小组: 文章
Publication date: 12-11-2013 (11 年份的)
Publication Type: Born-digital
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 12-03-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on13-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览238
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,496
图片 105,194
书籍 19,480
相关文件 97,495
Video 1,394
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Folders
考古的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦 考古的地方 - 广场 - 城堡 考古的地方 - 城市 - 埃尔比勒 传记 - 性别 - 男 传记 - 国 - 库尔德人 传记 - - 南库尔德斯坦 传记 - 人键 - 政治活动家 传记 - 党 - K. D. P. 传记 - 方言 - 库尔德 - 巴迪尼 的地方 - 普罗旺斯 - 南库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!