图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,776
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Mêrdîn
小组: 的地方 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Mêrdîn

Mêrdîn
Mêrdîn bajarekî Bakurê Kurdistanê. Bajarê Mêrdînê ji başûrê xwe ve bi Rojavayê Kurdistanê, ji rojhilatê xwe ve bi Sêrt û Şirnexê, ji bakurê xwe ve bi Amedê û ji rojavayê xwe ve jî bi Rihayê hatiye pêçan. Hejmara niştecihên wê 796.591 kese. Qezayê bi ser ve ev in: Qoser, Artuklu, Nisêbîn, Midyad, Mehsert, Dêrika Çiyayê Mazî, Şemrex, Kerboran, Stewr û Rişmil.
$Nav$
Di dema persan de navê bajêr Marde bû. Di dema Bîzansiyan de jî Mardîa bû. Ereban jî navê herêmê kiriye Mardîn . Suryanîiyan (aramîyan) ji bajêr re gotiye Marde (kela). Nav bi kurdî Mêrdîn e.
$Dîrok$
Mêrdînê, Mardon, Mirde an ku Marde yek ji navdartirîn û kevintirîn bajarê Mezopotamyayê ye. Bajar li ser çiyakî ava bûye. Keleha wê ya kevn, hemû rêyên bajêr bi xwe ve girê dide. Mîrê Kelahan hatiye gotin ji Keleha Mêrdînê re. Di dîrokê de gelek qralan xwestiye wê têxe destê xwe, lê Keleha Mêrdînê rê nedaye wan. Bajar li başûrê kelehê ava bûye. Xanî li du yên din, bi hevûdu ve hatine girêdan. Kevirên wan yê sipî û zer ji bo avakirinê hatine peyde kirin. Bajar, bi ava xwe ya hênik û xwezaya xwe ya balkêş bi navdar e. Bakurê wê cihê bexçe û bostana ye.
Di dîrokê de ji bo bidestxistina bajêr şerên giran çêbûne. Berî çêbûna Mesîh, aramiyan û farisan şerên giran kirine. Demekê Romê li vir mane. Bi hatina îslamiyetê, di dema Omerê kurê Xettap de, hatine bi ser bajêr ve, bajar kontrol kirine. Kurdan di dema Merwaniyan de bajar bi baştirîn şêwe îdare kiriye. Piştre Artukî li vir bi cî bûne. Bajar, bi aqilmendiya Idrîsê Bedlîsî, di dema Selîmxanê kurê Sultan Beyazit de ketiye kontrola Osmanliyan.
$Kronolojiya bajêr$
$Berî Zayînê:$
2000 - 1243, dema Huriyan û Mîtaniyan
1243 - 612, dema Suryanîiyan (aramîyan)
608 - 550, dema Medan
550 - 312, dema Persan
331 - 312, dema Mekodonîyan
$Piştî Zayînê:$
197 - 395, dema Romayiyan
395 - 640, dema Bîzansiyan
640, dema Ereban
990, dema Merwaniyan
1202, dema Eyûbiyan
1515, dema Osmaniyan
1847, serhildana Bedirxanan
$Erdnîgarî$
$Cihê erdnîgarî û sînorên bajêr$
Bajar di nav parelelên 36° 54´ û 37° 47´ bakûr û merîdyenên 39° 55´ û 42° 41´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakûr bi Amedê û Êlihê ve, li rojava bi Rihayê ve, li başûr bi Qamişloyê û Amûdê ve û li rojhilat jî bi Culemêrg û Şirnexê ve tê girêdan.
$Taybetiyên erda bajêr$
Erda herêmê % 52,6 ji çiyan, % 24,6 ji deştan û % 22,8 jî ji platoyan pêk tê. Erda wê 177.200 metre kare ye. Li herêmê genim, ceh, nîsk, nok, pembo, garis û tirî tên çandin
$Avhewa$
Li başûrê herêmê avhewayeke çolî heye, ji lew re jî havînan pir germ û zuha, zivistanan jî sar û li hinek deveran jî hênik derbas dibe. Dîmenek ji Midyadê.
$Çiyayên herêmê$
Çiyayê bilind yê herêmê Cûdî ye (2.114 m). Alam (1.041 m), Ziyaret (1.160 m) û Dibek(1.231 m), Tûrcel û Pozê Bîra.
$Deşt, zozan û gelî$
Deştên Tilermen Qoser, Merdîn û Nisêbînê. Her sê deşt bi hevre girêdayî û di geliya çemê Xabûrê de ne. Dirêjbûna deştan 35 km û firehbûna wan jî 20 km ye.
$Çem û Gol$
Çemê herî mezin ku di nav sînorên bajêr de diherike Çemê Dîcle ye. Buxur, Zergan,Ava Spî, Reşan, Çaçan û Gumuş jî çemên din yên herêmê ne. Gol li herêmê tune ne. Tenê li ser çemê Buxurê ji ber bendava Buxurê golek sûnî çêbûye.
$Babetên heywanan$
Herêm ji alî heywanan ve ne dewlemend e, rovî, kîvroşk û balindeyên kovî kewokê teqle ê Mêrdîn di cîhanêde deng dane.Jî sedî pêncî mirovê Mêrdîn Kewoka xwedi dike.Kewêgozel u kevêsusik cihekî girîng digrin di zinarê Mêrdînde.Her cureyê şahlil û bilbila li ser kelaya Mêrdin hene.Di sala 1998 de keftarik ji alyê neçîrwanên Merdinde hate dîtin û kuştin.Li Dêrka cayêmazî cureyekê teyrêbaz heye ku li cîhanêde tenê li cîyayê Dêrikê turcelê pêde dibi.
$Gelhe û Navçeyên Bajêr$
Mêrdîn (navend) (bi tirkî, Mardin), 172.912
Kerboran (Dargeçit), 27.722
Dêrika Çiyayê Mazî (Derik), 62.175
Qoser (Kızıltepe), 237.694
Şemrex (Mazıdag), 33.930
Midyad (Midyat), 105.952
Nisêbîn (Nusaybin), 113.594
Mehsert, (Ömerli) 14.485
Stewr (Savur), 28.127
Rişmil (Yeşilli), 16.652
Artuklu, 156.660
Tevahî hejmare herêmê (tevî gundan)796.591.
$Aborî$
$Binerd$
Li herêmê fosfat, çîmento û malzemên ji bo tûxla û kiremîdan ji bin erdê dertên.
$Cihên turîstîk, dîrokî û gerê$
Bajar ji ali xwezayê ve ne pir dewlemend e. Tenê şelala çaxçax ji alî gel ve wek ciyêk seyranê tê bikaranîn. Kela Mêrdînê, mizgeftên bajêr, dêr û dêrên herêmê jî ji alî gel û turîstan ve tên serîlêdan kirin.
Germavên Kerboranê, germav (gurmî av) carna 40° germ dibe û ji bo nexweşiyên çerm û romatizma yê baş e.
$Çand û huner$
$Ol û civak$
Mêrdîn ji alî ol û civakê ve bajarekî mozaîk e. Piraniya gelheyê ji misilmanan pêk tê, lê li herêmê xiristiyan û êzidî jî hene. Misilman ji mezhebên henêfî û şafiyan pêk tê. Civaka herêmê jî ji kurdan, ereban, suryaniyan û ermeniyan pêk tê. Bajarê Mêrdîn bi pirçandîbûna xwe tê nasîn. Li wir ereb, kurd, suryanî û ermenî hene. Dêra Zehferanê di sedsala 11. pêve navendî ji petrikên suryaniyan re kiriye. Ji bilî wê, dêrek din bi navê Şehîde Şimûnî heye. Li başurê bajêr dêra Mar Mîxayêl Nasik, û ya Mar Bitris hatine avakirin. Li taxa Şemsiye, dêra Meryema ji Erdemê, pir bedew hatiye lêkirin. Dêrên din ev in: Mar Banham, Mar Tuma, Meryem, Mar Afram, Mar Osyo, Şehit Hurmiz...
Bajarê ziman û ol û çandên cewaz Mêrdînê, ji bo ku cihê xwe di programa Unescoyê ya Mîrasa Cîhanê de bigire, serî li Unescoyê hatibû dayîn. Unescoyê, piştî lêkolînên xwe serîlêdan pejirand. Mêrdînê wek berendam kete rêza cihên parastinê. Piştî ku berendamtî hate pejirandin, belediya bajêr ji bo rêlêgirtina avahiyên bê plan programek ji xwe re çêkir.
$Xwarinên herêmê$
Li herêmê savar û xwarinên ji savarê bêhtir tên xwarin, wekî savara bi darçîn û bacanreşkê. Seleteya hinaran, şorbeya mast, ecîn û kutilkên dagirtî (basmavat, li herêmê ji yên di nav rûn û hêkan de sorkirî re dibêjin irok). Rişte û kibe (hûr û rodîiyên dagirtî) jî ji alî gel ve tê xwarin. Wekî din mirîşka bi gijnîjê birajtî, sembîsek (lehmacunê sergirtî), beloh (xwarineke weke qisirê ye), serûpê û hûrê hîşandî jî di nav xwarinên deverê de ne. Li ber xwarinan, dew tê vexwarin. Li herêmê qehweya tal (mirra) jî xwedî cihekî taybet e.
Arxavk
Biraşka goştê kişandî ya Mêrdînê
Boranîka siyaleyê
Darûziyafe
Deverûn
Ecîn
Keledoşiya masiyê
Kilora şilavkî
Kuftetirş
Kutilka bacanreşkê
Kutilka dîlanê
Meftuneya bacanê
Muhamere
Mêlak bi savarê
Parxana Mêrdînê
Qeyxaneya Mêrdînê
Sembîsek
Sênîkufte
$Kincên heremê$
Keçên ciwan kefiyên rengîn, yên pîr jî yê spî didin serê xwe. Li hinek deveran wekî li Dêrikê jin kitanên dirêj didin serê xwe. Fîstan herî pir li herêmê tê li xwe kirin. Goreyên ji hirî û lastîkên reş di lingan de hene. Xemilandineke taybetî jî li herêmê deq e. Jin deqên şîn li ser rû yan jî destê xwe dikin. Şalwar û entariyên spî û dirêj cilên zilaman yên herêmî ne. Îşlik û êlegên bê yaxe di ser şalwar de tê li xwe kirin. Di serê zilaman de egal an jî çefî heye. Şewqe jî carinan tê bikaranîn. Qondere di lingan de heye.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览38
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://wikiwand.com/ku/ 12-03-2024
相关文件: 1
挂钩项目: 5
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 12-03-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on13-03-2024
此产品最近更新( سارا ک ):12-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览38
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,776
图片 106,208
书籍 19,175
相关文件 96,624
Video 1,329
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!