图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Hemereşîd Xanê Bane ji çekdarek yaxî ve heta jeneralek bi rûmet - beşa 2yem
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Hemereşîd Xanê Bane ji çekdarek yaxî ve heta jeneralek bi rûmet

Hemereşîd Xanê Bane ji çekdarek yaxî ve heta jeneralek bi rûmet
Hemereşîd Xanê Bane ji çekdarek yaxî ve heta jeneralek bi rûmet - beşa 2yem
Leyla Zemanî

Her li serdema ew danûstandinên nûnerên Kurd bi serokatiya Heme Reşîdxanê Bane bi efserên Îngilîzî re, rewşa navçeyên Bane, #Seqiz# û #Merîwan# di berjewendiya Heme Reşîdxan û ew xanên Kurd ên ku pê re bûn hate guherîn. Ji ber lawazbûna desthilata navendî, hêzên leşkerî yên hikûmetê padigan çol kirin û bajarên Bane û Merîwan bi cih hêlan û bi cihê wan hêzên Rûs çûne nav binkeya leşkerî ya Sinê. Ew hêzane ji Seqizê ve ber bi Banê hereket kirin. Lê beriya wê ku Rûs biçine nav Banê ji aliyê xelkê vî bajarî ve hatine pêşwazîkirin. Herçiqas beşeke zêde ji xelkê Sine û Bane ji ber wê ku ji hêzên derve û ji destê hêzên çekdar ên hikûmeta navendî rastî xisareke zêde hatibûn, tûşê kelecaniyê hatibûn. Lê piştî wê ku 14 tromobîl ji serbaz, piledar û fermandên Rûsî çûne nav bajarê Banê û ji aliyê Berojekone ve xwe xistine nav bajar, xelk neçar man xwe bi rewşa nû re biguncînin.
Ji rast ve;
Şêx Ebdulî Xuniyane, Enwer Begê Hemereşîd Xanê Bane, Mecîd Xanê Hemereşîdxanê Bane, Heme Salih Beg!..
Hêzên Rûs bêyî ku êrîşî ser xelkê bikin bi awa2ayekî gelekî parêzgarane ketine nava bajar. Ji aliyê kêmîneyên Cihûyên Banê ve hatine pêşwazîkirin û ji bo wan qurbanî dan. Yekem karê ku Rûsan kirin ew bû ku fermandên leşkerî yên padigana Banê çek kirin. Beşeke zêde ji çekdarên wê derê ji bo Urmiyê veguhastin. Ewa bi wê wateyê bû ku leşkergehên bajarên Bane û yên derdorê ji hêzên leşkerî yên hikûmeta navendî betal kirin. Hêzên leşkerî jî ku ji padiganê hatine derkirin bi zûtirîn dem xwe amade kirin ku her yek ji wan vebigerine bajarên xwe û navçeyên Kurdistanê bi cih bihêlin. Bi vî rengî tenê hêzeke çekdar ku di nav bajarê Bane û bajarên derdor de man, hêzên berevankerên sînor yan candermerî bûn ku hem girûpek kêm bûn û hem çek û teqemenî û hêzên wan ên berevanker di astek gelek kêm de bûn.
Hemereşîd Xan di wê demê de ku dît hem hêzên navendî li bajarê Banê di lawaziyê de ne û hem tevgera Kurdayetî û xwasta serbixweyiya Kurdistanê û daxwazkariyên rewa ên xelkê Kurd berfireh bûye, piştî wê ku bo heyameke zêde li bajarê Mûsilê di bin çavdêrî de bû, wê derfetê bi baş dibîne û tê nav navçeya xwe. Ew tevî birayê xwe “Mihemed Emîr Xan” diçine gundê “Boyêna Xwarê” û digel begzadeyên Banê bo mînak “Ebdulah Xanê Seyran û Mihemedreşîd Beg û Qadirxanê Armirde” pêwedniyê çê dike bo wê ku bo careke din hêzeke bihêz û çekdar çê bike û bi hêzên navendî re rû bi rû bibe.
Jeneral Hemereşîd Xanê Bane û Hemesalih Begê birayê wî bi dûrxistî li bajarê “Rumadiye” sala 1946an
Piştî wê ku Hemreşîd Xan bi kesên cihê bawer û xanên navdar ên herêmê re hevdîtinê dike, ji gundê Terxanava ve peyamekê ji bo serokê padiganê û cendirmeriya Banê re dişîne. Herwiha fîşekekê jî wek diyarî ji wan re dişîne û nîşan dide ku xwe teslîmê wan bikin û eger hêz bi awayekî aştiyane teslîm bibin dê li hev bikin, nexwe dê rastî pirsgirêkan bên. Li ser vê yekê fermandê padiganê û serokê dezgehên vî bajarî bersiva daxwazên Hemereşîd Xan nadin û sivikatiyê pê dikin û nameyekê jê re dişînin. Tevî nameyê ji bo nîşaneya sivikatîkirinê xavikeke jinan jî jê re dişînin. Lewma Hemereşîd Xan biryarê dide ku li hember vê bêhurmetiyê bêdeng nemîne. Her lewma wî û xanên derdora Banê di havîna sala 1941an de êrîşî ser bajarê Banê kirin.
Hemereşîd Xan her bi vî êrîşî dest bi ser bajarê Banê de digire û piştre bajarên Seqiz û Serdeşt jî dikevine destê hêzên Hemereşîd Xanê Bane. Hemereşîd Xanê Bane piştî destbiserdegirtina piraniya van navçeyan, kesên cihê bawer ên xwe destnîşan dike bo wê ku van deveran bi rê ve bibin û herwisa hêzên xwe jî dişîne bajarên Seqiz, Bokan û Başûrê Kurdistanê. Ji aliyek dinê ve jî beşek ji leşkerê xwe ji bo rizgarkirina Merîwanê dişîne.
Ev hêz li hemberî ertêşa Îranê derdikeve û piştre paşekêşeyê dikin. Ev şer û nakokî berdewam dibin heta sala 1945an. Di wê salê de tevgerên nû yên siyasî li navçeyên din ên Kurdistanê yên wekî Mukriyan, Urmiye û Hewşarê dest pê dikin. Tevger bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed bû. Li navçeya Mukriyanê bi pêşengiya Pêşewa Qazî Mihemed tevgerek ku di dîroka Kurdan de bêhempa bû dest pê kir. Wî rêberê mezin Komara Kurdistanê ragihand ku heta niha mezintirîn destkefta siyasî ya Kurdan bûye.
Ji rast ve: Hemereşîd Xanê Banê- Hacî Babeşêx Siyadet (Serokwezîrê Komara Kurdistanê)
Pêşewa hewl da ku aloziyên Kurdistanê bigihîne aramiyê. Di bin navê Hêza Pêşmergê Kurdistanê de hêzên belavbûyî yên Kurdistanê kom bike. Rêkxistinekê di nav karûbarên siyasî û çekdarî de çê bike û her bi wê mebestê piştî damezrandina Komara Kurdistanê ew hêz û şiyanên ku Hemereşîd Xan li heyama serhildana xwe ya di Merîwan, Bane û Seqizê de bi dest xistibû, bi hemû hêza xwe ve xizmetê bi Komara Kurdistanê bike û ji aliyê Pêşewa Qazî Mihemed ve pileya jeneralî pê re tê danê û navçeyên di navbera Bokan û Seqizê de diparêze. Di yanzdeh mehên Komara Kurdistanê de Hemereşîd Xanê Bane xizmetek bê mînak bi Komara Kurdistanê kir û yek ji jeneralên herî navdar ên Komara Kurdistanê bû.
Jeneral Hemereşîd Xanê Bane û jeneral Mihemedhusên Xanê Seyfî Qazî digel komek ji pêşmergên Komara Kurdistanê
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览28
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/ - 05-03-2024
挂钩项目: 2
小组: 文章
Publication date: 13-01-2024 (0 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: 东库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 05-03-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on06-03-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):05-03-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览28
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 517,421
图片 105,714
书籍 19,160
相关文件 96,493
Video 1,307
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.42
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!