ライブラリ ライブラリ
検索

Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!


Search Options





詳細検索      キーボード


検索
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
ツール
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
言語
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
マイアカウント
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
検索 送信 ツール 言語 マイアカウント
詳細検索
ライブラリ
クルド名
出来事の年表
ソース
履歴
ユーザーコレクション
活動
検索ヘルプ?
出版
Video
分類
ランダムアイテム!
送信記事
画像を送信
Survey
あなたのフィードバック
お問い合わせ
我々は情報をどのような必要はない!
規格
利用規約
アイテムの品質
について
Kurdipedia Archivists
私達についての記事!
あなたのウェブサイトにKurdipediaを追加
/追加メールを削除
訪問者統計
アイテムの統計
フォントコンバータ
カレンダーコンバータ
言語やページの方言
キーボード
ハンディリンク
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
サインイン
メンバー!
パスワードを忘れました!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 について
 ランダムアイテム!
 利用規約
 Kurdipedia Archivists
 あなたのフィードバック
 ユーザーコレクション
 出来事の年表
 活動 - Kurdipedia
 ヘルプ
新しいアイテム
統計
記事 519,136
画像 106,670
書籍 19,292
関連ファイル 97,278
Video 1,392
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
KOMKUJIYÊN LI SÊ GELIYÊN ZÎLANÊ
グループ: ライブラリ | 記事言語: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link1
ランキングアイテム
優秀
非常に良い
平均
悪い
悪い
は、私のコレクションに追加
は、この項目についてのあなたのコメントを書く!
アイテム履歴
Metadata
RSS
選択した項目に関連する画像は、Googleで検索!
選択した項目は、Googleで検索!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

DEH KOMKUJÎ LI SÊ GELIYÊN ZÎLANÊ

DEH KOMKUJÎ LI SÊ GELIYÊN ZÎLANÊ
Navê pirtûkê: KOMKUJIYÊN LI SÊ GELIYÊN ZÎLANÊ
Navê nivîskar: #Zeynelabidin Zinar#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stockholm-SWEDEN
Navê çapxaneyê: PENCÎNAR
Sala çapê: 2023

DEH KOMKUJÎ LI SÊ GELIYÊN ZÎLANÊ!
Çendî ku behsa Komkujiya Geliyê Zîlanê dihat bihîztin jî, lê belê Kurdên Bakûr zêde ageh ji wê Komkujiyê nebûn. Tenê çend stran li serê hatine gotin û wekî din nivîs, belge û agahdarî bi dest nediketin.
Lê pîştî sala 2000î hinbihin gotarên bi Zimanê Tirkî li ser Komkujiyê hatine weşandin. Piştê sala 2010 û bi vir ve, êdî gelek gotar û hinek jî filîm, saxma di qada Internetê de jî gelek gotar û vîdeo li serê hatine weşandin. Lê mixabin hema bêje tev bi Zimanê Tirkî bûne.
Ez di dawiya salên 1958-59an de bi Komkujiya Geliyê Zîlanê agehdar bûme. Ji ber ku bavê min li herêma Serhedê Meletî dikir û feqiyên ku li ba wî dixwendin ji gelek herên cuda bûn, di nava wan de hertim behsa rûdanên ku li Kurdan çêbûne dihatin axaftin.
Çendî ku ez tenê li ser Ziman û Çanda Kurdî kar dikim, lê belê hin car ez di lêkolînên xwe de pêrgê tiştên balkêş jî dibim. Îcar bi bêgavî ez li ser hinekê wan radiwestim, dinivîsim û dikim malê mêjûyê. Yek ji wan jî, Komkujiya Geliyê Zîlanê ye:
Roja 21ê Nisana 2016an, ez li navçeya Qeremursela bajarê Îzmitê, bi Ehmed Taştan ê ji gundê Hesenevdalê re (ji eşîra Celaliyan) hevnas bûm. Pêşî min hin peyvên kurdî yên ku li herêma Serhedê têne bikaranîn jê pirsî. Di nava xeberdanê de wî behsa Komkujiyên Geliyên Zîlanê jî kir. Ji ber ku wî ji devê xezûrê xwe Mihê (1915-1990) bi dehê caran bihîztibû, agahdariya wî zêde li ser babetê hebû.
Mihêyê xezûrê Ehmedî, kurê Mîro û biraziyê Qulixan Axa bûye. Ew bi xwe ji kuştinê rizgar bûye, piştre wî birine Girtîgeha Edeneyê û piştî girtîgehê jî wî sirgûnê Tiraqyayê kirine.
Dema Ehmedî got ku komkujî li pir cihan çêbûne, bala min kişand. Êdî suhbeta me kete ser komkujiyan û min pê re çend car hevpeyvîn çêkir.
Rêzdar Ehmed bi dirêjî hem jî bi rijandina stêrkên çavan, dema behsa komkujiyan dikir, min jî dengê wî qeyd dikir û ez gelek car pê re peyivîme. Ji ber ku wî, bi dehê caran Komkujiya Geliyê Zîlanê ji devê xezûrê xwe bihîztibû, herwekî ew bi xwe jî di nava komkujiyê de be wisa bi kelecan û bi rêkûpêk ji min re digot.
Piştre jî ji bo wergirtina agahdariyên zêdetir, min têkelî bi hin kesên ji herêma Geliyê Zîlanê re jî danî.
Gorbihişt Seyda Mele Nîzamedîn Tetwanî gote min:
”Çi dema ku tu bixwazî were ba min, ez ê te bi teqsiya xwe li hemû deverên Geliyê Zîlanê bigerînim. Lê mixabin Seyda Nîzamedîn, bi saxîtî çû nexweşxaneyê û bi navê ”corona”yê bi mirîtî jê derket.
Piştre ez ketim nava Googleyê û bi sedan gotar, wêne û wekî din berhem hatin dîtin. Gelek notên leşkeran ên rojane yên di komkujiyê de jî bi destên min ketin. Herweha min sûd ji gotinên milîsên dewletê, yên rojnamevanên ku li dijê Kurdan nivîsîbûn û yên serbazên leşkeran jî wergirt. Agahdariyên zêdetir û balkêş, ji wan kesên ku xwarin ji leşkeran re dibirin cihê Komkujiyê, bi destên min ketine.
Tirkiye, herêma Geliyê Zîlanê ji 1930 hetanî sala 1953an li Kurdan qedexe kiribûn. Lê belê ew kesên ku ji Efxanistanê anîbûn û li wirê bi cih kiribûn û zeviyên Kurdan dabûne wan, li herêmê serbest kar dikirin. Herweha dewletê çewlikeke mezin jî li wê herêmê çêkiribû û niha jî heye, karmendên wê jî li wirê di avahiyên ku ji wan re hatibûne çêkirin de dijîn.
Bu kurtî ger li ser komkujiyê bêjim, niştecihên 200 gundî, li gelek cihên cuda ji aliyê Leşkerên Tirkiyê ve hatine kuştin. Piştre jî ew 200 gund, bi 80 balafirên cengê hatine şewitandin. Piştî komkujiya Kurdan, leşker îcar li çol û çiyan geriyane û kesên wek şivan, gavan û rêwî dema dîtine jî yekser li wirê kuştine. Leşkerekî gotiye ku revdeya wî li çol û çiya, hezar Kurd kuştine.
Lê dewletê ji bo xwedîkirina pez û dewarên Kurdan ji xwe re, hin şiva û gavanên wan gundan nekuştine û ji wan re pez û dewarên Kurdan xwedî kirine.
Ev pirtûka bi rûpelên xwe hindik lê bi naveroka xwe dagitrî, li gor babetên tê de ji pênc beşan û ji 64 çavkaniyan pêkhtiye.
Dibe ku xwendevan naveroka babetan wek dubare bihesibînin, lê belê heta ku ji min hatiye, min nehiştiye ku dubaretî tê de çêbibe. Lê diyar e ku uslûb û tewrên komkujiya mirovan li her deverê eynî tişt e, kesên ku van rewşa nedîtibe û nebihîztibe, jê re wek dubaretî dê were dîtin.
Bi kurtî li 3 Geliyên Zîlanê, 10 komkujî li Kurdan hatine kirin.
Dema min vê pirtûkê amade dikir, pir car min xwe nedigirt û digiriyam. Xasma jî dema min ew wêneyên ku ji aliyê leşkeran ve hatibûne girtin didîtin, êdî xwarin jî di ber min re nediçû xwarê.
Pirtûka Komkujiyê, ji aliyê Weşanxaneya me PENCÎNAR Weşanxaneya Çanda Kurdî ve hatiye weşandin- Stockholm SWEDEN.
Pirtûk bi mezinatiya 13,5 x 21.5 cm ye.
Tê de 5 beş hene û 160 rûpel e.
Kaxezê navê 80/gr e û yê pirtûkan e.
Bengê wê 300/gr û wêneyê hestiyên komkujiyekê li serê ye.
Bi hêviya ku ev berhem zextê bide ser wijdana mirovatiyê û deriyê komkujiyan li Neteweyê Kurd bêtin radan. 08-11-2023
Zeynelabidin Zinar
[1]

注:この本のためのPDFファイルが利用できない場合は、 Kurdipediaこのファイルを取得するには助けてください! 本を送る
この商品は(Kurmancî - Kurdîy Serû)言語で記述されてきた、元の言語でアイテムを開くには、アイコンをクリックして
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
このアイテムは154表示された回数
HashTag
ソース
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojevakurd.com/ - 21-02-2024
リンクされたアイテム: 26
グループ: ライブラリ
Publication Type: No specified T4 1434
ドキュメントの種類: 元の言語
ブック: 文学
ブック: 履歴
プロヴァンス: Sweden
Technical Metadata
この項目の著作権は、アイテムの所有者によってKurdipediaに発行されました!
アイテムの品質: 89%
89%
は、 ( ئاراس حسۆ 21-02-2024上で追加しました
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 22-02-2024
最近の( ئاراس حسۆ )によって更新この商品: 29-04-2024
URL
この項目はKurdipediaのによると規格はまだ確定されていません!
このアイテムは154表示された回数
Attached files - Version
タイプ Version エディタ名
写真ファイル 1.0.119 KB 21-02-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Actual
ライブラリ
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
01-06-2015
هاوڕێ باخەوان
カワと7にんのむすこたち クルドのおはなし
伝記
レイラ・ザーナ
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
レイラ・ザーナ
ライブラリ
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
17-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタンを訪ねて―トルコに暮らす国なき民
ライブラリ
クルディスタン=多国間植民地
18-10-2013
هاوڕێ باخەوان
クルディスタン=多国間植民地
新しいアイテム
統計
記事 519,136
画像 106,670
書籍 19,292
関連ファイル 97,278
Video 1,392
Kurdipediaはクルド情報の最大の源です!
イメージと説明
カズィ・ムハンマド大統領の処刑

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| お問い合わせ | CSS3 | HTML5

| ページ生成時間:0.375 秒(秒) !