图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,026
图片 106,624
书籍 19,282
相关文件 97,253
Video 1,392
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Keleha Palingan: Ji beriya Îslamê ve heta desthilatdariya Erdelaniyan (1168- 1867)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Keleha Palingan: Ji beriya Îslamê ve heta desthilatdariya Erdelaniyan (1168...

Keleha Palingan: Ji beriya Îslamê ve heta desthilatdariya Erdelaniyan (1168...
Keleha Palingan: Ji beriya Îslamê ve heta desthilatdariya #Erdelan# iyan (1168- 1867)
Hewram Ehmedî

Keleha Palinganê di 750 metriya başûrê rojhilatê gundê Palingan ê (yan bi zaraveyê xelkê xwecihî, Palinan) de hilkeftî ye. Gundê Palingan ser bi parêzgeha Sinê ye û 15 kîlometre ji bajarê Kamêranê dûr e. Ev gunde xwediyê keleheke pîlekanî ye û rê û şaxeyek ji ava çemê Sîrwanê di naverasta gund de derbas dibe. Xelkê vî gundî li ser wê bawerê ne ku ev gunde di berdewamiya dîrokê de çendîn caran hatiye kavilkirin û piştre avedan kirine. Dîroknivîs li ser wê bawerê ne ku Balingan ji tev navçeyên din ên Hewramanê kevntir e û ewa jî vedigere ser hebûna şanwara dîrokî ya kevirnivîsiya Tengîwer û belgenameyên naskirî bi belgeyên Hewramanê ku sala 1905an di şikefteke Tengîwera nêzî Palinganê de hatine peydakirin. Piştî Îslamê dema ku mislimanan êrîşî ser Îranê kirin, ev gunde ji wêranbûnê rizgar nebû. Heta keleha Palinganê ku li derdora gund e, ji aliyê misilmanan ve hatiye dorpêçkirin. Lê tê gotin ku piştî girtina kelehê, wan xelkê vê herêmê neçar nekirin ku Îslamiyetê qebûl bikin, çimkî çend sedsalan piştî wê yekê jî rûniştiyên herêmê bi ola xwe ya ku tê gotin şaxeyekî ola Zerdeştiyê ye bawerî hebûne.
Şûnwarnas li ser wê bawerê ne ku dîroka vê kelehê vedigere bo sedsalên heftem û heştem ên Koçî. Bi nerîna hinekên dinê jî, bermahiyên kelehê vedigere bo serdema beriya Îslamê. Beşeke zêde ya avahiya kelehê hilweşiya ye, lê di nav bermayiyên kelehê de perestgeha agir û pira kevn têne dîtin. Herwisa deriyekî kevirî yê mezin jî hatiye dîtin ku dîroka wê îsbatkerê dîroka beriya Îslamê ya gundê Palingan û kela vî ye. Ji hêla stratejî û leşkerî ve, keleh rast li ser gûpika çiya hatiye çêkirin, ku behsa sîstema berevaniya bihêz a kelehê dike. Di avakirina kelehê de hemû aliyên parastinê hatine berçavgirtin û îmkana çavdêrîkirina tevahiya herêmê hebûye. Bermayiyên odeyên kelehê nîşan didin ku di dema êrîşên dijmin de ji bo xelkê herêmê wekî penahgehekê hatiye bikaranîn.
Li gorî vegotinên dîrokê, keleha Palinganê bo heyamekê cihê nîştecihbûna fermanrewayên Kelhur bûye. Paşê hikûmeta Erdelan dest bi ser vê kelehê de digire û di sala 1168an de ji ber guncawnebûna keşûhewaya keleha Zelm ya Şarezûrê, navenda desthilata xwe bi rêberayetiya Baba Erdelan ji bo Pailnganê vediguhazîne. Li derdora sedsala 10an a Koçî, keleh ji Palinganê ve heta Hesen Avaya Sinê bi navendiya keleha Palinganê ji çiyayên Şaho û tenişt çemê Sîrwanê dibe baregeha sereke ya mîrnişîniya Erdelan. Di rastî de mîrnişîniya Erdelan di serdema paşatiya eşîran de li Rojhilatê Kurdistanê hikûmetek bû ku bo heyama 700 salan (di salên 1168-1867 de) desthilatdariya beşeke zêde ji Rojhilatê Kurdistanê û hevdem hin ji navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê jî kiriye.
Bi giştî, mîrnişîniya Erdelan xwediyê çendîn kelehan bûye, ku wan di demsalên cuda yên salê de wekî beregeha xwe bikar anîne. Ji bo zivistanê keleha Zelmê, ji bo payîzê keleha Merîwanê, ji bo havînê keleha Hesen Ava û ji bo biharê jî keleha Palinganê. Keleha Palinganê ji ber cihê xwe yê stratejîk ve bo heyama çendîn sedsalan wek yek ji kelehên herî girîng û destpêranegihîştî hatiye danîn. Ev cihê stratejîk di qonaxên cuda yên dîrokî de çîrokên cuda bexşiye bi kelehê.
Keleha Palinganê di dawiyê de li ser biryara Şah Sefî (paşayê Sefewî li Îranê) û ji aliyê Silêman Xanê Erdelan ve (ku li şûna bavê xwe Xan Ehmedxan desthilatdarî dikir), hate hilweşandin. Silêman Xan netenê ev keleh, belkî her çar kelehên mîrnişîniya Erdelaniyan (ango Zelm, Palingan, Hesen Ava û Merîwanê) ji nav bir.
Piştî hilweşîna kelehan, bajarê nû yê Sinê di sala 1046ê Koçî de hate avakirin. Ev biryare bi tundî desthilata berevanî û leşkerî ya Erdelanan kêm kir. Di rastî de, hilweşandina kelehan û avakirina bajaran ku bi hêsanî dihatine kontrolkirin, destpêkek ji bo bihêzbûna împratoriya Sefewî li herêmê bû û rêxweşker bû ji bo desthilatdariya navendî ya Îranê bi ser mîrnişînên kurdan de. Mîrnişîniya Erdelan piştî desthilatdariya 700 salan di sala 1867an de hilweşiya. Ev yeka bû bi destpêka peydabûna qewareyeke navendîxwaz di sîstema deshilatdariya Îranê de, ku di dawiyê de bû sedema derketina dewlet-netewe ya Îranê û bindestiya siyasî û çandî ya Rojhilatê Kurdistanê.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览170
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 21-02-2024
挂钩项目: 12
小组: 文章
Publication date: 01-11-2023 (1 年份的)
Publication Type: Born-digital
书: 历史
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 21-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on22-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):22-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览170
Attached files - Version
类型 Version 编者名称
照片文件 1.0.194 KB 21-02-2024 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,026
图片 106,624
书籍 19,282
相关文件 97,253
Video 1,392
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!