图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,078
图片 106,400
书籍 19,241
相关文件 96,852
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Bi Seîd Veroj re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (1913 -1923)
小组: 文章 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bi Seîd Veroj re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bed...

Bi Seîd Veroj re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bed...
Bi #Seîd Veroj# re li ser pirtûka #Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (1913 -1923)# .
Hevpeyvîn: Bahoz Şavata.

BAHOZ ŞAVATA: Ji Bedirxanîyan gelek şexsîyetên navdar hene û her weha li ser wan xebat û lêkolînên girîng jî çebûne, tu di pirtûka xwe ya bi navê Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (1913-1923) de, tenê li ser deh salên xebata her du birayan rawestîyayî. Fikra xebateke weha çawa hat bîra te û ji ber çi te çarçoveya xebata xwe teng kirîye û li ser demeke kurt rawestîyayî?
SEÎD VEROJ: Eger em vê pêvajoyê tenê ji dema tevgera Mîr Bedirxanê (1846) mezin bidin destpêkirin û bigihînin heta Xoybûnê, demeke nêzîkî sed salî, yanî serdemek derdikeve pêşîya me. Di dîrokê de lêkolîna sedsalekê, îdeayek mezin e û ji bo wê, xebatek pirr berfireh divê. Ji ber vê yekê, ez neketime bin barekî weha giran. Ne serdemek, tenê lêkolînek li ser dem û dewreya ber bi dawîya serdema 19an û destpêka serdema 20an bête kirin jî, navê gelek kesayetîyên Bedirxanîyan derdikevin pêşîya me. Li ser vê serdemê, hinek lêkolîn û xebatên hêja çêbûne. Armanca vê pirtûka min; bi awayekî giştî bibîrxistina rola Mihemed Emîn Bedirxan û zarokên wî yên di nav tevgera sîyasî, civakî û kulturî ya Kurdistanê de, bi taybetî jî xebata Celadet û Kamiran Bedirxan a di navbera salên 1913-1923yan de ye. Di nava vê demê de, bi giranî li ser destpêka xebata wan a nivîskarî, rojnamevanî û sîyasî ya di salên 1918-1923an de hatiye sekinîn. Ew xebata wan a di nav rûpelên rojnameya Serbestî, Türkçe İstanbul û Îctîhadê de cih digire bêhtir mijara min e.
Fikreke weha, dema ku ez li ser pirtûka xwe ya Mewlanzade Rifat û Rojnameya Serbestî dixebitîm hate bîra min. Lewra gelek meqaleyên Celadet û Kamiran Bedirxan di nav rûpelên Serbestîyê de hatibûn weşandin. Celadet heman demê edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestî û Kamiran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestîyê bû. Divîya min di nav vê pirtûka navborî de, beşeke taybet ji bo her du birayan veqetanda. Lê vê yekê, ji alîyek ve hecma pirtûkê mezin dikir û ji alîyê din ve jî li ser vê demê (1913-1923) û xebata her du birayan, valayîyek hebû û min dixwest ew valayî bête tijekirin.
B. Ş.: Tu, vê demê wek dema destpêka xebat û nivîskarîya wan pênase dikî. Xusûsiyetên vê demê çi ne û xebatên wan ên bi çi rengî çêbûne?
S. V.: Eger ji beşê duyemîn ê pirsa we dest pê bikim, rewşa giştî ya sîyasî û civakî ya wê demê; di sala 1906an de, piçûk-mezin hemû endamên malbata Bedirxanî careke din ji Stenbolê hatine nefîkirin, di sala 1908an de Meşrûtîyeta Duyemîn pêkhatîye û di encamê de ji bo hemû nefîkirîyên muxalîf û sîyasî efûyek giştî hatîye ragihandin, cemîyetên modern ên Kurd yên wekî Cemîyeta Teawûn û Teraqîya Kurd û Cemîyeta Neşrî Mearîf a Kurd û Cemîyeta Hêvî ya Talebeyên Kurd çêbûne, bi van cemîyetan ve girêdayî an jî serbixwe kovar û rojnameyên wekî Serbestî, Rojnameya Teawûn Teraqî ya Kurdan, kovara Rojî Kurd û Hetawî Kurd hatine çapkirin. Împaratorîya Osmanî li herêma Balqanan têk çûye û her weha digel hêzên îtifaqê tevlî Şerê Giştî yê Cîhanê bûye û di encama şer de têk çûye. Piştî îmzekirina Peymana Mondrosê (30yê Çirîya Pêşîn a 1918an), di dawîya sala 1918an de Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) hatîye damezirandin û komên xebatên cûr bi cûr bi wê ve girêdayî hatine sazkirin û kovar û rojnameyên wekî Jîn, Kurdistan û Serbestî hatine neşirkirin. Her du birayên Bedirxanî di nav vê rewş û bûyerên sîyasî û civakî de gihiştîne.
Heta vê gavê, bi qasî ku ez dizanim, yekemîn nivîsa Celadet Bedirxan, nameya wî ya ji bo rojnameya Serbestîyê ye. Ev nameya Celadet Bedirxan, bi îhtimaleke mezin nivîsa wî ya pêşîn e. Lewra name, di 20ê Sermaweza sala 1908ê de, di hejmara 5an a rojnameya Serbestîyê de hatîye neşirkirin. Celadet di sala 1893an de ji dayik bûye, gava em dîroka jidayikbûna Celadet bînin ber çavan, di vê demê de ew xortekî 15 salî ye.
Ji xeynî vê nameyê ku berhemên nû dernekevin ronahîyê, pirtûka Edirne Sukutûnun İçyüzü [Rastîya Sûkuta Edirneyê], yekemîn berhema hevpar a birayên Caladet û Kamiran Bedirxan e. Ji pirtûka Edirne Sukûtunun İçyüzü xuya dibe ku her du birayên Bedirxanî, di tazeyîya ciwantîya xwe de dest bi nivîsandinê kirine. Dema ev pirtûk hatîye nivîsandin (1913), Celadet Bedirxan bîst salî ye û Kamiran Bedirxan jî hijdeh salî ye.
Çîroka Celadet a bi navê Bobi’nin Hatası [Xeletîya Bobî] jî, di sala 1913an de hatîye nivîsandin, lêbelê di sala 1916an de ji alîyê Çapxaneya Mûdafaa ve hatîye çapkirin. Di heman salê de rîsaleya bi navê Osmanlı Teyyâreciliğinin İlk Şehitleri İçin Hükümetten Rica [Tika ye ji bo Şehîdên Sereke yên Balafirvanîya Osmanî], ji alîyê Celadet û Kamiran ve hatîye nivîsandin. Tanin-i Herb; ji alîyê Kamiran Bedirxan ve di salên şerê Balqanan de, di sala 1912-13an de hatiye nivîsandin, 1916an de jî di Çapxaneya Yenî Osmanlî de hatîye çapkirin ku di naveroka wê de, helbestên ku cesaret û moralê bidin orduyê û pesnê Îslam, Xîlafet û Osmanîyetîyê bidin hene.
Ev berhemên navborî hemû bi tirkîya Osmanî hatine nivîsandin. Dema em bala xwe bidin nivîs û naveroka van pirtûkên wan ên navborî, weha dîyar dibe ku her du birayên Bedirxanî, wê demê di bin tesîra fikra Îslamîparêzî û Osmanîparêzî de bûne. Dema Şerê Giştî yê Cîhanê dest pê kirîye, her du birayên Bedirxanî wek zabitê îhtiyatê tevlî şer bûne û di pêvajoya şer de rastî gelek bûyerên tirş û tehl hatine. Piştî bidawîhatina Şerê Giştî yê Cîhanê û îmzekirina agirbestê, ew jî wekî hemû zabit û serbazên li cepheyê, vedigerin Stenbolê li nik malbata xwe. Di fikr û têgihîştina wan de jî gelek guhartin çêdibe. Di vê pêvajoyê de ji alîyê fehma sîyasî û rewşenbîrî ve, şexsîyetên ku pirr zêde tesîr li ser her du birayên Bedirxanî kirine, Abdullah Cevdet û Mewlanzade Rifat in. Ji alîyê guherîn, gihîştina fikra sîyasî û rêxistinî ve, vê demê bandoreke pir girîng li ser wan kirîye. Ev guherîn, ji alîyê Kamiran Bedirxan ve weha hatîye nivîsandin: “Me wisa pê bawer dikir û vê bawerîyê (panîslamîzm û parastina îtihadê Osmanî) jî tesellî [dilaramî] dida me; ku lijneyeke me ya çapemenîyê heye, bi rastî jî muqtedîr e û muqtedîrê jihevkirina heq û heqîqetê ye, tiştê kêrhatî û nekêrhatî ye. Lê hezar şerm û mixabin, em têgehîştin ku em bi awayekî pirr dilşewat hatine xapandin.” Ji vê têgihîştin û guhartinê şûn ve, êdî birayên Bedirxanî bi awayekî çalak ji bo pêşxistina tevgera sîyasî-neteweyî û çapemenîya Kurd kar kirine.
B. Ş.: Tu, di pirtûka xwe de dibêjî piştî îmzekirina agirbestê, yekemîn rêxistina Kurd ji alîyê Mewlanzade Rifat û Mihemed Emîn Bedirxan ve hatîye damezirandin, CTK piştî wê hatîye damezrandin. Ji kerema xwe re dikarî hinek behsa vê pêvajoyê bikî?
S. V.: Belê, Peymana Mondrosê (30ê Çirîya Pêşîn a 1918) ji bo hemû Dewleta Osmanî û bi taybetî jî ji bo milletê Kurd rewşeke nû anîbû meydanê. Di vê rewşa nû de; li ser navê Kurdan rêxistinên nû hatin damezirandin, kovar û rojnameyên nû hatin weşandin. Pêşîyê bi serokatîya Mewlanzade Rifat, Radikal Avam Fırkası (Partîya Radîkal a Gel] hate damezirandin û Mihemed Emîn Begê bavê Sureyya, Celadet û Kamiran jî damezirîner û serkirdeyê vê partîyê bû. Piştî ku CTK hate avakirin, li ser daxwaz û hewldana Seyîd Ebdilqadirê lawê Şêx Ubeydulahê Nehrî, Partîya Radîkal a Gel û rêveberên wê jî tevlî CTKê bûn. Mewlanzade Rifat bû endamê navendî yê CTKê, Mihemed Emîn Beg jî bû cîgirê serokê CTKê.
Ji pêkhatina agirbestê şûn ve, Mewlanzade Rifat careke din dest bi weşandina Serbestîyê kirîye. Di vê xebata min de, ev pêvajoya weşana Serbestîyê, bi navê dewra sêyemîn a Serbestîyê hatîye pênasekirin. Di vê dewrê de Serbestî, girêdayî Cemîyeta Tealîya Kurdistanê hatîye çapkirin. Her du lawên Mihemed Emîn Bedirxan jî di nav xebata Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTKê) de bûn. Di pêşxistina vê xebatê de Mihemed Emîn Bedirxan û zarokên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran Bedirxan jî ciyê xwe digirin û dikevin bin barê mesûliyetîyên girîng.
B. Ş.: Wê demê, di ji nû ve çap­kirina rojnameya Ser­bestî de, peywir û mesû­lîyetîya her du birayên Bedirxanî çi bû û çarçoveya polîtîkaya weşana Serbestîyê li ser kîjan esasan bû?
S. V.: Her du birayên Bedirxanî, di vê demê de tevî karê rêxistinî û sîyasî, karê nivîsandinê jî digihînin qonaxeke nû û di Serbestîya Mewlanzade Rifat de dest bi karê rojnamevanîyê dikin. Wê demê Celadet û Kamiran, jîyana xwe ya aborî jî bi karê rojnamevanîyê derbas kirine.
“Celadet Bedirxan, edîtorê alîkar ê rojnameya Serbestîyê bû” û Kamiran jî nivîskarê berdewamî yê Serbestîyê bû. Xwedîyê îmtiyazê yê rojnameya Serbestîyê M. Rifat jî endamekî aktîf û navendî yê CTKê bû. Weşana rojnameya Serbestîyê jî, piştî Şerê Giştî gehiştîye statûyeke nû. Ji vê demê şûn ve Serbestî, wek neşrîyateke Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTKê) weşana xwe domandîye. Abdurrehîm Rehmîyê Hekarî di nivîsa xwe ya bi navê “Kurd û Kurdistan” de, der heqê vê têkilîyê de weha dibêje: “Rojnameya Serbestî, Jîn û Kurdistan ji bo parastina hiqûqa me ya mîllî hatine texsîskirin. Divê mutleqe li her cîyê Kurdistanê bi berdewamî bêne belavkirin, temînkirin û bi dîqet bêne mutaleakirin.” Ji van agahdarîyan jî tête fêmkirin ku Serbestî, piştî damezirandina CTKê, wek weşaneke rojane ya cemîyetê hatîye neşirkirin. Di nav rûpelên berdest ên Serbestîyê de, li ser navê Celadet Bedirxan heft (7) meqale û li ser navê Kamiran Bedirxan jî panzdeh (15) meqale hatine belavkirin. Di dewra sêyemîn û dema agirbestê de polîtîkaya weşana Serbestîyê, li ser du bingehan hatîye avakirin; a yekem, propaganda û belavkirina fikr û polîtîkayên CTKê bû û ya duyem jî, li ser esasên muxalefeteke dijwar a li hemberî bermayên Îtihad-Teraqî û Heyeta Temsîlîye ya Mistefa Kemal bû.
B. Ş.: Têkilî û xebata wan a di nav Cemîyeta Tealîya Kurdistanê û Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîyeya Kurd çi bû?
S. V.: Bi giştî gelek endamên malbata Bedirxanîyan û bi taybetî jî Mihemed Emîn Bedirxan û zarokên xwe; Sureyya, Celadet û Kamiran di pêvajoya pêşkevtina fikra neteweyî û tevgera rizgarîya Kurdistanê de xwedî ked û roleke pirr girîng in. Mihemed Emîn Bedirxan, Serokê Duyemîn ê Cemîyeta Tealîya Kurdistanê (CTK) bû û herweha lawên wî Sureyya, Celadet û Kamiran jî endamên vê Cemîyetê bûn. Piştî ku CTK, ji ber fikrên otonomîparêzî û serxwe­bûn­parêzîyê parçe bû, alîyê serxwebûnxwaz di bin serokatîya Mihemed Emîn Bedirxan de Cemîyeta Teşkîlatê Îctimaîyeya Kurd (CTÎK) damezrandin. Birayên Badirxanî jî bi tevî bavê xwe di nav rêza serxwebûnxwazan de cî girtin. Xebat û xizmeta wan a ji bo neteweya Kurd heta dawîya jîyana wan berdewam kirîye.
Di vê pirtûkê de, min tenê behsa deh salên xebata wan kirîye, Dema em ev deh salên (1913-1923) destpêka xebata nivîskarî û sîyasî ya her du birayên Bedirxanî lêbikolin, divê em van deh salan bi ser du dewreyan ve dabeş bikin. Dewreya yekemîn, ji salên 1912-13an bigire hetanî dawîya Şerê Giştî yê Cîhanê dom dike; pirranî û giranîya xebatên wan ên vê demê, di çarçoveya fehma “îtihadê osmanî” û “umetparêzî” de li ser kultur û edebîyatê ye. Dewreya duyemîn, ji rawestandina Şerê Giştî yê Cîhanê şûn ve û bi damezirandina Cemîyeta Tealîya Kurdistanê dest pê dike û hetanî derçûna ji Stenbolê dom dike; giranîya nivîsandina xebata vê demê jî li ser karê rêxistinî û sîyasî ye. Hemû berhem û nivîsên wan ên vê demê, bi zimanê osmanî hatine nivîsandin.
Wan di tavayîya jîyana xwe de ji alîyê xebata sîyasî, rêxistinî, çapemenî, kulturî û dîplomasîyê ve gelek xizmetên mezin ji bo neteweya Kurd kirine. Ji destpêkê ve hetanî dawî, bi awayekî berfireh ronîkirin û dîyarkirina xebatên wan ên li ser babetên cûr bi cûr, di hevpeyvînekê wisa de ne mimkun e. Pirtûka min a bi navê Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan (Ji aliyê xebata sîyasî û çapemenîyê ve) 1913-1923, berhema beşeke xebata wan a deh salên di dewra dawî ya Împeratorîya Osmanî de ye. Bi cildan pirtûkên wisa bêne nivîsandin jî têra nasandina ked û xebata wan nake, belkî xebateke bi navê ansîklopedîya Bedirxanîyan karibe bibe bersiva danasîna kar û xebata wan a di nav tevgera neteweyî ya Kurd de.
B. Ş.: Ewan çi wext û ji ber çi terka bajarê Stenbolê kirine?
S. V.: Stenbola paytexta Împeratorîya Osmanî, di 5ê Çirîya Pêşî ya sala 1922an de ket bin kontrola Tevgera Kemalîst û hikumeta Enqereyê. Piştî ku di serî de bajarê Stenbolê û ciyên din yek bi yek ketin bin bandora hêza Mistefa Kemal û hevalên wî, gelek muxalifên wê demê mecbûr man ku terka Stenbol û bajarên din bikin. Wekî gelek sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, di dawîya salên 1922an de, ji alîyê rêvebirên komarê ve “Ji bo Mihemed Emîn Bedirxan û sê lawên wî; Sureyya, Celadet û Kamiran jî cezayê îdamê hatibû birrîn. Vê biryarê, wan bêgav kir ku terka Stenbolê bikin. Pêşiyê Mihemed Emîn Beg ji ber nexweşîya xwe çûbû Misrê, paşê jî her du birayên Bedirxanî; Celadet û Kamiran, di roja çarşema 27ê Îlona 1922an de bi keştîyekê bendera Stenbolê terk kirin û berê xwe dan Qehîreya Misrê û ji wir jî çûne Almanyayê.
B. Ş.: Sipas ji bo vê hevpeyvîn û xebata te ya hêja.
S. V.: Ji bo amadekirina vê dosyaya hêja ya li ser Bedirxanîyan, ji bo cenabê te û kovara Kürt Tarihi jî sipas dikim û di xebata we de serkevtinê dixwazim.
[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览192
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurttarihidergisi.com/ 06-02-2024
挂钩项目: 4
小组: 文章
Publication date: 01-12-2016 (8 年份的)
Publication Type: Born-digital
城市: Istanbul
文件类型: 原文
普罗旺斯: Kurdistan
普罗旺斯: 土耳其
普罗旺斯: 北库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ڕاپەر عوسمان عوزێری 06-02-2024
本文已被审查并发布( زریان سەرچناری )on07-02-2024
此产品最近更新( ڕاپەر عوسمان عوزێری ):06-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览192
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,078
图片 106,400
书籍 19,241
相关文件 96,852
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!