图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,988
图片 106,397
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (266): Mirina temenmezinekê ji qehra re, girtinine bêsûcane, “Ebû Welîd El’ize” werza/mûsima “Kotana
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (266): Mirina temenmezinekê ji qehra re, girtin...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (266): Mirina temenmezinekê ji qehra re, girtin...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (266): Mirina temenmezinekê ji qehra re, girtinine bêsûcane, “Ebû Welîd El’ize” werza/mûsima “Kotana” talan dike, destdanîneke fere û berevajîkirinin avakirinê li Bajarê Efrînê, şewtandina daristanekê li “Gazê”

Di durveyê de, giştînamak “Şalyariya/Wezareta Berevaniyê li ba Hikometa Sûrî ya Demkî” li destpêka werza zeytûna ya îsal -li gor jêderine ragîhandinî yen xwecihî- ji “pêkhateyên pê ve girêdayî” daxwaz kir ku hêsankirinan ji bo berefkirina berhema zeytûna ji cotariyan re pêşkêş bikin, û yekcar wergirtina baceyên pereyî yan şênberî ji werza zeytûna -di bin çi navî de be- qedexe kir, û herweha jî “Fehîm Îse serkêşê Feyleqa Diwem – Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” naveroka giştînamê gîhand ên bi xwe ve girêdayî da ku pêgiriyê/pabendiyê pê bikin û yê pê neke jî dê bikeve bin “lêpirsîna zagonî/yasayî”; Lê, tiştê li ser erdê çêbûye/pêk hatiye pîstirî werzên berê bû, ji dizînên fere ve bigir, ta şelandin û berdewamiya destdanînê li ser milyonan darên zeytûnê û ferzkirina vêrgiyên bilind.
“Giştînama “Fehîm Îse” bi taybetmendiya werza zeytûna, 9.10.2023. Z.”
Ev jî hin bûneyên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Mirina jineke temenmezin ji qehra re:
“Temenmezina Kurd a ji kerba re mirî “Melek Xelîl Îbo”, û oxirkirina terma wê di mala wê ya desteserkirî de, li Gundê “Elîcaro” – N. Bilbilê.”
Li 6.11.2023an. Z, temenmezina Kurd “Melek Xelîl Îbo /63/sal” – jinebiya Dilovanber “Menan Hisên Ibrahîm” ji qehra re mir, di nexweşxaneyeke Efrînê de, piştî heftakê ji birina wê bo dermankirinê; Ji ber ku sekna mejî vê re çêbû, piştî êrişa “Esmer” – yek ji serkêşên Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” li ser, kişandina çekan di rûyê wê de, gefdana wê li nav zeviyê zeytûna yê malbata wê û qedexekirina wê û karkiran ji berdewamkirina kar, bi behaneya berefkirina wê ji zeytûna re bê erêkirina wî.
Û “Esmer” razî nedibû ku mala wê li Gundê “Elîcaro” – Navça Bilbilê radestê bike, di navboriya salekê ji vegera wê ji ciyê derbideriyê – Heleb/Havîna 2022an. Z, bi ser daxwazkirinên li dû hev re, û neçarbûna rûniştina wê di mala birayê xwe de.
“Ê bi “Esmer” tê navkirin, yek ji serkêşên “Siqor El’şemal” û berpirsiyarê G. “Elîcaro” – N. Bilbilê.”
Û terma wê jî, di bin çavdêriya yê ku zordarî lê kiriye re, derbasî hewşa mala wê bû da ku xatirxastina dawiyê lê were kirin, li dema oxirkirina wê ya dawiyê.
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Li 1.11.2023an. Z, Xort “Dîko Reşîd Xelîl /25/sal” ji xelkê Gundê “Qirigolê” – Navça Bilbilê, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê ve, li Bajarê Efrînê, bê ku em kanibin tuhmetên wî bi dest bixînin.
– Li 5.11.2023an. Z, Hemwelatî “Menan Samî Oso /38/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta li B. Efrînê, piştî vegera wî ji aliyê penaberiyê – Heleb bo herêma xwe bi rengekî yekser, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 6.11.2023an. Z, Hemwelatî “Ehmed Reşîd Çawîş /47/sal, Silêman Elî Çawîş /68/sal” ji xelkê G. “Gemrûkê”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta”, bi tuhmeta têkildariyê bi (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ne.
= Werza zeytûna:
– Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” (yên ku “Fehîm Îse – yê Turkman û ji Gundê Girê Eşqê/Til El’hewa yê nêzîk Bajaroka Çobanbegê/El’ra’î li Herêma Babê Bakurê Heleb”) dest dîdinin ser bi sedhezaran darên zeytûnê (yên nişteciyên Kurd ên resen ên zorane koçberbûyî yan jî ne li wir), bi taybetî jî li herdu Navçeyên “Şera û Bilbilê”; Bi ser de jî ferzkirina vêrgiyên bilind bi riya berpirsiyarê nivîsgeha wan a abortiyê “Ednan Xuweylêd ê bi Ebû Welîd El’ize tê navdan” li N. Bilbilê, yê ku îsal werza bi hezaran darên zeytûnê li Gundê “Kotana” bi zorê biriye, jê: “/100/dar ên Ehmed Reşo Xelo ê zorane koçberbûyî, /80/dar ên Ehmed Henan Çolaq ê zorane koçberbûyî, /450/dar ên zaroyên Dilovanber Ebid El’rehman Mistefa Horî yên zorane koçberbûyî, /300/dar ên Hisên Mihemed Şêxo yê ji şeş heyvan ve vegeriye gundê xwe, /500/dar ên zaroyên Dilovanber Îso Ehmed Me’imûş ên zorane koçberbûyî, /1000/dar ên Hesen Seydo Bîlal ê zorane koçberbûyî, /800/dar ên Nezmî Îbo yê zorane koçberbûyî”, bi ser xizmet û lêçûna du salan de; Weha rêbendên “El’sultan Mûrad” çiwalin zeytûna (her yek dora 85 KG) bi zorê ji barekî ku di ber re derbas dibe distînin.
“”Fehîm Îse” serkêşê “Feyleqa Diwem – Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” digel “Hisên Hemadê – Şalyarê Bergiriyê li ba Hikometa Sûrî ya Demkî” û weha jî ligel “Dewlet Bahçelî – serokê Tevgera Netewî li Turkiyê”.”
“”Ednan Xuweylêd/Ebû Welîd El’ize” – berpirsiyarê nivîsgeha abortiyê a Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad”.”
– Li Gundê “Dumiliya” – Navça Reco, “Ûsame Rehal/Ebû Hesen Obame – cîgirê serkêşê Milîseyên Lîwa’i 112” werza dora /200/darî zeytûnê yên zaroyên Dilovanber “Bekir Mûse” yên zorane koçberbûyî bi zorê stand, bi ser xizmet û lêçûnên ku rêdankerên/wekîlên wan kirine, di navboriya du salan de.
= Avahî/avakirin li Bajarê Efrînê”:
Piştî desteserkirina Artêşa Turkiyê û Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ji Bajarê Efrînê re li Avdara 2018an. Z, û bi ser de herikandina anîndeyan ji parêzgehine din en Sûrî, dest hate danîn ser dora 70% ji mal û dîkanên wê, û li salên dû re ji nû ve avahî û hin avahî binevahiyên giştî yên nû hatin avakirin, vê re jî gelek berevajîkirin û rêderketin û binpêkirin ji zagonên avakirinê re hatin kirin, emê jê van bi bîr wînin:
– 70% ji avahiyên nû bê rêdankên yasayî yên li ba encûmena xwecihî hatin avakirin, yanê tenê bi erêkirina nivîsgehên milîseyan -her yek di çarçewa bandoriya xwe de- û piştî wergirtina vêrgiyên diravî yên mezin; Yanê xwediyê avahiyê kane pêgiriyê bi pilana rêxistinî ya bajêr neke, û şert û mercan (şênberên avakirinê, rûber, hejmara qatan û yên din) bide berevajîkirin û cih nîne, û herwaha jî tu xwendinê ji erdhejê re çêneke û cîbicî neke.
“Avahiyek li dor navenda çandî li B. Efrînê, ji ber erdhejê ziyan dîtiye û ji rûniştinê re nabe, bi sedema avakirina du qatên din li ser ji aliyê serkêşekî Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” ve – ji raporeke wênekirî ya ragîhandvan “Ela’i Yûnês”, li Reşmeha 2023. Z.”
– Nivîsgeha kontirolkirina avakirinê ya şaredariyê li ba encûmena xwecihî kontirolan di dermafê hemî berevajiyan de dide orgenîzîkirin û ji “aliyên ewleyî/asayî û dadwerî yên taybet re” dişîne, lê bê sûd dimînin, ji ber ku li orta bandoriya serkêşên milîseyan û hukumdariya wan dikevin, ji bilî ên berevajî zagonê çûne û ne di bin parastina milîseyan de.
– Xwediyê avahiya ku hemî şert û merc û rêdanka zagonî pêk anîne, bi riya odeya endezyaran û encûmena xwecihî, ji ferzkirina vêrgiyeke diravî ji aliyê milîseyan -her yek di çarçewa xwe de- nafilite.
– Gelek dîkan û çêgeh li ser asta qateke tenê hatin avakirin, ji serkêşên milîseyan re, li ser perçerdên nişteciyên resen bê erêkirina wan an dandina nirxa wê.
– Hin perçemal ji serkêşên milîseyan re hatin avakirin, li ser avahiyên berê, weke berevajîkirin ji mafê arzîkirinê û hejamara qatan û mercên sazkeriyê re.
– Avakirina hejmarek ji mizgeftan li ser perçerdên arziyên taybet ên nişteciyên resen, bê ku tiştek li şûne ji xwediyan re were dandin.
= Şewtandina daristanan:
“Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên/tîmên wê hin agir vemirandin, li ihraca “Girê Gazê/Tilxazî”, li rojên 3-4-5/11/2023an. Z û li 7.11.2023an. Z jî, û li gor jêdereke xwecihî îhrac li “Sirta Dirêj” li Çiyayê “Mixtar Cemîl Mihemed” li Gundê “Gazê” – Rojavayê Bajarê Efrînê dikeve, rûbera wê dora /8/hiktara ye, ew ji aliyê çekdarên Milîseyên “Firqit El’hemzat” ve ji bo êzingkirin û bazirganiyê hate şewtandin, û şewtandin mebestkirî bû, da ku li ser piroseyên qutkirinê bêne nixumandin û veşartin, ên ku di wêneyên berevaniya sivîl ên belavkirî de bi zelalî diyar dibin.
“Pêxistina agiran bi îhraca G. “Gazê/Til’xazî”, û kokên darên qutkirî bi zelalî diyar dibin.”
Derxistina wê giştînamê bixwe lêmikûrhatuneke guncawî ye ku erzaqên/werzên nişteciyên resen -bi taybetî werza zeytûna- rastî/tûşî bendkirin û talanan dibin, vêca çawa û li kû û kengî lêpirsîn û cezakirina dizan (ji endam û serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî”) û berpirsiyarên wan dê werin kirin, an jî rêgirek ji wan binpêkirinan re dê were danîn?!
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览232
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 12-11-2023 (1 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on05-02-2024
此产品最近更新( ئاراس حسۆ ):05-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览232
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,988
图片 106,397
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!