Bibliotek Bibliotek
Søk

Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!


Search Options





Avansert søk      Keyboard


Søk
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Verktøy
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Språk
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Min konto
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
Søk Send Verktøy Språk Min konto
Avansert søk
Bibliotek
Kurdiske navn
Kronologi av hendelser
Kilder
History
Bruker samlinger
Aktiviteter
Søk Hjelp?
Publication
Video
Classifications
Tilfeldig element!
Send artikkel
Send bilde
Survey
Dine tilbakemeldinger
Kontakt
Hva slags informasjon trenger vi!
Standards
Vilkår for bruk
Element Kvalitet
Om
Kurdipedia Archivists
Artikler om oss!
Legg Kurdipedia til ditt nettsted
Legg til / Slett e-post
Besøkende statistikk
Element statistikk
Fonts Converter
Kalendere Converter
Språk og dialekter av sidene
Keyboard
Hendige lenker
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Logg inn
Medlemskap!
Glemt passordet ditt!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 Om
 Tilfeldig element!
 Vilkår for bruk
 Kurdipedia Archivists
 Dine tilbakemeldinger
 Bruker samlinger
 Kronologi av hendelser
 Aktiviteter - Kurdipedia
 Hjelp
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,860
Bilder 106,092
Bøker 19,349
Relaterte filer 97,413
Video 1,398
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) il...
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-...
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-k...
Bibliotek
Det som var vanskelig å lev...
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (265): “Ebû Emşe” talankirina werza/mûsima zeytûna berdewam dike, dizîn û vêrgî, girtinine bêsûcane
Gruppe: Dokumenter | Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Ranking element
Utmerket
Veldig bra
Gjennomsnittlig
Dårlig
Dårlig
Legg til i mine samlinger
Skriv din kommentar om dette elementet!
Elementer historie
Metadata
RSS
Søk i Google etter bilder relatert til det valgte elementet!
Søk i Google for valgt element!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (265): “Ebû Emşe” talankirina werza/mûsima zeyt...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (265): “Ebû Emşe” talankirina werza/mûsima zeyt...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (265): “Ebû Emşe” talankirina werza/mûsima zeytûna berdewam dike, dizîn û vêrgî, girtinine bêsûcane, dijatiyek li ser temenmezinekî û kurê wî

Li hember bûyer û heyînên talankirin û dizîna werza zeytûna li Efrînê (jêdera serekîn ya jiyankirina xelkê herêmê), hemî daxuyanên berpirsiyarên Hemahengiya Sûrî – Ixwanî û hikometa wê ya demkî li ser başkirina rewşan û parastina malmewdanan, û herweha jî galgalên Serok “Erdoxan” û taximê/tîma destlatdariya wî li ser “herêmeke aram” dicersînin û riswa dikin, û girseya gendeliya mezin ya di nav refên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de açiq dibe.
Ev jî hin heyîn û bûyerên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Werza zeytûna:
Ji bo dizînê û wergirtina rêjeyeke bêtir ji werzê, lihevkirineke pêşinde di navbera piraniya serkêşên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” de heye, û weha jî li ser dorpêçkirina guvaştina berhema zeviyên zeytûna yên di bin desteseriya her milîseyekê de, li guvêşgehên di çarçewa her yekê de, û li hin gundan guvaştin di guvêşgehên taybet bi wan ve, tê neçarkirin.
Herweha jî jêderine xwecihî ev binpêkirin tekez kirin:
– Li Bajaroka “Şiyê” û piraniya gundên pêve girêdayî û Gundên “Aşkê Xerbî, Merwaniyê Jêrin û Jorin, Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” vêrgiya 5% li ser tevahiya berhema zeytê ji malmewdanên hemwelatiyên li wir û yên ne li wir di her guvêşgehekê de ferz dikin, û nûnerên wan yekser rêjeya xwe qut dikin, digel wê jî tibabên zêtê yên biçûk ku ji ber pîvandinê dimînin ji xwe re dibin; Û herweha wan xelk bi ferzkirina vêrgiyine bi Dolaran li ser her dareke zeytûnê di pêşerojê de agahdar dikirin.
– Li Bajaroka “Mabeta”, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – Mihemed El’casêm/Ebû Emşe”, vêrgiya 5% li ser berhema zêtê ji tevahiya werza hemwelatiyên li wir û ne li wir ferz dikin, û nûnerê wan li hundir guvêşgehê di cî de rêjeya xwe ji pêş parzûnekê qut dike, di gel wê jî tibabên zêtê yên biçûk û ji ber pîvandinê dimînin diqoprîne; Û xelk bi ferzkirina vêrgiya /3.5/ Dolar li ser her dareke zeytûnê yên hemwelatiyên ne li wir agahdar kirin.
– Li Navça Şiyê /15/ kesan ji anîndeyên “Êla Cemlan” berhema dora /50/darî zeytûnê yên “Îmad Reşîd Hemo” ji Gundê “Çeqelê Jêrin”, û dora /20/an ên “Elî Betal Mistefa” û dora /15/ daran ên “Mihemed Mihemed Mistefa” û dora /25/daran ên “Xelîl Reşîd Mistefa” ji G. “Çeqelê Ortê” çinîn û dizîn.
– Li Gundê Erendê, Milîseyên “El’emşat” vêrgiyek bi rêjeya 5% li ser tevahiya berhema zêtê ferz kir, û weha (/1/Dolar li ser her dareke deştê, /1/Dolar li ser her çar darên çiyayî) ji malmewdanên hemwelatiyên li wir mane, û weha jî (/20/Dolar li ser her dareke deştê, û /3.5/Dolar li ser her dareke çiyayî) ji malmewdanên ên ne li wir.
– Li Gundê “Sînka” – Navça Şera, Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê” vêrgiyeke bi rêjeya 35% li ser berhema zeviyên zeytûna ên hemwelatiyên ne li wir, û 12% li ser berhema zeytûna yên hemwelatiyên li wir ji xelkê gund ferz dikin.
– Li Bajaroka “Meydankê” ya ku Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm/Firqit El’sultan Mûrad, Rîcal El’herb, Feyleq El’şam, Ceyş El’nuxbe, Firqit El’hemzat” di desteserkirina wê de pişikdar in, û bi ser lawazbûna werza zeytûna de, giropeke mezin ji çekdaran û hin nêzîk jê ve berhema zeytûna bi şev diçinin û didizin, û di dema ku ew milîs bi derewîn dibêjin ew zeviyan dipên, vêrgiyên bilind ferz dikin.
– Li Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê, Milîseyên “Feyleq El’mecid” ên ku “Eşref Emorî – Ebû Ezher” serkêsiya wan dike, rabûn tevahiya berhema /200/darî zeytûnê yên herdu biran “Xelîl û Şêxo Bilo” (yên zorane koçberkirî) dizîn, bi ser ku herdu biran rêdank dane birayê xwe yê li gund dimîne; Herweha ew milîs /100-200/Pereyên Turk ji xwediyê her zeviyeke zeytûna bi behaneya payandinê werdigirin; Weha jî Milîseyên “Lîwa’i El’mu’itesêm/Firqit El’sultan Mûrad” vêrgiya /25/teneke zêtê zeytûna (16 K.G sade) li ser berhema du zeviyên herdu biran “Bilo” -li nêzîk Gundê “Kurzêlê” yê hevcîwar- ferz kirin.
– Li Bajaroka “Kefirsefrê” – Navça Cindirêsê, Milîseyên “Lîwa’i Semereqend” hemî rêdank/wekalet qedexe kirin, û vêrgiyeke /3-3.5/Dolaran li ser her dareke zeytûnê ye çiyayî û girtî û /20/ jî li ser her dareke deştî û girtî ferz dikin, bi ser de jî destdanîna li ser bêtirî /20/hezar dar ji malmewdanên bajarokê ji bêtirî pênc salan ve.
– Li Bajaroka “Bilbilê” Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” berhema dora /150/ darî zeytûnê yên hemwelatiyê zorane koçberkirî “Mistefa Ereb”, û weha jî berhema dora /100/darî yên herdu birayên wî yên li gund beref kirin û dizîn.
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Ji dema ku ji ciyê derbideriyê – Heleb vegeriye gundê xwe ji berî sê heyvan ve, cara sisiyê Hemwelatî “Farês Mihemed Reşîd /32/sal” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Mabeta” ve, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (R.X) a berê re, û bo Navenda Efrînê hate şandin û ta niha di bin girtina bêsûcane de ye.
– Ji dora heyvekê ve û bêtirî carekê, keçik “Sultanê Semîr Ebdo /25/sal” ji xelkê Gundê “Baflûnê” – Navça Şera, piştî vegera wê ji ciyê penaberiyê – Bajarê Heleb bo herêma xwe, bi behaneya têkildariya bavê wê -yê ji dora şeş heyvan ve mirî- bi (R.X) a berê re, ta ku bo Navenda Efrînê hate guhestin, û ta niha bêsûcane girtî ye.
– Li 10.10.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Ebdo Hec Reşîd /53/sal” ji xelkê Gundê “Elemdara” – Navça Reco, ji aliyê Asayêşa Turkî ve, li Herêma “Edirnê”, piştî ku wî bi mebesta derbasbûna Ewropa berê xwe da wir, û piştî bendkirina bêsûcane bêtirî /20/rojan, bi rengekî zorane bo Efrînê hate derkirin.
– Li 31.10.2023an. Z, Hemwelatî “Xelîl Hesen /38/sal” ji xelkê Bajaroka “Kefirsefrê” – N. Cindirêsê, li Bajarê Istanbûlê, bi tuhmeta têkildariyê bi Partiyên Kurdî re, ji aliyê Asayêşa Turkî ve; Û ji dora heyvekê ve Hemwelatî “Nûr Mihemed Misto/25/sal” ji heman bajarokê û bi heman tuhmetê, û ta niha bêsûcane girtî ye.
– Li 01.11.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Derwîş Reşo /47/sal” ji xelkê Gundê “Hesendêra” – N. Bilbilê, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” ve, bi tuhmeteke çêkirî, piştî basmîşkirina mala wî li gund û lêxistina wî bi rengekî mekin li pêş merivên wî, û bo navenda Gundê “Qitmê” hate rêkirin û di dû re jî bo Navenda Efrînê, û ta niha bêsûcane girtî ye.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 15.10.2023an. Z, çekdarekî ji Milîseyên “Firqit El’hemzat” kesekî ji anîndeyên “Êla Benî Xalêd” bi qurşînê kuşt, piştî hewildana wî çinîn û dizîna berhema zeviyeke zeytûna -ye ji aliyê “El’hemzat” ve desteserkirî- li Navça Bilbilê.
– Li 30.10.2023an. Z, li orta Bajaroka Reco – nêzîk Bazara “El’hal”, sê kesên çekdar di makînak “Santefê” de bûn, kesekî din bi qurşînê kuşt -tev ji anîndeyan in- û bi makînê pêlê kir, ji bo tolhildanê li gor jêderine ragîhandinî yen xwecihî, û paşê jî reviyan.
– Li siba 30.10.2023an. Z, di encama nelihevkirinê di navêna “Ednan Xiweylêd/Ebû Welîd El’ize û kurê amê wî Hîcab El’ize” de (serkêşên Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad”) li ser dahatiyên zeviyên zeytûna yên desteserkirî li Navça Bilbilê û parên wan ji zêtê zeytûna û malmewdanên talanbûyî, li hundir guveşgeheke zeytûna li Gundê “Qestelê Miqdêd – N. Bilbilê” (ye taybet bi “Ebû El’welîd”) qurşîn bi aliyê komên tenekên zêtê ve hatin avêtin, di encamê de zêt ji dora /400/teneke (giraniya heryekê 16 KG sade) rijiya, û du kes ji anîndeyan birîndar bûn; Û li roja din giropeke çekdar bi “Ebû Welîd” ve girêdayî, malên endamin bi ser “Hîcab” ve li Gundê “Qornê” – N. Bilbilê basmîş kirin, serbinqoptî hev kirin, û tiştên jê buha dizîn.
Divê bê zanîn jî ku ew guvêşgeha ya hemwelatiyê zorane koçberbûyî “Dawod Henan Eşo û ortaqên wî” bû, û di encama bombebarankirina Artêşa Turkiyê ji gund re jî hilweşî.
= Binpêkirinine din:
– Li 27.10.2023an. Z, du çekdaran ji giropa “Ebû Nasêr”/Milîseyên “Ceyş El’nuxbe” (yên ku Gundê “Şêxûtka” – N. Mabeta desteser dikin) êriş birin ser Hemwelatî “Mehmûd Mihemed Seydo /30/sal û bavê wî yê temenmezin Yûsêf /67/sal” û mekin lêxistin, ji ber ku ew razî nebûn ku bi dên ji dîkana xwe ya li gund bifroşin, bi sedema kombûna dênan li ser endamên wan.
Çavdamirandina Civaka Navdewletî li ser siyaset û kiryarên Hikometa “Anqerê” yên dijayetî derbarî Kurdan li Sûriyê (yên ku li Efrînê bi rengekî riswakirî xuya dibe), ciyê gûmanê û şermezariyê ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Dette produktet har blitt skrevet på et språk (Kurmancî - Kurdîy Serû), klikk på ikonet for å åpne elementet på originalspråket!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dette produktet har blitt sett 311 ganger
HashTag
Kilder
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
Koblede elementer: 52
Artikler
Datoer & Events
Dokumenter
Gruppe: Dokumenter
Artikler språk: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 05-11-2023 (1 År)
Byer: Afreen
Document style: No specified T4 1573
Dokumenttype: Oversettelse
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabic
Provinsen: West Kurdistan
Technical Metadata
Element Kvalitet: 99%
99%
Lagt inn av ( ئاراس حسۆ ) på 04-02-2024
Denne artikkelen har blitt gjennomgått og utgitt av ( سارا ک ) på 07-02-2024
Dette elementet nylig oppdatert av ( سارا ک ) på : 07-02-2024
URL
Dette elementet i henhold til Kurdipedia er Standards ikke er ferdig ennå!
Dette produktet har blitt sett 311 ganger
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Actual
Bibliotek
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
24-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk-kurdisk (kurmanjî) illustrert ordbok
Bibliotek
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Ny i Norge; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
23-10-2013
هاوڕێ باخەوان
Norsk nå!; ordliste norsk-kurdisk sorani
Bibliotek
Det som var vanskelig å leve med
21-03-2020
ڕێکخراوی کوردیپێدیا
Det som var vanskelig å leve med
Biografi
Gelawesh Waledkhani
03-04-2022
شەرارە شەمامی
Gelawesh Waledkhani
Nytt element
Biografi
Azad Karimi
13-01-2023
شادی ئاکۆیی
Statistikk
Artikler 518,860
Bilder 106,092
Bøker 19,349
Relaterte filer 97,413
Video 1,398
Kurdipedia er de største kildene for kurdisk informasjon!
Bibliotek
Et nettverk av førstehjelpere i det minelagte Nord-Irak - Et spørsmål om liv eller død
Biografi
Gelawesh Waledkhani
Bibliotek
Min drøm om Kurdistan – Værd at kæmpe for?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Kontakt | CSS3 | HTML5

| Page generasjonstid : 0.781 andre!