הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,515
תמונות 106,562
ספרים 19,265
קבצים הקשורים 97,092
Video 1,385
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (264): Dizînin fere û vêrgiyin bilind di werza zeytûna de, girtinine bêsûcane, birîndarbûna zarokekî
קבוצה: מסמכי מפלגות כורדיות | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (264): Dizînin fere û vêrgiyin bilind di werza ...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (264): Dizînin fere û vêrgiyin bilind di werza ...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (264): Dizînin fere û vêrgiyin bilind di werza zeytûna de, girtinine bêsûcane, birîndarbûna zarokekî û du jinan

Sebaretî “Xezê”, şalyarê derve yê Turkiyê di kongireke rojnemevanî de, li gel hevsiyê/beramberê xwe yê Libnanî li vê dawiyê, bang li Isra’îl kir û got: “hûn erdê kesekî dagîr dikin, mala wî zep dikin, jê diqewtînin û kesekî din tînin û dikin şûnê, û paşê jî jê re li têrmekê/têgehekê digerin û navê niştecîker/mistewtên lêdikin…Navê vê diziye”…Lê xwe dide nezanîn/dide jibîrkirin, ku Turkiyê ji sala 2018an. Z ve Efrîn dagîr kiriye, bi sedhezaran ji nişteciyên wê yên resen ên Kurd koçber kirine, û li şûna wan dora /500/hezar ji Nişteyên “Ereb û Turkman û Felestînî” ji parêzgehên din ên Sûriyê -bi pilanên bigûman bi Rûsiya û Îranê re- anîndin dane, û li ser niştecîkirina wan tê de û avakirina gundine niştecîkirinê yen nimûneyî ji wan re, û zepkirina malmewdanên xelkê herêmê û dizîna wan malmewdanan kar dike, û bi virvûtan wê bi “Herêma Aram!” bi nav dike!
Ev jî hin bûyîn û heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Werza/mûsima zeytûna:
Bi sedema dizînên fere yên ku digihêjin werza zeytûna ji aliyê çekdaran û anîndeyên jê nêzîk ve, xwediyên zeviyên zeytûna neçar dibin ku zû -berî bibe- biçinin, û bi taybetî jî kêmbûna baranên Payîzê, vêca ji ber wê rêjeya tibabên zêta ku derdikeve dora /10 -15/% kêm dibe, û bi ser de jî ziyanên mezin ên ji ber dizînan û vêrgiyên bilind, û talan û li’arêçûnên têvel; Wek nimûne:
– Li Bajaroka “Şera” û Gundên “Xirabê Şera, Gobeleka, Çema”, Milîseyên “Firqit El’sultan Melekşah” vêrgiya 12% li ser tevahiya berhema werza zeytûna ferz dikin.
– Li Gundê “Gemrûkê” – Navça Mabeta, Milîseyên “Lîwa’i Siqor El’şemal” vêrgiya 7% li ser berhema malmewdanên hemwelatiyên li wir û /30-50%/ li ser ên ne li wir ferz dikin.
– Li Gundê “Maratê” – Rojavayê Bajarê Efrînê, Milîseyên “Firqit El’hemzat” li ser her malbateke ji xelkê wê /1 an 2/ teneke zêt (heryek 16 KG sade) û bi tevahiya dora/500/tenekî ferz dikin, û 40% jî li ser berhema malmewdanên ên ne li wir (li şûna 20% di salên berê de); Herweha jî li ser her darekê du pereyên Turk ferz dikin, ji bo dandina rêdana erêkirinê ya berefkirina zeytûna, û li dema berefkirinê endamên xwe jî bi xelkê re dişînin, da ku çavdêriya wan û serjimartinê û tomarkirina berhemdanê bikin.
– Dizîna tevaya berhema /65/daran ên Malbata “Çawîş”, û dora /150/ darî din li Gundê “Sînka” – Navça Şera.
– Dizîna berhema /30/darî yên Malbata “Xelîl Rebena” li Gundê “Naza” – N. Şera, ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam” ve, yên ku vêrgiya 10% li ser berhema malmewdanên ên li wir û 50% jî li ser berhema malmewdanên ên ne li wir ferz dikin, û xelkê Bajaroka “Meydankê” û Gundên “Naza, Hesendêra, Bêlê” neçar dikin ku berê zeviyên di bin bandoriya wan de, li guvêşgeheke taybet bi wê ve (ye li G “Naza”) biguvêşin.
– Li Gundê “Dêrsiwanê”, Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” -piştî pênc salan ji desteseriya wan- ji nû ve belgeyên malmewdanî ji xelkê dixwazin, weke hewildaneke nû ji bo destdanînê li ser zêdetirîn zeviyên zeytûna; Û li hemî gund û bajarokên (Navçên Bilbilê û Şera) û gundine din (ên ku desteser dikin), vêrgiyeke bi rêjeya 10% li ser berhema malmewdanên hemwelatiyên li wir û 50% jî li ser ên ne li wir ferz dikin.
– Rêbendên çekdarên milîseyan li çateriyên di navêna Bajaroka “Şera” û Gundên “Dêrsiwan û Ebûdanê” de, li ser her barekî zeytûna yî berefkirî ku di ber re derbas dibe çiwalekî (dora/80/KG) bi zorê distînin.
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên Turkiyê ev girtin:
– Li 10.10.2023an. Z, Hemwelatî “Zozan Mistefa /32/sal – hevjîna Esmet Mihemed/Hişîno Mistefa” ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – Navça Mabeta, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvbiriya Xweser a berê re (R.X), û bo Navenda Efrînê hate şandin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 13.10.2023an. Z, rojeke tenê Hemwelatî “Bangîn Ehmed Ebdo /43/sal” ji xelkê Gundê “Kurzêlê” – Şêrewa, bê ku tu tuhmet raberê bibe.
– Li 13.10.2023an. Z, Hemwelatî (“Xelîl Şêxo Kerez /50/sal piştî vegera wî ji ciyê derbideriyê bo gund bi bîst rojan”, “Menan Selîm Hisên /55/sal”, “Horo Ze’îm Hiso /55/sal – ji xwediyên pêdiviyên taybet”, “Sûmeye /40/sal – hevjîna Horo Ze’îm Hiso”, “Elî Nebo Osman /28/sal) ji xelkê G. “Dêrsiwanê” – N. Şera, bi tuhmetên têkildariyê bi (R.X) a berê re, û bo Navenda Efrînê hatin rêkirin, û li herdu rojên 18-19/10/2023an. Z hatin berdan, piştî ferzkirina baceyên diravî li ser wan û dandina reşwetan.
– Li 17.10.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Ebdo Şêxo /53/sal” ji xelkê G. “Gemrûkê”, ji aliyê Istîxbaratên Turkiyê û Asayêşa Mabeta ve, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û bo Navenda Efrînê hate şandin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye; Û ew jî piştî vegera wî bo gundê xwe ji ciyê penaberiyê – Heleb.
= Armanckirina sivîlan:
Topebarankirina Artêşa Turkiyê û Milîseyên Sûrî yên pêve girêdayî ji Gundewarê Heleb ê Bakur re (yê di bin desteseriya Artêşa Sûriyê de) berdewam dike, jê jî Gundên Çiyayê Lêlûn (ên di bingeh de girêdayî Herêma Efrînê), û ji ber wê ziyanên rengereng digihîne malan û binsaziyên giştî û sivîlan jî armanc dike, mînak:
– Li 16.10.2023an. Z, Zarok “Mihemed Qoşo Elî /6/sal” li Gundê “Kalûtê” birîndar ket.
– Li 20.10.2023an. Z, herdu Hemwelatî “Şîme Mihemed Receb /29/sal, Ferîde Mistefa Berekat /23/sal” ji Gundê “Aqûbê” birîndar ketin.
Li gor alavine ragîhandinê yen rikber, “Wezareta Berevaniyê li ba Hikometa Sûrî ya Demkî” weha dibêje: (Ku wê bi riya giştînameyên taybet ji ailyê li herêmê pêve girêdayî “pêşkêşkirina hêsaniyan ji cotkaran re, ji bo berefkirina werzên wan ên zeytûna daxwaz kiriye”, û “wergirtina bace û vêrgiyan ji werza zeytûna -di bin çi navî de be- qedexe kiriye), lê tiştê li ser erdê heye nîşan dike ku dizînên fere û talankirina rêbazkirî ji werza zeytûna re weke salên berê ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 265
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
פריטים המקושרים: 52
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 22-10-2023 (1 שנה)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: ערבית
סוג המסמך: תרגום
ערים: Afreen
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 04-02-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 07-02-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 06-02-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 265
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,515
תמונות 106,562
ספרים 19,265
קבצים הקשורים 97,092
Video 1,385
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 1.531 2!