Bibliothèque Bibliothèque
Rechercher

Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!


Search Options





Recherche avancée      Clavier


Rechercher
Recherche avancée
Bibliothèque
Noms Kurdes
Chronologie des événements
Sources
Histoire
Collections de l'utilisateur
Activités
Rechercher Aide?
Publication
Video
Classifications
Élément aléatoire!
Envoyer
Envoyer l'article
Envoyer l'image
Survey
Vos commentaires
Contactez
Quel type d'information devons-nous!
Normes
Conditions d'utilisation
Point qualité
Outils
À propos
Kurdipedia Archivists
Articles de nous!
Ajouter Kurdipedia à votre site Web
Ajouter / Supprimer Email
Statistiques des visiteurs
Les statistiques de l'article
Polices Converter
Calendriers Converter
Vérification orthographique
Langues et dialectes des pages
Clavier
Liens utiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Langues
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Mon compte
Connexion
L'adhésion!
Vous avez oublié votre mot de passe!
Rechercher Envoyer Outils Langues Mon compte
Recherche avancée
Bibliothèque
Noms Kurdes
Chronologie des événements
Sources
Histoire
Collections de l'utilisateur
Activités
Rechercher Aide?
Publication
Video
Classifications
Élément aléatoire!
Envoyer l'article
Envoyer l'image
Survey
Vos commentaires
Contactez
Quel type d'information devons-nous!
Normes
Conditions d'utilisation
Point qualité
À propos
Kurdipedia Archivists
Articles de nous!
Ajouter Kurdipedia à votre site Web
Ajouter / Supprimer Email
Statistiques des visiteurs
Les statistiques de l'article
Polices Converter
Calendriers Converter
Vérification orthographique
Langues et dialectes des pages
Clavier
Liens utiles
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Connexion
L'adhésion!
Vous avez oublié votre mot de passe!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 À propos
 Élément aléatoire!
 Conditions d'utilisation
 Kurdipedia Archivists
 Vos commentaires
 Collections de l'utilisateur
 Chronologie des événements
 Activités - Kurdipedia
 Aide
Nouvel élément
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
09-09-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biographie
Auguste de Jaba
29-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d\'Orhan Pamuk
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
L\'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Temps et espaces de la violence interne: revisiter les conflits kurdes en Turquie à l\'échelle locale
07-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
La révolution kurde. Le PKK et la fabrique d\'une utopie
05-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Osman Sebrî (Apo): Analyse Bio-bibliographique
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Quelles Frontières Pour Le Moyen-Orient ? - II
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Statistiques
Articles 519,111
Images 106,663
Livres 19,291
Fichiers associés 97,271
Video 1,392
Bibliothèque
L'Arménie dans le folklore ...
Bibliothèque
Documents du VIème Congres ...
Bibliothèque
Les Kurdes d'Irak
Bibliothèque
L' Homme Debout
Bibliothèque
Documents du VIIème Congres...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (257): Dijatiyin li ser Malbata “Pêşmerg”, Gundê “Kîmarê” yê kederdîtî, birîndarin sivîl, girtin û g
Groupe: Documents | Articles langue: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
Classement point
Excellente
Très bon
Moyenne
Mauvais
Mauvais
Ajouter à mes collections
Donnez votre avis sur ce produit!
Histoire des Articles
Metadata
RSS
Recherche dans Google pour les images liées à l'élément sélectionné!
Recherche dans Google pour l'élément sélectionné!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (257): Dijatiyin li ser Malbata “Pêşmerg”, Gund...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (257): Dijatiyin li ser Malbata “Pêşmerg”, Gund...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (257): Dijatiyin li ser Malbata “Pêşmerg”, Gundê “Kîmarê” yê kederdîtî, birîndarin sivîl, girtin û geregoşî û şewtandina daran, “El’casêm” di binpêkirinên xwe de berdewam e

Kûjeran karê xwe yê qirêj û robet Şeva Newroza Cindirêsê kir, û di kêlîkekê de çar ji Malbata “Pêşmerg” şehîd êxistin, sisê jê hatin girtin, xwedêgiravî gerek ew niha li ba dozgera Dagîrkeriya Turkiyê li Bajaroka Çobanbegê/El’ra’î têne dadgehkirin, lê yên ji malbatê mane -piranî jin û zarok- tûşî şêweyên têvel ên lidorhevgerandinê û zext û dijberîkirin û tirsandinê dibin, bê ku yek li herêma Erdoxan a bi derewîn aram kanibe wan biparêze… Tewankarên rastîn ta niha berdayî ne, û ew in ên pilanan digerînin, berîtiyê dikin, û kujerên destik diparêzin!
Ev hin ji bûyînên rewşên serwerkirî ne:
= Gefkirina Malbata “Pêşmerg” û dijayetiya li ser kurê wê “Nezmî”:
Piştî pênc rojan ji seredana “Ebid El’hekîm Beşar” cîgirê serokê “Hemahengiya Sûrî – Ixwanî” ji Malbata “Pêşmerg” re li Bajarê Cindirêsê, çekdarina ji Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê” du caran berî û piştî “Nimêja Berbangê” 20.8.2023an. Z, bi şêwakî hovane li derî û pencerên malên wan dan, çek kişandinê, û gef û sixêf avêtin.
Û îro piştî Nîvro çekdarina ji “Artêşa El’şerqiyê” Mala “Eşref Osman” li Bajarê Cindirêsê basmîş kir, û şerê xwe li kurekî wî yî xort “Nezmî /16/sal” da û kotek kir û cilên wî bi kêran dirandin, ji ber wê bîrve çû û ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyeke Efrînê; Û ew e yê ku li Şeva Yekşêmê jî 23.7.2023an. Z ji aliyê çekdarên heman alî ve bi qundaqên çekan hatibû lêxistin, piştî danîna kêrê ser qirika wî û gefdanê bi şerjêkirinê û hewildana pêlikirinê bi makînê, û di encama wê de şikestin û birîn di piyan de rû dan û ziyan gihîşte pişta wî/stûna mofirkî û tevahiya govde.
“Xortê negîhayî “Nezmî Eşref Osman” yê ku dest dirêjî li ser çêbûne.”
Ev tev bi mebesta tirsandina malbatê (jin û mêrên mane), û berdewamkirina zextê li ser wan, da ku ji doza xwe (kuştina çar mêrên sivîl ji malbatê li êvara Cejna Newroza 2023an. Z) dagerin û dev ji giliyên xwe yên dozgeriyê berdin, an jî birevin û koçber bibin.
Divê were bîranîn jî ku serkêşê Milîseyên “Artêşa El’şerqiyê/Tevgera Rizgarkirin û avakirinê/El’tehrîr we El’bîna’i” (ya ku di nav “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî/Hikometa Sûrî ya Demkî” tê navdan de ye) “El’eqîd Hisên Hemadê/Ebû Elî Şerqiyê” ye, û ew berpirsiyarê çekdarên ku Komkujiya Newroza Cindirêsê 2023an. Z di dermafê çar lawên Malbata Pêşmerg de kirine ye, û di çarçewa bandoriya xwe de li Gundewarê Cindirêsê -di navêna Gundên “Sindiyankê, Miskê Jêrin û Jorin û Xalta” de- endam û serkêşin “Da’işê” dihewand, jê yên ku li wan gundan hatine kuştin “Mahêr El’ûqal, Menhel El’ûqal” li 12.7.2022an. Z, û “Ebû El’hesen El’qureşî” li şeva 28 – 29.4. 2023an. Z).
“El’eqîd “Hisên Hemadê” serkêşê “Artêşa El’şerqiyê” û “Tevgera El’tehrîr û El’bîna’i”.”
= Gundê “Kîmarê”:
Li ser Çiyayê Lêlûn dikeve, bi aliyê Başûr ve /15/KM ji Bajarê Efrînê dûr e, ji dora /135/ malan pêkahatî ye, dora /1100/nişteciyên Kurd ên resen tê de bûn, piraniya wan di dema dijberiya li ser herêmê de penaber bûn, jê dora /100malbat=400nişte/ vegerîn, û dora /21malbat=150nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Milîseyên “Firqit El’hemze” (yên ku “Sêf Polat/bolad” serkêşiya wan dike) gund desteser dikin, û giropa “Ramî Betran/Ebû Cabêr” avahiya dibistana gund ji xwe re kiribû biryargeheke leşkerî, bi ser de jî Mala “Cim’e Nebo” kurê keyayê berê û yeke din a Malbata “Xazî”, ta ku li Cotmeha /2022an. Z/ pevçûnin di navbera wan û giropeke din de pêk hatin, û “Ebû Cabêr” revî û ew biryargeh vala man.
“”Ramî El’betran” serkêşê Milîseyên “Firqit El’hemze” li Gundê “Kîmarê”.”
Di encama êrişa gund de li Avdara 2018an. Z, ziyan bi piçekî gihîşte çend malan, jê: Malên “Şêrzad Nebo, Menan Xêro, Şahîn Hesen”; Herweha hemî mal rastî dizîna tiştmiştên tê de hatin, mîna: Xwarinvexwarin, raxistok, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê û yên din, nemaze Mala “Sibhî Hisên” bi tevahî ji heyînên wê hate rûtkirin (tevî toreya elektirîkê û pêdiviyên wê û derî û penceran), û tevî roxandina axurê çêlan.
Herweha dizîna makîna “Cim’e Hesen” (ê ku piştî demekê û dandina tibabeke diravî kanîbû vegeranda), makînyeke din (ye ku xwediyê wê nikanîbû vegeranda), hemî amûrên yekîneya roniyê ya taybet ji bo xizmtguzariya gund bi telîfûna zemînî(stûn û keblên baqirî), kebil û stûnên toreya elektirîkê ya giştî, giropa zayenda elektirîkê (ampêran) û dûmahîkên wê – malmewdana gund, û giropeke din e zeyenda elektirîkê ye mezin e “Şahîn Hesen”, bi ser de jî talankirin û dizîna berx û pez û qendîlên mêşên hunguv (wek /30/serî yên “Idrîs Hisên”, /50/qendîl mêşan ên “Cengîz Necar”), sêncên hesinî yên hin gorên miriyan di goristanê de, û ji ber wê hin neçar bûn sêncên gorên miriyên xwe vekin û di malên xwe de veşêrin.
Û milîseyan bi hezaran darên zeytûnê ji bo êzingkirin û bazirganiyê qut kirin, jê: (/30/dar ên Henan Eslan, /100/dar ên Gulê Hebîbê/Malbata Necêr, /150/dar ên Ebdo Hemîdo), û dora /2000/dar ên “Ezet Mamo Nebo, Michim Mecîd Elo Nebo, Eynat Mamo Nebo, Nîdal Cimo Nebo, Xazî Mamo Nebo, kurên Şahîn Nebo”, û hilkirina /50/darî yên “Îdo Omer” ji kokê ve, bi ser de jî şewtandina zeviyên zeytûna bi tevahî mîna: (/1000/darî zeytûnê û behîvê yên “Ebid El’fetah Nebo”, /700/darî zeytûnê yên “Elî Cimo Nebo, /500/darî zeytûnê yên “Hisnî Nebo û birayê wî Nasêr”, /700/darî zeytûnê yên “Bedrî Wezîro û birayê wî Sebrî”, /2000/ darî zeytûnê jî yên “Remzî Xelîl”).
Weha jî xelkê mane rastî cûreyên têvel ji binpêkirin û tewanan hatin, mîna: (kuştin, revandin, girtina bêsûcane, işkencekirin, kêmrûmetkirin, perebirin û hinên dî), û bikaranîna mêran tevî alet û acetên wan bi suxre û lêdana hina ji wan di kar de; Mîna: Hemwelatî “Arîn Dilî Hesen /25/sal” (a ku li Reşmeha 2020an. Z ji aliyê “El’hemzat” ve hatiye revandin, û di gel deh jin din di biryargeha wê de – avahiya asayêşê ya berê li Hirşê Mehmûdiyê li Bajarê Efrînê zorane çar heyvan hatiye veşartin, û li 23.12.2020an. Z jî hatiye berdan, û ji nû ve li Rezbera 2021an. Z -mêrkirî û ducanî- hatiye revandin û bo biryargeha “asayêşê – ewleya siyasî” hatiye birin û paşê jî bo Hepsa Maratê ya navendî, ji ber işkencê û fişarên ku tûşê bûye beravêtiye, û li 24.2.2022an. Z jî hatiye berdan).
Û ji xelkê gund ev sivîl hatin kuştin:
1- Keça mêrnekirî Nêrgiz/Nercis Mêrza Dawod /23/sal, li 17.11.2019an. Z, termê wê li rex termê hevalê wê di kar de “Elî El’şaxorî ji Şamê” li nêzîk Gundê Gemrûkê hate dîtin, di mercine ne xuya de kuştî bûn, û gerek bê zanîn ku keçik tevî malbata xwe li Bajarê Efrînê rûdinişt.
2- Zarok “Hemo Cengîz Necar /14/sal”.
3- Ebid El’rehman Hisên Hemo /75/sal.
Herdu bi kuştina mebestkirî, li siba Înê 27.11.2020an. Z, di encama armanckirina wan bi qurşînan ji aliyê Milîseyên “Firqit El’hemze” ve, li Cîgeha “Geliyê Simaqokê” di navêna Gundên “Kîmarê û Kurzêlê” de – Rojhilatê Seyrangeha Çiyayê El’ehlam – biryargeha wan milîseyan.
“Qurbaniyên Dagîrkeriya Turkiyê “Nêrgiz/Nercês Mêrza Dawod, Hemo Necar, Ebid El’rehman Hemo”.”
4- Fatme Ehmed Dawod /38/sal hevjîna “Henan Xelîl Hesen”, di encama ketina avêjtokekê di orta mala wan de, li Tebaxa 2021an. Z.
Divê bê zanîn ku bargeheke Artêşa Turkiyê mala “Şêrzad Nebû” ta demekê ji xwe re kire biryargeheke leşkerî, ta ku ji xwe re bargeheke leşkerî ye mezin bi rûberke dora sê hiktar û nîvan li Bakurê gund û nêzîk zeviyeke darên hejîra ye “Xelîl Mihemed” ava kir, û herweha jî li nêzîk gund dîwareke cudakirinê ji perçedîwarên çîmentoyî û bi bilindahiya du mitran girt.
“Bargeha Turkiyê li Bakurê Gundê “Kîmarê”.”
= Bombebarankirina Gundê “Xezîwiyê”:
– Li şeva 22.8.2023an. Z, di encama topebarankirina di navêna Artêşa Turkiyê û milîseyên wê ji alîkî û Artêşa Sûriyê û hevalbendên wê ji alîkî din ve, li ser herdu aliyên rûbirûbûnê li Çiyayê Lêlûn, pênc avêjtok bi ser Gundê “Xezîwê” – Şêrewa û dorçêrmeyî wê de ketin, yek jê li orta malekê, di heman dema ku xwediyên wê li derve razayî bûn, û Hemwelatî “Ibrahîm Elî Şêrewî/yê bi “Biro” tê nasîn /55/sal” bi kûranî birîndar bû, û ta niha di Nexweşxana “Ibin Sîne” de li Efrînê di bin çavdêriya mekin de ye, lê sê zaroyên wî rengereng birîndar bûn û bi tenduristiyek baş ji nexweşxanê derketin.
“”Ibrahîm Elî Şêrewî/Biro” yê birîndar.”
= Girtinine bêsûcane:
– Li 21.8.2023an. Z, Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” temenmezin “Bekir Reşîd Miqdad /70/sal” ji xelkê Gundê “Qerebaba” – Navça Reco girt, piştî vegera wî ji Heleb (ciyê penaberiyê), bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, û ta niha bêsûcane girtî ye.
– Piştî ji Turkiyê hate derkirin û radestî Milîseyên Navça Bilbilê bû, Xort “Reşîd Mihemed Ebdo Dawod /28/sal” ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera dora du heyvan zorane li ba xwe girtin, ta ku li 17.8.2023an. Z -piştî dandina /3/ hezar Dolar Emrîkî- hate berdan; Û ew li Turkiyê jî bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) re şeş heyvan hatibû girtin.
= Şewtandina daran:
– Li şeva 30.7.2023an. Z, Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” agir bi dareke “Çinarê” -temen dora/300/sal- li rex bîreke/kaniyeke dîrokî (Bîrkerê) li derbasgeha Gundê “Qêsim” – N.Reco xist, û li siba roja din xelkê dar şewtandî û dawîhatî dît; Ew dar ji rêwçiyan re weke zanînwar û zaretgeh û vehesgehekê bû.
“Dara Çinarê ya “Bîra Bîrkerê” – derbasgeha Başûr ya Gundê “Qêsim”/Reco – berî û piştî şewtandinê.”
– “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîmên/tîpên wê du agir vemirandine; Yê yekê li 18 Tebaxê bû, li hirşekî çandiniyê li Gundê “Erebwêranê”, li ser rûbereke /4/ doniman, û ya dudiyê jî li 25 Tebaxê bû, li hirşekî nêzîk Gundê “Qestelê” – Navça Şera.
= “Mihemed Hisên El’casêm” di binpêkirinên xwe de berdewam e:
– Piştî ku “Komela Buhar” alîkariyên diravî li ziyandîtiyên erdhejê (bi tibabeke giştî/98400/Dolar Emrîkî) û bi rêjeya/150/Dolar li ser her malbateke Bajaroka Şiyê û gundin pê ve girêdayî belav kir – li gor ku wê li ser rûpela xwe li 10.8.2023an. Z belavkirî, hin jêderên xwecihî tekez kirin ku “Mihemed El’casêm/ Ebû Emşe” serkêşê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” (ên ku wê deverê desteser dikin) bi riya çekdarên xwe ji her malbatekê /100/Dolar bi zorê stand, yanê qaserî /65600/Dolarî ji tevahiya alîkariyê.
“Belavkirina alîkariyên diravî ji aliyê Komela Buhar ve, li Bajaroka Şiyê.”
– Li vê dawiyê “El’casêm” xwediyên guvêşgehên zeytûna yên di çarçewa desteseriya wî de agahdar kirin, ku gereke li ser her tenekek zêt ê boş ku têkeve guvêşgehê -weke amedekarî ji werza bê re- /0.25/Dolar Emríkî bide. Û bi jimariyeke derdorî, ger hejmara guvêşgehên armanckirî /25/ bin û her guvêşgehek dora /10/hezar teneke xerc bike, wê hîngê giştiya vêrgiyê weha dibe 25(guvêşgeh)×10000(teneke)×0.25(vêrgiya her tenkek vala) =62500 Dolar Emrîkî.
– Weke redkirin ji biryara Wezareta Gencîneya Emrîkî re (ya ferzkirina sezakirinina li ser “El’casêm” û milîseya wî û birê, û li ser “Sêf Bolad” û milîseya wî), “El’casêm” keya û nûker û peyayên pê ve girêdayî li Bajaroka Şiyê û gundên pê ve neçar kirin, ku derkevin kombûnên alîgir jê re, herweha li ser Hemwelatiyên Kurd û anîndeyan da giştîkirin ku gerek karên xwe berdin û dîkanên xwe bigrin û bi zorê pişikdariyê di xwepêşandana orta Şiyê de li 20.8.2023an. Z -weke palpiştî vê re- bikin, û yê weha neke wê were lêpirsînkirin û sezakirin, û di tirsandina sivîlan û terorkirina wan de berdewam e.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 18.8.2023an. Z, Milîseyên “Firqit El’hemze” keya û hin xelkê gundên Navça Bilbilê neçar kirin, ku li kombûnek bi navê “Kurdan” beşdar bibin, û sezayên Emrîkî li ser serkêşê wan “Sêf Bolad” bi derewîn şermezar bikin, û keyayê Gundê “Şingêlê” – Navça Bilbilê neçar kir, daxuyana berê bi erebî hatiye nivîsandin û çapkirin bixwîne û bi Kurdî jî şirove bike.
– Li Siba Înê 25.8.2023an. Z, xortekî ji anîndeyên Êla “El’mewalî” (yên li Gundê “Tilifê” – Efrîn hatine niştecîkirin) mêrekî derdora çelsalî bi navê “Fadî” (ew jî ji Êla “El’mewalî” ye) bi qurşînê kuşt, di encama nelihevkirin û pevçûneke navbera wan de, ye li ser komkirina bermayên tûlên baxçakî “qitiyan” weke “yêm” ji pez û dewêr re, û ji bo wê sê malbatên kujer ji gund hatin qewtandin, û Milîseyên “Asayêşa Leşkerî” dose radest bir.
= Binpêkirinine din:
Li deştên Bajaroka “Ekbezmeydanê” – N. Reco û gundên derdorê -bi taybetî Gundên “Meydana” (yên ku Milîseyên “Feyleq El’şam” desteser dikin), mûsimên/werzên tirî û hejîran û yên din, ji aliyê çekdaran û anîndyên jê ve nêzîk rastî dizînine fere hatin, û xelk neçar bû ku yê jê mayî -ta ku ne di wextê de be jî- zû beref bike.
Piraniya serkêş û endamên Milîseyên “Artêşa Niştîmanî” binpêkirin û tewanên têkel pêk anîn, jê El’eqîd “Hisên Hemadê“, û bi pîvana lêpirsînê û dadê, divê sezayên hişk li ser bêne sepandin, nemaze ji aliyê Wezareta Gencîneya Emrîkî ve, mîna ewên ku li ser “Sêf Bolad” û “Mihemed El’casêm” û birayê wî ve hatine ferzkirin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Cet article a été écrit en (Kurmancî - Kurdîy Serû) langue, cliquez sur l'icône pour ouvrir l'élément dans la langue originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Cet article a été lu fois 287
HashTag
Sources
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
Les éléments liés: 52
Articles
Dates et événements
Documents
Groupe: Documents
Articles langue: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 28-08-2023 (1 Année)
Document style: No specified T4 1573
Original Language: Arabe
Province: Ouest Kurdistan
Type de document: Traduction
Villes: Afreen
Technical Metadata
Point qualité: 99%
99%
Ajouté par ( ئاراس حسۆ ) sur 04-02-2024
Cet article a été examiné et publié par ( سارا ک ) sur 07-02-2024
Cet article a récemment mis à jour par ( سارا ک ) sur: 06-02-2024
URL
Cet article selon Kurdipedia de Normes n'est pas encore finalisé!
Cet article a été lu fois 287
Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
Articles
Insurrection urbaine dans l’espace kurde et Écologie sociale
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
Articles
Les Kurdes et la construction d’une contre-mémoire du génocide arménien
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d'Orhan Pamuk
Articles
Province de Bitlis (1908-1915)
Bibliothèque
L'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
Biographie
Hamit Bozarslan
Articles
Les Kurdes en Irak : une communauté linguistique qui protège son identité nationale
Articles
La Question kurde au Moyen-Orient: entre dynamiques régionales et reprises en main nationales
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme

Actual
Bibliothèque
L\'Arménie dans le folklore Kurde
17-02-2014
هاوڕێ باخەوان
L\'Arménie dans le folklore Kurde
Bibliothèque
Documents du VIème Congres du PDK-I
28-01-2014
هاوڕێ باخەوان
Documents du VIème Congres du PDK-I
Bibliothèque
Les Kurdes d\'Irak
11-04-2014
هاوڕێ باخەوان
Les Kurdes d\'Irak
Bibliothèque
L\' Homme Debout
14-10-2016
هاوڕێ باخەوان
L\' Homme Debout
Bibliothèque
Documents du VIIème Congres du PDK-I
31-08-2017
هاوڕێ باخەوان
Documents du VIIème Congres du PDK-I
Nouvel élément
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
09-09-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Biographie
Auguste de Jaba
29-06-2023
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d\'Orhan Pamuk
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
L\'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
02-12-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme
20-10-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Temps et espaces de la violence interne: revisiter les conflits kurdes en Turquie à l\'échelle locale
07-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
La révolution kurde. Le PKK et la fabrique d\'une utopie
05-09-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Osman Sebrî (Apo): Analyse Bio-bibliographique
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Bibliothèque
Quelles Frontières Pour Le Moyen-Orient ? - II
24-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
Statistiques
Articles 519,111
Images 106,663
Livres 19,291
Fichiers associés 97,271
Video 1,392
Kurdipedia est des plus importantes sources d'information kurde!
Articles
Insurrection urbaine dans l’espace kurde et Écologie sociale
Bibliothèque
Qui suis-je, kurde ou français(e)
Articles
Les Kurdes et la construction d’une contre-mémoire du génocide arménien
Bibliothèque
Réception de la littérature européenne dans les romans d'Orhan Pamuk
Articles
Province de Bitlis (1908-1915)
Bibliothèque
L'AUGMENTATION DU TAUX DE SUICIDE CHEZ LES FEMMES KURDES
Biographie
Hamit Bozarslan
Articles
Les Kurdes en Irak : une communauté linguistique qui protège son identité nationale
Articles
La Question kurde au Moyen-Orient: entre dynamiques régionales et reprises en main nationales
Bibliothèque
Kurdistan ou Arménie: tyrans ou martyrs
Bibliothèque
Libérer la vie : la révolution de la femme

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contactez | CSS3 | HTML5

| Page temps de génération: 0.5 seconde(s)!