图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 518,958
图片 106,395
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (252): Tewana “Ofê”, govdeya Benda “Meydankê” tu tişt pê nehatiye lê bê kontirol û çavdêriyeke otoma
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (252): Tewana “Ofê”, govdeya Benda “Meydankê” t...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (252): Tewana “Ofê”, govdeya Benda “Meydankê” t...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (252): Tewana “Ofê”, govdeya Benda “Meydankê” tu tişt pê nehatiye lê bê kontirol û çavdêriyeke otomat e, girtinine bêsûcane, şewtandina herêmeke ihracê, geregoşî û dijayetiyin

Bi dehan tewanên kuştina mebestkirî – yên ji aliyê me ve belgekirî” ku li herêmê di dermafê Xelkê Efrînê yên sivîl de -di nav de jin û temenmezin jî- di navboriya pênc sal û sê heyvên dagîrkeriyê de pêk hatine, û hin ji wan jî bi têvedanên nijadperestiyê, lê bê lêkolînên vekirî û neyalane û dagehkirinên dadmend ji aliyê destlatên Dagîrkeriya Turkiyê ve mane, û piraniya wan jî li dijî nediyardeyan hatine tomarkirin an jî kujer ji lêpirsînê û sezakirinê hatine filtandin, û tev jî di pêvajoya siyaset û kiriyarên dijayetiyê yên rêbazikirî de li dijî Kurdan û herêma wan hatine kirin.
Ev jî bûyînin li ser rewşên serwerkirî ne:
= Tewana kuştina jinekê:
Piştî heyvekê ji tewana kuştina mebestkirî di dermafê Hemwelatî “Ofê Şêx Ehmed keça Ze’îm /37/sal” de (ji xelkê Gundê “Şêx” – Navça Reco) û şewtandina mala wê û dizîna zêrmêran û tibabeke diravî, li Bajarê Efrînê 12.6.2023an. Z, sazûmana “Ewlehî – Dadwerî” ya destlatên dagîrkeriyê li Efrînê gunehkar û tuhmetbarê tekane yê girtî “Ebû Samêr” (ji anîndeyên “Xota” – Gundewarê Şamê) serbest berda, û li 11.7.2023an. Z “Mes’ûd” – birayê “Ofê” û hevjînê/mêrê wê “Henîf Henan Xelîl” ji xelkê Gundê “Qîbarê” – B.Efrînê jî girtin, weke hewildan ji çivandina şoperiya lêkolînê re û fişarkirin li ser merivên kuştiya bêsûcane ji bo dagerandina wan ji doza xwe û pejirandina lihevhatinê bi tewankaran re – li gor daxuyanên diya wê “Zînet Şêx Ehmed” û apekî wê “Emîn Şêx Ehmed” di du perçevîdiyûyên li vê dawiyê belavkirî de (yên ku tekez kirine ku dema bûyîna tewanê “Mes’ûd” di zeviyê zeytûna de û “Henîf” jî di dîkana xwe de li Herêma Pêşesaziyê de dixebitîn), û zanyar e jî ku “Ebû Samêr” tevî malbata xwe di maleke destserkirî de (ye di heman avahiya ku mala kuştiya bêsûcane tê de) rûdine, û berê jî gef dane wê û mêrê wê.
“Pakrewana bêsûc “Ofê Şêx Ehmed keça Ze’îm”
Tê zanîn jî ku tewankarê ku herdu Hemwelatî “Ebid El’rehman Şêx Ehmed kurê Bîlal /36/sal, û Henan Henan kurê Hisên /34/sal” – ji heman gundî û merivên “Ofê“, li 8.6.2019an. Z, li nêzîk çateriya Bajaroka “Mabeta”, li ser riya giştî ya Efrîn – Reco kuştine jî, ji anîndeyên Gundewarê “Dêrezorê” û endamek ji Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” bû, û ta niha -bê derxistina sezayekê di dermafê wî de- di hepsê de ye.
“Herdu pakrewanên bêsûc “Ebid El’rehman kurê Bîlêl, Henan Henan kurê Hisên” ji xelkê Gundê “Şêx” – N. Reco.”
= Benda Meydankê (Benda 17 Nîsanê/Avrêlê):
“Encûmena Xwecihî li Efrînê ragîhand” ku şandeke ji pisporên “Saziya pêşxistin û Hevkariyê” di Hikometa “Siwêsre” de û Nivîsgeha “Warên Mirovî – Oça(OCHA)” ya bi ser Neteweyên Yekgirtî ve, bi hevaltiya berpirsiyarin ji “Hikometa Sûrî ya Demkî” re, li 12-13.7.2023an. Z, seredanek ji Benda Gola Meydankê re çêkir û rewşa wê şopand û li ser saxiya govdeya wê tekez kir, piştî ku di encama erdheja /6/ ê Reşmeha borî de qelîştekin di bana govdeya bendê de hatin çêkirin.
“Qelîştekên banê govdê Benda “Meydankê” û seredana şandeke ji pisporên Saziya “Pêşxistin û Hevkariyê” di Hikometa “Siwêsre” de û “Nivîsgeha Warên Mirovahî – Oça(OCHA)” ya bi ser “Nateweyên Yekgirtî” ve, bi hevaltiya berpirsiyarin ji “Hikometa Sûrî ya Demkî” bo Benda “Meydankê” – Efrîn, li 2.7.2023an. Z.”
Bend pirojeyeke jîndar û stratîcî ye, li sala 2004an. Z hate dawîkirin, ji Bajarê Heleb bi Bakur ve/60/KM dûr e, û ji Bajarê Efrînê jî bi /20/KM ji Bakur Rojhilat ve; Ew ava vexwarinê dide Bajarên Efrînê û Ezazê, û berî dagîrkirina herêmê li Avdara 2018an. Z, dora /30/hezar hiktar ji zevî û erdên çandiniyê avdida.
Lê li gorî rapora me “Efrîn di bin dagîrkeriyê de (11) – 8.12.2018. Z” ya bi wêneyin ji îmzeya Milîseyên “Feyleq El’şam” belgekirî:
((Li dema dijberiya li ser Efrînê, di pêvajoya siyaseteke roxandinî ji binevahiyan re, dora pênc caran bi topavêj û balafirên cengê derdora bendê hate armanckirin û hin çêgehên wê derb xwarin, û ziyanin mezin gihîştin holên çaksazkirina mator û aletên xizmeguzaraiya bendê û stasyûna sûtemeniyê û embarên perçeguhêzan, û herweha jî qizêzên pencerên bircê. Û piştî desteserkirina Artêşa Turkiyê û milîseyên bi ser ve li ser herêmê, çêgehên bendê û toreyên erqên/coyên avdanê yên çandiniyê û stasyûnên wê rastî tarûmarkirineke mebestkirî û dizînin fere hatin.)).
Bi tevayî, em kanin tiştê bi serê çêgehên dahatên aveyî hatiye weha wînin zimên û kurteber bikin:
– Li Navenda Efrînê:
1- Dizîna hemî heyînên avahiya rêvebirinê, mîna: Kursî, mase, derî, pencere, kompiyoter, dînemo/xetasa bîrê, giropa zayenda elektirîkê û zayendokên giropa kar/werşê, û pêlîskandina bi dose û belgeyan û şewtandina wan.
2- Dizîna heyînên embara navendî mîna: Perçeguhêzên elektirîkê û mîkanîkê, lûleyên têvel, semamat, hidrantat, gîhanok û dûmahîk, amûr û acetên kar û kursî û mase û kompiyoter.
3- Dizîna xezneyên sûtemeniyê û avê û aletên sazkirina hêsin/xirate.
– Li Bendê:
1- Topebarankirin û roxandina giropa zayenda elektirîkê ya yedek û xezneyên sûtemeniyê yên taybet pê û tabloya dana elektirîkê, bi ser de jî avahiya stasyûna sûtemeniyê tevî heyînên wê, û dizîna guheztoka/transfor elektirîkê.
2- Dizîna tabloyên elektirîkê û hemî keblên elektirîkê yên serekîn û şaxeyî di hundir çêgehên bendê de.
3- Topebarankirin û roxandina embarên serekîn û dizîna yên jê mane.
4- Roxandina odeya kontirolê ya serekîn û dizîna amûrên pîvanê û keblên amûrên çavdêrîkirinê.
Roxandina avahiyên rêvebirinê û dizîna tevahiya heyînên wan ji tiştmiştên tê de û alav û şênber û perçeguhêzan, û pêlîskandina bi doseyan û şewtandina wan.
6- Dizîna dînemo/medexatên xercikirinê û xetasên yedek û keblên elektirîkê di hundir tûnêla çaksazkirina çemento/heqnê û lêgerînkirinê de.
7- Jikarderxistina sazûmana vekirin û girtina jixweber/otomatîk, bi sedema xerabûna hin amûrên wê.
– Dizîna dora/8/makîne û aliyatên fabrîkeya dahatên aveyî.
– Dizîna hemî heyînên stasyûnên (Gemrûkê, Bircebdalo, Tiltewîlê/Astêr, Cûmkê, Bablîtê), mîna tabloyên kontirolê û kebil û matorên elektirîkê û yên din.
“Xerakirin û dizînên gihîştine odeyên kontirolê û çavdêrîkina Benda “Meydankê” ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam” ve, li Buhar û Havîna 2018an. Z.”
Di encamê de, ((Benda Meydankê bê kontiroleke elektirîkî û çavdêrîkirina pîvanan bi rengekî otomatîk û pirogramkirî ma, û stasyûn û hin toreyên coyên avdanê yên çandiniyên ji Gulana 2018an. Z ve derketin derveyî xizmetguzariyê, û ji ber wê erdin fere “Deştên Zirafkê û Gemrûkê, deştên Gundên Astêr û Coqê û Keferomê û di ber Çemê Efrînê bi Başûr ve ta Bajaroka Celemê û Gundê Dêwa”, û weha jî “deştên Gundên Maratê û Bablîtê ta deştên Navça Cindirêsê”, ji avdana peydabûyî û kêmbuha bêpar man, û li dawiyê bi şûnketina gelek berhem û werzên çandiniyê.)); Nemaze ku pirojeya pêncan (ji Gundê Şadêrê de ta Dêrbelûtê li ser Sînorê Turkiyê) bi rengekî “nêzîkî tewawbûnê” sekinî, di dema ku piraniya wê li berî dagîrkeriyê di kar de bû.
Û ta niha stasyûnên (Gemrûkê, Tultewîlê/Astêr, Cûmkê, Bablîtê) derveyî xizmetguzariyê ne, û ji bilî avahiyên vala tu tişt jê nema ye, lê Stasyûna “Bircebdalo” li ser hesabê xelkê gund û derdorê hate amedekirin û bikaranîn, û bê ku Destlatên Dagîrkeriyê pêşxeriyekê bikin da ku wan binevahiyên ziyan dîtine û wendayî ji bendê û çêgehên avdanê ji nû ve damezrînin.
Û jêdereke xwecihî tekez kir ku niha rêjeya ava bendê ji rêjeya herî bilind /335/M tenê bi dora/12/M an kêmtir e, û tevî wê jî tibaba têrker/gerek bernadin coyan û Çemê Efrînê, da ku hemî erdên di pirojeya avdanê de werin avdan, û ji ber wê niha zeviyên gundên sînorî “Dêrbelûtê, Dêwa, Milexelîla, Nisriyê…- Başûr Rojavayê Efrînê” ji zihabûna -nêzîkî tewawbûnê- Çemê Efrînê zehmetiyan dikşînin.
Û divê were zanîn jî ku “Hevrêzkarekî Turk” bi tenê û yekser serperştiya piroseyên boşkirina ava bendê dike, û di navboriya herdu Demsalên Zivistanê yên dawiyê de -bi taybetî jî li Zivistana (2021 – 2022an. Z)- wî tibabine mezin ji ava bendê –weke dizîn– boş kir, ji bo tijîkirina Benda “Rihaniyê” li Turkiyê (ya ku li Cotmeha 2020an. Z hatiye vekirin û ava Çemê Efrînê dikeviyê) bide tewawkirin.
= Girtinine bêsûcane:
– Li 10.7.2023an. Z, Milîseyên “Asayêşa Sivîl li Reco” Hemwelatî “Cemîl Sebrî Ebdo /55/sal, Behrî Reşîd Bîlal /75/sal” ji xelkê Gundê “Dumiliya” bi tuhmeta pişikdariya wan di payandina şevayî de girtin, li dema Rêvebiriya Xweser a berê(R.X), û li roja din berdan, piştî ku li ser her yekî ji wan baceyeke diravî /200/Dolar Emrîkî ferz kirin; Û weha jî di heman demê de, Hemwelatî “Ridwan Hacî kurê Mistefê/55/sal” ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” bi tuhmeteke çêkirî û derew, bi ser ku ew ji ber nexweşiyeke tamaran ye kevin di serî de dikşîne, û têkeliyeke wî bi (R.X) a berê re tune bû, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
= Şewatên daristanan:
“Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên/tîmên wê li 13.7.2023an. Z, agirek bi herêmeke ihracê li derdora Gundê “Eltaniya û Memala” – Navça Reco ketibû, bi zehmetiyên mezin vemirand.
“Şewatek li herêmeke îhracê li dor Gundên “Eltaniya û Memala” – N. Reco, li 13.7.2023an. Z.”
= Geregoşî û serberdayetî:
Di karnava bêtirî sê rojan de, li 9.7.2923an. Z, hêzeke hevbeş ji Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Reco” û “Lîwa’i/112/” û “Lîwa’i El’şemal” û “Lîwa’i Siqor El’şemal” herdu Gundên “Memala Rojava û Rojhilat” – Navça Reco dorpêç kirin, ji bo girtina bêtirî /20/endaman ji Milîseyên “Firqeya Nehan/El’tasî’e”, bi tuhmeta bazirganiyê bi şênberên tevzînok û hişbirinê û qutkirina daran û dizîna malan û berhemên çandiniyê û çêrandina bêwijdan ji keriyên pêz û dewêr re di nav zeviyên xelkê de, û “Ibrahîm” û birayê wî “Telal” girtin, lê yên din jî kanîn bi çê de bireviyana.
= Binpêkirinine din:
– Li 8.7.2023an. Z, mêr û jinina ji anîndeyên Malbata “El’zubeydî” – Gundê “Me’erit El’hurme/Idlibê” û ji perwerdekarên pêz û çekhilgêr mekin li herdu bira “Mistefa /35/sal û Şiyar /31/sal kurên Mistefa Qadêr” ji xelkê Gundê “Mûskê” – Navça Reco xistin, û ew derizandin û birîndar kirin û şikandin, û ji ber wê ji bo dermankirinê “Mistefa” bo nexweşxaneyeke li Reco hate rêkirin, û ev jî piştî ku “Şiyêr” pezin ji baxçakî xwe derxistin û nehîşt ku tê de werin çêrandin; Û dijberan (merivên “Yezîd Beşkawî” – serkêşekî Milîseyên “Firqit El’hemzat” ên ku gund desteser dikin) gotin ku wan mafê çêrandina pezên xwe di hundir gund û zeviyên derdorê de ji “Abortiya Firqê” gerante/demane kirine.
– Li vê dawiyê, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” bi riya serkêşekî xwe “Ebû Hisên”, /40/hezar Dolar Emrîkî li ser dora /70/malbatî ji xelkê Bajaroka “Kaxrê” – Navça Mabeta ferz kirin, bi behaneya ku wan bê ku rêdanê/îznê ji wan bibin berhema simaqê çinîne.
Armanc ji bikaranîn û cîbicîkirina evqas binpêkirin û tewanên pir û têvel, jihevşelandin û mişextkirina Kurdan, roxandin û tarûmarkirin û lihevxistina herêma wan, li arêxistina kanînên wan, pûçkirina hêzên wan, dizîna samanên wan, û pişaftina kelepûra wan a çandî û mirovahî ye.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览250
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 16-07-2023 (1 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):06-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览250
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 518,958
图片 106,395
书籍 19,240
相关文件 96,836
Video 1,376
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!