图书馆 图书馆
搜索

Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!


Search Options





高级搜索      键盘


搜索
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
工具
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
语言
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
我的帐户
登录
会员!
忘记密码!
搜索 发送 工具 语言 我的帐户
高级搜索
图书馆
库尔德人的名字
大事年表
来源
历史
用户集合
活动
搜索帮助吗?
出版
Video
分类
随机项目!
发送文章
发送图片
Survey
你的反馈
联系
我们需要什么样的信息!
标准的属性
条款使用
项目质量
大约
Kurdipedia Archivists
关于我们的文章!
添加到您的网站Kurdipedia
添加/删除电子邮件
访客统计
商品统计
字体转换器
日历转换器
语言和方言的页面
键盘
方便的链接
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
登录
会员!
忘记密码!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 大约
 随机项目!
 条款使用
 Kurdipedia Archivists
 你的反馈
 用户集合
 大事年表
 活动 - Kurdipedia
 帮助
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
传记
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (248): Gundê “Turindê” – kuştina zarokina û koçberineke zorane, hilmeteke/ kampaniyeke girtinên bêsû
小组: 库尔德文件 | 文章语言: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
排名项目
优秀
非常好
平均
添加到我的收藏
关于这个项目,您的评论!
项目历史
Metadata
RSS
所选项目相关的图像搜索在谷歌!
搜索在谷歌选定的项目!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (248): Gundê “Turindê” – kuştina zarokina û koç...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (248): Gundê “Turindê” – kuştina zarokina û koç...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (248): Gundê “Turindê” – kuştina zarokina û koçberineke zorane, hilmeteke/ kampaniyeke girtinên bêsûcane, geregoşiya çekan û kuştina temenmezinekê, qutkirina dar û daristanan

Girtinên bêsûcane di dermafê Hemwelatiyên Kurd de -nişteciyên resen ên mane – berdewam dikin, bi tuhmetên têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser (R.X) a berê re û hine din en çêkirî -ta ku sedem pişikdariya rojek tenê ji payandina şevayî be jî- digel ferzkirina sezayine mezin ji hepis û baceyên diravî, vê re jî kêmrûmetkirin û îşkencekirin û veşartina zorane û hin din ji rengereng danûstanên sert, ji bilî wê jî mirinên di bin îşkencê de, bi ser de jî reşwet/ çilekî û vêrgiyên diravî, ew jî piştî borandina (5 ta11) salan di ser wan heyînan re (yên ku ji aliyê amûrên dadwerî û ewlehiyê yên çêkirî ve û bi serpereştiya Istîxbarat û cîgirê giştî yên Turkî de bi “tewanên endamtiyê yan hevkariyê yan jî kar bi Partiya Karkirên Kurdistanê PKK” re têne salixdankirin); Herweha jî daxuyaniyên girtiyan ên kesayetî di lîsteyên bi navê “lîsteyên terorê” de têne sazkirin, ên ku yeser jî bo “Anqerê” têne şandin.
Ev jî hin heyînên li ser rewşên serwerkirî ne:
= Gundê “Turindê”:
Navê erebkirî “Zerîfê” ye û bi navça Navenda Efrînê ve girêdayî ye, /2.5/KM jê dûr e, ji dora /300/ malî pêkhatî ye, dora /1500/ nişte tê de bûn, li dema dijberîkirina li ser herêmê piranî ji gund derketin, jê dora/50 malbat = 200 nişte/ vegerîn û yên din jî zorane koçber bûn, û dora /250 malbat = 1500 nişte/ ji anîndeyan tê de hatin niştecîkirin.
Di encama bombebarankirina gund de li dema dijberiyê, ziyan bi piçekî gihîştin mizgeftê û hin malan, jê yên “Mehmûd Ebdalo, û Hemîd Ebdalo”, lê Mala “Mistefa Reşîd” bi tevahî hate roxandin, û sê zarok jî tê de pakrewan bûn.
“Mala”Hemîd Ebdalo” ya hatiye roxandin li G. “Turindê”, di encama bombebarana Turkiyê de, 2018an. Z.”
“Bombebarankirina mizgefta G. “Turindê” – Efrîn ji aliyê Artêşa Turkiyê ve, li dema dijberîkirina li ser herêmê, li 2018an. Z.”
Piştî desteserkirina gund ji aliyê Milîseyên “El’cebhe El’şamiyê, û Ceyş El’îslam” ve û destdanîna li ser piraniya malan û niştecîkirina anîndeyan tê de, tiştmiştên tevahiya malan hatin talankirin û dizîn, mîna: Xwarinvexwarin, firaxên baqirî, cerên gazê, alav û amûrên elektirîkê, raxistok û mobîliya, alav û pêdiviyên çandiniyê, giropên hilkişandina ava avdanê û yên bilî wan, û pez û dewar û mirîşkan.
Û weha jî wan (teksiya Mistefa Reşo, /3/ tirektorên çandiniyê yên “Ehmed Samî, Nûrî Ebdalo, Kenco Sîdo”) û giropa hilkişandina ava vexwarinê ya giştî û dûmahîkên wê.
Herweha jî wan dest danîn ser malmewdanên hin kesên ne li gund û yên zoranê koçberbûyî, ji wan “Fewzî Elî, Malbata Reşo Emo, Mistefa Ebdalo”; Û li ser werzên/mûsimên malmewdanên din ên çandiniyê û piroseyên avdanê ji Çemê Efrînê vêrgiyan ferz dikin; Ji bilî wê jî çêrandina bêwijdan û bi zorê ji keriyên pêz û dewêr re di nav zevî û erdên çandiniyê de.
Û wan dar û daristanên îhracê yên li dor gund û bi sedan darên zeytûnê û meywan bêwijdan qut kirin, jê: yên “Beşîr Eswed, Nûrî Ebdalo, Hec Mistefa Kamêl, Kenco Sîdo, Ebid El’rehman Ebdalo, Cemîl Emo”ne, û rêjeya qutkirinê li çiyayê bi ser gund ve gihîşte 50% ji daristanê.
“Qutkirina darên zeytûnê li G. “Turindê”.”
Û wan Girê “Turindê” (bi rûbera /2.72/ Hiktarî) û Cîgeha “Zaretokê” li Rojhilatê gund û hin din di navêna herdu Gundên “Turindê û Qîbarê” de li Çiyayê Lêlûn rêşkirin û kolandin, ji bo lêgerîna li kevneşopan û kinzên binerd û dizîna wan, û bi sedema nelihevkirinê li ser parvekirina wan dizînan, li destpêka Cotmehê 2022an. Z pevçûnin di navbera çekdaran de derketin.
“Rêşkirin û kolanidina Girê “Turindê” yê kevneşopî (29.1.2018an. Z berî dagîrkirinê, 20.3.2022an. Z piştî dagîrkirin û kolandinê), Gogêl Êrs.”
Weha jî xelkê gund ên ku li wir mane jî -di nav de jî jin û temenmezin- tûşî cûrbecûr binpêkirinan hatin, mîna: Revandin û girtinên bêsûcane û îşkencekirin û perestandin û kêmrûmetkirin û yên bilî wan; Û xort “Şervan Hesen Qido /27/sal” bêtirî çar salan di hepsa Bajaroka “Çobanbegê/El’ra’î”de zorane veşartî ma, ta ku li Tîrmeha 2022an. Z hate berdan.
Û ji sivîlên gund ev pakrewan bûn:
– Hersê zarokên xwîşk û birayên hev “Hele/14/sal, Hisên/13/sal, Ferhad/10/sal” – zaroyên Rif’et Ibrahîm, li 8.3.2018an. Z, di encama bombebarankirina Turkiyê ji gund re, bi ser de jî diya wan û zarokê birayê wan ê /3/salî birîndar bûn; Û li şeva 14.3.2018an. Z jî, di encama topebarandineke din de pênc zarok ji yekmalbatê bi kûranî brîndar bûn.
“Hersê zarokên hembira û pakrewan “Hele, Hisên, Ferhad” zaroyê Rif’et Ibrahîm.”
– “Mihemed Cimo kurê Îsam /20/sal” (ê zorane koçberbûyî), li 9.7.2018an. Z, di encama teqîna bombeyekê de li herêma penaberiyê – Bakurê Heleb.
“Pakrewanê ciwan “Mihemed Cimo kurê Îsam”.”
Û li gund di navbera Giropên “El’şamiyê” û “Artêşa/ceyş El’îslam” de pevçûnin çêbûn, û niha jî Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” gund desteser dikin, piştî qewtandina “El’şamiyê” jê li Cotmeha 2022an. Z ji aliyê “Desteya Tehrîr El’şam” ve, li dû pevçûnine xwînî yen ku sivîl bi tirsandin dane û di encamê de zarokek ji anîndeyan hatiye kuştin; Û li ser riya gund a giştî rêbendeke leşkerî heye (ye ku bi ferzkirina vêrgiyan û pêkanîna binpêkirinan navdayî ye).
= Girtinine bêsûcane:
Destlatên dagîrkeriyê ev girtin:
– Di navboriya du heftan de ji heyva borî /45/ hemwelatî -di nav de jî jin û temenmezin- ji xelkê Gundê “Dumiliya” – Navça Reco bi tuhmetên têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re -piraniya wan jî bi “pişikdariyê di payandina şevayî de”, piştî bendkirina heryekî rojekê û ferzkirina sezayeke diravî/150/Dolarî li ser, û ji wan girtiyan “Zimurid Şêxo/40/sal, Rodîn Şêxo/30/sal, Roşîn Hisên Gulîn /35/sal” hatin naskirin, piştî ku ew vexwendin navenda Navça Reco, û hin din ên daxwazkirî jî hene; Lê “Şukrî Sebrî Şindî /43/sal” (ê ku li 22.5.2023an. Z hatiye girtin) bo Hepsa “Maratê” ya navendî li Efrînê hate guhestin, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 25.5.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Celal Qido /29/sal” ji xelkê G. “Turindê” – Efrîn, bi tuhmeta têkildariyê bi R.X a berê re, û li 8.6.2023an. Z hate berdan, û were zanîn jî ku ew berê jî carekê hatiye girtin.
– Li 31.5 2023an. Z, Xort “Amêr Silêman Mislim /35/sal” ji xelkê Gundê “Aşkê Xerbî” û li Bajarê Cindirêsê rûniştî, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 1.6.2023an. Z, Hemwelatî “Nûrî Ezet Erebo /30/sal” ji xelkê Bajaroka Cindirêsê, bi tuhmeta têkildariyê bi R.X a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 6.6.2023an. Z, Hemwelatî “Ehmed Ziyad Kirîşo /25/sal” û diya wî “Zekiye Arêf Elo /50/sal” ji xelkê Bajaroka Cindirêsê, piştî ku mala malbatê hate basmîşkirin û hemî amûrên telîfúnê yên xilyewî hatin zeftkirin, û piştî rojekê herdu berdan.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li şeva 28.5.2023an. Z, piştî ragîhandina vexwarina “Erdoxan” di hilbijartinên Turkiyê de, Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” qurşînên jîndar ji çekên sivik û orte bi jor ve û bi rengekî pir û tewşankî avêtin, û di encamê de hin sivîl brîndar ketin.
– Li şeva 29.5.2023an. Z, şer û dogişek û avêtina qurşînan di navbera anîndeyina de (en ku li Taxa Mehmûdiyê – Bajarê Efrînê hatine niştecîkirin) çêbûn, bi sedema avêtina zarokekî ji kevirekî re li ser dîkanekê, û di encamê de zarokek mir û çar kes -di nav de jî du zarok- rengereng birîndar bûn.
– Li siba 31.5.2023an. Z, çekdarin ji Milîseyên “Artêşa/Ceyş El’şerqiyê” û anîndeyin pê ve girêdayî ji Hemwelatî “Şêro Hemûd kurê Mihemed” re ( yê ji xelkê Gundê “Dêwa” û li Kolana/16/ li Rojavayê Kolana Yalanqozê – B. Cindirêsê rûniştî) sixêf û gef kirin, û qurşîn bi jor ve avêtin û herweha avêtin makîna Şêro li pêş malê, û di heman demê de gef berve malên pakrewanên Newroza Cindirêsê 2023an. Z ên hemcîwar avêtin û li deriyên wan jî xistin, bê ku tu hesabî ji yekî re bikin, weke hewildan ji bo tirsandina Kurdan û têvedana wan bi aliyê koçberiyê ve.
– Li derdora kat heft ji şeva 3.6.2023an. Z, li kolana Başûrê Gergeha “Maratê” – B. Efrînê, Temenmezin “Qedriye Cemîl Îbiş /70/sal” – Jinebiya Dilovanber “Mihemed Ebid El’rehman Îbiş” ji xelkê Gundê “Ke’inîgewrikê/Kanîgewrikê” – Navça Cindirêsê bi qurşîneke tewşankî ye reşareke orte birîndar ket, û di cî de jiyana xwe ji dest da, lê jêdera wê qurşînê nehate naskirin.
“Pakrewan “Qedriye Cemîl Îbiş”.”
– Li 4.6.2023an. Z, çekdarekî ji endamên Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” qurşîn avêtin du ciwanan ji anîndeyên ku li Gundê “Qeretepe” – Navça Şera hatine niştecîkirin, piştî ku wan destêwerdan kir ku wî ji lêdana zarokekî bi dûr bixin, û ji ber wê ew ji bo dermankirinê hatin şandin, û tewankar jî revî.
– Li berbanga 9.6.2023an. Z, li ser riya di navbera Bajaroka “Reco” û Gundê “Memala” yê hevcîwar de, du çekdarên serçavgirtî û li ser matoreke dutekerî qurşîn avêtin “Ehmed Hesen El’nimir El’dixêm, Ebid El’kerîm Mihemed El’dixêm” ji anîndeyên Bajaroka “Cercenazê” – Me’erit El’u’iman/Parêzgeha Idlibê, û di encamê de yê yekê hate kuştin û yê dudiyê jî birîndar bû, û herdu çekdar reviyan.
– Li 9.6.2023an. Z, xortekî çekdar ji nişteciyên Bajarê Cindirêsê – Pêkhateya Erebî du qurşîn yekser avêtin Xort “Mihemed Umer /18/sal û diya wî Fatme” ji xelkê B. Cindirêsê, li dema ku ew tevî dostekî xwe li nêzîk Pira “Tilsilorê” Başûrê bajêr bûn, û ji ber wê ew bo Nexweşxana Leşkerî hate rêkirin û piroseyên neştegêriyê jê re hatin kirin, û ta niha ew di rewşeke bîrveçûnê û lêsekirina mekin de ye, lê bê ku em kanibin sedeman nas bikin.
= Qutkirina daran:
Ji bo êzingkirin û çêkirina komirê û bazirganiyê, piroseyên qutkirina daristanên xwezayî û çandeyî û darên îhracê û zeytûna ji aliyê Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” ve berdewam dikin, di pêvajoya siyaseta qirkirina jîngeha herêmê û nixuma wê ya geyayî bi awakî rêkûpêkirî, jê:
– Li 28.5.2023an. Z, dareke sindiyanê ye temenmezin li nav zeviyeke zeytûna ye Malbata “Silêman Hec Nebo” li G. “Metîna” – Navça Şera, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” ve.
“Qutkirina dareke sindiyanê ye temenmezin e Malbata Silêmên, G. “Metîna” – N.Şera.”
– Wêneya makînak bara tijî êzingên ji daristanên Navça Reco qutkirî (yên ku Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” bazirganiyê pê dikin) giha me, û ew li 1.6.2023an. Z di rêbendeke Milîseyên “Lîwa’i El’muntesêr Bîlah” – çateriya Gundê “Hemşelekê” re derbas dibe, piştî derbasbûnê di rêbendeke “Asayêşa Leşkerî” re (ye di Derbasgeha Reco de) û rêbendeke “Firqit El’hemzat” li çateriya Gundê “Berbenê” (yên ku para xwe ji talanan werdigirin).
“Makînak êzingan radike, rêbendeke çekdar e “Lîwa’i El’muntesê Bîlah”, Çateriya G.Hemşelekê, 1.6.2023an. Z.”
= Binpêkirinine din:
Li 24.5.2023an. Z, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” destdirêjî li Temenmezin “Mihemed Arêf Birîm /65/sal” ji xelkê Bajaroka “Kaxrê” – Navça Mabeta kirin û mekin lêxistin, li dema hebûna wî di nav rezeke tirî de bi mebesta payandina wê, û matora wî ya dutekerî û tibabeke diravî jê dizîn, û temenmezin ji aliyê derbasbûyekî ve bo dermankirinê hate şandin.
Ew girtinên bêsûcane û yên ku li gor şîretên devkî û giştînameyên bi dizî ji aliyê Istîxbarat û Destlatên Turkiyê ve têne kirin, ji Yasaya Navdewletî ya Mirovahî re berevajîkirinine bi robet in, çimkî Turkiyê dewleteke dagîrker e, û herweha çend pêngavên dadwerî yên dadmend jê kêm in, û tersî destûr û yasaya Sûrî ne jî.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
此项目已被写入(Kurmancî - Kurdîy Serû)的语言,点击图标,以在原来的语言打开的项目!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
此产品已被浏览276
HashTag
来源
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
挂钩项目: 52
库尔德文件
文章
日期与活动
Publication date: 11-06-2023 (1 年份的)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: 阿拉伯语
城市: Afreen
文件类型: 翻译
普罗旺斯: 西部库尔德斯坦
Technical Metadata
项目质量: 99%
99%
添加( ئاراس حسۆ 04-02-2024
本文已被审查并发布( سارا ک )on07-02-2024
此产品最近更新( سارا ک ):07-02-2024
URL
此产品根据Kurdipedia的美元尚未敲定!
此产品已被浏览276
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Actual
传记
塔拉巴尼
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
塔拉巴尼
的地方
迪亚巴克尔
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
迪亚巴克尔
的地方
埃尔比勒
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
埃尔比勒
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
20-10-2013
هاوڕێ باخەوان
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦
新项目
统计属性
文章 519,079
图片 106,401
书籍 19,241
相关文件 96,854
Video 1,377
Kurdipedia是世界上最大的为库尔德信息来源!
图像和说明
正在接受割礼的七岁少女,库尔德斯坦

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| 联系 | CSS3 | HTML5

| 页面生成时间:秒!